birîn

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker 1[biguhêre]

birîn (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -bir-
RP.
Niha
ez dibirim
tu dibirî
ew dibire
em, hûn, ew dibirin
Fermanî Yekjimar bibire
Pirjimar bibirin
Rehê dema borî: -birî-
RP.
Boriya
sade
min birî
te birî
wê/wî birî
me, we, wan birî
Formên din: Tewandin:birîn

birîn lêkera xwerû, gerguhêz, r-ya req

  1. bi kêrê yan bivirî yan amûrek devtûj parçe kirin yan qet kirin yan ker kirin
    pate bi meqesê birîn
    dar bi bivirî birîn
    tila xwe bi kêrê birîn
  2. sekinandin, rawestandin, dawî lê anîn, bes kirin
    Axiftina xwe birî.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî: *bhrei- ("birîn"), proto-îranî: *brai- ("birîn"), avestayî: pairi.brī- ("birîn"), partî: bryn- ("birîn"), pehlewî: bryn- ("birîn"), farisî: burrīdan / burr- ("birîn"), belûçî: burrit / burr- ("birîn"), xunsarkî: brīnā / brīn- ("birîn")alfabeya arî, kurdî: Kurm. birīn / bir, soranî:birrîn (-birr-), wirrîn (-wirr-) ("birîn"), hewramî: birriyay / birr- ("birîn") , zazakî: birrnayene / birrn - ("birîn"), sanskrîtî: bhrī- ("ziyan danê"), rusî: brit ("hatin tiraşîn")

Çavkanî: Cheung p.22, Watkins p.13, Etymonline | Pokorny: 166

Werger[biguhêre]

Ev beşa Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr 1[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî birîn birîn
Îzafe birîna birînên
Çemandî birînê birînan
Nîşandera çemandî birînê wan birînan
Bangkirin birînê birînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî birînek birînin
Îzafe birîneke birînine
Çemandî birînekê birîninan
Birînek.

birîn , r-ya nerm

  1. Ziyana li leşî, şkestina derekî yan xwînhatina ji parçeyekî leşî
    (bi taybetî ji ber ku fîşekek pê ketibe).
    • Avek mehîn im kemter im
      Min cerg û dil bûne birîn
      Sewda û dîn û ebter im
       — (Feqiyê Teyran, )
    • Û hindek ji wan heyîn esmayêd suryanî, hûrî bûne(fêr bûne), dixwînin. Û bi şîr û bi kêrê bedena xwe dibirrin û birîndar dikin. Lakin xwîn ji birînê bidernakevitin. Dîsanî filhal xweş dibitin û cihê birînê xuya nakitin. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. 128, ISBN 9789944360678)

[biguhêre]

Pend[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

hevreha soranî برین(birîn), farisî برین(birîn)... hemû têkildarî birîn (jê kirin, qet kirin) - li jortir binêrin.

Werger[biguhêre]

Ev beşa Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Lêker 2[biguhêre]

birîn lêkera xwerû, gerguhêz

  1. qir bûn, qut bûn, qet neman, hîç neman

Herwiha[biguhêre]

Tewîn[biguhêre]

  • -bir-

Têkildar[biguhêre]

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Navdêr 2[biguhêre]

birîn , r-ya req

  1. jêkirin, kerkirin, qetkirin:
    birîna darên daristanê,
    birîna destê xwe bi bêdestî

Werger[biguhêre]

Ev beşa Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Navdêr 3[biguhêre]

birîn , r-ya req

  1. birihan, qirbûn, qet neman, kokbirbûn

Werger[biguhêre]

Ev beşa Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Zazakî[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

birîn

  1. Birîn, şûna lêdana ku şop hiştiye, derd[1].

Çavkanî[biguhêre]