gozel

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
gozel gozeltir herî gozel
gozeltirîn

gozel

  1. Hin cûnên kewên bihagiran û hezkirî ne.
    • Li cem me jî du cûre kew heye, ji bêşa yekê re dibêjin kewê gozel: ev cûreya han ling û nîkil sor e, û di dora stûyan wan de xelekên sor heye. Ên din re jî dibêjin kewê cûre, ev cûr zêde xelekên sor wan de nîne û kes qîmetê nade van. Dibe ku ev be. — (Jiyan Alpîranî di koma "Zimanê Kurdî" ya li ser Rûnameyê de, 1/2012)
  2. (di hin stranën folklorî de) spehî, delal, ciwan, xweşik:
    • Gozelê (navê straneke gelêrî ye ku bo nimûne Mihemed Arif Cizîrï gotiye)

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji tirkî güzel (delal, spehî, ciwan, xweşik) yan hê jî rasttir ji tirkiya kevn gözel yan ji azerî gözəl (ku wek گوزل(gûzel) ketiye farisî jî) ji proto-tirkî *közel. Lê herwiha bide ber îbranî גוזל‎ (gozal: teyrên nû-bi-firrê-ketî, teyrên nû hînî firînê bûne), hevreha aramî (bi metatezê) ܙܘܓܠܐ(zuğella). Herwiha bide ber peyva "nêrî" bi zimanên slavî, bo nimûne rûsî козёл (kozyól), slovakî û slovenî kozel, polonî kozioł. Anku maneya berê dikare "nêr" be, paşî "nêrekew" û taliyê jî "kewên bihagiran" lê ev ihtimal biçûk e.

Werger[biguhêre]