istibdad

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

istibdad

  1. despotîzm, zordarî, tekrewanî, stemkarî

Herwiha[biguhêre]

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Îstîbdada ku bi salan e li hember yekbûn û edaletê wek kendaleke kûr çêbûye bêguman meseleyeke gelek girîng e ku Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî bi taybetî li ser rawestaye. Vê yekê di xutbeya ku di sala 1911an de li Camiya Emewî’yê pêşkêşkirî de bi eşkere aniye zimanî. Belê di vê xebatê de em ê mîna ku Bedîuzzeman jî gotiye nexweşiya pêncan ango îstîbdad ku bi awayê “nexweşiyên cure bi cure yên mîna sarî” tê gotin bi du awayan rave bikin. Ev yeka jî wek îstîbdada sîyasî û îstîbdada ilmî an jî bi gotineke dî wek îstîbdada madî û îstîbdada manewî dê bê dabeşkirin. Piştre ev herdu cure îstîbdad bi mînakên xwe yên di qada civakî de ku xwe çawa didin nîşan dê bê vegotin. Armaca me ya li vir ew e ku em nexweşiyê bi awayeke durust teşhîs bikin û piştre jî li gor reçeteyên ku Bedîuzzeman behs kiriye ango kelîmeya pênc û şeşan, di çarçoveyeke têgehên mîna îttihada îslamê, hiqûqa Xwedê û însên, teslîmiyet, teraqiyat û heqaniyetê de têkiliya wan a bi îstîbdadê re jî bidin nîşan û ispat bikin ku çareseriya wê jî dê bi meşwereta şer’iye bibe. — (Risaleakademi.org 2/2017)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî إستبداد(istibdad) ji ist- + rehê بد‎ (bdd: veqetîn, jê vebûn, jê cuda bûn). Ji eynî rehî: mustebid.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]