Here naverokê

balafir

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Balafirek

balafir m

  1. (purîzm) Alavên pêfirînê.
    Hevmane: teyare, firoke
    • 1932, “Armanc, Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê”, li ser Hawar‎[2], hejmar 1, Çapxana Tereqî; ji nû ve hatiye weşandin bi amadekariya Firat Cewerî, Hawar Hejmar 1-23, cild 1, Stockholm: Weşanên Nûdem, 1998, →ISBN, rûpel 23:
      Herweqî xelqê[beriya guhartina herfên Q-K] Geliyê Goyan, berî çardeh salan, gava tiyare dîtin, tavil bizarê xwe balafir nav lê qirin.
    • 1941, Evdirehmanê Rojkî, “Sînema di Şerên Flandr û Dinkerkê de”, li ser Hawar‎[3], hejmar 36, Şam: Çapxana Sebatê; ji nû ve hate weşandin bi amadekariya Firat Cewerî, Hawar Hejmar 24-57, cild 2, Stockholm: Weşanên Nûdem, 1998, →ISBN, rûpel 874:
      Min mizgînî lê dikir, eskerekî belçîkî gote min ko di van balafiran de carina bimbeyên siwarkirî hene […]
    • 1996, Firat Cewerî, Kevoka Spî, Nûdem, →ISBN:
      […] bilêta xwe ya balafirê ji ser masê hilanî, xiste bêrîka xwe […]

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina balafir
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî balafir balafir
Îzafe balafira balafirên
Çemandî balafirê balafiran
Nîşandera çem. wê balafirê wan balafiran
Bangkirin balafirê balafirino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî balafirek balafirin
Îzafe balafireke balafirine
Çemandî balafirekê balafirinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Neolojîzm ji bala (“jor”) +‎ fir (rehê dema niha ji firîn), herfiyen “ya ku li jor difire”.

Li gorî Celadet Alî Bedirxan cara ewil di 1919an de di nav kurdên Geliyê Goban (Geliyê Goyan)[ç 1] de li şûna teyare hatiye çêkirin.[ç 2]

Çavkanî:

  1. ^ “Armanc, Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê”, li ser Hawar‎[1], hejmar 1, Çapxana Tereqî, 1932; ji nû ve hatiye weşandin bi amadekariya Firat Cewerî, Hawar Hejmar 1-23, cild 1, Stockholm: Weşanên Nûdem, 1998, →ISBN, rûpel 23: “Herweqî xelqê Geliyê Goyan, berî çardeh salan, gava tiyare dîtin, tavil bizarê xwe balafir nav lê qirin.”
  2. ^ Celadet Alî Bedirxan (1933), amadekariya Nurî Dersîmî, Mümtaz Mütefekkir CELADET ÂLİ BEDİRHAN'ın (Türkiye Reisicumhuru Gazi Mustafa Kemal Paşa Hazretlerine) Yazdığı Açık MEKTUP (bi tirkî), di 1977 de hate weşandin, rûpel 29:
    1919 senesinde Geliye Goban Kürtleri ilk defa teyyareyi gördükleri zaman ona isim vermekte tereddüt etmemişlerdi. Teyyareye derhal BALAFIR demişlerdi. […] Adeta aêroplane'nin bir tercümesi. Şu fark ile ki havada yerine yukarıda uçan, BALA yukarı demektir, FIR ise uçmak manasında olan FIRİN mastarının maddei asliyesidir.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya airplane a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

balafir

  1. balafir, teyare[1]

Çavkanî

[biguhêre]