biyokîmya

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî biyokîmya biyokîmya
Îzafe biyokîmyaya biyokîmyayên
Çemandî biyokîmya biyokîmyayan
Nîşandera çemandî biyokîmya wan biyokîmyayan
Bangkirin biyokîmya biyokîmyayino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî biyokîmyayek biyokîmyayin
Îzafe biyokîmyayeke biyokîmyayine
Çemandî biyokîmyayekê biyokîmyayinan

biyokîmya

  1. (biyolojî, kîmya, zanist) zanista ku lêkolînan li ser hemû tiştên molekulên jîndaran û pêkhatin û guherîna wan dike dike
    • Hewceyê dubarekirinê nîne ku serhildana dawî ya Bakur têkçûye, ketiye bin fermana dijmin û hatiye guhertin. Gelê Bakur ji dil ve birîndar bûye, ketiye tengezariya ku di hinavê xwe de baweriyê jî dihewîne. Dem pêwîst e jê re, daku ji nû ve xwe vejîne. Me dijmin berdaye lê ew bi me bernade. Bi rêxistina me avakiribû, bi me re şer dike. Helbet em hemî jî dizanin, dijminên Kurd û Kurdistanê di hemî eniyên şer de bi me re cengê dikin. Ji bikaranîna saroxan heya rizandina sinc û estetîkê, ji şerê psîkolojîk heya tunekirina ajalên avî yên Kurdistanê, bi hemî alav û rêbazan li ber pozê me sekiniye, li mejiyê me dixe. Dijmin ketiye nav me û me berra hevûdu dide. Nirxên pîroz ên Kurdewariyê guftûgo dike, di şikê de dihêle û hêdî hêdî dixwaze ji holê rabike. Dijmin dixwaze Kurd bêî nirx, bêî bawerî, bêî armanc bimînin. Metodên zanistiyê bi kar tînin. Ji kognîtîv psîkolojiyê bigire heya civaknasiya koman, ji sîbernetîkê bigire heya biyokîmyayê ji tevayî cîhana zanistiyê sûdê werdigire û li dijî me dixebitîne. — (Êlxan Penaber: Nirxên me yên pîroz û alternatîva nû - Galegal. Nasname.com, 11/2008)

Têkildar[biguhêre]

Şaxên biyolojiyê[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji biyo- +‎ kîmya.

Werger[biguhêre]