bijêre

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bijêre bijêre
Îzafe bijêreya
bijêra
bijêreyên
bijêrên
Çemandî bijêre
bijêrê
bijêreyan
bijêran
Nîşandera çemandî bijêre
bijêrê
wan bijêreyan
wan bijêran
Bangkirin bijêre
bijêrê
bijêreyino
bijêrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bijêreyek
bijêrek
bijêreyin
bijêrin
Îzafe bijêreyeke
bijêreke
bijêreyine
bijêrine
Çemandî bijêreyekê
bijêre
bijêreyinan
bijêrinan

bijêre

  1. alternatîf, vebijark, hilbijark, bijark,
    çend tiştên heyî yên ku mirov dikare yekê jê bibijêre
  2. rewşa ku tê de gengaz e mirov ji du yan zêdetir tiştan yekê bibijêre yan bike

Ji wêjeyê[biguhêre]

Hinek rewşenbîrên nerîtî yên kurd îdîa dikin ko divêt ji van pênc variyantan zimanekê yekgirtî bihête afirandin. Ji bo vê yekê tenê du prose muyeser in; yek jinûveavakirina zimanê “proto-kurdî“, berî ko kurdî bi ser zarave/zimanên ciyawaz de hate dabeşkirin, ya din berzkirina yek ji van variyantan bo astê zimanê neteweyî ko dibe zimanekê sûpralokal. Bijêreya yekem dê bibe egerê afirandina kurdiyeka şeşem, ko piraniya kurdan dê neşên jê têbigihên. Bijêreya duyem ew e, ko nasyonalîstan li gelek welatên din hilbijartiye.

Etîmolojî[biguhêre]

bijartin

[biguhêre]

Werger[biguhêre]