Wîkîferheng:demirhan-r

Ji Wîkîferhengê



r/R tîpa bîst û yekemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke ku cîderka wê diranî ye, awayê belavbûna wê herikî û lerzokî ye ra[I] reh ra [II] 1. fikr, hizr 2. çare -raya giştî fikra her kesî; ramana gelemper -ra jê bûn çareser bûn raber pêşber raber kirin 1. rave kirin 2. araste kirin 3. pêşandan rabezîn/radibeze/rabeze 1. êrîş kirin 2. pev çûn, lêk dan rabihartin/radibihêre/ rabihêre 1. bi yekî re heta cihekî çûn 2. bi yekî re baş derbas kirin rabihîstin/radibîze/rabihîze 1. hîs kirin 2. tê derxistin 3. pê zanîn rabirdû raborî raborî 1. dema borî û çûyî 2. serpêhatî rabûn/radibe/rabe 1. bilind bûn 2. hilqetîn *“li mala dînan, rabûn hev bi pehînan” -rabûn şek 1. (sewal) rabûn ser lingên paşîn û çik sekinîn 2. (sewal) li hev xistin raçandin/radiçîne/raçîne 1. tov reşandin 2. tevn çêkirin raçav bendeman raçav kirin payîn radan/radide/rade 1. pê vedan 2. lê dan 3. gayîn rade 1. ast, pile 2. derece, merhele rader (r) mesderê lêkerê radest di destan de; teslîm radest bûn ketin destan; teslîm bûn radest kirin dan destan; teslîm kirin rageş kesê ku bi rageşiyê ketiye rageşî nexweşiyeke vekişîna rehên laşî ye û pêketiyê wê zû bi hêrs dibe ragihandin/radigihîne/ ragihîne 1. şandin 2. salix dan 3. dan zanîn ragihiştin/radigihêje/ 331 rapêçan ragihêje xwe gihandin tiştekî ragirtin 1. vekişandin 2. bêhnfireh bûn -xwe ragirtin tehemul kirin raguhastin/radiguhêze /raguhêze ji cihekî hildan û danîn cihekî din; neql kirin rahatin/ratê/rabê hînî tiştekî nû bûn rahejandin/radihejîne/ rahejîne tiştek bi tundî leqandin û hejandin rahêl 1. cihê rajorîn 2. devera jorîn rahêlan/radihêle/rahêle li pey tiştekî ketin rahiştin/radihêje/rahêje 1. xwarî tiştekî bûn û hildan 2. wergirtin -rahiştin darê û dar bi dest ve hatin pir xurt bûn rajêr aliyê jêrê rajor aliyê jorê raketin/radikeve/rakeve 1. razan 2. paldan 3. ramedîn 4. nivistin *“gava Xwedê bide ha rakeve, ha rakeve, gava nede ha li ba keve, ha li ba keve” rakêşan/radikêşe/rakêşe ragirtin, vekişandin -rakêşana zevînî hêza erdê ya ku tiştan ber bi xwe ve dikêşe rakirin/radike/rake 1. bilind kirin 2. hilkirin 3. hilqetandin rakişîn/radikişe/rakişe vekişîn raman 1. têgihiştina kar, kiryar, gotin û hwd; fikr, hizr 2. pokinîn -raman û beyan dîtinî û şîrove ramedandin/radimedîne/ ramedîne 1. velezandin 2. razandin ramedîn/radimede/ramede 1. velezîn 2. razan ramîn/dirame/birame 1. hizr kirin, fikirîn 2. pokinîn ramûsan paç *“jina xelqê ramûsanek e, hespê xelqê meydanek e, kinca xelqê roj û danek e” ramûsandin/radimûsîne/ ramûsîne paç kirin ramyar siyasetvan ramyarî siyaset ran endamê ji çokê hetanî kemaxê *"berfa hûr, xwe avête ranê stûr” ranan/radine/rane 1. dîwar bilind kirin 2. serê banê avahiyekê bi keresteyê pêwist ava kirin ranik rana biçûk rapêçan/radipêçe/rapêçe 1. tiştek li tiştekî din 332 raperişandin alandin 2. paçik kirin raperişandin/radiperişîne/ raperişîne darijtin, darotin raperîn/radipere/rapere 1. ser hildan 2. pêngav avêtin rapêç bapêç rapêçan/radipêçe/rapêçe li dorê alandin rapêçîn/radipêçe/rapêçe li dorê alîn rapêlk cureyekî haletên çandiniyê ye û pê giyayê dirûtî komî ser hev dikin rapêş kirin 1. nîşan dan 2. pêşkêş kirin raqetandin/radiqetîne/ raqetîne 1. jê dûr xistin 2. jê veqetandin raqetîn/radiqete/raqete 1. jê dûr ketin 2. jê veqetîn rarûyî yekî ketin 1. nav tê dan 2. ji rê derxistin raser aliyê fêzê rasernav sernavê mijarê yî ku datînin jora nivîsê rasine weris raspartin/radispêre/ raspêre 1. emanet kirin 2. pala xwe dan rast 1. neçewt 2. durist 3. heqîqet 4. meydan 5. pêşber *“mirin tê rastê, çavê tevan li revê” -bi rastî di heqîqetê de -rastî hev hatin 1. pêrgî hev hatin, hev dîtin 2. hevrû bûn 3. çav pê ketin

  • “goşt, rastî kesê bi

diran tê” rastbîn kesê ku heqîqetê nas dike rastek amûreke pîvandinê ya ku ji dar an jî lekê tê çêkirin û pê dirêjahiya xêzan tê pîvan; rastkêş rasteqîn heqîqî rasterast 1. yekser 2. derbest rasterê riya ku xulpî tê de tune ye û li ser ramaneke baş ava bûye rasterê bûn 1. ketin riya rast 2. averêyî ramaneke baş bûn rasterê kirin 1. danîn ser riya rast 2. averêyî ramaneke baş kirin rastexêz xeta ku rasterast hatiye kişandin rastênhev xêzikên ku bi berayî dirêj dibin û bê payan in rastgir muhafezekar rastgo sadiq, rastbêj *“kumê rastgoyan, tim qetiyayî ye” rasthatin tesaduf rasthatinî tesadufî rastî 1. heqîqet 2. neçewtî 3. duristî *“rastî, tehl e” rastker kesê ku nivîsan ji aliyê rêziman, xalbendî û rastnivîsê ve sererast dike rastkêş cedwel, xêzkêş rast kirin 1. têkûz kirin 2. sererast kirin *“heke mar xwe rast neke, di kunê de naçe” rastmane 1. rasterast û yeksere 2. bê derew û ne qestbane rastnivîs (r) îmla, vekît rateqandin/raditeqîne/ rateqîne bi darê zorê qewirandin rateqîn/raditeqe/rateqe xwe ber darê zorê ranegirtin û revîn rav 1. werzîşa girtin an jî kuştina sewalên kovî; nêçîr 2. nîşaneya ducaniya jinan a ku wekî belekiyekê di rûyê wan de xuya dibe rava nîşan -ravayî yekî kirin nîşanî yekî kirin rave şîrove ravekar şîrovekar ravekew nêçîra kewan rave kirin şîrove kirin, îzah kirin ravgeh nêçîrgeh ravker nêçîrvan rawe (r) teşeya lêkerê -raweyên pêşkerî di hevokê de teşeya deman nîşan dide -raweyên daxwazî di hevokê de karê ku tê nîgaşkirin nîşan dide rawest 1. navber 2. careke bêhnvedanê rawestan sekn rawestandin/radiwestîne/ rawestîne sekinandin rawestgeh cihê sekinînê -rawestgeha dagirtina sotemeniyê cihê ku navgînên raguhastinê lê sotemeniyê hildigirin rawestîn/radiweste/raweste sekinîn raweşandin/radiweşîne/ raweşîne 1. şek lê dan, lê xistin 2. belav kirin raweşîn/radiweşe/raweşe 1. lê ketin 2. belav bûn rawêj [I] 1. texmîn 2. zen 3. bîrbirin 4. şikbirin rawêj [II] 1. şêwr 2. hêvotin rawêjer 1. şêwirmend 2. hêvojkar -rawêjerê leşkerî şêwirmendê eskerî rawêjerî 1. şêwirmendê 2. hêvojkarî -rawêjeriya bazirganiyê saziya şêwirmendiyên têkildarî ticareta navxweyî, neteweyî û navneteweyî rawêjgeh 1. saziya şêwr û hêvotinê 2. civata 333 rawêjgeh 334 rawêj kirin şêwr û hêvotinê rawêj kirin 1. pê şêwirîn 2. ji dêv axifteyeke berdar hildan rawêjî 1. têkildarî şêwr û hêvotinê 2. texmînî raxistin/radixîne/raxîne 1. danîn erdê 2. rapêşandin raxît bihuk raye 1. hêzdarî 2. desthilatî rayedar peywirdar rayedarî peywirdarî -rayedariya zagonsaziyê peywirdariya qanûndanînê rayêl xeta gêreba, telefon û hwd; têl -rayêl kirin bi dirêjahî raxistin erdê rayêx ferşik û raxistinên nava malê rayîş kar û barên ku her kes pê qayîl e -rayîşa bazarê rêbaza danûstanê raz sir, bîs razan/radize/razê 1. paldan, nivîn 2. veketin, ramedîn 3. welidîn *“av û agir radizên, dijmin ranaze” razandin/radizîne/razîne 1. nivandin, telexewî kirin 2. ji bo karekî dirav mezaxtin razanxane jûra nivistinê razber tiştê ku ne berbiçav e razepeyv peyv û nîşaneyên ragihandinê yên ku tenê ji aliyê xwediyên bikarhêner ve tên zanîn -razepeyv avêtin ber (da ku tu kes pê nehese) jê re şifreyek çêkirin razgir kesê ku ragihandinên rêvebirekî bi rê ve dibe razî 1. pejirandî 2. qebûlkirî 3. sertewandî *“her qazî, ji xwe razî” razyane cureyekî çêreya ku di dermansaziyê de tê bikaranîn reben 1. belengaz 2. xizan, feqîr 3. bêsiûd rebenî 1. belengazî 2. xizanî 3. bêsiûdî rebeq bi hev re, li ser hev, pêk ve -ev deh salê rebeq in ku ev deh salên li ser hev in ku ref 1. komeke çivîkan 2. dor 3. rêz 4. depeke ku bi dîwarî ve tê qayîm kirin û tişt li serê tên rêzkirin

  • “her teyr bi refa

xwe re ye” refandin/direfîne/birefîne xalîçeya qulbuyî hêvîs kirin refank refa dîwarî refes çirtikavêtina sewalên çarpê bi lingên paşîn; lotik refes kirin çirtik avêtin, lotik avêtin reftar 1. helwest 2. tevger reg rehên dar û çêreyê regez 1. nijad, irq 2. nifş regezperest neteweperest reh 1. kok 2. rêşî 3. rêç -reh û rêşiyên xîretê tê de nebûn ji sehek û hestên rêzdariyê bêpar bûn -reh lê ranebûn hêmanên mêraniyê tê de nebûn reha tiştê ku bêguman dê biqewime rehek nebat reheknasî zanistên ku pisporiya wan hêşinahiyên li ser rûyê zevînê ne rehet 1. aram 2. mezbût 3. bihuzûr 4. xweş rehetî 1. aramî 2. mezbûtî 3. bihuzûrî 4. xweşî

  • “nizanim, rehetiya can

im” rehidandin/direhidîne/ birehidîne 1. êşandin 2. azirandin rehidîn/direhide/birehide 1. êşîn 2. azirîn rehilandin/direhilîne/ birehilîne lerizandin rehilîn/direhile/birehile lerizîn rehik di lêş de riyên xwînê yên ziravik rehjen avêtina dilê sax; nebiz rehjenî avêtina dilê giyaneweran rehn 1. nerm 2. şil 3. ava wê zêde *“girara rehn, ji kêmdanî ye” rehnayî 1. nermî 2. şilayî 3. avî rehn bûn 1. nerm bûn 2. şil bûn 3. ava wê zêde bûn rehn kirin 1. nerm kirin 2. şil kirin 3. av lê zêde kirin rejî gerandina karekî ji aliyê kesekî an jî komekî ve remezan di îslamê de meha rojîgirtinê remil 1. xîz, teqn 2. fal remildar falavêj remz nîşane renc 1. azar, eziyet 2. ked 3. şkênc rencber 1. kedkar, zehmetkêş 2. sexbêrê sewalan û çandiyar *“rencber û maldar, nabin hemwar” rencîde azardîtî rencîde kirin azar lê kirin rencûr xembar rende kartîk rendol kinca ku bi pûş tê tijî kirin û di ber bîsta- 335 rendol 336 reng nan de tê çikilandin da ku mirov bê hesibandin û jê bê tirsîn reng 1. boyax, gûn 2. celeb, cure, awa *“destê dê, reng û rûyê qîzê ye” rengandin/direngîne/ birengîne boyax kirin rengavêtî 1. gewrotankî 2. verêtî 3. zibilî rengdêr (r) peyvên ku rewşa heyberan dinmînin; hevalnav rengîn boyaxkirî rengkorî şevekorî rengpîşe hoker rengrêj 1. kesê ku bi rengan tiştan direngîne 2. boyaxa qumaşî renî sêlava berfa heliyayî renîn/direne/birene alaveke zivir bi ser tiştekî re xişandin û girnozên wî jê birin renok alaveke mitbexê ya ku pê penîr sewze û hwd tên hûrkirin rep 1. req 2. çik, vît 3. zoq repandin/direpîne/birepîne 1. lê xistin 2. vepelîn ber rep bûn 1. req bûn 2. çik rast bûn reperep 1. dengê domdar ê mêşîna giyanewereke girs 2. dengê domdar ê lêdana tund reperep kirin 1. dengê meşîna giyanewereke girs hatin 2. li ser hev û bi tundî li tiştekî xistin repisandin/direpisîne/ birepisîne tepisandin repisîn/direpise/birepise tepisîn req [I] kûsiyê avê req [II] sext, hiphişk req bûn hişk û rakişandî bûn -reqbûna rehçikan hişkbûn û rakişîna rehên xwînê req kirin hişk û rakişandî kirin reqas 1. semajen 2. lotikavêj

  • “kesê ku ne di govendê

de be, fît reqas e” reqele 1. hejar 2. yax reqem jimare reqisandin/direqisîne/ bireqisîne 1. rakirin cergebezê 2. lotik dan avêtin

  • “heke xwedanê malê

li defê bide, dê biçûkan bireqisîne” reqisîn/direqise/bireqise 1. lîstin 2. lotik avêtin *“ew ber defa bêdeng jî direqise” reqitîn/direqite/bireqite 1. (erd) av hilçinandin xwe 2. ziwa û hişk bûn reqs 1. cergebez 2. lîstik û şahî 3. lotik resen 1. eslî 2. xwerû, xwemalî reş rengê qîr û qetranê

  • “bextê reş, tim ê xwedî

ye” -reş û peş kirin çav tirsandin -reş girêdan 1. (ji bo mirinekê) giramî nîşan dan 2. kincên reş (ên ku elameta şînê ne) li xwe kirin reşahî 1. temtêla rengê qîr û qetranê 2. reşî reşandin/direşîne/bireşîne 1. belav kirin 2. rijandin reşbelek name, mektûb reşbîn kesê ku bûyerê bi neyînî dinirxîne reş bûn 1. rengê reş lê xuya bûn 2. qemirîn reşe 1. elametên nenas ên ku ji ber tirs û xeyalan li ber çavên mirovî dikevin 2. rendol reşeba bayê jêrîn reşedar di zivistanan de temtêla bêbelgbûna darên daristanan reşekurmancî 1. ji çanda kurdan hûnandî 2. ji sedî sed kurdî Reşemî meha duyem a salnameya zayînî reşenivîs nivîsa ku di asta amadehiyê de ye nehatiye têkûzkirin; muswede reşêle cureyekî çivîkên ku dişibihin qijikan lê ji wan biçûktir in reşik [I] 1. zencî 2. reşe

  • “filan keso reşikê şevê

ye” reşik [II] bîbika çavî reşik [III] cureyekî çêreya ku tevî toraqê dikin reşî erdê ku lê berf nebariye an jî berfa wê ya heyî heliyaye reş kirin 1. bi rengê reş rengandin 2. xêzeke reş kişandin ser nivîsekê reşnivîs reşenivîs reşokî cureyekî tifingên kevn e reşpoşî kesê ku di şînekê de kincên reş li xwe dike û xemgîniya xwe diyar dike reşreşk 1. bîbika çavî 2. bihareteke dendikreş û hûrik e rev 1. firar 2. bez 3. mişextîkarî

  • “cih heye, rev

ji mêraniyê çêtir e” revandin/direvîne/birevîne 1. bezandin 2. jê standin 3. bi lezgînî hildan û birin revaştin/direvêşe/birevêşe kotin revde keriyê gur û kûçikan revend 1. kesê ku ji welatê xwe bi dûr ketiye 2. 337 revend 338 revêtin civat 3. komel -revenda kurd kurdên ku li derveyî welêt dijîn revêtin/direvêje/birevêje (ji bo teşedanê) dar darijtin revî kerî, revde revîn/direve/bireve bezîn *“agir berda malê, revî xwe da palê” revîrevî bi lez û bez -bi revîrevî çûn di navbera meş û bezê de bi rê ve çûn revok 1. firarî 2. mişextî revrevk sîtavk û elametên ku li ber çavan peyde dibin; serab, leylan rewa 1. bi serbestî bikaranîna mafekî 2. tişt, gotin û kiryar ên qanûnî yên ku mafê mirovî heye pê rabe; meşrû, cayîz rewa bûn 1. serbest bûn 2. meşrû bûn, cayîz bûn rewal nûciwanê ku hîna simbêlên wî derneketine rewan 1. şareza 2. tiştê ku diherike; herk 3. jiyana domdar rewanbêj kesê ku di hûnandina peyv û hevokan de şareza ye û li gorî rêzimana wî zimanî nakeve çewtiyan; fesîh rewanbêjî fesahet rewan bûn hîn bûn rewanî şarezatî rewan kirin hîn kirin rewatî/rewayî qanûnî, meşrûtî rewd komasiya hesabekî rewend koçer, çolger rewendî koçerî, çolgerî rewêl ajala jakaw rewiqandin/direwiqîne /birewiqîne hesp bezandin rewisandin/direwisîne/ birewisîne 1. kizirandin 2. çilmisandin rewisî 1. kizirî 2. çilmisî rewisîn/direwise/birewise 1. por û pirç şewitîn, kizirîn 2. çilmisîn, zibilîn *“quzê ku par rewisiye, îsal jî bêhn dikevê” rewişt 1. sinc 2. xwî û xislet 3. dab û nêrît 4. exlaq -rewişta kurd xwî û xisletên kesayeta kurdan rewneq 1. îhtişam 2. kawîtî 3. şemal û ronahî rewneqdar 1. muhteşem 2. kaw 3. bişemal û ronîdar rewş 1. temtêl 2. werz 3. hal *“neyar bi rewşa neyêr nizane” -rewşa awarte temtêla ku ne asayî ye rewşen ronak rewşenî ronahî *“kincên baş, rewşeniya dinyayê ne” rewşenbîr ronakbîr rewt şiva dirêj rex 1. kêlek, alî, ta 2. tûş -rex û çan derûdor -li rex û çanên xwe nihêrtin li der û dora xwe mêze kirin rexne destnîşankirina şaşiyan û dîyarkirina riya çareserkirinê; tenqîd -rexneya avaker rexneya ku ji bo başkirina temtêlê tê kirin -rexneya kavilker rexneya ku bi mebesta ajaweyê tê kirin rexnegir şarezayê rexneyê rexnegirî şarezatiya rexneyê rexne lê kirin/lê girtin tenqîd kirin rext fîşengdank reyîn/direye/bireye 1. ewtîn 2. çeleçel kirin

  • “kûçik ji kî aliyî bitirse,

wir de direye” rez 1. bax 2. baxê tiriyan

  • “bihar û havînê rez, zivistanê

jî pez” rezalet rezîltî Rezber meha nehemîn a salnameya zayînî rezîl kesê ku karekî nebaş kiriye û rûmeta wî zede girtiye rezîl bûn li pêşberî xelqê bêrûmet û bêqedr bûn rezîl kirin li pêşberî xelqê bêrûmet û bêqedr kirin rezîltî rewşa ku kesê rezîl ketiyê; riswatî rezvan baxvan rezvanî baxvanî rê 1. cihê ku tê de karê çûn û hatinê pêk tê 2. azîne 3. fesal 4. huner

  • “çiyayê bilind, bê berf û

rê nabin” -rê dan destûr dan -bi rê ketin dest bi meşê kirin; derketin seferê -bi rê ve birin îdare kirin -bi rê ve çûn meşîn rêbaz 1. qayde 2. fesal 3. azîne Rêbendan meha yekemîn a salnameya zayînî rêber serokê rêvebir; serkêş

  • “aqil, rêberê merivan

e“ rêberî rêzanî, serkêşî rêberî kirin serkêşî kirin, rê nîşan dan rêbir [I] rêber, rênîşandêr

  • “texmîn rêbir e, aqil

hakim e” rêbir [II] eşqiyayê ku riya xelqê dibire û wan dişêlîne rêbirî 1. serkêşî 2. eşqiyatî rê birîn li ser cihê çûn hatinê astengî çê kirin rêbiwar rêwî rêbiwarî rêwîtî 339 rêbiwarî 340 rêç rêç 1. şop 2. dewsa piyan -rêç gerandin şop gerandin -rêç kirin li pey hev rêz kirin rêçal jajî rêçalî xwarinên wek mast, penîr, jajî û hwd; spîtahî rêder 1. kesê ku destûra kirina kar û çalakiyekê dide 2. cih an jî riya derketinê rêgeh [I] bihurgeh rêgeh [II] guzergeha gerestêrkan rêgez 1. qayde 2. fesal rêgir rêbir rêhesin riya şemendefiran a ji zamokan pêkhatî rêje 1. nisbeta hejmarî 2. jê parçeyek rêjgeh 1. cih, ger an jî çala ku av dirijê 2. şîp, şelale rêjing 1. çeka ku fîşengan li pey hev davêje 2. qulik rêjî kirin maliştin rêjkar kesê ku tiştan di qaliban de ro dike rêjkarî karê di qaliban de rokirina tiştan rêjne taviya baranê rêjnebaran barana gur û boş rêjîk çeka agirber a ku dikare li ser hev çendek guleyan biteqîne rêkeft peyman rêkeftname metnê peymanê rêk û pêk 1. bipergal 2. têkûz rêl daristan *"agir bigire rêlê, ter û hişk dê pêk ve bişewitin” rênc jana masûlkeyan; xamî rêncî rewşa jandana masûlkeyan a ji ber westanê; xam rêncî bûn (masûlke) ji ber westanê ajinîn; xam bûn rêncî kirin masûlke bi westanê êşandin; xam kirin rênîşandêr rêber rêpî xerc û mesrefa rê rêpîvan 1. qayde 2. meş rêsî xuroma girêdayî; balî rêstin/dirêse/birêse 1. ta û bend hûnan 2. ta bi teşiyê çêkirin *“gava dewlet birêse, ga golikê dadilêse” rêşî bendên ku ji ber firêta tevnê mane û bi tiştê hûnandî ve daliqî mane

  • “konê bê rêşî, ji konan

der e” rêş kirin darotin rêşte nifş rêtin/dirêje/birêje 1. tiştê avî belavî erdê kirin 2. her çi hebe belavî erdê kirin *“ava miriyan, merêje nava deriyan” rê û rêçik usûl û qayde -rê û rêçikên ayînî usûl û qaydeyên pêkanîna îbadetan rêv pirça berzikê -di çata rê de rêv rûçikandin 1. di eşkeretiyê de karên şermê pêk anîn 2. bêminet tevgerîn rêvaz ribês rêveber 1. desthilat 2. rêberê saziyekê -rêveberê pêwendiyan kesê ku di sazî an jî dezgekî de têkiliyan bi rê ve dibe rêveberî 1. desthilatdarî 2. rêberî -rêveberiya herêmî desthilatdariya di destê devereke welêt de rêvin gemar rêvin bûn gemar bûn rêvin kirin gemar kirin rêwişt 1. mîzac, xeyset, xislet 2. serinc, taybetmendî rêwing rêwî rêwingî rêwîtî rêwî 1.misafir 2. mêvanê rê *“bi şevê rêwiyê serê riyan, qeda li ber piyan” rêwîtî misafirtî rêx gemara heywanan

  • “golik diçin, rêxa xwe li

cem gayê mezin dikin” rêxistin 1. tevger 2. sazî rêxok 1. qûngemar 2. qûngincî rêxokî rewşa îshalê ya ku bergiriya wê dijwar e

  • “çêlekeke rêxokî, garanê

dilewitîne” rêxole rodiya qalind rêxazî rêxokî *“çêleka rêxazî, navê garanekî garanê xera dike” rêz [I] 1. dor 2. şîştir 3. setra nivîsekê 4. çarîna helbestê -rêz bûn ketin dû an jî kêleka hev -rêz kirin dan pey an jî kêleka hev rêz [II] 1. giramî, hurmet 2. qedrdanî -rêz girtin 1. giramî nîşan dan, hurmet kirin 2. qedr dayîn -rawestana rêzgirtinê temtêla giramînîşandanê rêzan 1. murşid, rêber 2. rênîşandêr Rêzanan Rezber rêzbendî keyskirina mijaran li gorî rêbazekê; tesnîf rêzbend kirin senifandin, ji hev deranîn, vawêr kirin rêzdar birêz, muhterem rêzepirtûk 1. çend pirtûkên di mijarekî de 2. çend pirtûkên heman 341 rêzepirtûk 342 rêzgir nivîskarî rêzgir kesê ku giramiyê digire rêzik 1. setra nivîsê 2. qanûn rêzikşikên derveyî rayîşa asayî rêzil zincîr rêziman (r) hemû rê û rêçikên rastaxaftin û rastnivîsandina zimanekî rêzimanî nivîsar û gotara ku li gorî rêçikên zimên hatiye derbirin rêzikname zagon-name rêziman navê giştî yê hemû rê û rêçikên zimanekî ye rêzîn 1. di rêzê de 2. cureyekî solên erzan ên ku pale û rencber pê dikin rêz kirin 1. li pey hev danîn 2. rêç kirin 3. kirin şîştirê rêzname nivîsara fermî ya ku karê rewa yê endam û bernameyên her rêxistinekê tê de hatiye çespandin ribês cureyekî çêreya çêjtirş a ku terîterî tê xwarin ricifandin/diricifîne/biricifîne 1. lerizandin 2. hejandin ricifîn/diricife/biricife 1. lerizîn 2. hejîn ricimandin/diricimîne/ biricimîne 1. (zinakar) bi kevirkirinê kuştin; kevir kirin 2. şermezar kirin ricricîn/diricrice/biricrice soromoro bûn riçilandin/diriçilîne/biriçilîne xurekekî rehnevîçkî çêkirin riçilîn/diriçile/biriçile xurekekî rehnevîçkî çêbûn rifse erdê avî yê ku ne dêm e rih pirça rû *“aqil di seriyan de ye, ne di rihan de ye” -rih berdan pirça rûyî dirêj kirin û kur nekirin -rih kur kirin pirça rûyî tiraş kirin riha 1. rizgarî 2. felat 3. serfirazî riha bûn 1. rizgar bûn 2. filitîn 3. serfiraz bûn riha kirin 1. rizgar kirin 2. filitandin 3. serfiraz kirin rihan cureyekî çêreya bêhnxweş a ku tevî toraq, penîr û xurekan dikin rihet aramdar rihet bûn arimîn rihetî aramdarî rihet kirin 1. arimandin 2. jan birîn 3. bi dilê xwe lê dan rijandin/dirijîne/birijîne 1. rêtin 2. (tiştên avî) herikandin, ro kirin rijd îsrar rijd bûn bi îsrar bûn rijde rişte rijdî rewşa îsrarkirinê rijîn/dirije/birije (tiştên avî) herikîn, ro bûn rijî [I] ariya tiştên şewitî rijî [II] gerandina karekî ji aliyê kesekî an jî saziyekî ve; rejî rijî [III] 1. bêrûn 2. tisî rik 1. înad, engir 2. înk 3. hêrs *"merivê aqilsivik, tu cara li neke rik" -ji rikan ji ber înad û hêrsê rikane bi înadî rikdar 1. înkdar 2. engirî 3. hêrshatî rikeber 1. hevrik 2. rijdbûyî rikeberî 1. hevrikî 2. înkdarî rikeh qefesa ku kewan dikinê rikêb zengiya zînê hespan -rikêbî hev kirin êrîşî hev kirin riko 1. înadkar, engirok 2. înkdar 3. hêrshatî rikrikîn/dirikrike/birikrike 1. ricifîn 2. lerizîn rim cureyekî lomê cengî yê berê ye; mizreq rimandin/dirimîne/birimîne herifandin rimbaz şervanê ku lomê cengî bi kar tîne; mizreqbaz rimj ewr rind 1. bedew 2. delal rindî 1. bedewî 2. delalî rinek amûreke paqijkirinê ya ku bi serê wê ve porçeyek heye û ji bo pir mebestan tê bikaranîn ringering dengê lêxistin û qirçîniyê ringering kirin qîrçeqîrç kirin ripin 1. qevd, baq 2. gurz ripinîn/diripine/biripine (giya û dar) rehên wî/wê pir û bi xurtî di erdê de çûn *”giya, li ser binê xwe diripine” riprût 1. bêkinc 2. bêdirav 3. bêgiya 4. bêgoşt risas cureyekî madenan e risasî rengê gewr ê birqonek risil îsil rist 1. peywir 2. setra nivîsê 3. werisê ku kincên şûştî li serê tên raxistin riste 1. hevok 2. pexşana birêkûpêk ristin/dirêse/birêse rêstin risti 1. stûvank, gerdenî 343 risti 344 rist kirin 2. helbest rist kirin li gorî rêgezekê keys kirin riswa 1. rezîl 2. şermezar 3. bêxîret *“ew kesê ku di bin xwe re li kesan binêre, ew tim rezîl û riswa ye” riswa bûn 1. rezîl bûn 2. şermezar bûn 3. bêxîret bûn riswa kirin 1. rezîl kirin 2. şermezar kirin 3. bêxîret kirin riswatî 1. rezîltî 2. şermezarî 3. bêxîretî rişk hêkên spiyan rişkîn kesê ku spî û hêkên spiyan ketine nav porê wî rişk kirin spiyê hêk kirin rişte cureyekî xwarina ku ji hevîrê wekî bendan qutkirî tê çêkirin; rijde rişwet bertîl ritam lîl ritil mengiraniyeke bi qasî heşt kîloyan e ritl her du gunên nêrzayan ritlo kesê ku gunên wî werimîne ritlo bûn gunikî bûn ritloyî gunikî ritimandin/diritimîne/ biritimîne 1. xitimandin 2. tepisandin hev ritimîn/diritime/biritime 1. xitimîn 2. tepisîn hev rivişt netewe, nifş rivîn 1. alaf 2. holepîtik riwange 1. çepera nêrînê 2. tûşa mêşa çekekê rizandin/dirizîne/birizîne 1. peritandin 2. kevn kirin 3. terkî mirinê kirin rizbe toqeya kemberê rizde menteşeya deriyan; qulabe rizgar 1. filitî 2. serfiraz rizgar bûn 1. filitîn 2. serfiraz bûn rizgarî 1. felat 2. serfirazî rizgar kirin 1. serfiraz kirin 2. riha kirin rizinde rizde riziyayî 1. peritî 2. kevn

  • “dermanê diranê rizyayî,

kişandin e” rizîn/dirize/birize 1. peritîn 2. kevn bûn rîçal rehçikên dar û çêreyê yên di bin erdê de rîp 1. fêl, gilor 2. dek û dolab rîs tayê ji liva û hiriyê -rîs rêstin (bi teşiyê ji liva û hiriyê) ta çêkirin rîş kînor, kunêr -rîşê mirovxur şêrpence/ penceşêr rîtil pîne û potik; kincik rîtin/dirî/birî 1. (mirov) gemar kirin, gû kirin 2. (dewar) silepor kirin, rêx kirin 3. (çivîk) zîrç kirin 4. (pez) bişkul kirin 5. (ker û hesp) ters kirin, terskul kirin 6. (se, gur, rovî û hwd) pîsî kirin

  • “aqile kurî, se tê de birî”

-dûrî xwe rîtin bi quretî tev gerîn, xwe kizeve kirin rîvele çermikê pir ziravik û tenik ro roj *“kinca hevalan ro û danek, hespa hevalan bez û meydanek” robar çem, rûbar rodî doran, nûbar *“kula sê, di rodiyê gur de ye” roj 1. 24 saetên demê 2. demên ku tav tê de xuya dibe *“filan keso, çav li roja reş e” -bi roj wexta ku tav heye û neçûye ava -bi şev û roj bi sibeh û êvarê -roj dîtin 1. halxweş bûn 2. dewlemend bûn rojane 1. heroj, hero 2. destheqa ku ji bo keda rojeke karkerekî tê dayîn 3. karê ku her roj pêk tê rojanî destheqa keda rojekê rojava tûşa ku tav tê de diçe ava; xerb rojavayî 1. kesê ku ji parzemîna ewropa û emerîkayê ye; xerbî rojbaş! beyanîbaş rojbend çerxa ku gerestêrk û cismên esmanî ên din tê de digerin; rojgar rojcebîn enîroj rojev bernameya wê rojê rojgar çerxa demê rojgeran gerestêrk rojgîn kesê ku tenê roja ku tê de ye hesab dike rojhilat tûşa ku tav tê de hiltê; şerq -rojhilata navîn der û dorên Mek, Medîne û Qudsê rojhilatî kesê ku ji parzemîna asyayê ye; şerqî rojimêr salname rojing bixêrî rojik edese rojî ji berbangê hetanî êvarê dûrketina ji xwarin, vexwarin û têkiliya zayendî; mang -rojî girtin (ji berbangê heta mexrebê ji xwarin, vexwarin û têkilîdanîna zayendî) dest berdan rojname weşana rojane ya bûyeran rojnameger kesê ku pîşeya wî rojnamegerî ye; rojnamevan rojnamegerî pisporiya weşanên demdiyar rojnivîsk nivîsarên ku li 345 rojnivîsk 346 role gorî mêjûyên pêkhatina wan hatine hûnandin role zarok Rom 1. kesê romayî 2. şeşerûtên niha li ser axa romayiyên berê rûdinin

  • “hukumdarê Romê, hevalê

segan e” Roma dûgeleke dîrokî ye û navenda wê li Ewropayê bû ron 1. birqonek 2. vekirî 3. şil û avî 4. aşkera ronahî şewq û şemala ku tarîtiyê winda dike *“av ronahî ye, ji avê metirse” ronak 1. birqonek 2. zelal 3. rewşen ronakbîr rewşenbîr rondik hêstir ronî 1. beraq 2. rewşen 3. cêreyan/gêreba ronîdar rewşen ronyas cureyekî çêreya ku jê boyax tê bidestxistin rop dewleta romê ropo romayî roqroqe lingdirêj roro 1. heroj 2. roj bi roj rovî [I] cureyekî heywanên çolê ye û bi konetiya xwe ve navdar e

  • “navê gurgî derketiye,

roviyî dinya xera kiriye” rovî [II] rodî, doran rox xweliya hişk rozî rizq rubad nêrekew ruh pifa ku li ber hemû giyaneweran e û pê dijîn; giyan ruhistîn melkemot (melekê mewtê ango mirinê); Ezraîl eleyhiselam ruhvegerîn jîndarbûna piştî mirinê rux ser û çav ruxsar rûsar, xemsar rû 1. ser û çav 2. ser û sîçe 3. sikûm 4. dêm *“bila rûyê mirovî bêşê, lê zikê mirovî neêşê” -rû jê badan jê çerixîn -rû spî bûn beraet kirin, bêrî bûn rûbar ava ku di çeman de dikişe; robar -rûbarên seholîn çemên qeşayî rûbalgeh pîneyê ku dikêşin ser balgehî rûber endazeya dirêjahî û berahiya cihan rûbirtin/rûdibire/rûbibire 1. hûrhûrî kirin 2. girnoz jê birin rûçik sikûm, sîma *“nan, bi rûçikan tê xwarin” rûçikandin/dirûçikîne/ birûçikîne 1. pûrt jê kirin 2. verûtin 3. destverû kirin 4. şêlandin rûçikîn/dirûçike/birûçike 1. pûrt jê daweşîn 2. herişîn rûdan [I] bûyer rû dan [II] 1. qewimîn 2. şûm kirin, nehs kirin rûdemî rojane rûgeh qible rûgehnas amûra ku di seynika wê de tîrkeyeke miqnatisî heye û herdayîm cemsera bakurî nîşan dide û pê îstiqamet tên naskirin; qiblename rûgerm xwîngerm, sergerm rûgeş devbiken rûgêr nehs, şûm rûken 1. dilgeş 2. xweşik 3. devbiken rûmet 1. şeref 2. giramî 3. hêjatî 4. rêz *“keça malê bi rûmet e, karê wê bê minet e” rûmetdar 1. bişeref 2. biheysiyet 3. hêja 4. birêz rûn zêt, bizir, don -rûnê genî li ser nanê xwe dîtin bi qezenceke kirêt ve şa bûn û fortê xwe kirin rûnas kesê ku pir caran hatiye dîtin û her kes qelafetê wî nas dike rûnbirêjk 1. tawe 2. boçesêlîn rûndank amana ku rûn dikinê rûnerm bêhnfireh rûniştin/rûdine/rûne 1. danişîn, nîştin 2. niştecih bûn rûn kirin zêt kirin, bizir kirin rûnpêj tawe, rûnbirêjk rûpel aliyekî kaxezê; sahîfe, per -pergala rûpelan di malperê de awayê ku berg hatine amadekirin rûpûş her tiştê ku rû vedişêre rûreş 1. şermezar 2. bêheya 3. riyakar, durû 4. qelbezan rûreş bûn şermezar bûn rûreşî şermezarî rûreş kirin şermezar kirin rûro ruyê ku wekî kilora rojê ye rûs rût û repal rûsar 1. rûtirş 2. bêmizêc, bêmehde rûspî [I] 1. serek 2. zana 3. kemilî rûspî [II] 1. bêtawan 2. xwedanrûmet rûspîtayî rûspîtî rûspîtî [I] 1. serwerî 2. zanatî 3. kamilî rûspîtî [II] 1. bêtawanî 2. birûmetî *“keça baş, rûspîtiya bavê xwe ye” rût 1. repal, uryan 2. erdê vikvala 3. malketî rût bûn 1. repal bûn 2. 347 rût bûn 348 rûtirş (erd) bêçêre bûn 3. îflas kirin rûtirş bêmirûz, pirçî rûtî hejarî rût kirin 1. kinc jê xistin 2. qalik jê qeşartin 3. şêlandin 4. di qimarê de her tişt jê birin rûv 1. rêv 2. navran, berzik rûvî endamê ku gemara di aşikê de dikêşe derveyî cendêk; rodî, doran -rûviyê barik dorana ziravik rov pirça berzikê; rêv rûxandin/dirûxîne/birûxîne 1. hilweşandin 2. texrîb kirin

rûxîn/dirûxe/birûxe 1. hilweşîn 2. xera bûn