geçmek
Xuyakirin
Lêker
[biguhêre]geçmek
- derbas bûn, guzerîn, bihurîn, borîn, rawirîn, raborîn, daborîn, rawirtin, bi werin, bihorîn, dabihurîn, hilborîn, tê perin (ji cihekî çûn cihekî din)
- Kapının önünden birkaç kişi aceleyle geçtiler.
- Çend kes bi lez û bez di ber derî re bihurîn.
- Üzerine pembe, kolsuz bir kazak geçirmişti.
- Qazaxekî pembe, milên wi kurt bi xwe de kiribû.
- dan ber (tiştekî)
- Halkı kılıçtan geçirmişler. ― Gel dane ber devê şûr.
- Asker herkesi dayaktan geçirdi. ― Leşker her kesî da ber kulm û pihî nan.
- derbas kirin (di wateya rast lê hatin, bi ser de hatinê de)
- İyi günler geçirmek. ― Rojên xweş derbas kirin.
- Hastalık geçirmek. ― Nexweşîn derbas kirin.
- kirin
- Muayeneden geçirmek. ― Muayene kirin.
- tê gerendin, tê dan
- Nezleyi bana geçirdi. ― Arsima xwe di min da.
- pê mijûl bûn
- Benim bu işlerle uğraşacak vaktim yok.
- Wextê min ê ku bi van karan re mijûl bibim nîn e.
- tê re kirin, pê ve kirin, weranîn
- İpliği iğneye geçirmemi istedi, ben de geçirdim.
- Ji min xwest ku ez ta bi derziyê ve bikim, min jî pê ve kir.
- jê bûn, birin
- O meseleyi geçelim. ― Em wê meseleyê bibirin, em jê bin.
- bihurîn (ji bo demê)
- Saat onu geçiyor. ― Saet ji dehan dibihure.
- meşq kirin
- ragihandin (nûçeyekê bi riya amrazên ragihandinê gihandin cihekî)
- bihurîn
- Soba geçmiş. ― Soba bihuriye.
- ketin (tiştekî) (di wateya nivîsandinê de)
- Tarihe geçmek. ― Ketin dîrokê.
- Kitaba geçmek. ― Ketin pîrtûkan.
- çûn (ji bo çûn û firotina malekî bi a wayekî têr baş)
- Bu mal burada çok geçiyor. ― Ev mal li vira pir diçe.
- ketin (tiştekî) (di axaftin an jî di çapemeniyê de jê hatin çêlkirin)
- Adının gazetelere geçmemesini istemişti. ― Xwestibû ku navê wî nekeve rojnameyan.
- derbas bûn (di teraqiyê de bûn)
- Bu para artık geçmiyor. ― Ev pere êdî derbas nabe.
- derbas bûn (bi serketî ji azmûnê derketin, bi serketî dibistan kuta kirin)
- Sınavı iyi bir şekilde geçti. ― Bi awayekî têr baş ji azmûnê derbas bû.
- tê de bihurîn, tê de derbas bûn, tê de çûn (di ave kê, di riyekê de çûn)
- bihurîn (ji ber hiştina pir, ber bi rizîbûnê ve çûn)
- Bu karpuz geçmiş. ― Ev zebeş bihuriye.
- jê seqirîn, jê filitîn
- xeyba (yekî) kirin, jê mijûl bûn
- Beni sana geçmişler. ― Xeyba min ji te re kirine.
- Haydê geç! Başka şeyler konuşalım. ― Jê be, em tiştinên din mijûl bibin.
- jê be, jê bin
- Geç (veya geç efendim) ― jê be, jê bin, heyra jê bin
- Geçme namert köprüsünden koparsın su seni. ― Mineta pîsan hilnede.
- Geçti Boru'un pazarı sür eşeğini Niğde'ye.
- Hesil di Misûlê re derbas bû, hasil giha Misûl, tu bûyî pîra paşiya koçê.
- Geçtim olsun. ― Ez tê bihurîm, bila bimîne.
- Geç ulan
- here lo, here wê de, hayde wê de.