derbehişk

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî derbehişk derbehişk
Îzafe derbehişka derbehişkên
Çemandî derbehişkê derbehişkan
Nîşandera çemandî derbehişkê wan derbehişkan
Bangkirin derbehişkê derbehişkino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî derbehişkek derbehişkin
Îzafe derbehişkeke derbehişkine
Çemandî derbehişkekê derbehişkinan

derbehişk

  1. Derba hişk, derba kuştinê, lêxistina hişk.
    Romîyan ew gundîyê reben li çolê bi derbehişkê kuştine.
    • Mînaq, sawalaka ku dema di rêyekê de dû deverekê de çû û li rastî sawalaka ji xwe maztir û bi hêstir hat û ku bi çend derbehişkên ku ji wê xwarin û êdî ku bi tirs xwe bi şûn ve dayê de, wê piştre ev di mejîyê wê de bimêne. — (Abdusamet YîgîtAqil, zêhn û ziman [arşîv], Weşanên SORAN, 2015, r. 55, ISBN 978-3-945956-01-4)
    • Ma qey bejn û bala we dizîne canê min
      Derbehişka hûn êşandin, canborî ne di rê de
      Ma çima dernayin hûn ji nav bexçên kewseran
      Belgê darên hejîran ma ê cardîn şîn û geş nebin
      Şahidên sermest in êdî xweş awezên yûnusan
       — (AZAD RÊBIWAR, Xweş Awezên Yûnusan [arşîv], kelhaamed.com08.01.2017)
    • Dijmin ez rezilandim
      Di nava xwînê de xemilandim
      Bi derbehişka qewirandim
      Bo jiyana bê rûmet
       — (Medeni ferhoHey Gerîlla [arşîv], weşanên ABeCe, 1994, r. 59)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji derbe +‎ hişk.

Werger[biguhêre]