binefş

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Bilêvkirin[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî binefş binefş
Ravek binefşa binefşên
Çemandî binefşê binefşan
Nîşandera çemandî binefşê wan binefşan
Bangkirin binefşê binefşino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî binefşek binefşin
Îzafe binefşeke binefşine
Çemandî binefşekê binefşinan
Binefş

binefş

  1. Gulek rengîn e û bi gelemperî rengê kulîlkênmor anku binefşî ne.
  2. Binefşa Narîn: evîndara Cembelî di dastana Cembeliyê Hekarî de.

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

Herwiha[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

[biguherîne]

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

Etîmolojî[biguherîne]

Hevreha binewşe û benewşe yên soranî, wenewşe ya hewramî, بنفشه (benefşê) ya farisî, venevşek ya pehlewî, avestayî *vene-vexşe- ji vexşe- (şîn bûn, gihiştin) ji proto-hindûewropî *h₂ewg- (şîn bûn) ku herwiha serekaniya աճեմ (açêm) ya ermeniya kevn, αὐξάνω (aûksano) ya yûnaniya kevn, ageo ya latînî wax ya inglîzî öka ya swêdî, áugti ya lîtwanî ye. بنفسج (benefsec) ya erebî, menekşe ya tirkî, մանիշակ (menişek) ya ermenî û ܡܢܝܫܟܐ (minîşka) ya siryanî ji zimanên îranî hatine wergirtin. Heman peyva îranî vexş- (şîn bûn, gihiştin) serekaniya peyva wehş e ku bi rêya erebî û bi kirasê erebî li zimanên îranî vegeriye.

Werger[biguherîne]