bera dan
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Lêker
[biguhêre]| bera dan (gerguhêz) | ||
|---|---|---|
| Rehê dema niha: bera -d- | ||
| RP. Niha | ||
| ez | bera didim | |
| tu | bera didî | |
| ew | bera dide | |
| em, hûn, ew | bera didin | |
| Fermanî | Yekjimar | bera bide |
| Pirjimar | bera bidin | |
| Rehê dema borî: bera -da- | ||
| RP. Boriya sade | ||
| min | bera da | |
| te | bera da | |
| wê/wî | bera da | |
| me, we, wan | bera da | |
| Formên din: | ||
bera dan gerguhêz (lêkera hevedudanî), r-ya req
- Qewirandin, derxistin, derkirin.
- Hêda bera min da. ― Hêda ez qewirandim / xistim der.
- Têk birin, jê birin, zora (yekî) birin.
- Zîlanê di kişikê de bera min da.
- Wê ez têk birim
- Dagirtin, tiştekî şilî kirin di tiştekî.
- Min av bera beroşê da.
- Te agir bera nav dilê min da.
- mecazî
- Belav kirin, hiştin ku belav bibe.
- Min pez bera nav zozanê da.
- (Deştî) Gule berdan, teqe kirin.
- Nêçîrvanî bi tifengê bera askê da.
- (...) yekî ji wan bi demançeya xwe bera wî bidaya (...) — (Ciwanmerd Kulek, Zemanekî li Sê Welatan, Pall, 2025, ISBN 978-625-98311-5-2)
Herwiha
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Werger
[biguhêre]Kategorî:
- Kurmancî
- Bilêvkirina IPAyê bi kurmancî
- Lema bi kurmancî
- Lêker bi kurmancî
- Lêkerên hevedudanî bi kurmancî
- Lêkerên hevedudanî yên gerguhêz bi kurmancî
- Termên bi çend peyvan bi kurmancî
- Lêkerên gerguhêz bi kurmancî
- Bilêvkirinên kurmancî bi r-ya req
- Nimûne bi kurmancî
- Deştî
- Jêgirtinên ji Ciwanmerd Kulek
- Jêgirtin bi kurmancî
- Peyvên kurmancî yên hevedudanî
- Peyvên kurmancî yên hevedudanî bi dan