kakût

Ji Wîkîferheng
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kurdî[biguherîne]

kakût (1)

navdêr, nêr

Xwendin[biguherîne]

  • IPA: /ˈkɑːkuːt/
  • Jihevqetandin: ka·kût

Wate[biguherîne]

  1. qerqod, skelet, hemû hestiyên kesekî yan ajelekî
  2. qerqod, hestiyên mirovek yan ajelek mirî
  3. (mecazî) pirr zeîf, hestî, kesa/ê hişkole û qirûdî
  4. bingeh û stûnên avaniyekê
    • kakûtê keştiyê
  5. çatî, plana destpêkî
    • Kakûtê pirtûka min amade ye.

Ji wêjeyê[biguherîne]

  • Di kakûtê mirovan da 206 parçe hestî hene. Şiklê wan 206 hestîyan ji hev ti din cur be cur in. Gor fonksîyona xwe, her hestîyek şikleki girtîye. Skelet ji serî, marîpîşt, sîng, qor û pîlan pêk hatîye.

(Anatomiya Bedena Mirovan, Huseyin Bektaş, Weşanên Deng)

Herwiha[biguherîne]

[biguherîne]

Werger[biguherîne]