Here naverokê

endîşe

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

endîşe m

  1. Nerehetiya ji ber ku belkî tiştek nebaş biqewime.
    Hevmane: şayîş, nîgeranî, fikar, mitale, qilal, hêsîbes
    • 2006 hezîran, Netkurd.com:
      ... tirk ji ber tevgera hukumeta Kurdistana federe a di derbareyê derxistina petrola xwe ya herêmê û îxrackirina wê de bi endîşe ne.
  2. fikir, raman, hizir, pûnij
  3. şik, guman

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina endîşe
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî endîşe endîşe
Îzafe endîşeya endîşeyên
Çemandî endîşeyê endîşeyan
Nîşandera çem. wê endîşeyê wan endîşeyan
Bangkirin endîşeyê endîşeyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî endîşeyek endîşeyin
Îzafe endîşeyeke endîşeyine
Çemandî endîşeyekê endîşeyinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji zimanên îranî, hevreha soranî ئه‌ندیشه (endîşe), farisî اندیشه (endîşe), pehlewî hentêşek ji hentêşîten (fikirîn, ramîn, pûnijîn)

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]