gulerîk
Kurdî[biguherîne]
gulerîk mê
[biguherîne]
- teyrek e
[biguherîne]
Ji wêjeyê[biguherîne]
Mezinatî û kelwaş: (19) cm dirêj e. Salox: kurîya wî sorve ye û nîva wê qehweyî ye. yê nêr demê têjikînanederê serê wî risasîyekî şînve ye. pişta wî risasî ye û ji serê wî tarîtir e. binpişta wî spîve ye. çeng qehweyîyekî reşve ne. binçeng qehweyî ne. ji binî ve sornarncî ye, û dûmahîya perrên berçêlkê û zikî û binzikî xwelîkî ne, zivistanê lêvên wan qemer ve dibin. ya mê, ji milê piştê ve, qehweyîyeka pinîpnî û xwelîkî ye, hindek caran, spîyatî jî di nav de diyar e û gîxên qehweyî, li serî û piştê ne. erzink û heftik spîve ne. sing û zik qemerve ne, hindek gîxên kivankîyên tarî lê ne, wekû ravan berçav in. spîlka çavan qehweyîye. nikil û pê reş in. bara pitir li ser erdî bi lotikan bi rê ve diçit. li ser kevir û avahî û dartêl û d...aran dadidit. Tirsok e û zêde hişyar e, herdem bi tenê dijît û xweş xwe vedişêrit. kurîya xwe dihejînit.
Jîngeh: li Kurdistanê, bi rêbarî û qetlazî, bihar û payîzan, li cihên varrê û veder û di nav kevir û ber û rêlewarên nav çiyayan de diête dîtin.
Xwarin: fêqî û mêşemor in.
Zêdebûn: hêlîna xwe, ji pûşî û kevzê, di bin kevran ve yan di kelşeberan re çê dikit. Ya mê, ji (4 - 5) hêkan dikit. Cihên lê belav: li deverên çiyayî, li nîvek û rojhilat û jêrîya ewropa û jorîya rojavaya efrîka û turkiya û lubnanê û qoqaz û Îranê û Efxanistanê heta çînê bo milê rojhilatê, têjikan diînte der. Zivistana xwe li rojavaya Efrîka diborînit. — (Îsmaîl Şahîn di koma "Balindeyên Kurdistanê" de li ser Facebookê 6/2013)
Etîmolojî[biguherîne]
Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguherîne" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
Werger[biguherîne]
- Almanî: Steinrötel → de
- Erebî: سمنة الصخور
- Esperantoyî: ruĝvosta rokturdo → eo
- Fînî: kivikkorastas → fi
- Fransî: merle de roche → fr
- Holendî: rode rotslijster → nl
- Inglîzî: common rock thrush → en, rock thrush → en
- Îtalî: codirossone → it
- Spanî: roquero rojo → es
- Tirkî: taşkızılı → tr