Xora

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî (şêxbizinî)[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Xora

  1. Xwedê

Herwiha[biguherîne]

Hevwate[biguherîne]

Ji[biguherîne]

hevreha farisî خدا  (Xuda), soranî خوا (xwa) / Xwa, pehlewî Xweda, xwarezmî Xwedêw, sogdî Xwetaw, avestayî Xwedate-, hemû ji xwe + taw- (hêz, şiyan, karîn > soranî tiwanîn = karîn, şiyan) anku maneya "Xwedê" dibe "[bi-]xwe-[bi]hêz". Bide ber yûnanî αὐτοκρατής (autokratês: otokrat, serwer, desthilatdarê bi hêza bêsinor) ji αὐτο- (auto: xwe) + κράτος (kratos: hêz). Peyvên kurdî xwedan, xwedî, xatûn, xoce jî ji eynî rehî ne. "Xwe" ji proto-hindûewropî *swe- ye, "taw-" jî ji proto-hindûewropî *tep- (germ kirin, enerjî danê) ye ku herwiha serekaniya peyva tav ya kurdî ye jî.

Ku di kurmancî de "Xwedê" bi "ê" û di farisî de "Xuda" bi "a" û di soranî de jî "Xwa" bi "a" ye, ew tiştekî pirr siriştî ye ji ber ku gelek caran li hemberî "a" ya farisî yan soranî yan zazakî di kurmancî de "ê" heye: bo nimûne, "asan" ya farisî û soranî di kurmancî de "hêsan" e, "hak" ya zazakî di kurmancî de "hêk" e û hwd.

Hêjayî gotinê ye ku tevî forma kurmancî ya devkî "Xudê" û ya farisî "Xuda" gelek dişibin "God" ya inglîzî û bi taybetî jî Gud ya swêdî lê têkiliya wan ya etîmolojî bi hev re nîne. Ew ji proto-hindûewropî *ǵʰuto- (gazîkirî, banglêkirî) tên.

[biguherîne]

  • xoranenas
  • bî Xora
  • we Xora

Werger[biguherîne]