Here naverokê

dikan

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Dikanek.

dikan m, k-ya req

  1. Cihê ku lazimatîyên malê lê tên firotin.
    Hevmane: market, firoşxane
    • 1986, Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem:
      Û wî ber bi dikana herî nêzîk ve lezand.
    • 2012, Amîda Kurd, “Li Moskowê Kurdên destpêkê”, li ser amidakurd.net[1]:
      Me herduyan jî mehmiz distand. Wan deman li dikan û markêtan evqas tişt nebûn.
    • ~ 1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn:
      Çawa te di şehrî bestine ayîn
      Tenbîh bike dikan û sûkan
      Tezyîn bikin ji rengê bûkan

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina dikan
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dikan dikan
Îzafe dikana dikanên
Çemandî dikanê dikanan
Nîşandera çem. dikanê wan dikanan
Bangkirin dikanê dikanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dikanek dikanin
Îzafe dikaneke dikanine
Çemandî dikanekê dikaninan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî دوکان (dukan), farisî دکان (dokan) ji erebî دكان (dukkan, 1. dikan, dezgeh 2. dik, seko, platform), ji aramî דוכנא (dûkkana, dik, seko) ji akadî 𒆠𒍇 (/⁠takkannu, dakkannu, dukkannu⁠/, dik, seko; ode, mezel) ji sûmerî 𒆠𒍇 (/⁠daggan⁠/, dergeh).

Ji heman rehî: dik (seko, platform).

Peyva "dikan" li piraniya başûrê Asyayê, bakurê Afrîkayê û rojhilata Ewropayê jî belav bûye: ermeniya devokî դուքան (duk’an), urdûyî دکان (dukan) yan دوکان (dûkan), hindî दुकान (dukan) yan दूकान (dûkan), swahilî duka, kroatî dućan, sirbî дућан (duçan), albanî dyqan, makedonî дуќан (dúḱan)...

Çavkanî:
  • Association Assyrophile de France: Dictionnaire akkadien (Rêkxistina Aşûrîdostan ya Fransayê: Ferhenga akadî)”, li ser (jkx navê kitêb an kovarê binivîse)[2], (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?)
  • Fraenkel, Siegmund (1886): Die aramäischen Fremdwörter im Arabischen [Peyvên aramî di erebî de], Leiden: E. J. Brill, r. 188
  • The Comprehensive Aramaic Lexicon Project, [Projeya Ferhenga Giştgir ya Aramî] Cincinnati: Hebrew Union College, 1986– [3]
  • The Pennsylvania Sumerian Dictionary (Ferhenga sûmerî ya Pennsylvaniayê) [4]

Gotinên pêşiyan

[biguhêre]
  • Geriya dikan bi dikan, lê dîsa daqoqê serî ziman

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya shop a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Anagram

[biguhêre]