cîwarbûn

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cîwarbûn cîwarbûn
Îzafe cîwarbûna cîwarbûnên
Çemandî cîwarbûnê cîwarbûnan
Nîşandera çemandî cîwarbûnê wan cîwarbûnan
Bangkirin cîwarbûnê cîwarbûnino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cîwarbûnek cîwarbûnin
Îzafe cîwarbûneke cîwarbûnine
Çemandî cîwarbûnekê cîwarbûninan

cîwarbûn

  1. Bicihbûna li cihekî.
    Hevmane: îskan
    • Gelek demên dirêj ew hev nabînin. Piştî hatin û cîwarbûna Stockholmê jî tenêmayîna Şanazê dîsa berdewam dike. — (Rohat Alakom, Ji Edebîyata Kurdên Swêdê: Trîlojîya Mehmed Dehsiwar [arşîv], kurdarastirmalari.com2021-04-09)
    • Mesela di nav rêvebiriyên mandater de li Iraq û Sûriyeyê ji bo Kurdan çêbûna hin fersendan, Silêmanî, Şam û heta dereceyekê Bexda derxistiye pêş; di wextê Şerê Cîhanê yê Yekem de cîwarbûna hin eşîrên Êzidî li Qefqasyayê, Rewan (Êrîvan) kiriye navendek; di dema cuntayên leşkerî de koçberiya ber bi diyasporayê ve, hin bajarên Ewropayê lê xasma Stockholm derxistiye pêş; di dema şerê sar de avabûna komareke temenkin li Mehabadê wahayeke edebî welidandiye; bi geşbûna têkoşîna Kurdî re li Kurdistanê çêbûna hin reform û destkeftiyan, cardin Stenbol, Silêmanî, Hewlêr, Amedê wek mekanên senkronîk ên Kurdî derxistiye pêş. — (Nûbihar AkademîQonaxa Stenbolê di Edebiyata Kurdî ya Modern de [arşîv], Ramazan Çeçen, hj. 82017, r. 44)
    • Hejmara yên ku cîwarbûna li Kurdistanê baştir dibînin, piştî dagîrkirina Mûsilê duqat dibe. — (Dr. Azad Ehmed Elî, Erebên Kurdistanê û têkiliyên wan bi Erebên Erebistanê re [arşîv], Rûdaw Kurmancî2015-04-18)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji cîwar + bûn. "Bi"ya di serî de ji bo sivikkirina telafûzê ketîye, eslen wekî "bicihûwarbûn".

Werger[biguhêre]