govend
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]- Kîtekirin: go·vend
Navdêr
[biguhêre]
govend m
- Reqsa mirov destê hev digirin û li gel hev dilivin.
- 1990, Yaşar Kemal, tercimekirina Şerefnaz, Çîyayê agirî, Weşanxana Çanda Kurdî, →ISBN:
- Heft def û heft zirna li yek maqamî dixistin û ancax ew govenda dirêj digerandin.
- ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
- Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne Laleş
Mehbûb-i wek stêr e govend û 'işqibazî
Têkil biçîn semayê hişyar û mest û serxweş
- 1857, Mele Mehmûdê Bayezîdî, amadekariya Jan Dost, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, di 2010 de hate weşandin, →ISBN, rûpel 130:
- Wekû du se'et ji şevê çûyî, li pêşiya konan dikine govend. Lawêd ciwan û keç û bûk têne govendê, mêr û jin destêd yekûdu digirin û keç û bûk distirên û dilîzin, heta nêzûkî subeyê, îcarê belav dibin û her kesek têne malêd xwe, radizin.
- reqas, mihrican, festîval, cejn, şehyan, gala, pîrozî, zewq, kêf[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].
Tewandin
[biguhêre]| Zayenda mê ya binavkirî | ||
|---|---|---|
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | govend | govend |
| Îzafe | govenda | govendên |
| Çemandî | govendê | govendan |
| Nîşandera çem. | wê govendê | wan govendan |
| Bangkirin | govendê | govendino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | govendek | govendin |
| Îzafe | govendeke | govendine |
| Çemandî | govendekê | govendinan |
Bi alfabeyên din
[biguhêre]Formên alternatîv
[biguhêre]Hevmane
[biguhêre]Jê
[biguhêre]- govend girtin (lêker)
- govend kirin (lêker)
- govendane
- govendgêrr
- govendgêrrî
- govendgirtin (navdêr)
- govendî
- govendkirin (navdêr)
- govendkirî (rengdêr)
Têkildar
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Ji go (“gog, girover”) + bend (“girêan”). Ji eynî rehî: gund, gundor.