eslab

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

eslab

  1. dûnde, zuriyet

Ji wêjeyê[biguhêre]

Hate eslabê butunî tahir e

Qet nebû yek jî, xerab û facir e

Jêrî Ednan ta ji 'Ebdullah guhest

Bîst û yek bab in, hemî rast û durust

Mudrîk e paşî Xuzeym e, taze 'eyş

Hem Kenen e, paşî Nedr e, bû Qureyş

Malik û hem Fehr û Xalib hem Luwey

Ke'b û Murre hem Kilab û hem Qusey

Hem ji pişta wî Quseyyê pak û saf

Ew emanet hate nik 'Ebdulmenaf

Hem ji nik 'Ebdulmenaf ew muxtefî

Hate pişta Haşim ew Nûra sefî

Hem ji Haşim bû emanet munqelib

Hate bû mêhvanê 'Ebdulmuttelib

Silsila wî ta bi Adem da û bab

Pêkve dê biçne biheştê bêhîsab

w:Mela Hisênê Bateyî