borebor
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]| Tewandina borebor | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | borebor | borebor |
| Îzafe | borebora | boreborên |
| Çemandî | boreborê | boreboran |
| Nîşandera çemandî | wê boreborê | wan boreboran |
| Bangkirin | boreborê | boreborino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | boreborek | boreborin |
| Îzafe | boreboreke | boreborine |
| Çemandî | boreborekê | boreborinan |
borebor m
- (dengê siriştî) oreor
- Gelo wê nuha ê çi bûya? Apê min darek dabû dest xwe li derve sekinîbû. Borebora her çar birayan hat. Min gor îcar me pêgirt. — (2016, Mihemed Şarman, Pirça Winda, Avesta, çapa 2an, r. 88, ISBN 978-605-5585-41-9)
- Di bidûrketin û ber bi mitbaxê bûnê de borebora wê; "na, na qet nabe, em te nahêlin biçî tu cihî" — (2005, Mehmed Uzun, Siya evînê, Îthakî, r. 93, ISBN 9789752730984)
- Bi carekê re dengê borebora polêsan hat min; li kolanê dimeşiyan û henekên bêedeb bi hevdû dikirin. — (2014, Sadiq Hidayet, Bûmê Kor, Na yayinlari, r. 79, ISBN 9786056392658)
Jê
[biguhêre]- borebor kirin (lêker)
- boreborkirin (navdêr)
- boreborkirî (rengdêr)
Etîmolojî
[biguhêre]
Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.