cotestandardî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cotestandardî cotestandardî
Îzafe cotestandardiya cotestandardiyên
Çemandî cotestandardiyê cotestandardiyan
Nîşandera çemandî cotestandardiyê wan cotestandardiyan
Bangkirin cotestandardiyê cotestandardiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cotestandardiyek cotestandardiyin
Îzafe cotestandardiyeke cotestandardiyine
Çemandî cotestandardiyekê cotestandardiyinan

cotestandardî

  1. durûtî,
    nepejirandina heman mafan yan erkan bo hemû kesan

Ji wêjeyê[biguhêre]

Li Tirkiyeyê, ev her du prosesên ku ji layê hest û ramanê ve di berevajiya hev de pêk tên, yanî, neteweperweriya kurdî û neteweperweriya tirkî, herwekî ku heman tişt bin, wisa têne têgihîştin. Ev tişt bi me nîşan dide ku bê hela îdeolojiya fermî ramana tirkî çawa kiriye haletê cotestandardîyê. Di roja 25ê sibata 2008an de li Diyarbekirê serhildaneka mezin hebû. Jin, ciwan, zarok, esnaf, kal û pîr…, qelebalixeka gelek mezin, girseyeka biheyecan, operasyona artêşê ya bo derveyî sînoran protesto dikir. Çapemeniya tirk zimanê xwe wisa dirêjî vê serhildana mezin dikir: “… zarokan jî bikar tînin, zarokan dixapînin, di numayîşê de zarokan derdixin pêş.” Ger di întîfadayekê de zarokên filîstînî keviran biavêjin tankên Îsraîlê, ew dibin “generalên filîstînî, generalên Filîstînê, generalên Arafatî”. Ger zarokên kurdan kevir biavêjin tankên tirkan, wekî “bo îdeolojîyên menfûr zarokan jî bikar tînin” têne dîtin. Dema ku zarokên Filîstînê kevir biavêjin tankên Îsraîlê, hingê şîroveyên wisa têne kirin ku “ger di zarokan de jî wisa hestên neteweyî çêbûne divê Îsraîl tavilî rêyeka çareseriyê bibîne”. Lê dema ku zarokên kurdan kevir biavêjin tankên tirkan, dibêjin “jehrê xistine nav mejiyê teze yê zarokan jî, zarok jî xapandine…”. Polîs bona ku zarokan ji numayîşan dûr bixînin şeker didin wan, ku ev yek wekî tiştekî pozîtîf tê nîşandan. Reftarî û ramana cotestandardbûnê tiştekî wisa ye… Bêguman tiştekî gelek kirêt û adî ye. Ev hemî ji ber wê ramana înkarker û îmhaker rû didin.

(İsmail Beşikçi: Tiştê ku Kosovaya Serbixwe Tîne Bîra Meriv, wegerrandin: Roşan Lezgîn, Peyamaazadi.com, 3/2008)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji Ji cotestandard +  ji cot + -e- + standard +

Werger[biguhêre]