Here naverokê

birûsk

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd)/bɘˈɾuːsk/
  • Deng (Amed): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: bi·rûsk
[biguhêre]
Birûsk

birûsk m

  1. beledî, ronahî û berqa ewran ku piranî gava tofan jî xwe diveden.
  2. Qirqira ewran, girgira ewran, gurmîna ewran, şirqîna ewran, dengên ji ewran tên, deng û ronahî ya ji ewran

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Birûska batinî da dil
    Di pêtê sîne wê werbû
     — (Melayê CizîrîDîwan , ~1640)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina birûsk
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî birûsk birûsk
Îzafe birûska birûskên
Çemandî birûskê birûskan
Nîşandera çem. birûskê wan birûskan
Bangkirin birûskê birûskino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî birûskek birûskin
Îzafe birûskeke birûskine
Çemandî birûskekê birûskinan

Notên bikaranînê

[biguhêre]

Agadarî Hindek caran K dibêjin birûsk û mene deng û ronahî têt. Lê eger cudahî dike, ... girgir bo dengê û birûsk bo ronahiyê.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Nêzîk

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
  • birûsk (birûsik) → bi + rûs + k/ik
bi : pêşdaçek
rûs → rûzrozroj
-k, -ik : pêveka çêkirina navan

Hevreha soranî برووسکه (birûske), şêxbizinî wîriska, feylî biłaçe, zazakî vire, belûçî بیر (bîr), ji zimanên îranî, belkî herwiha çekî blesk, polonî błyskawica, holendî bliksem, swêdî blixt, ... Hemû ji proto-hindûewropî *bʰleyǵ-.

zazakî : viros, virsik/virşik
viros → vi + ros (roz, roj, roc)
virsik → vi + rs (roz, roj, roc) + -ik

Bi zaravayên din

[biguhêre]
  • Soranî: balaçe, hewretrîşqe, hewretereqe, hewreşerîqe, kermehor, hewregirme, hewregorme, hewrebrîske, berûske, birûsk
  • Zazakî: virû, vire, virsu, virûsk, virsik, bilusk, bulisik, bulêsik, brîsk, birûsk, birûsik, hewrgir
  • Hewramî: horetrîşqê, hewretrîşqe, birqê
  • Kurdiya başûrî:
    • Kelhûrî/kirmaşanî: balaçe, hewretrîşqe, hewretereqe, hewregirme, kermehor, teşberq
    • Feylî: balaçe, hewretrîşqe, kermehor
    • Şêxbizinî: vîriska
  • Lekî: billaçe, girimhwirr, girimhur, hewretrîşqe, treşke, ballaçe, ballaçehur
  • Lorî: teşbirîq

Werger

[biguhêre]