Here naverokê

firyar

Ji Wîkîferheng
[biguhêre]

firyar m yan n li gorî maneyê

  1. (meslek, hewavanî) (gelek nadir, tenê di çend ferhengan de) Kesê ku balafiran diajo.[1]
    Hevmane: pîlot

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina firyar
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî firyar firyar firyar
Îzafe firyara firyarê firyarên
Çemandî firyarê firyarî firyaran
Nîşandera çem. wê firyarê wî firyarî wan firyaran
Bangkirin firyarê firyaro firyarino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî firyarek firyarek firyarin
Îzafe firyareke firyarekî firyarine
Çemandî firyarekê firyarekî firyarinan

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji fir + -yar.

    Werger

    [biguhêre]

    Çavkanî

    [biguhêre]
    1. ^ Demîrhan, Umîd (2007), “firyar”, li ser Ferhenga Destî, Kurdî - Kurdî‎[1], çapa 2an, Bazîd: Weşanên Sewadê, rûpel 123
    2. ^ Azad Makûyî, Haşim Mehmûdî, Şehnaz Omerzade, Nasir Ecemî, Mohsin Qulîzade, Kejal Padaş, Efsûn Yûsifî (2012), Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Farsî, Tehran: Weşîner: Berhevkar, →ISBN Invalid ISBN
    3. ^ Farqînî, Zana (2005), “firyar”, li ser Ferhenga Kurdî - Tirkî (Rêzeya Ferhengsaziyê 2)‎[2], çapa 2an, Stenbol: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, rûpel 645
    [biguhêre]

    firyar m yan n li gorî maneyê

    1. Kesê ku direve an jî bi dizî ji cihekî diçe cihekî din daku neyê girtin.
      • 2022, Ömer Güneş & İbrahim Şahin, Dengbêj Şakiro‎[3], Nûbihar, →ISBN, rûpel 206:
        ... firyarê dewletê bi tabûr û eskerê nîzamê mi pirskirî ji van qîzan û bûkani mi dî xwedanekî xêra rabû ser darê pêyan e go Eyşê lê Eyşa Îbê, bînbaşya qîzan û bûkanê sibe bû Hemê Hacî lawê Gozê xwedanê martêliyê qaçax û firyarê dewletê îro...
      • 2023, Nûbihar, Nûbihar‎[4], hejmar 163, rûpel 41:
        ... firyarê mala şêx e. Bê lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lolî - lolyo, Wezê Qulpê, Axtaşê, li Gewgewê Îdirê diketim li orta dinê, Siyarê Qulpê, Axtaşê, Gewgewê Îdirê kişyane ser Şêx Zahar efendî bi hicûma...
      • 2021, tercimekirina Kawa Nemir, Digel Bêmilkkirinê. Kitêbeke Çalakîyan:
        Wekî sepaneke vekolanê, meş jêderka sirûşê ye bi raya şa’iran, xeyalperestan, yaxî û baxîyan û ektîvîstên ku dimeşin û hey digerin, bi raya firyarên ku bi peyatî baz dane, bi raya derbideran û civakên di mihesereyê de mayî; bi raya Soryalîstan û Sîçûeyşinistan, ji ber sepanên xwe yên saykocografyayê û dériveyan (xweberdanan); bi raya koma “Stalker: Observatoir Nomade”ê, ku di qelşên bajêr de bi kombendî dimeşe;
      • 1996, Ev stran ji pirtûka Zeynelabidîn Zinar, Xwençe, cild 2, r.57- 59-an hatiye girtin., “Stranek li Ser Seyidxanê Kerr”, li ser Çira, hejmar 5, rûpel 49:
        lo lawo li vî welatê Serhedê
        tu yê qisr û qusûrê li me nekî
        de tu yê pêşîka firyarê me berdî
        lo bira paşiya qaçaxê me hereeewûûû

    Tewandin

    [biguhêre]
    Tewandina firyar
    Zayendên mê û nêr ên binavkirî
    Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
    Navkî firyar firyar firyar
    Îzafe firyara firyarê firyarên
    Çemandî firyarê firyarî firyaran
    Nîşandera çem. wê firyarê wî firyarî wan firyaran
    Bangkirin firyarê firyaro firyarino
    Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
    Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
    Navkî firyarek firyarek firyarin
    Îzafe firyareke firyarekî firyarine
    Çemandî firyarekê firyarekî firyarinan

    Etîmolojî

    [biguhêre]

    Ji fir +‎ -yar mihtemelen bi riya lihevanîna dengî-maneyî ji erebî فِرار (firār, “firar”).

    Werger

    [biguhêre]