Wîkîferheng:Etîmolojî

Ji Wîkîferhengê
(Ji Wîkîferheng:ETÎM hat beralîkirin)
Ev yek ji rûpelên Rêbaznameya Wîkîferhenga kurmancî ye. Tê de rêzik, rênîş an pratîkên hevpar tên danasîn û ravekirin.
Têgih: PÎVEK - RÊNIVÎS - NORM - RÛPELSAZÎ - STANDARDKIRIN - JÊGIRTIN - DENGDAN - JÊBIRIN

Gelemper[biguhêre]

Etîmolojî zanisteke li ser jêdera peyvan e. Esila peyvan yên zimanên nûjen têvel in. Hin peyv ji zimanên kevnar hatine wergirtin, hin ji zimanên din hatine deynkirin hin ji navên kesan hatine, hin jî ji aliyê kesên din ve hatine çêkirin. Beşên etîmolojiyê yên Wîkîferhengê agahiyên resen li ser têketina peyvan li zimanan didin.

Bi kurt û kurmancî[biguhêre]

Divê beşên etîmolojiyê pir dirêj nebin. Bi gelemperî lîsteyeke formên berê tenê bes e. Divê çavkaniyên wan pêbawer bin lê belê ji çavkaniyan hertiştî kopî nekin. Rêz ji mafê têlîfê bigrin.

Dibe hin peyv ji agahiyên zêdetir wek peyvên hevreh, nêzîk, yan jî hin şiroveyên sereke sûdê wergirin.

Divê etîmolojî di peyvê sereke de hebe, di formên peyvekê yên din de tunebe.

Etîmolojiya gelêrî[biguhêre]

Etîmolojiya gelêrî di gotaran de nîqaş nekin. Ku etîmolojiya gelêrî berbelav be, hingê dibe ku ew jî di gotarê de cih bigire. Lê belê pêşî etîmolojiya 'rast' tên nivîsîn, û etîmolojiya gelêrî divê kurt be. Etîmolojiyên ji hedê xwe dirêjtir dibe ku li gotûbêja peyvê were barkirin da ku zêdetir werin nîqaşkirin.

Morfolojî[biguhêre]

Etîmolojî li pey 'guherîna dîrokî" ya peyvan dikeve, ne tenê analîza morfolojiya wan. Wek nimûne di peyva astrolojî de herçiqas mirov dikare morfolojiya peyvê binêre û dibêje qey ji astro- (stêr) + -lojî (-zanî, -nasî) hatiye çêkirin ji ber ku ew paşgir û pêşgir di kurdî de tê bikaranîn, di rastiya xwe de ev peyv bi riya îngilîzî astrology ji yûnaniya kevn ἀστρολογία (astrología) tê. Bi berevajî, peyva biology ya îngilîzî ji yûnaniya kevn nayê lê peyveke dariştî ye ku di salên 1800î de hatiye çêkirin.

Analîza morfolojiya peyvan hêja ye lê belê divê guherîna dîrokî di beşa etîmolojiyê de pêşî were nivîsîn dûre jî analîza morfolojîk. Nimûne etîmolojiya peyva astrolojî divê wisa were nivîsîn: "Bi riya îngilîzî astrology ji latînî astrologia (astrolojî) ji yûnaniya kevn ἀστρολογία (astrología, behsa stêran kirin) ji ἄστρον (ástron, stêr, gerestêr, yan komstêr) + -λογία (logía, -nasî, -zanî), Analîza morfolojîk astro- (stêr) + -lojî (-zanî, -nasî)".

Biwêj, hevedudanî, akronîm û kurtkirinan[biguhêre]

Ji bo peyvên hevedudanî şablona {{heve}} di beşa etîmolojiyê de tê bikaranîn. Herwiha ji bo peyvên pêkhatî divê şablona pêkhatî {{pêk}}, ji bo peyvên dariştî şablona pêşgir ({{pêş}}), navgir {{navg}}) û paşgir ({{paş}}) werin bikaranîn daku ew peyv bikevin kategoriyên rast.

Ku zêdetir agahî mîna ji hêla kê ve yan jî kengî hatiye çêkirin hewce bike, hingê wan jî lê zêde bikin.

Çavkanî[biguhêre]

Etîmolojî divê bi çavkaniyan were nivîsîn. Yan di beşa etîmolojiyê de çavkaniyên binivîsîn yan jî di beşa çavkaniyan de lîsteya wan çêkin.

Pergal: Peyvên deynkirî yan mîrasmayî[biguhêre]

Peyvên mîrasmayî[biguhêre]

Gelek peyvên zimanan ji formên xwe yên kevn wek mîras dimînin û ji wan re peyvên "xwemalî" tên gotin. Ev tê maneya ku ev peyv bi riya guherîna dengan ji formên xwe yên kevn hatine. Hin zimanên kevnar bi nivîskî tên dîtin û peyitandina wan hêsan e lê gelek ji van ne wisa ne. Wek fransî, spanî, îtalî, romanî û portûgalî gişt ji latînî hatine. Misalen peyva îngilîzî clef û peyva spanî llave herdu ji peyva latînî clāvis (kilîd, mifte) (hevreh in). Ew peyv ji latînî nehatine deynkirin, zimanê latînî bi awayekî xwezayî kemiliye û jê du peyvên cuda çêbûne.

Zimanên pêşî yên kurdî proto-hindûewropî, proto-hindûîranî û proto-îranî ne. Peyvên xwemalî ev peyvên ku ji van zimanên pêşî hatine ne bêyî deynkirina ji zimanekî din yan jî bêyî deynkirina yek ji van zimanên pêşî di zemaneke nêzîk de.

Ku pêkan be, divê mirov hemû rêza wergirtin/kemilîna peyvan ji zimanên pêşî binivîse, ne tenê forma herî kevn.

Ji bo nîşankirina zimanê jêder ya ku peyv jê hatiye wergirtin divê şablona {{mîrasmayî}} (bi kurtî: {{mîr}}) were bikaranîn. Ku maneya peyvê di zimanê pêşî û zimanê nûjen de eynî bin hingê ne hewce ye ku mirov maneya peyvê binivîse, ku mane guherîbe, hingê divê maneya peyva orîjînal jî were nivîsîn.

Ji bo peyvên xwemalî nimûneyek di peyva îngilîzî ya father de:

==== Etîmolojî ===
Ji {{mîr|enm|en|fader}}, ji {{mîr|ang|en|fæder}} ji {{mîr|gem-pro|*fadēr}}, ji {{mîr|ine-pro|*ph₂tḗr}}.
Ji îngilîziya navîn fader, ji îngilîziya kevn fæder, ji proto-cermenî *fadēr, ji proto-hindûewropî *ph₂tḗr.

Peyvên Jinûvesazkirî[biguhêre]

Gelek caran peyvên zimanên pêşî bi nivîskî nehatine qeydkirin. Bi riya berhevdana peyvên di zimanên malbetekî de mirov dikare van peyvên nehatine nivîsîn hîn bibe.

Ji ber ku peyvên jinûvesazkirî nepeyitandî ne, rêzikên wan cuda ne. Divê navên peyvên jinûvesazkirî hertim bi * dest pê bike ji bo ku mirov bizane ev peyv jinûvesazkirî ye. Peyvên wisa di beşa sereke de divê tune bin. Divê hertim wek Jinûvesazî:<peyv> werin çêkirin. Şablonên {{jinûvesazî}} û {{jinûvesazî+}} bi kar bînin.

Nimûne:

Ji {{mîr|gem-pro|en}} {{jinûvesazî|gem-pro|dagaz|w=[[roj]]}}
Ji proto-cermenî [Peyv?] *dagaz ("roj")

Hûn dikarin ji bo peyvên jinûvesazkirî di şablonên {{girêdan}} (bi kurtî {{g}}), {{}}, {{ji}}, {{mîr}} û {{deyn}} de pêşiya peyvê * binivîsîn:

Ji {{mîr|gem-pro|en|*dagaz|w=[[roj]]}}
Ji proto-cermenî *dagaz (roj)

Peyvên deynkirî[biguhêre]

Hin peyv ji zimanên din hatine deynkirin. Nimûne peyva îngilîzî ya chasm ji latînî chasma hatiye deynkirin, ew jî ji yûnaniya kevn χάσμα (khásma) hatiye deynkirin. Dibe peyvên deynkirî hem kevnar hem jî nû bin.

Zimanê kurdî ji gelek zimanan peyv deyn kirine. Bi gelemperî ji erebî, farisî û tirkî. Di van rojan dawî de hin peyv ji gelek zimanên din wekî îngilîzî û fransî jî hatine deynkirin.

Cudakirina peyvên deynkirî[biguhêre]

Ku peyv di dîroka xwe ya etîmolojî de ji zimanekî din hatibe deynkirin, divê vî yekî jî mirov binivîse.

Hin ziman ji zimanê xwe yê kevntir jî peyv deyn dikin. Nimûne herdu peyvên spanî yên palabra (peyv) û parábola (kurteçîrok) ji latînî parabola hatine deynkirin lê belê peyva pêşî (palabra) bi awayekî sirûştî di zimanê spanî de peyda bûye (loma 'xwemalî', lê ya paşî (parabola) gelek dereng di sedsala panzdehan de ji latînî hatiye wergirtin.

Nimûne[biguhêre]

Ji bo nîşankirina peyvên deynkirî şablona {{deynkirî}} yan jî bi kurtî {{deyn}} tên bikaranîn; minak di peyva spanî ya parábola de:

==== Etîmolojî ====
Deynkirî ji {{deyn|la|es|parabola}}, ji {{deyn|grc|es|παραβολή}}. Bide ber {{q|es|palabra}}.
Deynkirî ji latînî parabola, ji yûnaniya kevn παραβολή (parabolḗ). Bide ber palabra.

Formên peyvan yên deynkirî[biguhêre]

Formeke peyvekê dibe ku were deynkirin, hingê divê mirov binivîse "Ji Xên ya ku formeke X e" li vir Xên forma peyvê ye û X peyva ku form jê çêbûye.

Hay jê hebin ku carinan forma peyvekê tên deynkirin û dûre formên din yên vê formê bi riya dariştinê yan jî bi riya paşvesaziyê tên çêkirin, carinan jî formên peyvan serbixwe tên deynkirin. Binêre nimûneya li jêr:

Nimûne[biguhêre]

Di peyva îngilîzî ya stimulate de:

Ji {{ji|la|en|stimulātus}}, partîsîpa perfekt ya {{q|la|stimulō}}, ji {{q|la|stimulus}}.
Ji latînî stimulātus, partîsîpa perfekt ya stimulō, ji stimulus.

Forma nûjen[biguhêre]

Dema etîmolojiya peyveke deynkirî ya ji zimanekî kevn tê nivîsîn, baş e ku mirov hevrehên wê yên ku ji zimanê jêder hatine jî binivîse. Nimûne di peyva îngilîzî ya they de:

Ji norsiya kevn þeir (îzlendî þeir, swêdî de, danmarkî de, norweciya bokmålî de, norweciya nînorskî dei).

Navmiletî[biguhêre]

Hin peyvên nû hene ku bi eşkereyî ji zimanekî din hatine deynkirin lê belê mirov nizane ka ji kîjan zimanî ye. Ji vê rewşê re navmiletî tê gotin. Ji bo peyvên wisa şablona {{navmiletî}} tê bikaranîn.

Nimûne[biguhêre]

Di peyva kurdî ya îdealîzm de:

{{navmiletî|ku}}; bide ber {{ji|en|ku|idealism}}, {{hv|fr|idéalisme}}, {{hv|tr|idealizm}} an {{hv|de|Idealismus}}. Wekheva {{qertaf|ku|îdeal|-îzm}}.
Navmiletî; bide ber îngilîzî idealism, fransî idéalisme, tirkî idealizm an almanî Idealismus. Wekheva îdeal +‎ -îzm.

Peyvên xwemalî yên derbiderkirî[biguhêre]

Ji ber peyvên deynkirî carinan peyveke xwemalî êdî nayê bikaranîn. Carinan peyvên çêkirî jî peyvên xwemalî derbider dike. Ku rewşeke wisa hatibe, hingê divê peyvên derbiderkirî jî di beşa etîmolojiyê de were nivîsîn. Nimûne peyva îngilîzî uncle peyva xwemalî ya îngilîzî eme derbider kiriye, herwiha peyva fransî renard (rûvî) peyva xwemalî ya fransî goupil derbider kiriye.

Pergal: Peyvsazî[biguhêre]

Pêkanîn[biguhêre]

Peyvên pêkhatî ji lihevanîna du an zêdetir peyvan pêktên. Şablona {{pêk}} tên bikaranîn.

Nimûne[biguhêre]

Di peyva îngilîzî ya endgame de:

==== Etîmolojî ====
Ji {{pêk|en|end|w1=dawî|game|w2=lîstik}}.
Ji end (dawî) + game (lîstik).

Dariştin[biguhêre]

Peyvên dariştî tenê ji forma xwe yên dawî tên nîşandan. Hemû rehên peyvê nayên nivîsîn. Şablonên {{pêş}}, {{navg}} û {{paş}} tên bikaranîn û dikevin kategoriyên xwe.

Nimûne[biguhêre]

Di peyva rojnamevan de:

==== Etîmolojî ====
Ji {{paş|ku|rojname|-van}}.
Ji rojname + -van.

Paşvesazî[biguhêre]

Hin peyv ji formên peyvan yên din bi riya jêbirina hin paşgir û pêşgiran tên çêkirin. Van peyvan di zimannasiyê de wek paşvesazî (bi îngilîzî: back-formation) tên binavkirin û ji bo van şablona {{paşvesazî}} tê bikaranîn. Nimûne ajo ji ajotin.

Nimûne[biguhêre]

Di peyva îngilîzî ya greed de:

==== Etîmolojî ====
{{paşvesazî|en|greedy}}
Paşvesazî ji greedy.

Qusandin[biguhêre]

Qusandin (bi îngilîzî: clipping) kurtkirina peyvekê bi avêtina çend herfan e. Maneya peyvê naguhere. Qusandin nêzikî paşvesaziyê ye loma divê mirov bala xwe bide wan tevlî hev neke. Şablona {{qusandin}} tê bikaranîn. Nimûne Miho ji Mihemmed.

Nimûne[biguhêre]

Di peyva Miho de:

==== Etîmolojî ====
{{qusandin|ku|Mihemmed}}
Qusandin ji Mihemmed.

Têkilkirin[biguhêre]

Têkilkirin (bi îngilîzî: blend yan portmanteau) çêkirina peyvan bi tevlîkirina du peyvên din e. Şablon {{têkilkirin}}. Nimûne brunch têkilkirina breakfast û lunch e.

Nimûne[biguhêre]

Di peyva tirkmancî de:

==== Etîmolojî ====
{{têkilkirin|ku|tirk|kurmancî}}.
Têkilkirin ji tirk + kurmancî.

Wergerandinên yekser[biguhêre]

Wergerandina yekser (bi îngilîzî: calque) çêkirina peyveke nû bi riya wergerandina ji zimanekî din e. Ji bo wergerandinên yekser divê zimanê jêder jî were nivîsîn. Ku jêdera peyvê nayê zanîn hingê hin nimûneyên ji zimanên din werin nivîsîn çêtir e. Şablona {{yekser}} ji bo kategorîkirina van peyvan tên bikaranîn.

Nimûne[biguhêre]

Di peyva çand de:

==== Etîmolojî ====
{{yekser|la|ku|cultūra}}.
Wergerandina yekser ji latînî cultūra.

Wergerandina qismen yekser[biguhêre]

Wergerandina yekser (bi îngilîzî: partial calque) çêkirina peyveke nû bi riya wergerandina ji zimanekî din, lê tenê qismekî îfadeyê rasterast hatiye wergerandin. Ger temamê peyvê bi şeklê (bi riya wergerandina yekser, rasterast) hatibe çêkirin wê gavê binêre qismê jorî yê bi navê "Wergerandina yekser".

Ji bo wergerandinên yekser divê zimanê jêder jî were nivîsîn. Ku jêdera peyvê nayê zanîn hingê hin nimûneyên ji zimanên din werin nivîsîn çêtir e. Şablona {{yekser}} ji bo kategorîkirina van peyvan tên bikaranîn.

Nimûne[biguhêre]

Di peyva plotwending de:

==== Etîmolojî ====
Ji {{pêk|nl|plot|wending}}, muhtemelen {{yekser|en|nl|plot twist|nocap=1|qismen=1}}.
qismen wergerandina yekser ji îngilîzî plot twist.


Wergirtina wateyê[biguhêre]

Wergirtina wateyê (bi îngilîzî: semantic loan) di etîmolojiyê de bi riya wergerandina ji zimanekî din berfirehtirkirina wateya peyvekê ye. Şablona {{wergirtin}} ji bo kategorîkirina van peyvan tên bikaranîn.

Nimûne[biguhêre]

Di peyva fransî ya souris de:

==== Etîmolojî ====
Bi maneya kombersvaniyê {{wergirtin|en|fr|mouse|hûr=1}}.
Bi maneya kombersvaniyê wergirtina wateyê ji îngilîzî mouse.

Lihevanîna dengî-wateyî[biguhêre]

Lihevanîna dengî-wateyî (bi îngilîzî: phono-semantic matching) di etîmolojiyê de wergirtina peyvên biyanî û guherandina bilêvkirina wan li gorî peyvên xwemalî ye. Şablona {{ldw}} ({{lihevanîna dengî-wateyî}} ji bo kategorîkirina van peyvan tên bikaranîn.

Nimûne[biguhêre]

Di peyva bombebaran de:

==== Etîmolojî ====
Ji {{pêk|ku|bombe|baran}}, {{ldw|fr|ku|bombebaran|hûr=1}}.
Ji bombe + baran, lihevanîna dengî-wateyî ji peyva fransî ya bombardement.

Peyvên çêkirî[biguhêre]

Carinan peyvên nû bi qastî tên çêkirin û ji bo peyvên wisa dibe ku hin agahiyên din jî werin nivîsîn nimûne kî/kê li kû û kengî çêkiriye. Ku îmkan hebe, divê mirov çima peyv hatiye çêkirin jî binivîse.

Nimûne[biguhêre]

Di peyva îngilîzî ya hobbit de:

==== Etîmolojî ====
Ji hêla [[w:J. R. R. Tolkien|J.R.R. Tolkien]] ve di sala 1937an de hatiye çêkirin. 
Diyar e ji {{ji|ang|en|holbytla|ya/yê ku çal çêdike}}.
Ji hêla J.R.R. Tolkien ve di sala 1937an de hatiye çêkirin. Diyar e ji îngilîziya kevn holbytla (ya/yê ku çal çêdike).

Dûnde[biguhêre]

Piştî beşa etîmolojiyê mirov dikare bi beşa Dûnde peyvên ku ji vê peyvê hatine deynkirin an jî di zimanekî din de jê çêbûne binivîse.

Nimûne: Di peyva erebî ya حَيَوَان(ḥayawān) de:

==== Dûnde ====
* {{dû|fa|حیوان|tr=heyvân}}
* {{dû|ku|heywan}}
* {{dû|tr|hayvan}}
==== Dûnde ====
* Farisî: حیوان(heyvân)
* Kurmancî: heywan
* Tirkî: hayvan

Şablon[biguhêre]

Kategorî[biguhêre]

Hemû kategoriyên ku bi şablonên etîmolojiyê tên çêkirin dikarin bi şablona {{katbike}} werin kategorîzekirin. Kategoriya sereke Kategorî:Etîmolojî ye.

Çavkanî[biguhêre]