jîrkî
Kurmancî[biguhêre]
Hoker[biguhêre]
jîrkî
- (devokî) ji dema ku ... ve, j'cirkû
- birano kî ji we gotina `jîrkî` bi kar tîne... li ba me bi wateya `ji dema ku` tê.... ew di pirtûka Celadet Bedirxan û Roger Lescot derbas dibe... Lê ji bilî Efrînê min li tu der ew nebîst.... "Jîrkî ez hatim vî bajarî, min tu polîsek nedît. ango: ji dema ku ez hatim vî bajarî." — (Azad Ekkaş di koma "Zimanê Kurdî" ya li ser Rûnameyê de, 1/2012)
- Jîrkî bi devoka Efrînê - û herweha ku nêzîkî herêma Behdînan û devoka Zizîrê ye - ji aliyê ku "û" dibe "î" mînak zeytûn > zeytîn, tembûr > tembîr - dibe hemberî peyva `j`cirkû` ya ku li Kobaniyê tê bikaranîn. Di nerîna min de jî ew asîmîlasyona van peyva ye "ji-cara-ku". — (Memo Seyda di heman komê de)
- Li cem me [=li Çewligê / Bîngolê ] cîrkî an jî cîkî heye tê wateya "ji dema tiştek lê bûyiye vir ve" tê karanîn. — (Jiyan Alpîranî di heman komê de)
Herwiha[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
- Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
Werger[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | jîrkî | jîrkî |
Îzafe | jîrkiya | jîrkiyên |
Çemandî | jîrkiyê | jîrkiyan |
Nîşandera çemandî | wê jîrkiyê | wan jîrkiyan |
Bangkirin | jîrkiyê | jîrkiyino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | jîrkiyek | jîrkiyin |
Îzafe | jîrkiyeke | jîrkiyine |
Çemandî | jîrkiyekê | jîrkiyinan |
jîrkî mê
- eşîrek kurd e û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê dijî
- Heta ko PKKyiyan bela xwe di serokê eşîra jîrkiyan Tahir Adiyamanî de neda bû wî ranehiştibû sîleha dewleta tirkan û ew wekî dostê KDPyê dihat zanîn û gelek alîkarî jî bi hereketa başûrê Kurdistanê re kiribû. — (Nefel.com, 7/2007)
Etîmolojî[biguhêre]
- Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
Werger[biguhêre]
[biguhêre]
jîrkî mê û nêr