erbab

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

erbab

  1. pispor, karzan, şareza, mahir
  2. serok, serkirde, mesûl, berpirs, xwedan, xwedî, beg, axa
  3. reb, xweda, îlah, yezdan

Ji wêjeyê[biguhêre]

Nivîskarî, helbestkarî, edîbî xebatên maqulîyê ne. Meriv helbestan binîvîse, edîbîyê bike, qey dê rabe berdan berdanîyê bike? Gelo mesûlîyeta nivîsînê ev e? Ez dibêjim qey nivîskar, helbestkar; erbabên qelemê piçek maqul bin, helbet bona wan, bona miletê me, bona qada roşinbîrîya me dê baştir be. Ger meriv bizane ku bîra meriv li ber xitimandinê ye, îhtîmal e ku meriv dê bişehetîne, hingê meriv piçek bi kontrol be, dê hîn baştir nebe gelo?

(Lezgîn Roşan: Mirîhezê Dost Çîyayî!, Netkurd.com, 7/2008)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî [Peyv?], pirrjimariya reb

Werger[biguhêre]