dûrahiya civakî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

dûrahiya civakî

  1. (bijîşkî) Komeke bergirîyên ne-dermanî ne ku ji bo belavnebûna nexweşîyeke têger tên girtin. Ev yek jî bi danîna mewdayeke fîzîkî di navbera xelkê de çêdibe û bi rêya vê yekê kombûna xelkê di gel hev tê kêmkirin da ku rê li ber belavbûna nexweşîyê bê girtin.
    • Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Îlamê daxwazê ji xelkê dike ku tedbîrên tendirûstiyê li ber çav bigrin, haya wan ji dûrahiya civakî hebe û bibin hevkar daku êdî korona bi tevahî nemîne û neyê veguhestin. — (Li Îlam pênc roj e kes bi koronayê nemiriye [arşîv], rudaw.net19.04.2020)
    • Armanca dewrê ev bû ku dûrahiya civakî zêde bikin û têkiliya bi mirovan re bi qasî ku pêkanîn dûr bikin, ji ber ku di şert û mercên ku bars, kafir û xwaringeh girtî ne de, ev çalakî bi gelemperî ji malbatan re têne veguheztin, li ku derê pir zor e ku meriv kûrahiya civakî kontrol bike û rêgezên rast bişopîne. — (Serokê rêvebirên hukûmetê li ser giringiya darina [arşîv], yazidis.info/ku05.05.2020)
    • Ev tedbîr bi giştî weke ‘Dûrahiya civakî’ jî were pênasekirin, di rastiyê de ev ne peyvên herî rast in. Divê jê re mesafeya bedenî were gotin. — (Dr. Abdulillah Polat, Vîrusa koronayê û psîkolojiya karantînayê [arşîv], xwebun.org18.05.2020)

Hevmane[biguhêre]

Bi zaravayên din[biguhêre]

  • Soranî: mewday komelayetî
  • Zazakî:
  • Kurdiya başûr:
  • Lekî:
  • Hewramî:

Werger[biguhêre]