Here naverokê

hejîr

Peyva heftêyê 20/2011
Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • (standard)  IPA(kilîd)/hɛʒiːɾ/
  • (devkî)  IPA(kilîd)/hɪʒiːɾ/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: he·jîr
[biguhêre]
(1) Hejîr.
(2) Dara hejîrê.

hejîr m

  1. (fêkî) Fêkiyek anku mêweyek xwerbar e û bi daran yan terraşan ve şên dibe.
    • Piştî bavê xwe didît, bi heyecan û dilxweşî direviya. Bavê wê hejîra herî rengteyîsok û guşiyekî tirî dida dest wê. — (2011Cîhan RojMeşa Morîyan , Doğa Basın yayın)
  2. (dar) Dara ku wî fêkî dide.
    • Dara hejîrê 3- 10 m bilind dibe. Lewre carna wek teraşekê carnan jî wek darekê xuya dike. Kulîlka wê ya biçûk di dirêjahîya demê de, di nav fêqîyê de dimîne û winda dibe. Kulîlkên wê yên nêr û mê li ser darên cihê çêdibin. Fêqî bi tenê ji kulîlkên mê çêdibin. Cotbûna wê bi awayê tozbûnê çêdibe. Wê tozê jî kêzikek çêdike. Ba jî wan tozikên mê û nêr digehîne hev. Belgên wê 3- 5 çiq in. Çiqê pelê nîvekê, hinekî ji yên din mezintir e. Rengên pelên wê ji alîyê derva keskê tarî, lê yê hundur rengê xwelîyê ye. — (Bavê Jîndar, Lotikxane.com, 11/2008)
    • Dêrik ci xweş e, bi dar û av e
      Ev av e, li erdê bû belav e,
      Yek Ẍab e, belê bihuşta me'wa
      Pir mişmiş û sêv û darên selwa
      Pir gwîz û hejîr û xox û hinar
      Sed kanî û aş û gol û cobar.
       — (HawarPesna Dêrikê1932Cegerxwîn, hj. 5)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina hejîr
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hejîr hejîr
Îzafe hejîra hejîrên
Çemandî hejîrê hejîran
Nîşandera çem. hejîrê wan hejîran
Bangkirin hejîrê hejîrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hejîrek hejîrin
Îzafe hejîreke hejîrine
Çemandî hejîrekê hejîrinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]
[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî ھەنجیر (hencîr), farisî انجیر (encîr), pehlewî encîr, sogdî encêr... hemû ji zimanên îranî. Peyv ji zimanên îranî ketiye hinek zimanên din jî, bo nimûne tirkî incir, azerî əncir, rûsî инжир (inžir) (inžir), sanskrîtî अञ्जीर (añjīra) û çînî 映日果 (yìngrìguǒ). Çavkanî: [[1]]

Îdiaya Sevan Nişanyan, ku dibêje ji yûnaniya kevn ᾰ̓́γγουρον (ángouron) (xiyar) e [[2]], bêçavkanî ye û nayê bawerkirin. Lê rast e ku ev peyva yûnanî serekaniya peyva ecûr / acûr e ku coreke xiyaran e.

Bi zaravayên din

[biguhêre]
  • Soranî: ھەنجیر‎ (hencîr)
  • Zazakî: incîl, hincîr, encîl
  • Kurdiya başûrî:
    • Kelhûrî: hencîr
    • Feylî: hencîr
  • Hewramî: hencîr
  • Lekî: hencîr

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya fig a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya fig a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


(fêkî)