cîhan
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]cîhan m
- Zemîn û her tiştê lê.
- 1990, Yaşar Kemal, tercimekirina Şerefnaz, Çîyayê agirî, Weşanxana Çanda Kurdî, →ISBN:
- Mirov dibêje qey, çiyayê Agirî cîhaneke bi serê xwe ye.
- Alem, xelk, xelk û alem, hemî mirov.
- Cîhan hemî dizane ku...
- Parçeyek ji dinyayê.
- Cîhana Erebî, Cîhana Rojava.
- Derek kar yan çalakiyekê.
- Cîhana şorreşgêrrî cîhanek tevlihev e.
- Gerdûn, hemî galaksiyên tê zanîn yan bawerkirin ku hene.
- Her tiştê di jiyana kesekê/î de.
- Hemî cîhana wî bi carekê herrifî.
- Rewş.
- Cîhana sibê dê ne mîna cîhana îro be.
Ji wêjeya klasîk
[biguhêre]- ~ 1620, Feqiyê Teyran, Dîwan:
- Ew horiya dêqemer e
Şêx dîbû cîhan çû bere
Tewandin
[biguhêre]| Zayenda mê ya binavkirî | ||
|---|---|---|
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | cîhan | cîhan |
| Îzafe | cîhana | cîhanên |
| Çemandî | cîhanê | cîhanan |
| Nîşandera çem. | wê cîhanê | wan cîhanan |
| Bangkirin | cîhanê | cîhanino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | cîhanek | cîhanin |
| Îzafe | cîhaneke | cîhanine |
| Çemandî | cîhanekê | cîhaninan |
Bi alfabeyên din
[biguhêre]Hevmane
[biguhêre]Jê
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Ji zimanên îranî, hevreha farisî جهان (cihan), farisiya navîn gêhan, farisiya kevn geyṡanam, pirrjimara geṡa- (jîndar, heywan). کیهان (keyhan, “gerdûn”) ya farisî jî ji heman rehî ye.
Werger
[biguhêre]- Almanî: Bevölkerung → de m, Weltall → de n
- Erebî: العالم, دنيا → ar, الكون, الكون
- Farisî: جهان → fa, دنیا → fa, دنیا → fa, عالَم → fa, گیتی → fa, ?جلوهگاه
- Îngilîzî: cosmos → en, globe → en, people → en, universe → en, world → en, cosmo- → en
- Japonî: 世界 → ja (せかい, sekai)
- Tirkî: acun → tr, alem → tr, âlem → tr, cihan → tr, dünya → tr, kainat → tr, küre → tr, zemin → tr, evren → tr, ?yer yuvarlağı → tr, ?yer yuvarı → tr