kîler

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kîler kîler
Îzafe kîlera kîlerên
Çemandî kîlerê kîleran
Nîşandera çemandî kîlerê wan kîleran
Bangkirin kîlerê kîlerino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kîlerek kîlerin
Îzafe kîlereke kîlerine
Çemandî kîlerekê kîlerinan

kîler

  1. kulîn, embara qûtî, kundîl, kuling, embar, mexzen, depo
    • Xerabe û bermayîyên bajarê Deqyanûsî ji nik xelkê gundên derdorê ve hatiye texrîbkirin, kevirên wir ji bo ku di avahiyan de bêne bikaranîn, derxistine birine. Dîsa bi mebesta ku dê gencîne (xezîne; defîne) tê de bibînin gelek avahîyên dîrokî hatine hilweşandin. Herwisa, ji ber wê polîtîkaya dewletê ku me behsa wê kir, ev cihên dîrokî yên li Kurdistanê bi tevayî bêxwedî hatine hiştin. Ciyên wisa dîrokî ger qesten neyên texrîbkirn jî, çi dema ku lê xwedîtî neyête kirin û nayên parastin, dikanin ji ber rewşa xwezayê xwe bi xwe ji nav biçin. Digel viya, bermayîyên dîwar û bedena dora bajêr hîn jî bal dikşînin. Li hin deran cuhên avê û sarinc, cihê esirîna tirî (masere), embar û kîlerên ku di nav zinaran de yan jî li bin erdê hatine vedan, hîn jî tên xuyakirin. — (Roşan Lezgîn: Cihê Rastîn Yê Eshabê Kehf, vekolînek e ku hê nehatiye weşandin, 7/2008)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji tirkî kiler ji yûnaniya bîzansî κελλάριν (kellárin), ji yûnaniya helenî κελλάριον (kellárion), ji latînî cellārium.

Werger[biguhêre]