dîrok

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dîrok dîrok
Îzafe dîroka dîrokên
Çemandî dîrokê dîrokan
Nîşandera çemandî dîrokê wan dîrokan
Bangkirin dîrokê dîrokino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dîrokek dîrokin
Îzafe dîrokeke dîrokine
Çemandî dîrokekê dîrokinan

dîrok , r-ya nerm, k-ya nerm

  1. bûyerên demên berê, tarîx
    Dîrok xwe dubare dike.Tiştên ku berê qewimîne dîsan diqewimin.
  2. Ew zanist e ku li ser demên berê vedikole.
    Şerefxanê Bedlîsî wek bavê dîroka kurdan tê nasîn.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Bide Ber[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Li ser etîmolojiya "dîrok" du teoriyên cuda hene:

  • Ji peyva "dêr-" anku kevn wek di peyva "dêrîn" (kevnar, qedîm, antîk) de. Pêşî peyv wek "dêrok" hatiye çêkirin lê di bin tesîra etîmolojiya gelêrî de ew veguheriye forma "dîrok" ji ber ku xelkê bawer kiriye ku ew ji peyva "çîrok" e.
  • Varyanteke peyva "çîrok" e wek çawa ku "ç/c/d" carinan bi hev diguherin: dirrandin/çirrandin, gazind/gazinc. Bi heman awayî "history" (dîrok) û "story" (çîrok) yên îngilîzî ji ἱστορία (istoria) ya yûnanî ne. Lê sebebê ku ev teorî qels e ew e ku di "dîrok" û "çîrok" de r ne wek hev tê gotin.

Werger[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.