Here naverokê

berê xwe dan

Ji Wîkîferheng

Lêker

[biguhêre]

berê xwe dan (lêkera biwêjî) (gergûhêz û negêrgûhêz jî)

  1. Ber bi derekê ve çûn yan hatin.
    • Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piştî ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî: "Ezbenî min xezîne bi cih kir." — ((Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Celadet Alî Bedîxan, “Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin - beşa li ser Feqiyê Teyran”, li ser Kovara HAWAR)
    • Paşê rabû çû bazarê, deveyên ku jê re pêwişt bûn, temîn kirin; malê xwe da bar kirin û tevî çend bazirganên din berê xwe da Bexdayê. — ((Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), tercimekirina Serdar Roşan, Çîroka Hezar û Şevekê, Weşanên Nûdem)
  2. nerîn, mêzîn, seh kirin, fekirin, hêv kirin, mêze kirin, mêzandin, çav lê gerandin
    Berê xwe bide min dema ji te re diaxivim!
    • Efrîtî berê xwe da hêstirê û jê pirsî: "Ma rast e?" Hêstirê bi serê xwe îşareta 'belê, rast e' da. — ((Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), tercimekirina Serdar Roşan, Çîroka Hezar û Şevekê, Weşanên Nûdem)
    • ژنوی بیرا وێ ھات کو بویکا خۆ ژبیر کر بوو، ھەلگرت و بەرێ خۆ دایێ دیت گەلەك یا بێسەروبەرە(..) — (2012, Leylan Îsmeîl, Bêrîvan û Hîvî (Çîrokêt Zarokan), Dihok: Çapxana Xanî, rûpel 15)
      Ji nwî bîra wê hat ku bwîka xo jibîr kir bû, helgirt û berê xo dayê dît gelek ya bêserubere(..)

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji berê (3) + xwe +‎ dan

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]