dûrwelatî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dûrwelatî dûrwelatî
Îzafe dûrwelatiya dûrwelatiyên
Çemandî dûrwelatiyê dûrwelatiyan
Nîşandera çemandî dûrwelatiyê wan dûrwelatiyan
Bangkirin dûrwelatiyê dûrwelatiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dûrwelatiyek dûrwelatiyin
Îzafe dûrwelatiyeke dûrwelatiyine
Çemandî dûrwelatiyekê dûrwelatiyinan

dûrwelatî

  1. biyanistan, xurbet, xerîbî, sirgûn, mişextî, awaretî, derbiderî, biyanistan, dûrwelatî, sergom, diyaspora,
    cihê ku ne war û welatê mirovî bi xwe ye,
    dûrbûna ji war û welatê xwe
  2. koçberî, penaberî[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Etîmolojî[biguhêre]

Ji dûrwelat +  ji dûr + welat +

Ji wêjeyê[biguhêre]

Xerîbî, gurbet, dûrî û dûrwelatî di stranên kurdî yên kevn de temayeke bingehîn pêk tînin. Kesên hatine sirgûn kirin, bi salan leşkerî kirine, ji bo kar çûne deverên din û wek penaber (miltecî) li welatên dereke mane, ji yên mayî re hertim bûne êş û keder. Herdu alî jî li benda hev mane. Koçerî, koçberî û koçemalî bûye perçekî jîyana kurdan. Bi dil an jî bi zorê kurdan gelek caran war guhartine. Kurd hertim bûne koçber, penaber û ketine li ser rê û dirban (homo migrantus). Ev yeka serpêhatiya Ahaverus, cihûyê ku hatiye ceza kirin wekî heta mirinê rêwî û koçber bibe, tîne bîra mirovan.

(Rohat Alakom: KAMBAXA VÊ XERÎBIYÊ - Di folklora kurdî de stranên xerîbiyê, Netkurd.com, 2/2006)