Xoybûn

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî Xoybûn Xoybûn
Îzafe Xoybûna Xoybûnên
Çemandî Xoybûnê Xoybûnan
Nîşandera çemandî Xoybûnê wan Xoybûnan
Bangkirin Xoybûnê Xoybûnino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî Xoybûnek Xoybûnin
Îzafe Xoybûneke Xoybûnine
Çemandî Xoybûnekê Xoybûninan

Xoybûn

  1. tevgerrek kurdan ya azadîxwaz bû ku li salên 1920ê hat damezrandin û bi taybetî Serhildana Agirî di salên 1927 - 1931 de da meşandin û Komara Agirî ragihand
    • Peywendiyên Xoybûnê û Daşnaksûtyûnê (tevgereke ermeniyan bû) — (sernavê nivîsarek Têmûrê Xelîl, Nefel.com, 9/2010)

Etîmolojî[biguhêre]

xo (=xwe) + -y- (-yî) + bûn. Maneya wê serbixweyî, xweserî, "serxwebûn" e (îngilîzî: independence). Ew ji "xo-y-bûn" e ku forma gotinê ya li gor hin devokan e ji "xwe-yî-bûn" e. Herçi "xweyî" (xwedî, xudan) li hin deveran heye jî, "xoyî" bi maneya "xwedî" peyda nabe loma "xoybûn" ne "xwedîbûn" e. Mebesta wê "bi-xwe-bûn" e û ihtimalen wergera ji almanî Selbstständigkeit e (Celadet Bedirxan li Almanyayê hatibû perwerdekirin). Heman peyv di gelek zimanên din jî yên cermenî de wisa ye: holendî zelfstandigheid, swêdî självständighet (û wergera wê ya fînlendî itsenäisyys).Xwebûn ,serbestbûn . dema partiya Xoybûn hate damezrandin li Sûriyê ,hinin kurdên Soran jî amade bûn ,loma bi vî hawayî navê partiyê hate danîn ji ber ku "xo" bi devoka soranî xwe ya devoka kurmancî ye .

Werger[biguhêre]