alîterasyon
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]alîterasyon m
- peyvên ku bi heman tîp anku herfê dest pê dikin li dû hev bikaranîn daku nivîs bibe helbestkî
- li benda bihara bixêr û bereket
- 2007 çiriya pêşîn, Rênas Jiyan: Xanî'yê me, Azadiyawelat.com:
- Berhema wî ya sêyem, “Mem û Zîn”a navdar e; ev berhem, bi her awayê xwe berhemeke “mezin” e. Xanî, ji destana “Memê Alan” agirekî mezin ava kiriye û bera dinyayê daye. Dikare bê gotin ku kodên kurd û kurdiyê têkildar dikin giş di vê berhemê de vehewiyane. Ji qodên zimên bigirin heta bi qodên kevneşopê yên wekî Newrozê û hwd; ji yê saziya “mîrîtî”yê ango desthilatdariya kurdan bigirin heta bi exlaqê kurdan; ji seyd, meraq, zewq, evîn, hevaltî û mêraniyê giş... Ji metaforiyan bigirin heta bi alîterasyonan, ji lîrîzmê bigirin heta bi epîzmê, ji şayesandinên wê bigirin heta bi felsefeya mutesawifiyê; mesnewiya wî, bi her awayê xwe hunereke bilind e, mirov dikare bêje ku Xanî hinekî jî ji girê serdestan dil, kezeb, mejî her tiştê xwe li ser kiriye. Berhem ji xeynî kurdan, serweteke dinyayê ye jî. Lê berhem, berhemeke hunerî ye, ne ya felsefî ye. Homeros, Dante, Fîrdewsî û Shakespaere çi bin “Xanî”yê me jî ew e...
Tewandin
[biguhêre]| Zayenda mê ya binavkirî | ||
|---|---|---|
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | alîterasyon | alîterasyon |
| Îzafe | alîterasyona | alîterasyonên |
| Çemandî | alîterasyonê | alîterasyonan |
| Nîşandera çem. | wê alîterasyonê | wan alîterasyonan |
| Bangkirin | alîterasyonê | alîterasyonino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | alîterasyonek | alîterasyonin |
| Îzafe | alîterasyoneke | alîterasyonine |
| Çemandî | alîterasyonekê | alîterasyoninan |
Formên alternatîv
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Ji fransî allitération.
Werger
[biguhêre]- Afrîkansî: alliterasie → af
- Almanî: Alliteration → de m, Stabreim → de n
- Esperantoyî: aliteracio
- Fînî: alkusointu → fi, alliteraatio
- Fransî: allitération → fr
- Holendî: alliteratie → nl, stafrijm → nl
- Îdoyî: aliteraco → io
- Îngilîzî: alliteration → en
- Katalanî: al·literació → ca m
- Mecarî: alliteráció → hu
- Papyamentoyî: aliterashon
- Portugalî: aliteração → pt
- Tirkî: aliterasyon → tr, ses yineleme, alliterasyon
(Zimannasî)