Wîkîferheng:demirhan-z

Ji Wîkîferhengê


z/Z tîpa sih û yekemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke ku cîderka wê diranî ye û awayê belavbûna wê fîzek û nerm e zaboq 1. zibilgeh 2. mezbele zad 1. dexl 2. mehsûl -zad hilanîn dexl û mehsûlê salê berhev kirin zadegan koma torinan zadeganî aderî, torinî zag di çiyan de rêzezinarên asê zagon qanûn -zagona bingehîn qanûna esasî -zagonên xwezayê qanûnên xweristê zagonsazî danêriya qanûnan zal ve kirin tiştê teqlîde û sexte kirin zamok 1. rêhesin 2. mirovê ku hem xurt û zexm e hem jî bi dest û pê ye zan zayîn zana 1. arif, pispor 2. hişmend zanav pênasa neteweyî, olî û hwd zanist îlm *“zanist, nayê talankirin” zanistî îlmî zanîn/dizane/bizane 1. pê beled bûn 2. têgihiştin 3. pê derxistin 4. nasîn

  • “av dizane di bin

wê de çi heye” zanîngeh saziya perwerdehiyê ya piştî dibistana amadehiyê zanko zanîngeh zanyar 1. alim 2. pisporê têgihiştî zanyarî 1. alimtî 2. pisportî -bingeha zanyariyê di malperê de cihê ku agehî tê de ne zar ziman *“berû, zarê bizinê ye” -zar û zêç zarok û kulfet -zar û ziman axaftin û derbirin *“bi bûkê re nîn e zar û ziman, bi xesûyê re nîn e dîn û îman” zarava devokên heman zimanî; lehce zarbêj axivgerê li pêşberî komeke mirovan zarezar lavayî 466 zarezar kirin zarezar kirin lavayî kirin zargotin gelêr zarî kirin teqlîd kirin zarîn/dizare/bizare 1. nalîn 2. lavayî kirin zarok kur û keçên ku ji têkiliya zayendî ya du mirovan tên dinyayê *“zarok, bi ketin û rabûnê mezin dibin” -zarokan dor lê girtin bûn xwediyê gelek zar û zêçan zarokatî temenê însên ê heta duwazdeh saliniyê zarokxane cihê ku lê keç û kurên 4-6 salî tên perwerdekirin zarxweş zimanşirîn, zarşirîn zat kesayet zav mezheb zava hevserê bûkê *“bûk bi dilê zavê ye, çi kul bi dilê xelqê ye” zavare xebata bi karbeşiyê Zawe gerestêrkek e zax [I] madenek e -zax kirin bi madenê zaxê şil kirin zax [II] xêz, xet -zax kirin xêz kirin zaxe pirçî zaxor hevrazê bi kevir û kuçik zaxorî hêratiya hevrişimî zayend 1. cinsiyeta heyberan 2. mêzatî, nêrzatî û bêhêliya peyvan 3. nifş zayendî cinsî zayendîtî cinsîtî zayîn/dizê/bizê 1. (sewalê) têjik anîn 2. (tiştê avî) kişîn û li hev zêde bûn *“bila bizê, nêr û mê ferq nake” zeb 1. hişk 2. sext 3. zexm zebanî peywirdarê dojehê zeber xwendina tîpeke erebî bi/î/yê zebeş cureyekî berên bîstên e û nepijî tê xwarin; petêx *“zebeş ji xwarinê re, dendik ji danînê re” -zebeşek diçe dêv ji kêfan zikopişto dikene û devê wî nayê ser hev zebloq meht û tenik zeblot rûdiyê stûr zebûn 1. jar, hejar 2. belengaz Zebûr pirtûka îlahî ya ku ji Cn. Dawid eleyhiselam re hatiye hinartin zecr azar û renc zecirandin/dizecirîne/ bizecirîne azirandin û rencandin zede 1. herş 2. ziyan -zede girtin 1. herişîn 2. ziyan dîtin -zede lê xistin 1. herişandin 2. ziyan û xesar dan 467 zeng zeft şiyan, pêkarîn -di zefta min de ye ez pê dikarim û ev tişt bi qasî hêza min e zeftî di artêşê de hêza leşkerî ya ku ewlehiya civakî û bicihanîna fermanên rêvebiriyê dipê zeft kirin 1. bi dest xistin 2. girtin 3. ba lê anîn

  • “du zebeş, bi destekî

nayên zeftkirin” zehar elewat zehf 1. pir, zêde 2. xelî

  • “dara ku zehf mewij

anî, serê xwe berjêr dike” zehf bûn 1. pir bûn, zêde bûn 2. xelî bûn zehmet zorî *“xerakirin rehet e, avakirin zehmet e” -zehmet kişandin zûrî û zecr dîtin zekem çilmasî, bahor zekemî kesê ku bi çilmasiyê ketiye; bahorî zelal 1. tenik 2. şefaf 3. saf 4. ne şêlî *“ava zêlal, jina delal” zelal bûn 1. şefaf bûn 2. şêlîtî tê de neman *“av heta girav nebe zelal nabe” zeliqandin/dizeliqîne/ bizeliqîne 1. pê ve bestin 2. pêve kirin 3. zemq kirin zeliqîn/dizeliqe/bizeliqe 1. bestin 2. pêve bûn 3. pê ve zemq bûn *"gûyê hişk, bi merivan ve nazeliqe” zeliqok çesp, zemq zelîl 1. hureme, heqîr 2. bêkêr zelûl bêkesayet û bêkêr zelût keçel, qafrût, serût zem rexne zeman dem *"zeman, wek kela şîr e" zemawend dawet, dîlan zembelîk qeşaya ku bi kêlekên banan ve ber bi jêr dadilqe; lîlik, sivink, sîvander zembîl sebet, selik *“kar, di bin zembîlê de namînin” zembûr cehterî/catir zem kirin 1. bi awayekî neyînî rexne kirin 2. sox kirin zemîn zevîn zenbele pergala ku kêş û miçiqandina ava lûleyan mîheng dike; pilûsk zend ji enîşkê heta qeydika dêst; milê jêrîn -zend hilkirin xwe ji şer an jî karekî re amade kirin zendik xemlên ji bo qeydika destî zeng rengê qehweyî ê ku xwe davêje hêsin; her ku 468 zengarî tîr dibe werdigere reşahiyeke stûr û hêsin dirizîne; jeng *“zêr, zengê nagire” -zenga dilê xwe rêtin hêrs û tola dilê avêtin der ve -zenga mirinê lê ketin zer bûn û zibilîn zengarî jengarî zengar girtin jengar girtin zengelok zengilor zengil amûreke lajwerdî ya ku di hundirê wê de parçeyek lajwerdê daliqandî heye û gava li ba dibe dengekî derdixe; naqos, çangoçk -zengila gêrebayî naqosa biçûk a ku bi gêrebayê dixebite û bi kêrî hişyarkirinê tê zengilor xirtxirtûk, qirik, gewrî zengî/zengo 1. di zînan de şûna pê 2. reşik, zencî *“hespê çê, zengiyan nagihêjîne hev” zenî erzên zeqnepûr dareke dojehê ya jehrdar e; ziqûm zer 1. qîçik 2. rengê zêrî

  • “ê ku dixwe gebola

zerî, ew diçe devê derî” zeraq tîrojên tavê; zerekî zerav kêma amasê; nêm zerbaf qumaş an pîneyê ku tayên zêrîn jî tev de hene zerd 1. gir 2. kêrt zerdik parçeyê zer ê di nava spîtka hêkê de zerdalû arûng zerekî tîrojên tavê zerengî qabiliyet zerf namedank zerg nikê riman ê tûj zerhimandin/dizerhimîne/ bizerhimîne 1. reng lê zer û qîçik kirin 2. çilmisandin û bizdandin zerhimîn/dizerhime/bizerhime 1. zer bûn û çilmisîn 2. gewrotankî bûn û bizdîn zerik cureyekî nexweşiyê ye zerî 1. kej 2. çûr a bedew zerîle cureyekî çivîkên xweşawaz e zerîpoş navgîna bi mertal zerk kirin zerq kirin zernik cureyekî çêreyê ye zernîx pirçhildana bi bendekî pir badayî zerpiçîn/dizerpiçe/bizerpiçe spîçolkî bûn zerq bi şiringeyê valakirina dermanê avkî li bin çêrmî zerq kirin bi şiringeyê derman valayî bin çêrmî kirin zerya behr, derya 469 zeytûn zerzaniq qirneqos, texterewan zerzewat sewzî zerzewatfiroş kesê ku sewziyan difroşe zever 1. vejen 2. wize zevî cihê ku çandinî lê tê kirin *“baran dibare ji xwediyê zeviyê re kar e” zevîn rûyê erdê zevîn-nasî zanistên têkildarî qalikê rûyê erdê zewac mehrkirin, nikah

  • “zewaca bêdil, ezabê

vê dinê ye” zewade . erzaq 2. debar 3. êwran, hevran zewandin/dizewîne/bizewîne (di dema zayîna sewalê de) têjik jê kaş kirin û dan mêtin zewd karê nanoziko yê ku kesên bêgav dikin zewicandin/dizewicîne/ bizewicîne (jinek li mêrekî) nikah kirin zewicî xwediyê mal û eyalekê zewicîn/dizewice/bizewice bi jinekî re kebîn kirin *“bi dilê mezinan bizewice, bi dilê biçûkan hez bike” zewq feraseta bijartina delalî û kirêtiyê zexel 1. teral 2. sersar 3. xayîn *“gayê zexel e timî li mexel e” zexîre êwran, debar, zewade zexm 1. muhkem, berk 2. xurt *"cotê zexm, bi xeta pêşîn ve kifş e” zexm bûn 1. muhkem bûn, berk bûn 2. xurt bûn zexmî 1. muhkemtî 2. xurtî *“gur hay ji zexmiya xwe hebûya, dê bi carekê de hûfî dinyayê bikira” zexm kirin 1. muhkem kirin, berk kirin 2. xurt kirin zexmtir 1. muhkemtir 2. xurtir 3. qayîmtir *“dema ker bikeve heriyê, ji xwediyî zexmtir kes tuneye” zexnepûrt nifrînek e; ziqûm û zeherman zext pêkutî û dijwarî zeyî 1. keça ku piştî mêrkirinê tê serdana malbavana xwe 2. diyariyên ku di serdana pêşîn de didine keça mêrkirî *“keç di mala bavê de zeynet in, ava cêrên wan şerbet in, dayik dimirin zeyî tên jinbira bêrûmet in” zeyt rûnê zeytûnê zeytûn 1. cureyekî darên ku belçikên wê di rengê zîv de ne 2. berên dara zeytûnê yên ku piranî di 470 zeytûnî taştêyan de tê xwarin û jê rûn jî tê bidestxistin zeytûnî di rengê zeytûnê de; reşê tarî zêç şevereşa ku çav tê de çavan nabîne zêde 1. pir, gelek 2. mişt

  • “hevalên şahiyê zêde

ne, ên şînê kêm in” zêdehî 1. pirî 2. miştî zêdebarî serata zêde bûn pir bûn, gelek bûn zêdegavî 1. destdirêjî 2. neheqî ,zêdegavî kirin 1. neheqî kirin 2. destdirêjî kirin zêdek nîşaneya danserhavê, (+) zêde kirin pir kirin, gelek kirin zêdemayî 1. serata 2. bermayî zêdetir 1. pirtir 2. bêhtir

  • “aqil, ji êqil zêdetir e”

zêhn qabiliyeta têgihiştinê zêl tîke zêl kirin (goşt) tîketîkeyî kirin zêmar 1. helbestên li ser karesatan; mersiye 2. stranên bi şewat ên li ser karesatan zêmarbêj 1. mersiyebêj 2. nifirbêj zêr madenê giranbiha yê ku jimara wî ya atomî 79, giraniya wî ya atomî 196.9, kurteya wî ya latînî Au ye û di 1064 dereceyan de jî dihele

  • “aqil, bi zêran jî nayê

firotin” zêrandin/dizêrîne/bizêrîne 1. nalandin 2. lê dan zêrçe çêreya biharê zêrevan mifetiş, çavdêr zêrezêr 1. nalenal 2. kalekal, mikemik zêrezêr kirin 1. nalenal kirin 2. lavayî kirin zêrîn/dizêre/bizêre nalîn, azar kêşan zêyezê zimezim, kalekal zêyezê kirin kalekal kirin, zimezim kirin zibare karbeşî zibil 1. gemara heywanan 2. gildîn, gilêş zibilgeh cihê ku gildîn û gemarê davêjinê; kaj zicêf binê solê; pençe zicêf kirin binê solê çêkirin an jî pençe kirin zift qîra rehn ziha marê girs, ejdeha zik 1. ji sîngê heta fêza navranê 2. cihê ku hûr û rûvî tê de ne 3. gewde

  • “hûrik, zik dike tûrik”

-zik çêrandin ji bo nanê xweş û belaş li ber sêlan gerîn -zik gihiştin ber dêv (ji471 ziman-nas na ducanî) ji nêzik ve hemla xwe danîn -zik lê bûn def bê teşe xwarin -zik lê qurequr kirin ji birçînan deng ji rûviyan hatin zikat di îslamê de şertê her sal dayîna miqdareke malî ya diyar ji bo heşt komên diyarkirî

  • “zikata mirîşkê, hêk e”

-zikat lê çûyîn pir belengaz bûyîn zikberçûyî kokê zikmezin zikir bîranîna Xwedê û qenciyên Wî *“axa li kêfê ye, xulam di zikrê de ye” zikir kirin Xwedê û qenciyên Wî bi bîr anîn zikmakî taybetiyên ku hê di zikê diyên giyaneweran de ji wan re çêbûne ziko çilek, silek zikqelêş hov û devbixwîn zikreşî çavnebarî, çavreşî ziktêrdek kesê ku zikê wî weke têrdeka penîrê nû ji ber hev çûye ziktilêr ziktêrdek, zikberçûyî zil [I] saz, qamîş; leven zil [II] sil, su -ji yekî/tiştekî zil çûn jê aciz bûn û dûrî wî sekinîn; nefret kirin zil [III] tev dan û vîz kirin -zil kirin 1. (birîn) tev dan û destê xwe lê birin û anîn 2. rarûyî yekî/tiştekî ketin zilam mêr *“teyr bi refê xwe, birûsk bi zeriya xwe, zilam bi camêriya xwe” zilan bayê zexm zilm 1. sitem 2. neheqî zilmat şevereş zilq zîrç zilûk cureyekî raxistina ji cîl û cegenî ye zimag aliyê bakurî yê çiyayekî ziman endamê axaftin û çêjhildanê; lîsan *“zimanê xwe birî, cihê xwe kirî” -zimanê zikmakî zimanê bav û kalan -ziman di dêv ketana heke bikaribûna biaxivîna -zimanê yekî li ser xwe dirêj kirin ketin bin mineta yekî û firsenda tinazeyan çar kirin zimandirêj devbelaş zimanfis kesê ku nikare peyvan wekî pêdiviyê bi lêv bike û lewre jî tîpan diguherîne zimanfisek zimanfis zimanxweş zarşirîn ziman-nas 1. pisporê ku perwerdehiya zimanekî dîtiye û ji her aliyî ve li 472 ziman-nasî wî zimanî dikole 2. pisporê ku di zanîngehekî de li ser zimanekî waneyan dide ziman-nasî 1. zanistên têkildarî zimanekî û zaravayên wî 2. di zanîn-gehan de beşa ku li tevgera zimên dikole zimanzan zanayê zimên zimanzanî zanatiya zimên zimanzêrîn kesê ku razan venaşêre zimet 1. hemû deynên saziyeke bazirganiyê 2. mal û milkê ku ji aliyê kes an jî saziyekî ve tê parastin -xistin bin zimeta xwe parastina wî/wê aîdî xwe kirin zimezim 1. kalekala pêz 2. zingezing zimezim kirin 1. (pez) kalekal kirin 2. zingezing kirin zimhêr dexl û derhat zimîn/dizime/bizime gumîn, gurmîn zimpere kaxeza ku bûjeneke girnozî pê ve hatiye zeliqandin û bi kêrî şimşatkirina rûyê tiştan tê; simarte zimrûd cureyekî gewherên ku şefaf û kesk e zinar kevirê mezin, sel zincî kalikê kalikî zincîr pêgirêdana ku ji xeleqên derbasîhevkirî pêk tê zincîrbend qeyda ji zincîran zincîrbendî kes û tiştê bi zincîran girêdayî

  • “zincîrbendîbûn ji

şêran re ne ar e” zindan girtîgeh *“mala bavê meydan e, mala xezûr zindan e” zindî jîndar *“malê miriya yê zindiyan e, bi saxan dimîne” zindîq oleder -zindîqê zindîq olederê heram zingezing dengê ku ji pevketina tiştên hesinî tê zingilîn/dizingile/bizingile cehimîn, dehirîn zingîn/dizinge/bizinge zingezing jê hatin zingînî zingezing -zingînî jê anîn bi şeqamê şîrqînî pê xistin zinîn/dizine/bizine ziyîn, ta li hev gizîn zintod nivîsa girs zintol mirovê girs zipitandin/dizipitîne/ bizipitîne 1. tepisandin 2. heta dêv tijî kirin zipitîn/dizipite/bizipite 1. tepisîn 2. heta dêv tijî 473 zirênc bûn ziq 1. rep û req 2. çik, çikandî û li piyan 3. leq -ziq bûn req bûn, bêtevger sekinîn -ziq dan leqandin -ziq kirin req kirin, bêtevger sekinandin ziqeziq dengê keran; zirezir ziqinandin/diziqinîne/ biziqinîne 1. leqandin 2. hejijandin ziqinîn/diziqine/biziqine 1. leqîn 2. hejijîn ziqitandin/diziqitîne/ biziqitîne jan dan kezebê, pir êşandin ziqitîn/diziqite/biziqite êşîn û jan pê ketin ziqûm cureyekî daran ê ku kulîlkên wê sor an jî spî ne û di dermansaziyê de ji bo tîmarkirina nexweşiya penceşêrê tê bikaranîn -ziqûm û zeherman nifireke bi du pimparên jehrîn e zir 1. qulebî, teqlîd 2. nerast 3. ne ji heman dê û bavî zirandin/dizirîne/bizirîne ker dan qîrandin zirar ziyan, xesar *“gotin zirar e, kirin kar e” zirar kirin 1. ziyan dîtin 2. kar nekirin zirav 1. tenik 2. şefaf zirav bûn 1. tenik bûn 2. şefaf bûn *“heta ku stûr zirav bibe, dê zirav jî biqete” ziravî 1. teniktî 2. şefaftî ziravk riwîneke zer û kesk a ku ji pişikê çêdibe -ziravk qetîn ji tirsan qutifîn zirav kirin 1. tenik kirin 2. şefaf kirin zirbav mêrê jinê yî ku hin zarokên jinikê ne ji wî ne zirbe kilîla deriyan a darînî zirçêre çêreya ku di payîzan de ji nû ve zîl dide zirçik zûtik zirçikî kesê ku nikare li ser qûna xwe rûne zirçikî bûn xwe li ser piyan negirtin zirçikî kirin pir westandin zirçî zirçêre zirehpûş qutikê polayî ku fîşeng jê derbas nabin zirezir 1. dengê keran ê domdar 2. axaftina kerkî û nelirê zirezir kirin (ker) deng dan zirênc madenê ku jimara wî ya atomî 82, giraniya wî ya atomî 207.21, teqla wî 11.3, kurteya wî ya 474 ziringe latînî Pb ye û di 327.4 dereceyan de jî dihele ziringe dengê zengilî ziringîn/diziringe/biziringe zingezing kirin, dingeding kirin zirî cureyekî kurmên xwînmij e zirîç berikên çekan; fîşeng zirîkî wekî ziriyan -zirîkî pê ve girtin di pêsîran de girtin û bernedan zirîn/dizire/bizire 1. (ker) bang kirin 2. ziqîn zirnazîq darê ku datînin ser bilindahiyekê û lê siwar dibin, gava aliyeke wê dadikeve aliyê din jî hildikişe; qirneqos zirney cureyekî alavên mûsîqayî ye û bi pifkirinê tê lêxistin -zirney pelixandin forsa yekî şikandin zirneyjen kesê ku bi pisporî li zirneyê dixe zirnix kevirê kibrîtê; kurkût zirp yekîneya leşkerî zirpî her endamekî yekîneya leşkerî zirpêt gonxwarina keran zirpêt kirin kerê nêr berdan ser mankerê zirqetik bihukek e zirt 1. derewên bêbinî 2. pertafên bêpîne -zirt dan xwe xwe gijgijandin zirteboz tund û hov zirtek derewkerê derewên bêbinî zirtezirt pizepiz zirtezirt kirin 1. bi devçepelî axaftin 2. axaftinên acizker gotin zirto zirtek zirx kinca ku ji têlên hesinî hatiye çêkirin û ji bo berevaniyê tê bikaranîn zirxdar xwedîzirx zirviçandin/dizirviçîne /bizirviçîne (mêwe û sewze) perçiqandin ziryan cureyekî bayê ku ji aliyê bakura rojhilatî ve tê zirz serhişk û hêrsokî zirz bûn bihêrs bûn zirze/zirzile kilîl zirze/zirzile kirin kilîl kirin zişt kirêt zivêr zîver zivêr bûn zîver bûn zivêr kirin zîver kirin ziving şkeft zivir 1. nenerm û girtikgirtikî 2. veger -kinca zivir cilên ku di dema lixwekirinê de laşê mirovî aciz dikin -zivir zivir dîsa li vir tu cihî naêwire û cardin vedigere warê xwe 475 zîn yî kevn zivirandin/dizivirîne/ bizivirîne 1. wergerandin 2. fetilandin 3. dagerandin 4. hilgerandin

  • “dema kêr (karî) rû dizivirîne,

dema şîvê kêvçî tîne” zivirîn/dizivire/bizivire 1. vegerîn 2. fetilîn 3. dagerîn zivistan demsala berf û seqemê *“biharê pez, payizê rez, zivistanê ez” -zivistanê serî girtin sir û seqemê ji nişkê ve dest pê kirin zivronek çivange zix şilegemara heywanan a ku tepisiye hev -bêhna zixê jê hatin bêhna heywanan û gemara wan jê hatin ziwa neşil ziwahî neşiltî ziwa bûn ji şilahiyê xilas bûn, şilahî jê dawerivîn ziwa kirin ji şilahiyê rizgar kirin, şilahî jê dawerivandin ziyan [I] zevî -ziyanê xelqê çêrandin sewal berdan nav zeviya xelqê ziyan [II] 1. xisar, zirar 2. zede *“devê tirş, ziyanê dide xwe” -ziyan gihandin xesar dayîn, zirar lê xistin, zede lêxistin ziyandar xesardar, zirardayî ziyanî dayîna miqdarek malî ji ber xesara ku pêk hatiye ziyankar zirardar ziyîn/dizî/bizî ta li toterîkê alandin, ta gilok kirin zîbeq madenê ku jimara wî ya atomî 80, giraniya wî ya atomî 200.5, siftiya wî 13.59, kurteya wî ya latînî Hg, di 327.4 dereceyan de jî dihele û piranî di germjimêran de tê bikaranîn zîh pizdanka sewalan zîk bendê şimakirî zîl 1. şax, peraş 2. aj, ajero -zîl dan/vedan 1. şax vedan, peraş dan 2. aj dan, ajero dan zîlan [I] kunên ku ji bo mifteyê di deriyekî de vedikin zîlan [II] bayê sext û ziwa zîlan [III] serê boçika ajalan zîlik çêreya biharê, zêrçe

  • “zîlika biharê, debara

malê” zîlo zirî, tizrûg, zêlû zîn alava ku datînin ser 476 zîn kirin hespan û li serê siwar dibin

  • "merivê dîn, naçe

ser zîn" -zîn li bizinê kirin bi lez û bez tevdîra çûyînê kirin zîn kirin zîn danîn ser pişta hespê û girêdan zînkirî 1. hespê ku zîn danîne ser piştê û tengê wî şidandine 2. amade

  • ”dostê kevn, hespa zînkirî

ye” zînet xeml, arayişt zînî 1. gir 2. kêrt zîp rojên ji 26’ê Reşemiyê hetanî 5’ê Adarê yên ku bi awayekî gelêrî biyom tên hesibandin zîper 1. katara stûyî, patika stûyî 2. keziyên mil; edale zîpermasî cureyekî masiyên zeryayî ye zîpik 1. barija qeşayên girover; şexte, teyrok 2. kelexwêdan 3. peqpeqokên ku li ser ava keliyayî dikevin *“ber baranê revî, zîpik lê qelibî” zîranî meraq zîranewa kesê meraqdar zîrç 1. gemara heywanên bibask 2. zirênc zîre cureyekî reheka ku tovê wê wekî biharatan tê bikaranîn zîrek 1. jîr 2. jêhatî 3. egîd zîrekî 1. jîrtî 2. jêhatîtî 3. egîdî zîrevan 1. jêhatî 2. aqilmend zîrfon cureyekî daran ê ku belçikên wê wekî çayê tên bikaranîn zîtik pehîna heywanan

  • “tu bidî zîtikan nedî zîtikan,

tu dê bidî heqê dîzikan” zîv madenê giranbiha yê ku jimara wî ya atomî 47, giraniya wî ya atomî 107.88, siftiya wî 10.5, kurteya wî ya latînî Ag ye û di 960 dereceyî de jî dihele *“axaftinan bi zîvî bikire û bi zîvî bifroşe” zîvan deq û xalên di lêş de zîvêr 1. acizbûyî, nerehet 2. bêzar zîvêr bûn 1. je aciz bûn, nerehet bûn 2. bêzar bûn zîvêr kirin 1. aciz kirin 2. bêzar kirin zîvîn tiştê ji zîvî çêbûyî zîwan çêreyên biyanî yên ku di nav zevî û bîstanan de hêşîn dibin zîx 1. serikên çereyê yên ku teze derdikevin 2. serên rihan ên ku teze derdikevin zîx dan (serên çereyê an jî 477 zû kirin rihan) pê de pê de derketin zîz 1. hestiyar 2. bihîstyar, hesas -dengê zîz newaya dawûdî zîzok vizvizîk zo du heb kit; cot zome 1. herêm, dever 2. koma konên li warekî bicihbûyî zonp mîrkut zoq çavên çikvekirî zoq bûn bi awayekî ku kanikên çêv nelivin li tiştekî nihêrtin; ziq bûn û nihêrtin zor [I] 1. pir, zêde 2. xelî 3. lap zor [II] 1. hêz 2. neheqî

  • “zor, fendan betal dike”

zorekî bi darê zorê zoran 1. desthilat 2. qeb, gulaş -zoran girtin gulaş girtin zoranî 1. desthilatî 2. gulaş zorbe zordar zorbetî zordarî *“bi darê zorbetiyê muhbet nabe û darê zorbetiyê zû dişkê” zordar sitembar, zalim zordarî sitembarî, zilm zordest zordar zordestî zordarî zot [I] nifir zot [II] tûjkirina devê kêrê û hesinê gîsnê cotan zot kirin tûj kirin zov cureyekî bihukan e; çilpê zozan havîngeh, sermiyan

  • “zozan, bêzirar nabe”

zozanî kesê ku havînan koçî cihên hênik dike; sermiyanî zuhd dîndarî zuhdî dîndar, zahid zuhim rûnê bêz; zon zurbe keriyê guran zurg di qûntara çiyan de cihê xişirge, kêrt û kort zurxax di aşên avî de cihê ku av tê re derdikeve zû 1. biecele, bi lez û bez 2. ne di wextê xwe de

  • “çavê tirsiyayî, zû xwelî

dikevê” zûr kesê ku her li cihekî tenê dinêre zûr bûn li pey hev li heman cihî nihêrîn zûrîn/dizûre/bizûre 1. (gur) kastekast kirin 2. (mirov) lavayî kirin *“ez çûm serê çiyan û zûriyam wekî guran, birazî nabin bira tu caran” zûro 1. çavzoq 2. kesê ku çavên wî her tim tiştê li destê xelqê ye zûka bi lez û bez zûkayî lezgînî zû kirin 1. ecele kirin 2. 478 zûr bûn lezandin 3. bezîn zûr bûn 1. bi baldarî nihêrîn 2. çav kutan tiştekî zûrezûr 1. dengê seg û guran 2. zêrezêr 3. nalenal

  • “axîna kûr, ji dilê

bi zûrezûr tê” zûrîn/dizûre/bizûre (gurg û seg) nalîn, zêrîn, azar kêşan, kûstekûst kirin zûtik qûn, tabût, tilor -zûtik derketin 1. ji ber karê giran piştşkestî bûn 2. pir lawaz bûn zûtir bi leztir zûtirîn bi awayê herî ecele -di zûtirîn katê de di heyameke herî bi ecele de, bi leza bê zûtirka sibehê beriya ku zerekiyên tavê bidin rûyê erdê zûxal şewate, ardû zûxav kêma birînê zwî kurmê doranan