diroz

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî diroz diroz
Îzafe diroza dirozên
Çemandî dirozê dirozan
Nîşandera çemandî dirozê wan dirozan
Bangkirin dirozê dirozino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dirozek dirozin
Îzafe dirozeke dirozine
Çemandî dirozekê dirozinan

diroz

  1. dua, lawij, lava, daxwaz, kibar/kebar, dirûd, wird, hewîş, parîn, niyaz, bergeran, berger, daxwaz, hêvî, daxwazkirina ji Xwedê
    • Emê dua û dirozgan bikin boy Rebê Alemê – Êzîdê Sor ku Sitiyên mînanî Xanê [Dr. Xanna Omerxalî] nava Êzdiya da gelekî hebin. Sitiya min bila Tawisî Melek piştevanî te be, eferim ji te re. — (şiroveya xwendevanekê/î di Lalish.de de, 6/2007)

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Maneya resen silavlêkirin û xweşîxwestin e. Herwiha dirûd, hevreha soranî درۆز(droz), farisî درود(dorûd), farisiya navîn [skrîpt hewce ye] (drwd /drûd/, xweşî), pehlewanî [skrîpt hewce ye] (drwd /drûd/, xweşî), farisiya kevn *druweta-, ji proto-îranî *druwáh (druweh, dirist, xurt, qayim), hevreha dirist, binêre lê. Guherîna wateyî wek xweşî/silav > nimêj/lawij/dia di zimanên din ên îranîkî an ên ku vê peyvê standine de jî tê dîtin; nexasma ji ber ku dema ji aliyê bisirmanan ve bê bikaranîn ji bo silavkirina li pêxemberên îslamî ên ku piştî navên wan tên gotin e. Bo biwêjên yeksan ku bi wateya tendiristî û xweşî xwestin in binêre silav (ji erebî), salût (ji latînî), hail/heil û holy/heilig.

Guherîna dengê /d/>/z/ gengaz e ku ji ber ku peyva "dirûd" farisî nas kirine û gotine divê bi kurdî bibe /z/ (ji ber ku gelek /d/ên farisî bi kurdî dibin /z/), bo guherîna dengî a wekhev binêre pizîşk û bijîşk. Heke wisan nebûya jî, ziman xwe jê xilas bikira çimkî /d/ên dawîn dikevin û ew dê bibûya *diro û ew jî bi peyva derew/diro tevlihev bibûya. Heke *dirût bibûya bi lêkera dirûtin tevlihev bibûya. Li şûnê zimanî ew wisan sererast kiriye.

Werger[biguhêre]