hevrîşim

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hevrîşim hevrîşim
Îzafe hevrîşima hevrîşimên
Çemandî hevrîşimê hevrîşiman
Nîşandera çemandî hevrîşimê wan hevrîşiman
Bangkirin hevrîşimê hevrîşimino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hevrîşimek hevrîşimin
Îzafe hevrîşimeke hevrîşimine
Çemandî hevrîşimekê hevrîşiminan
stubendên hevrîşimî

hevrîşim

  1. armûş, herîr, îpek,
    caw û çîtekî hilû û bihagiran yê ji kirmên hevrîşimê yan tevnpîrkê peydakirî ye
  2. averês, sindis[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî ئاوریشم(awrîşm, awrîşim), feylî ewrîşim û ewrêşim, farisî ابریشم(ebrîşem, ebrîşom, ebrîşêm), tacikî абрешим (ebrêşîm), pehlewî 𐭠𐭯𐭫𐭩𐭱𐭬 (ebrêşom), avestayî *upe-rêşim- ji upe- (ve, pê ve) + *rêş- (ristin, rîs), ji zimanên îranî. აბრეშუმი (abrêşûmî) ya gurcî, रेशम (rêśem) ya hindî û ریشم(rêşem) ya urdûyî ji zimanên îranî hatine wergirtin.

Werger[biguhêre]