axlêve

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî axlêve  axlêve 
Îzafe axlêveya  axlêveyên 
Çemandî axlêve  axlêveyan 
Nîşandera çemandî   axlêve  wan  axlêveyan 
Bangkirin axlêve  axlêveyino 
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî axlêveyek  axlêveyin 
Îzafe axlêveyeke  axlêveyine 
Çemandî axlêveyekê  axlêveyinan 
dîmenek ji destpêka biharê anku axlêveyê

axlêve

  1. berbihar, destpêka biharê, meha adarê

Herwiha[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Ji[biguherîne]

Têkilî soranî خاکه‌لێوه (xakelêwe), belkî ji kurdî ax (bi soranî xak) + lêv (bi soranî lêw) anku vebûna lêvên / devê erdê û şînbûna gul û giyayan lê guman jê heye. Hin zimannasan berê diyar kiriye ku ew ji ახალი (axali: ) ya gurcî ye (bide ber "newroz = roja nû") lê Chyet di ferhenga xwe dibêje ew xelet e bêyî ku zêdetir agehiyan li ser bide. Tsabolov idia dike ku ji "yığılma" (nijinîn, lodbûn, kombûn, ketin ser hev) ya tirkî ye. Ji aliyê dengnasî ve ev mimkin e lê ji aliyê maneyê ve ne gengaz e. Heke ji "yığılma" bûya, ew dê zêdetir li navê payizê bihata, ne li yê biharê.

Ji wêjeyê[biguherîne]

Tê bîra min, dawiya salên pênciyî, wextê hê ez şagirtê mektebê bûm, gund da oda me hebû. Ne televizyon bû, ne radyo, tiştê mijûlbûnê kêm bûn û payîzê destpêkirî heta axlêvê gund da karê gundîtiyê jî tune bû. Mêrên gund yên navsere him sibê heta nîvro, him jî êvaran li oda me top dibûn.'* (Eskerê Boyîk: Şêx Mîrza, Ezdika.ru, jêgirtin: 9/2006)

[biguherîne]

Werger[biguherîne]