fitilîn

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

fitilîn (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: -fitil-
RP.
Niha
ez difitilim
tu difitilî
ew difitile
em, hûn, ew difitilin
Fermanî Yekjimar bifitile
Pirjimar bifitilin
Rehê dema borî: -fitilî-
RP.
Boriya
sade
ez fitilîm
tu fitilî
ew fitilî
em, hûn, ew fitilîn
Formên din: Tewandin:fitilîn

fitilîn lêkera xwerû, negerguhêz

  1. zivirîn, çerixîn, dewirîn, çerx dan, dewr dan
    • Em û ew fêrî hevdu bûbûn. Ew tu carî bi dilê xwe neçûn. Her yek ji wan çû, me dirêj dirêj li dû wan nêrî û ew jî di ser hustuyê xwe re fitilîn û li deriyê hewşa xwe nêrî, li ezmanê şîn nêrî, li darên tûyên li çarçiya bajêr nêrî û li tasa ava ko li dû wan hate rijandin nêrî. Du dilop hêsirên wan teva herikîna avê bû û bi ser Kanîbîrkê de herikîn. Û miçiqîn... — (Enwer Karahan: Kêvo, nefel.com, 8/2007)
  2. Ji cîyekî grêdayî, asêbûyî xelasbûn, rizgarbûn
    Gayê me fitilî.
    Ben ji destê min fitilî.
    Em ji vê belayê jî fitilîn.
  3. Vegerîn.
    Ez ji malê derketin çûme bajêr, Ehmed ji min re telefon vekir got zû bifitile, bavê te zef nexweş e em bigihinîne nexweşxanê.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Tewîn[biguhêre]

-fitil-

Bide ber[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Binêre herwiha[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî fitilîn fitilîn
Îzafe fitilîna fitilînên
Çemandî fitilînê fitilînan
Nîşandera çemandî fitilînê wan fitilînan
Bangkirin fitilînê fitilînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî fitilînek fitilînin
Îzafe fitilîneke fitilînine
Çemandî fitilînekê fitilîninan

fitilîn

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.

Werger[biguhêre]