hotshot

Ji Wîkîferhengê

Îngilîzî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

hotshot (komparatîv more hotshot, sûperlatîv most hotshot)

  1. (nefermî) Pir jêhatî, gelek biqabiliyet.
    He was a hotshot lawyer, with an astounding win-loss record.
    Ew awuqatekî gelek jêhatî bû, bi qeyda xwe ya şaşwazker ya serkeftin-têkçûnan.
  2. (nefermî) Gelek biqabiliyet.
    Keep up those hotshot baskets, the scouts are sure to take notice.
    Wan basketên xwe yên niwaze bidomîne, wê kesên behremendxwazan helbet ferq bikin.

Navdêr[biguhêre]

hotshot (forma pirjimar hotshots)

  1. (nefermî) Kesê jêhatî. Kesekî ku di qadeke diyar de xwedî qabiliyeteke pir baş e.
    She sure was a hotshot on the keyboard, 93 words per minute!
    Ew li ser klavyeyan pir baş e, di deqeyekî de 93 peyv.
  2. Çeşîdekî agirkujan ku di temirandina şewatên mezin de gelek jêhatî ne, bêyî desteka derveyî, bi bikaranîna amûrên esasî yên ku li pişta xwe tînin û bi destan dixebitînin agiran ditemirînin.
  3. (emerîkî, rêhesin) Trênek barkêş a bilez.
  4. (argo) Dozeke dermanên kêfdêr yê ku qestîka jehr tevlî kirine.

Binêre herwiha[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

hotshot (nihaya sade ya yekjimar hotshots, partîsîpa niha hotshotting, boriya sade û partîsîpa borî hotshotted)

  1. (gerguhêz, argo) Dozeke dermanên kêfdêr yê ku qestîka jehr tevlîkirî dan yekî.

Binêre herwiha[biguhêre]