Wîkîferheng:demirhan-ss

Ji Wîkîferhengê


ş/Ş tîpa bîst û sêyemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke pêşezmandevî ye û di belavbûna wê de ziman li ser diranan dişide û awayê belavbûna wê fîzek û hişk e şa [I] 1. bextewar 2. kêfxweş 3. dilrehet şa [II] 1. şah 2. bijarte şabad bajar an jî cihê rûniştina şahekî şabal şaper şaban şara ku davêjin ser serê bûke û zava vedike şabaş 1. bexşîş 2. xelata daholvên 3. qenciya mezin

  • “gava ku ba bê şabaşan

bidêr, ba neyê guhê xwe bidêr” -şabaş ji Xwedê re şikir ji Xwedê re ku ev rewşa ku ez tê de me bexişandiye min şa bûn kêfxweş bûn şaciwan keç an jî jina ku ji hemûyan bedewtir tê hilbijartin şad şa *“bi mirinê, dil şad nabe” şad bûn şa bûn şadiman dilfireh şadirvan hewz, lîç, gol, rûbar an jî zeryaya ku bi kêrî soberiya melevanan tê şadî 1. kêfxweşî 2. dilrihetî şad kirin şa kirin şafir 1. çola dêm, bêdar û vala 2. cureyekî çêreyê ye şag 1. şak 2. newal şagenim genimê bijare şagirt 1. telebe, xwendekar 2. feqîh 3. kesê li ber destê hostayekî karekî dike; pîşekarê nû şagul gula hera bedew şah key şahane 1. bijarte 2. tiştê layiqî mîran şahbanû keybanû şahbaz teyrê baz şahbender nûnêrê dûgelê yê li derveyî welêt, sefîr şahbenderî sefîrtî şahbenderxane sefaret şaheng serok û mîrê komeke mêşhingivan şaheser pir bedew şahid kesê ku bûyerek dî- 376 Ş 377 şancûl tiye; guwah *“şahidê roviyî, boçika wî ye” şahidî guwahî şahî çalakiya kêfxweşiyê

  • “kesîb ne li şînan e, ne

jî li şahiyan e” şahîk 1. rewşen, ronak 2. meht, şimşimot şahmar marê herî girs şahmerdan egîdê egîdan şahreg reha ku xwînê ji dilî belavî cendêk dike şahrê 1. riya sereke 2. riya şoşê şahsiwar sersiwar şahtî keytî, mîrtî şahyar wezîr, kizîr şahzade zarokên şahan şair helbestvan şajin seroka jin; keybanû -şajina bedeweiyê di nav hinkufan de jina hera bedew şak şaxên daran ên ku bi alîkariya dareke din bilind dibin şa kirin kêfxweş kirin şakûl amûreke ku pê mîhenga karên avasaziyê tê dayîn şal kinca ku ji navikê berjêrtir tê lixwekirin û piranî aîdî mêran e şalgerdan kefî şalok kêlindî şalûfe nanê lewaşe yê ku toraq, penîr û xwarinên din dikine navê û piştî rûnkirinê li ser sêlê dipijînin şalûl çivîkeke dengxweş e; bilbil şalûz melaq, laloş şalûzî melaqtî, laloşî şalwar cureyekî kincên derveyî yê ku bi ser derpêyî de tê lixwekirin şalyar 1. walî, parêzgar 2. wezîr şalyarî 1. walîtî, parêzgarî 2. wezîrtî şambelot 1. cureyekî daran e 2. berên vê darê yên ku qelandî tên xwarin şamik elok, elelok şamirîşk elok şamû şehê ku pê hirî tê şikinandin şan [I] mil şan [II] 1. şohret, navdarî 2. karê ku baş pê tê zanîn; pisporî *”dizî ne şanê mêran e, para segan e” -şanê xwe derxistin xwiyê xwe yî nebaş nîşan dan şanaz 1. dilşa 2. serbilind şanaz bûn 1. dilşa bûn 2. pê serbilind bûn şanazî 1. îftixar, xawên 2. serbilindî -cihê şanaziyê ye layiqî îftixarê ye şancûl bazin an jî pîjê 378 şande stûyê kûçikan şande heyet şandin/dişîne/bişîne bi rê kirin, hinartin şandî 1. qasid 2. peyamber şane [I] 1. elamet 2. cazibiyet

  • “bila lawik şane

be, bila miaş qet tune be” şane [II] cihê ku ji hin xaneyên biçûk pêk hatiye û mêşa hingivî hingivê xwe lê datîne; keware şane [III] di laşê giyandaran de xaneyên biçûk; hucre -şaneya xwînê hucreya xwînê şane [IV] koxikê notirvanan şaner çavdêr şanenas pisporê di warê şaneyên giyaneweran de de şanenasî zanistên ku lêkolînan li ser şaneyên giyaneweran dike şanenav îmze şanese kûçikê notirvanan şaneşîn şanişîn şanik 1. xal, deq, nîşan 2. elamet, berate şanişîn 1. cihê bêhnvedan û rûniştina şahî 2. eywana li ser banî şanî 1. nîşan 2. rawêjer şanî dan 1. nîşan dan 2. pêşan dan 3. araste kirin şano berhema wêjeyî ya ku li ser dikê tê pêşandan şanogeh cihê ku berhemên şanoyê lê tên pêşandan şanoger lîstikvanê şanoyê şanogerî hunera pêşkêşkirin û derhêneriya şanoyan şanşanok lîstikeke zarokan e şapanosî kirin karê xwe baş neanîn cih şapat 1. karesat, bobelat 2. ezab, xezeb şape şepe, aşît şaper per û baskên firindeyan şapik cureyekî potikan ê ku mildirêj, bê pêsîr û bê bişkojk e şar [I] bajar, şeher şar [II] laçik, destmal *“serê min bi şar e, çi bikim dilê min bi jehr e” şarandin/dişarîne/bişarîne 1. germ kirin 2. dijwar kirin 3. azirandin 4. arandin şarax ecûr şaredar serokê belediyeya bajarekî şaredarî belediyeya bajêr şarestûn kêran şarestûn kirin kêran avêtin ber 379 şayese kirin şareza 1. kesê ku li bajaran mezin bûye û hay ji çerxa felekê heye 2. pispor 3. zana 4. beled şarezahî 1. pisporî 2. zanatî 3. beledî 4. pîşekarî -şarezahiya hunerî pisporiya di qadekî an jî pîşeyekî de şarêz nexweşiyeke pidûyên diranan e şaristan 1. medeniyet 2. avadanî şaristanî têkildarî medeniyet û avadaniyê şarîn/dişare/bişare 1. kel bûn, germ bûn 2. arîn şaş [I] kesê ku reşahiya çavên wî ne di cihên asayî de ne *“ji milkan aş, ji jinan jînên şaş, ji mêran mêrên ne bide pêş ne bide paş” şaş [II] 1. çewt 2. xulp 3. kesê ku xwe ji ber tirsê an jî şermê ji bîr dike; şepirze şaş bûn 1. xeletî kirin 2. mat man 3. şepirze bûn şaşik egal -şaşik girêdan 1. egal dan serê xwe 2. pîneyekî tenik li dora serê xwe alandin şaşî [I] 1. çewtî 2. xulpî 3. şepirzetî şaşî [II] rewşa nebûna reşahiya çavan di cihên wan ên asayî de şaşî kirin 1. çewtî kirin 2. xulpî kirin 3. şepirzetî kirin şaş kirin 1. gêj kirin 2. mat kirin şaş man mat man şaşwaz matmayî şaşwaz bûn mat û mehtel mayîn şaşwaz kirin mat û mehtel kirin şatik katara stûyî şatir 1. kesê ku kelûpel, nîşaniyên bûkan û nameyan digihîne xwediyên wan; pîlik 2. hevalbend şato bato tewş şato bato xeber dan bi awayekî tewş axaftin şavêr parav, çivêl şavêrî [I] paravî, çivêlî şavêrî [II] kêmîştahî, bêmehdetî şax 1. çiya 2. çiqilê darê 3. bir 4. malbend 5. liq 6. qiloç 7. zîlê çêreyê -şax vedan 1. zîl vedan 2. bişku dan şaxur zinar şayen layiq, seza, hêja -şayenî pesnê sezayî medhê, hêjayî pesnê şayese 1. karê sêwirandî; teswîr 2. xêz şayese kirin 1. sêwirandin 2. xêz kirin şayeste 1. birûmet 2. rêzdar şayid bijîşk şayiş 1. tatêl, keser 2. tirtûl şayiş kişandin 1. ketin tatêlê 2. tirtûlê kulê pê girtin 3. keser kişandin şazde 1. hejmara beriya hevdehan û piştî pazdehan 2. jimareya 16’an şazdehem(-în) di rêza şazdehan de şe/şeh alava şikinandina por û hiriyê -şeyê piyî ji qeydika piyî hetanî serê tiliyan koma hestî û movikên ku di piyên mirovan de ye şeb şew şebeng 1. rengên ku ji rengên sereke hatine darijtin 2. xeyala gerok a ku kesê di xewê de dibîne; qeretû -şebenga rojê rengên keskesorê şebikîn/dişebike/bişebike li hev alîn şefeq aso, ufuq şefran zehferan *“ker, çi dizane şefran çi ye” şeftalî xox şeftûl 1. xwar 2. çewt şeher/şehir bajar şehitandin/dişehitîne/ bişehitîne tiştê negotin û nekirinê gotin û kirin şehitîn/dişehite/bişehite tiştê negotin û nekirinê qewimîn şehîd 1. cangoriyê di riya Xwedê de 2. pakrewan -şehîd ketin di riya Xwedê de giyanê xwe dan

  • “riya azadiyê, bi xwîna

şehîdan ronak dibe” şehîn terazû şeh kirin şikinandin şehmar çilpê şehriyar şaredar şehriyarî şaredarî Şehrîwar Kelûya Simbilê şeht kêmlebatê ku nikare xwe li ser lingan bigire -şil û şeht şileke û kêmlebat şehte qiravî şehwet 1. xwestek 2. xwesteka zayendî şek 1. lêdana sivik 2. kîteyeke ku gava çend caran li ser hev tê gotin nêrî radibin ser lingên xwe yên paşîn 3. beranê ji du salan mezintir -şek lê dan 1. qorç lê dan 2. du tişt hêdîka li hev xistin şekal 1. cureyekî solên berê ye 2. sola ku dawiya wê di bin lingan de hatiye şikandin û wisa hatiye pêkirin -şekal bi lingan ve kirin 380 şayeste 381 şemal xort û xama zewicandin şekerok kesê ku bi jinekî re direqise şekêrt şikarte şekir şirîniya ku ji silq û leveneke taybet tê bidestxistin

  • “Şam şekir

e, lê welat şirîntir e” -şekirê hûr şekirê hêrandî yê ku dişibihe êrd

  • “hevalê te bibe şekirê

hûr jî, xelas meke” -şekirê kabik şekirê ku çargoşe hatiye birîn -şekirê kaç şekirê ku çargoşeye lê direj hatiye birîn -şekirê qend şekirê ku weke kerpîçan hatiye birîn -şekirê heqîde şekirê şûşekî şekirdank amana ku şêkir dikinê şe kirin 1. pê karîn, qedandin, şiyan 2. şeh kirin şekirmiz nexweşiyek e şekirnok cureyekî şekirên ku nokeke qelandî dikine navê şekok cureyekî fêkiyên çolê ye; hirmiya biyanî şel [I] ronahiya nîvî şel [II] parçeyê ku mezin hatiye qutkirin şelaf 1. melaq 2. laloş şelafî 1. melaqî 2. laloşî şelafî kirin 1. melaqî kirin 2. laloşî kirin şelal giya û darên ji hev dûr mane şelal bûn bi dûrî hev ketin şelal kirin ji hev bi dûr xistin şelaq qemçik şelaq kirin bi qemçikan lê xistin şele/şeleg barê piştan; piştî şelegan her tiştê girs û mezin; geltegan şelik parzûnê şîrdotinê yî ku didine ser devê qûşxaneyê û paşê didoşin şelipîn/dişelipe/bişelipe 1. tehisîn, şiqitîn 2. şehitîn şeliq şilop şeliqîn/dişeliqe/bişeliqe 1. (çav) êşîn û xerêf girtin 2. (şeq û binçeng) kul bûn û pîrotankî bûn

  • “çavê şeliqî, ji ê kor çêtir

e” şelîn/dişele/bişele 1. (mar) bi ser zikê xwe kişîn û çûn 2. wekî maran kişîn şelşelî parçeparçeyî şelûf cûcika nêr şemal 1. rewneq 2. rewşen 3. çira -şemal dan 1. rewneq dan 2. rewşen bûn şemalk find şemate qalebalî û têkilhev- bûna dengan; dengûdor şembûz sewala barkêş a nehs û eks şembûz bûn (sewala barkêş) veciniqîn û nehs bûn şemendefir navgîneke raguhastinê ya ku ji makîneyeke serkêş û çend selikên siwaran û baran pêk tê şemitandin/dişemitîne/ bişemitîne 1. şiqitandin, hilisandin 2. gindirandin 3. tîlê xistin şemitî 1. şiqitî 2. gindirî

  • “hevalê lingê şemitî,

hey Xwedan e” şemitîn/dişemite/bişemite 1. şiqitîn, hilisîn 2. gindirîn *“hesp li ser çar lingan diçe, dîsa jî lingên wî dişemitin û dikeve” şemixîn/dişemixe/bişemixe (xurek) afnikî bûn Şemî roja piştî înê, roja yekemîna a hefteyê şemîtok 1. şimşat, şimşimot 2. qeşa û berfa ku li serê tê şiqitîn; tîl şemkur pezkovî şemûk 1. pêderî, bermal 2. hevşî şemûz şembûz şene alaveke çandiniyê ya ku çend heb tiliyên wê hene û pê giya û zad tê berhevkirin; çartil -şene kirin bi çartilê qirş û qeselê zevî û mêrgan berhev kirin şeng 1. şên 2. peroşmend 3. kêfxweş şengal kezwan şengebî cureyekî daran e şengebûk bûka bedew, şox û şeng şengist 1. unsur 2. hêman şengiste cihokên ji bo xîmê avahiyekê kolandî; binetar şep dengê lêdana bi kefa destî; tep şepal 1. şêra mê 2. bejna lihevhatî û xwînşirîn; bedew 3. ferxê şêrî şepane bizmar şepane dan bizmar kirin şepe aşît, renî şepêl 1. pêl 2. her pêleke rêzepêlan şepilandin/dişepilîne/ bişepilîne 1. ji devê xwe şehitandin 2. xwe şepirze kirin şepilîn/dişepile/bişepile 1. tengav bûn 2. şepirze bûn şepirze 1. pejmûrde, belawela 2. perîşan, sefîl 3. teqoze 4. geveze 382 şemalk 383 şer şepirze bûn 1. pejmûrde bûn 2. perîşan bûn 3. teqoze bûn 4. geveze bûn şepirze kirin 1. pejmûrde kirin 2. perîşan kirin 3. teqoze kirin 4. geveze kirin şepîlk çengên mirîşk û balindeyan şepop kesê ku her çi karî bike kêmasiyekî tê de dihêle/dest û piyên wî li hev dialin şepol şepêl şeq 1. navbera her du lingên mirovan û sewalên dupêyî 2. (sewalên çarpê) navbera her du lingên paşîn 3. navrana kincên wekî şal, derpê, fanorî û hwd 4. parçe 5. derz, qelîştek 6. dengê ji lêdana bi kefa destî tê -şeq lê vedan 1. lê siwar bûn û her lingek di aliyekî de daliqandin 2. (sewalê nêr) daketin (a mê) 3. ling lê dan hev şeqam lêxistina bi kefa destî; sîle şeq bûn di navê de qelişîn şeq kirin di navê de qelişandin şeqe kergît şeqên dengê levketina du tiştên req şeqil mohr, demxe şeqitandin/dişeqitîne/ bişeqitîne 1. fizirandin 2. dan aliyekî şeqitîn/dişeqite/bişeqite 1. fizirîn 2. xwe dan aliyekî şeqizîn/dişeqize/bişeqize 1. şerm kirin, fedî kirin 2. şaşwaz bûn 3. neçar bûn şeqle darên ku ji bo şewitandinê hatine şeqşeqîkirin; êzing şeqopîlo 1. şeqşeqî 2. derzderzî 3. qelşqelşî şeqopîlo bûn 1. di navranê de şeqşeqî bûn 2. derzderzî bûn 3. qelşqelşî bûn şeqopîlo kirin 1. di navranê de şeqşeqî kirin 2. derzderzî kirin 3. qelşqelşî kirin şeqşeqî 1. şelşelî, parçeparçeyî 2. şeqopîlo şeqşewêl jina nelirê; qehbik şer 1. ceng 2. pevçûn

  • “şer, bi tifinga vala nabe”

-şerê bejî şerê li ser rûyê erdê -şerê bigirbikujiyê şerê xwînxuran ê li dijî reben û repalan -şerê eniyê di bereyekî de cenga du artêşan -şerê fezayî şerê li seqayê -şerê germ şerê rû bi rû; 384 şeranî şerê eniyê -şerê piştzeryayî şerê ku di parzemîneke cihê de tê meşandin -şerê sar şerê navtêdan, berîdan û tevdanê; şerê dek û dolaban -şerê zeryayî şerê di nav behran de şeranî lîstikeke govendan e û bi pêgiranî tê lîstin

  • “bûye marê nîvkuştî, hê

jî şeranî dilîze” şerbet vexwarina ku ji ava mêweyên guvaştî, şekir û avê tê çêkirin şerbik tasa avê ya biçembil

  • “şerbik nû ye, av şirîn

e” şer derxistin bûn sedema pevçûnan şeredev devjenî şeref 1. heysiyet 2. rûmet 3. rêzdariya li nav civakê

  • “şeref, ji heyatê

hêjatir e” şerenîx şeredev şerfiroş kesê ku her dem li şer û têkdanê digere şergeh qada ceng û pevçûnê şerîet 1. hiqûqa îslamî 2. ola bi zagon û pergal

  • “şerîet, şermê naxwaze”

şerkar pîşekarê cengê şer kirin 1. bi yekî re li hev xistin; cengîn 2. lê bezîn şerm eyb, fedî *“di dinyayê de şerm tunebe, hurmet jî tuneye” şermezar 1. kesê ku karekî neyînî kiriye 2. riswa şermezar bûn 1. (ji ber karekî neyînî ve) li ber xwe ketin 2. riswa bûn şermezarî rewşa kesê ku karekî neyînî kiriye an jî ji ber karekî neyînî riswa bûye şermezar kirin 1. (ji ber neyîniyekê) bertek nîşan dan 2. derew derxistin 3. riswa kirin şermgeh 1. ewret 2. navran şermîn şermoke *”jina şermîn bi şarekî, mêrê şermîn bi karekî” şermînî di mirovan de rewişt an jî nexweşiya şermê şerm kirin 1. fedî kirin 2. mehcûb bûn *“bide metirse, bixwaze û bistîne lê şerm meke” şermoke fediyok, şeqizok şeroke 1. kesê ku pir şer û pevçûnan dike 2. kesê ku ji şer û pevçûnan pir hez dike şerpeze şepirze şerpilîn/dişerpile/bişerpile feşkilîn 385 şeveder şerpîn barişa boş şert merc -şert danîn bi hev re ketin mercê şerûd kesê ku bi her kesî re li hev dixe; şeroke şervan çekdarê ku karê wî berevaniya welat û rastiyê ye; şerkar şerxwaz kesê ku cengê ser aşitiyê re digire şeş 1. hejmara piştî pêncan û beriya heftan 2. jimareya 6’an *“meha şeşan, kuran bibe hewşan, keçan dayne ser merşan” şeşalî şeşgoşe şeşbêj kesê ku gelekî diaxive û mijaran têkel dike; pirbêj şeşek 1. ji şeş paran parek 2. şeş rojiyên piştî cejna remazanê -şeşek girtin di şeş rojên pêşîn ên meha şewalê de rojiya nafile girtin şeşem(-în) di rêza şeşan de şeşerût 1. pêgirtî, xulamok 2. têjikên nebaşiyê şeşgoşe şêweyekî endazeyî yê ku ji şeş rexan pêk hatiye; şeşalî şeşik 1. kevirên bi qasî bindeq û gûzan 2. cureyekî lîstikên zarokan a ku bi şeş şeşikan (kevirên biçûk) tê lîstin -li ser îmana xwe şeşik lîstin di baweriya xwe de pir sist bûn şeşkujî şeşgoşe şeşper [I] cureyekî şalên mêran ê fireh e şeşper [II] cureyekî gurzên cengê ye û ji şeş parçeyan pêk tê şeşxane cureyekî tifingên ku şeş fîşeng dikevin ber şet xwar şetele 1. şepe, renî, aşît 2. teşqele, karesat -şeteleyek jê re hatin tûşî karesatekê hatin şetrenc sedrenc şev 1. ji avabûna rojê hetanî elindê duwazde saetên ku cîhan tê de tarî dibe; êvar 2. tarîban

  • “şeva reş, keleha mêran

e” -bi şev 1. êvarê 2. di tariyê de, piştî tarîbanan -şev bi ser de hatin 1. heta tarîbanan kudandin 2. hetanî êvarê axaftina xwe dirêj kirin şevane 1. karê ku bi şev tê kirin 2. mûçeya ku ji bo keda şevekî tê dayîn 3. tiştê ku her şev pêk tê şevbihurk sohbeta êvaran a ku heta nîvê şevê didome şeveder kesê ku şeva xwe dûrî malê dibuhirîne şevekor kesê ku di şevereşê de baş nabîne an jî bi roj rengan ji hev venaqetîne şevereş 1. êvara zîz a ku heyv tê de xuya nabe 2. tarîtî *“heke diz hebin, şevereş gelek in” şevger kesê ku di xewê de ji nivîna xwe radibe û digere şevî şevek bi ser re derbasbûyî şevîn 1. çêrandina şevê 2. têkildarî şevê şevnimêj 1. tehecud 2. nafile şevşevok barçêmk şexte zîpikên girs; teyrok şevtirsk nexweşiya ji şevereşê şevyar nêçîra bi şevê şew dermanekê şîn î gelêrî ye û ji bo pir mebestan tê bikaranîn *“şew û şekir, li ba şivanan yek in” -şew û şekir ji hev nas nekirin başî û nebaşî ji hev veneqetandin şewat 1. sotin 2. agirpêketin 3. jan *“şewat bi erdê keve, ter û hişk tev dişewitin” -şewat berdan dilan pir êşandin şewate 1. ardû 2. agirê ku pê êgir pê dixin şewb nexweşiyeke sewalan e -şewba çivîkan qira sewalên bibaskên malê û firindeyên çolê; dimşînk, nikilreş şewişandin/dişewişîne/ bişewişîne çelqandin şewişîn/dişewişe/bişewişe 1. tehisîn 2. milmilîn, weşweşîn şewitandin/dişewitîne/ bişewitîne 1. pê xistin 2. sotandin 3. êşandin şewitîn/dişewite/bişewite 1. pê ketin 2. sotin

  • “divê mirov di agirê

mezin de bişewite” şewk çengala ku pê masî tên girtin; sincaq şewl şemal, rewneq şewl dan rewneq dan şewlok amûreke gêrebayî ya ku piştî çûna gêrebayê tê pêxistin şewlpîv amûra ku leza rewneqa heyî dipîve şewq 1. şemal 2. ronahî 3. çirûska boş *“dilê fireh, şewq û çira ye” -şewq vedan çirûsk vedan -şewqê dan newqê tu dibêjî qey pir pak e lê di rastiyê de ne wisa ye şeyda sewdaser şeydatî sewdaserî şeyîn/dişeye/bişeye 386 şevekor 387 şêr (hesp) hîrîn, şêyeşê kirin şeyt 1. toterîk 2. taye şeytan cinê ku ji Cn. Adem eleyhiselamî re sicde nebiriye, Iblîs *“şeytanê merivan, bi merivan re ye” -şeytan dibêje... heke li dû nefsa xwe herim ez dê... -şeytan pê kenîn cinabet bûn -şeytên zor dayê nefsê zor lê kir ku ji rê derxe şeytanî fesadî û xirabî şeytanî kirin fesadiya hinekan li ba hinekên din kirin şeytanok cureyekî bihukên ku di qalikekî helezonî de ye û pir dereng dimeşe şê dengê hîrehîra hespan şêl 1. kêla dirûnê 2. dirûnên girs şêlandin/dişêlîne/bişêlîne [I] hêk meyandin şêlandin/dişêlîne/bişêlîne [II] 1. xesp û kosp kirin 2. talan kirin 3. dizîn şêlav 1. lehî, lêkend 2. coşî û peroşî şêlavk 1. ava kils an jî boyaxê ya ku pê dîwar tên rengandin 2. ava şêlo şêlik cureyekî zêd e û dişibihe nîskên kesk şêlim cureyekî sewziyên ji malbata tiviran e şêlimtirşk tirşiya şêliman şêlî nezelal şêlî bûn 1. zelaliya tiştê avî winda bûn 2. zelaliya bînahiya çavan winda bûn *“av, di serekaniyê de şêlî dibe” şêlî kirin 1. zelaliya tiştê avî winda kirin 2. zelaliya bînahiya çavan winda kirin şêlîn/dişêle/bişêle (hêk) meyîn şêl kirin 1. kêl kirin 2. girs dirûn -şêl li şintira xwe nexistin gincirên xwe nedirûn û pê de daliqîn şêlo şêlî şêlşêlî kirin 1. kêlkêlî kirin 2. bi kêlên girs û serobero dirûn şêmûg pêderî şên dilveker, şeng û şox şênahî 1. şengî û şoxî 2. rengînî *“herin şênahiyan, pirs bikin ji zarokan” şênber 1. tiştê berbiçav 2. dîtî û bînayî şênî 1. niştecih, akincih 2. dêman, ehalî şên kirin bûn sedema kêfxweşiyê şêr 1. cureyekî heywanên çolê ye û dişibihe pilingan lê serconcix e 2. egîd

  • “cihê şêran, rovî lê

dikin gêran” şêrane 1. wekî şêran 2. kesê çavnetirs şêranî 1. şêrkî 2. wêrekî 3. egîdî şêrdil mêrxas şêrejin jina wekî şêran şêrgeh warê şêran şêrpence penceşêr, cureyekî nexweşiyê ye şêrza têjikê şêran şêst hejmara 60’î, deh heb şeş şêstem(-în) di rêza şêstan de şêt [I] 1. dînik 2. totikvala -şêt bûn dîn bûn -şêt kirin dîn kirin şêt [II] 1. kêzim 2. şiva mezin şêtî 1. dîntî 2. totikvalatî şêtxane nexweşxaneya dînan şêwaz 1. uslûb, fesal 2. awa, tehr şêwe çawaniya pêkhatina tiştan -şêwe û naverok dîtbariya hundirîn û derveyî -bi vî şêweyî bi vî awayî şêwekar kesê ku ji têlên zîvîn xemlan çêdike şêwekarî hunera zîvhûnanê şêwenasî zanistên ku pisporiya wan li ser naskirina şekl, dirûv û awayê wan e şêwirgeh cihê danûstana agehiyan şêwirîn/dişêwire/bişêwire 1. ramana yekî wergirtin 2. danûstan

  • “berê bişêwire, pişt re

bikire” şêwirmend hêvojkarê agehiyên durist; rawêjer şêwr di babetekî de wergirtina ramana pisporekî; rawêj *“şêwr, bi dînan re nabe” -şêwr gerandin li hev civîn û babetek nîqaş kirin şêx serokê terîqetê *“şêx ne batil in, bi serê wan de hatine” şêxanî cureyekî lîstika govendê ye şêyeşê dengê hîrehîra hespan şêyeşê kirin (hesp) hîrehîr kirin şêz 1. cureyekî geneyên bizinan e 2. mêşa hespan şibake pace şibihandin/dişibîne/bişibihîne tiştek (di taybetmendiyan de) wekî tiştekî din dîtin şibihîn/dişibihe/bişibihe tiştek (di taybetmendiyan de) wekî tiştekî din bûn 388 şêrane 389 şilepor şidandin/dişidîne/bişidîne 1. guvaştin 2. quraftin 3. pêçan 4. muhkem girêdan 5. paçik kirin şidîn/dişide/bişide 1. muhkem bûn 2. lê hatin hev 3. xurt bûn şifa pakbûna ji nexweşiyekê -şifa dîtin ji nexweşiyê rizgar bûn şifre razepeyv -şifre avêtin ber razepeyvek jê re çêkirin şiftî zebeş şik guman, şubhe şikandin/dişkîne/bişkîne şikandin şikarte 1. kel û melên aîdî jinê 2. çandiniya kesê ku cot û cobarê wî bi xwe tuneye şikbir 1. pêhesiyayî 2. navtêdayî şik birin 1. pê hesîn 2. guman kirin şikdar waswasok şikev 1. teşta nanî 2. cureyekî navgînên ser avê; kelek şikevik 1. xweliya ku pê kûzik tên çêkirin 2. cêrik şikêr li çiyan qelîştek û çalên kûr û asê şikinandin/dişkine/bişkine 1. por şeh kirin 2. hirî, liva û mû bi şehî zax kirin şikîn/dişkê/bişkê şkîn şikra bi mebesta..., bi niyêta... -şikra sibehê ve bi niyêta sibehê ve şil [I] 1. tiştê ku aviyek tê geriyaye; neziwa 2. avî 3. bi têhn *“ban qul be, binban şil e” -şil bûn 1. av bi ser de rijîn 2. baran bi ser de rijîn -şil û pil bûn ser û kinc giş bûne weke avê -şil kirin 1. av bi ser de rijandin 2. li ber av an jî baranê dan sekinandin

  • “barana havînê, şil kir

binê kulînê” şil [II] 1. şileke 2. kêmendam -şil bûn seqet man şilahî 1. rewşa têgerîna aviyekê; neziwatî 2. rewşa seqetmanê şile 1. cureyekî gulan e 2. ava mêweyên guvaştî şilegewr rengê ku bêteşe ye û baş diyar nabe şileke 1. kesê ku endameke wî felc bûye; goc 2. nivîşkan, kêmlebat şilemenî 1. şilahî, têhnahî 2. tiştên avî şilepor endamê zayendî yê jinan şilêl giloka hewirmişî şilf 1. kêrik 2. rût -şilf û tazî rût û repal şilfik 1. di alavên qutkirinê de beşa hesinî 2. rût û uryan şilik nermahiya di serê zarokên viringî de şilî 1. baran, bariş 2. têhnahî -şilî û şoyî baran û lêkend şilop kinîşt şilope barana ku berf jî pê re dibare şilopilo tiştê ku riwînek bi ser de rijiyaye şilopilo bûn tiştê avî bi ser de rijîn şilove berfa ku dihele şiloxe bendikên solan şilp dengê şeqamê û şepilandina dêv şilpeşilp 1. dengê birêveçûna di nava avê de 2. dengê şepilandina dêv şilpeşilp kirin 1. xwişexwiş kirin 2. milçemilç kirin şilûr tiriyên negihiştî şilxe refeke mêşhingivan şim sola werzişê ya sivik şima finda ku ji kewara mêşhingivan hatiye bidestxistin şimareng cîleya biriqandinê şimaşe keşe şimik pêlavên dorvekirî û qulqulî, galik, pêpûçk -ji şimikê heta kumikê ji kincên seran hetanî kincên lingan şimşal 1. bilûr 2. pîpik şimşat şemîtok şimşimot şemîtok şimşîr 1. şûr 2. cureyekî darên ku belçikên wê tim şîn in şindok 1. nemêr 2. bêkêr -şindokê mêran kesê ku di dilqê mêran de ye lê tu mêranî jê nayê şing 1. dengê şikestina şûşeyan 2. dengê bilind ê herikîna avê; xwiş, xwişexwiş şingandin/dişingîne/bişingîne 1. çingandin 2. şeqeşeq kirin 3. xwişexwiş kirin şingîn/dişinge/bişinge 1. dengê şikestina şûşeyan jê hatin 2. dengê bilind ê herikîna avê jê hatin; xwişîn *"gulan e, şingîna dasan e" şingînî dengê şingînê şingeşing şingîniya domdar -şingeşinga nalan û hîrehîra hespan dengên têvel ên şer û talanê şintir gincir şintirandin/dişintirîne/ bişintirîne 1. şandin hatenehatê 2. têk bi- 390 şilêl 391 şitî rin şintirîn/dişintire/bişintire 1. çûn helakê, çûn hatenehatê 2. têk çûn şip- pêşgireke ku wateya heyî xurtir dike -şipşidiyayî baş-şidiyayî -şipşîn şînê esmanê çiksayî şipne şene, xermaşe şiqitîn/dişiqite/bişiqite 1. şimitîn 2. xijikîn *“bi dest bişiqitî dikari xwe bigirî, bi ling bişiqitî dikarî xwe bigirî, lê bi zimên bişiqitî tu dê herî û herî” şir 1. tembel 2. westiyayî 3. dengê xurt ê barana boş şiratî teralî şir bûn 1. xav bûn 2. bêzar bûn şirb cureyekî daran e şirdan gerdenî *“şirdana zêran winda kir, pey moriya hecîyekî sêsed gaz rê da ber xwe” şirebaran barana boş a bi deng şireşir xwişexwiş şireşir kirin xwişexwiş kirin şirên xwişexwiş şirik 1. qulik 2. rêşî 3. gulik

  • “şirîk şirîkan jîr dikin,

hêwî hêwiyan pîr dikin” şirikşirikî gulikgulikî şiringe amûra ku pê dermanên avkî li nexweşan tê xistin şirîk 1. hevkar, hevpişk 2. hevpar *“simbil bû firîk, mele bû şirîk” şirîn [I] 1. şekirîn 2. tahmxweş şirînahî çêja tiştên şekirîn şirîn bûn 1. tahma şêkir tê de hebûn 2. tahmxweş bûn *“bi gotina helawê, dev şîrîn nabe” -şirîn kirin 1. tahma şêkir tê de pêk anîn 2. tahmxweş kirin şirîn [II] 1. bedew 2. qeşeng

  • “kezeb çiqasî şirîn

be, şîret jê re ewqas şirîntir e” şirînmeh meha pêşîn a bûk û zavê şirît weris şirjaw layiq, seza şirjaw bûn layiq bûn şirjaw dîtin layiq dîtin şir kirin sistî kirin û xwe ranegirtin şirp 1. tavilê 2. ji nişkê ve 3. bê navber û pê re şirtik zirîçka çavan; şirav şitil darên viringî an jî çiqilê daran ê ku ji nû ve tên çikandin şitilgeh 1. zeviya şitilan 2. firoşgeha şitilan şitî şimşat şitî bûn şimşat bûn şitî kirin 1. şimşat kirin 2. rihê xwe baş kur kirin şito kesê ku rihê xwe kurkiriye û fortê bedewbûna xwe dike şiv çiqekî darê yî nîvreq e û şivan pê pêz diajon; ço şivan kesê ku diçe ber pêz û wan diçêrîne; çovan

  • “şivanê jêhatî, pêz nade

guran” şiverê riya teng a ku tenê bi piyan tê de tê meşîn şivir cureyekî sewalên çarpê yên çolê ye; ask şivî xêza çikeçik şivîşiviyî tiştê ku tê de xêzên çikeçik hene şiwîn berhem, karpêk şiwît cureyekî çêreya ku nepijî tê xwarin; qiçî şixab behreme şixate qutiya kibrîtan şixir 1. dara bêber 2. palanê darînî şixre neqlkirina çandiniyê ji zeviyê li bal bênderê ve şixul 1. kar 2. xebat 3. îş

  • “aş şixulê xwe dike,

çeqçeqok diranê xwe dişkîne” şixulandin/dişixulîne/ bişixulîne xebitandin şixulîn/dişixule/bişixule 1. xebitîn 2. (pêketina êgir) domdar bûn şiyan/dişê/bişê 1. pê karîn 2. pêk anîn şîfon qedîfe şîlan cureyekî mêweyan e

  • “demek a gulê ye, yek a

şîlanê ye” şîlaq parçeyê biyanî yê ku dikeve çavan û pê diêşin şîlav xweşav şîlavk endamekî ku pişt aşikê ve ye û xwe digihîne rûviya duwazdegirê şîmk pêderî şîn [I] 1. reşgirêdan; matem 2. taziye *“şîna tev êlê şahî ye” -şîn girêdan reş girêdan şîn [I] rengê esmên; hêşîn şîndar kesê ku kesekî wî miriye; xembar şîne rengê dişibihe şîn şînboz rengekî di navbera şîn û kesk de ye şînok cureyekî daran e; kezwan şîqeşîq dengê domdar ê cûtina benîştî an jî rêveçûna sewalên naldar şîp ava herikbar a ku ji cihekî bilind dirije şîpik şîpê biçûk şîr adana ku di her guhanî de heye *“şîrê kerê, ji cehşa kerê re ye” -şîrê helal mêtin di maleke qenc de hatin dinyayê û wisa jî mezin bûn 392 şitî bûn 393 şît -şîrê zikmakî ji dêv û pozî re anîn pir tengezar kirin şîranî xwarinên ku şekir dikeve tev şîrbirak du kesên ku şîrê diyekê mêtine şîrbirinc cureyekî xwarina ku ji şîr, şekir û birincî tê çêkirin; birinceşîr şîrder sewalên bi şîrê guhanên xwe têjikên xwe dimêjînin şîre 1. ava rehekan 2. keresteyekê çir ê ku pê pirç tên rûçikandin şîregermî 1. saregermî 2. ava hênik *“ava biharê çiqasî şîregermî bibe jî, nikare birincî bipijîne” şîret 1. nesihet 2. tembîh 3. hêvojkarî *“heta şîretan li xelqê dikî, qûna xwe bişo” -şîret lê kirin tembîh kirin, hêvotin şîreve kirin 1. zarok/sexele ji şîr veqetandin 2. zarok hînî xwarinê/sexele hînî çêrînê kirin şîrêz 1. çêreyeke ku jê zeliqok/ çesp tê bi destxistin 2. zemq *“helaw, ji şîrêzê çênabe” şîrêz kirin bi hev ve zeliqandin şîrfiroş firoşkarê adana ku ji guhanên sewalan hatiye dotin şîrhe dîwar şîrhe kirin dîwar kirin şîrheram 1. bêar 2. nebaş şîrheramî 1. bêarî 2. nebaşî şîrî di rengê şîr de şîrmaq şeqam, sîle *“şîrmaq, li gorî rû ye” şîrove kirin 1. rave kirin 2. îzah kirin şîroveker raveker şîrqandin/dişîrqîne/bişîrqîne dengê birûskê yî tîz ji tiştekî derxistin şîrqîn/dişîrqe/bişîrqe dengê birûskê yî tîz jê hatin şîrqînî dengê birûskê yî tîz şîrşêrk cureyekî şirînahiya ku ji şîr, şekir û ardê birincî tê çêkirin şîş hesinekî dirêj î zirav ê ku ji bo pir armancan tê bikaranîn -(tiştek) şîşî cihekî kirin tê re kirin şîşik tîrikên hesinî yên ku pê fayke, gore û hwd tên hûnan şîş kirin 1. bi şîşan jê re sîperek kirin 2. tê re kirin şît [I] şimşat, tîl şît [II] aşît, şepe şît [III] zêrevan *“mirovê şît, bi dilê pît?” şîv xwarina danê êvarê

  • “axayê me Pilo, şîva kerê

me bû çilo” -şîva miriyan sedeqeya serê miriyan a ku xizmên wan ên sax didine xizanan şîvik xwêdana ku bi laşê mirovî ve dizeliqe şkandin/dişkîne/bişkîne 1. şkestandin, parçe kirin 2. derizandin 3. derb lê xistin şkeft kunên mezinên di çiya û erdê de; mixare şkestek 1. derz, cerx, qelş 2. derb şkestin/dişkê/bişkê 1. derizîn 2. derbe xwarin 3. hûr bûn *“bextê feqîran hebûya, gîsnê wan di axa nerm de nedişkiya” şkestî 1. derizî 2. derbexur

  • “jin darê şkestî

ye” şkev nanê ku ji hevîrê bêhevîrtirş hatiye pehtin; lewaş şkevik çaviyên terazûyê şkêr 1. zinarên mezin 2. hendef 3. qûçê keviran şkêvlatok kûsî şkinandin/dişkine/bişkine şeh kirin şkîn/dişkê/bişkê *“cêr di riya avê de dişkê” şofar sîxur şofarî sîxurî şohret navdarî *“şohreta çeman dar û bî, şohreta bûkan şar û temezî” şom bêpêpal, bêyom şonik darikê ku pê kinc û hiriyê dişon şop 1. dews 2. rêç 3. delav

  • “hirç dîtiye, li dû şopê

diçe” şopger 1. rêçajo 2. delavdayî şop gerandin rêç ajotin şopik 1. zirzeya deriyê darînî 2. endamê zayendî yê nêrzayan şop vekirin 1. delav dan 2. rê vekirin şor [I] bixwê, tirş *“şirîn û şor, keçel û kor, li cem hev nabin” şor [II] xeberdan, gotin

  • “şora xirab, zû digihêje

şûna xwe” -şorê berê gotinên pêşiyan şor [III] nizmkirî, daxistî -şor bûn çemîn -şor kirin çemandin -lêva xwe şor kirin lêva xwe çemandin/daxistin şoravk 1. ava bixwê ya ku penîrê teze dikinê 2. ava 394 şît 395 şûn tirşînê şorax erdê şorge şorbe cureyekî xurekê avkî ye *“şorbe, zik dike torbe” şorbehûr xurekê ku ji hûr û pizûran tê çêkirin şorbenîsk xurekê ku bi nîskan tê çêkirin şorbeşîr xurekê ku ji şîr û pirinc tê çêkirin; şîrbirinc şorebî cureyekî daran e şoreş xebata çekdarî ya ji bo standina mafekê rewa şoreşger/şoreşvan endamê xebata çekdarî ya ji bo standina mafekê rewa şoreşgerî doza mafekî rewa bi riya muxalefeteke çekdar şorge erdê ku di xweliya wê de şorahî heye û çêre lê hêşîn nabe şoristan şorge şorxweş zimanşîrîn şoşban birazava *“kî şoşban e, ew poşman e” şov zeviya cotkirî ya neçandî -şov hiştin erd cot kirin û di wê salê de neçandin -şov kirin erd cot kirin lê neçandin û sala dîtir çandin şox û şeng 1. çîç û vîç 2. cazibedar 3. jina qûnek

  • “şox û şeng e, bi nav û

deng e” şulux kesê ku dike qîjevîj; qîjqîjok şuluxî qîjevîj şuluxî kirin qîjevîj kirin şun paş -şun de çûn paş ve çûn -şun de xistin paş ve xistin -şun de man paş de man şutî şitî şû hevser şûbira birayê mêrê bûkê; tiyê bûkê şûjin derziyeke stûr e û pê devê bardan û têrikan tê dirûtin; bijûn *“bi derziyê neçe ser şûjinê” şûkil hevserê nazenîn şû kirin 1. mêr kirin 2. zewicîn şûl [I] hevûrî şûl [II] şêl -şûl kirin şêl kirin şûm nehs şûm bûn nehs bûn şûmirî 1. jinebî 2. mêrebî şûmî nehsî şûm kirin nehs kirin şûn 1. dews 2. war 3. cih

  • “kevirê giran, di şûna

xwe de birûmet e” -şûna yekî girtin 1. cînişîniya yekî kirin 2. dewsa yekî vala nehiştin -şûna bav/dê/xwîşk/birayê min de ye ez bi çavê nebaşiyê lê nanihêrim -şûna zarokî guherandin binê wî paqij kirin û bi pîneyên paqij girêdan şûndiyarî xelata ku berdêla xelateke dayî ye

  • “diyarî qesp e, şûndiyarî

hesp e” şûnewar 1. mekan 2. welat -şûnewarên kevn kevnewarên dîrokî şûnguhêztin cihguherandin, levguherandin şûnkar kesê ku li şûna berpirsekî kar dike; cîgir şûnpê/şûnpêk 1. dewsa piyan a ku li ser axê, heriyê û berfê diyar dibe şûntilk dewsa tiliyan a ku li ser berf, herî û hwd diyar dibe şûr çeka hesinî a ku berê şervanan pê ceng dikir

  • “şûrê tazî, xwînê dixwaze”

şûrbaz kesê ku şûran baş bi kar tîne şûre 1. barût 2. pîşo şûrkêş kesê ku jidil û bi awayekî pisporane beravaniyê dike şûrmasî cureyekî masiyên zeryayî ye û nikilê wî dirêj e şûş leclecok şûşe bûjeneke şkestok û zebloq a ku jê camên paceyan û hwd tê çêkirin; abegîne *“dil weke şûşeyê ye û zû dişkê, lê dereng dicebire” şûşî kirin (di zimanê zarokan de) şûştin şûştin/dişo/bişo bi avê paqij kirin *“mêran mêr kuşt, Senemê hûrî şûşt” -bi heft ava hatiye şûştin 1. pir paqij e û hatiye tehfîrkirin 2. pir baş e 3. zelal e -şûşt ji heriyê avête ser dara diriyê ji dêla ku kil bike çav derxistin şût [I] şeklekî ku binê wê biber û girover e lê serê wê kêmber û tûj e şût [II] 1. kone, xasûk 2. bênamûs şûtik kembera navê şûv şov *“bila şêrê şûvê be, bila ne qopqopê bênderê be” şûv hiştîn şov hiştin