Here naverokê

derwêş

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Hin derwêşên mewlewî.

derwêş m yan n li gorî maneyê

  1. sofî, abid, dîndarên misilman yên hejar û gerok yan yên ser bi cemaeteke îslamî ve:
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Li bala cedwelek cebbarî lê da hemqiran ebrû
      Ku heq ev herf û xet kêşan li talayê me derwêşan
      Du qewsan goşe lê badan we ser peyweste man ebrû
    • 1990, Yaşar Kemal, tercimekirina Şerefnaz, Çîyayê agirî, Weşanxana Çanda Kurdî, →ISBN:
      Li defê xistin, derwêşên nîvtazî li ser êgir bi porên xwe yen gijbûyî, bi lez diçûn dihatin.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî ده‌روێش (derwêş), farisî درویش (dervîş, dervêş), tacikî дарвеш (darveş), pehlewî 𐬛𐬀𐬭𐬫𐬋𐬱‎ (deryoş, driyoş: feqîr, jar, nedar), avestayî 𐬛𐬭𐬌𐬔𐬎‎ (drigu) û 𐬛𐬭𐬌𐬖𐬎‎ (driγu: feqîr, jar, hewcedar, sanskrîtî ध्रिगु (dhrigu: hewcedar, nedar)... hemû ji proto-îranî.

Peyv bi wateya "abidên misilman yên hejar yan gerok" ji zimanên îranî ketiye piraniya zimanên dinyayê, bo nimûne: erebî درويش (derwîş), osmanî درويش (dervîş), tirkî derviş, ermenî դերվիշ (derviš), gurcî დერვიში (derviši), hindî दरवेश (darveś), yûnanî δερβίσης (dervísis), rusî де́рвиш (dérviš), îngilîzî dervish, fransî derviche, almanî Derwisch, çînî 德爾維希 / 德尔维希 (dé'ěrwéixī), japonî ダルヴィーシュ (daruvīshu)...

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]