ga-masî

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Wate[biguherîne]

  1. wek termeka mêjîn ya efsaneyi, ga û masîyê ku li gora bawerîya efsaneyî ya mirovên berîn, dinê li ser pişta wan e. mirovên berîn wisa bawer kirine ku, dinê li ser pişta gayek û masîyek e û dema yek ji wan her du lawiran xwe bilivîne, li hin cîyên dinê erdhej çêdibe û zîyan digihîje gîyandarên li wan cîyan. : ku kesek tiştek bigihîne ga-masî: bingehê vê idyomê, bawerîya efsaneyî ya mirovên berîn ya di heqê ga û masî de ye. îdyom nîşana wê yekê ye ku, kesek di heqê bûyerek, rewşek, şolek, tiştek de lêgerînên pir kûr û dûr û fire bike, da ku bi wî awayî, tam fam bike û bizane ku esl û kok û bingehê wê digihîje çi û digihîje kêderê. dema qala kesekî wisa û lêgerînên wî yên wisa bê kirin, di heqê wî û wan lêgerînan de ev îdyom bi kar tê anîn
    • wî hevalî, ew şol bir gihand ga-masî" yanî di heqê wê de lêgerînên pir kûr û dûr û fire kirin. eger babetê peyvê çend kes bin, hingê îdyom di forma piranîyê de bi kar tê anîn
      wan hevalan, ew şol birin gihandin ga-masî". îdyom bi awayê neyîn jî bi kar tê anîn
      birako, ji kerema xwe, wê şolê nebe megihîne ga-masî" yanî pir zêde bi pey wê şolê nekeve û di heqê wê de lêgerînên pir kûr û dûr û fire neke
      ne pêwîst e ku em zêde bi pey wê şolê kevin û wê bibin bigihînin ga-masî" û hwd