dîskûr

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dîskûr dîskûr
Îzafe dîskûra dîskûrên
Çemandî dîskûrê dîskûran
Nîşandera çemandî dîskûrê wan dîskûran
Bangkirin dîskûrê dîskûrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dîskûrek dîskûrin
Îzafe dîskûreke dîskûrine
Çemandî dîskûrekê dîskûrinan

dîskûr

  1. gotûbêj, diyalog, diyalekt, minaqeşe, nîqaş, suhbet, danûstandin, axiftina li ser mijarekê,
    peyivîna li ser babetekî
  2. (zimannasî û edebiyat) gotar, rabêj

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Warê romanekê girîng e, ji ber ku warek bi qasî ku bandorê li ziman û şêwaza nivîskêr bike xurt e. Her war li gorî atmosfera xwe xwedî termînolojî û ferhengekê ye; her war li gorî naverok û teşeya xwe xwedî ziman û şêwazekê ye; carinan dîskûr û diyalogên warekî, ji bo warekî din dikare xav, sixte, bêxwîn û kêmbawer be. Ew jî wiha ye, heger diyalogên romanekê li warê parlamentoyekê derbas bibe, ziman û şêwaza nivîskêr jî li gorî wî warî diguhere; sar dibe, fermî dibe û polîtîk dibe. Heger îcar warê berhemê ne parlamento lê dikan an jî tamîrxaneyek be ziman rojane, germ, bi argo û bi sixêf dibe. Lê heger warê romanê ne dikan lê bibe mizgeftek îcar ziman û şêwaza nivîskêr dîsa tê guhertin argo, sixêf û peyvên beradayî ji holê radibin û termînolojiya teolojîk dikeve dewrê û dua, selewat û gotinên mîstîk zorê didin nivîskarê xwe. — (Rênas Jiyan: Warê wêjeyê, Azadiyawelat.com, 6/2007)

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji fransî discours.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]