Wîkîferheng:demirhan-q

Ji Wîkîferhengê


q/Q tîpa bîstemîn a alfabebeya kurdî ye; dengdareke ku cîderka wê ezmandevî û qirikîye, awayê belavbûna wê girtî û hişk e qabiliyet 1. hêza pêkanînê 2. huner û pîşe qabqab şimikên ku binê wan darînî ye qabûr parçeyên şikestî ên tas û qasikan qaçanî tasika ji porselenê qaçil [I] qaşil, qalik qaçil [II] bişku qaçil kirin 1. spî kirin 2. dapîtin *“li pişt baranê qaçil dike” qaçî kirin (jin) por kurtisandin qad 1. meydan 2. war, dews 3. delîve qadî dozger *“dinya qadî ye, her kes ji xwe razî ye” qadûk beroşa biçûk; qasik qaf 1. tiştê req û vala 2. tasa seriyî qaf bûn parçe bûn qafik 1. kaxetîta ku pê serê banan tê avakirin 2. guldanka dûvedirêjkî ya ji kaxetîtê qafilqeda qezaya nedîtî û nebînayî qaf kirin parçe kirin qafok gildîna ku lêkend bi xwe re tîne qafqafî parçeparçeyî qafqafî bûn parçeparçeyî bûn qafqafî kirin parçeparçeyî kirin qafqiloz derdanên ji xweliyê; kaxetît qaj 1. cureyekî daran e 2. qaş -fisteqa qajê berên dara qajê qajeqaj qîjeqîj qajên qîjên, qîjînî qajik benîştê ku ji dara bênîşt tê bidestxistin qal [I] behs -qala yekî kirin behsa yekî kirin qal [I] tişt req, pehn û tenik qalbox dermanê ku birînên ajalan didin da ku kurmî nebin qalebal axaftina beletewş 311 Q 312 qalib qalib amûra ku tiştan tê de ro dikin; bilûl qalik 1. qaşil 2. amana valakirî 3. qaşilê fîşenga teqandî

  • “bila zikê mirovî

têr be, bila bi qalikê dêr be” qalind stûr *“qalind hetanî zirav dibe, zirav diqete” qalind bûn stûr bûn qalind kirin stûr kirin qal kirin [I] 1. behs kirin 2. qise kirin *“aşiq birçî dibin, qala nanê dawetan dikin” qal kirin [II] (zîv ji madenên din) dawerivandin qalo kevirê tehtevêlkî yê ku nan li ser tê pijandin; qafika nanpehtinê qalonçe bihukeke ku zirarê dide gênim qam bejn *“qam qama kermêşê, deng dengê gamêşê” qamçûr kamçûr qame 1. cureyekî xenceran e 2. sator an jî kêrikeke ku bi serê tivingan ve dikin û di şerên ku du eniyên dijmin dikevin nav hev de tê bikaranîn qamik 1. movik 2. tiliya beranekê qamir 1. giyayê qert 2. qamîş qamir bûn (giya) qert bûn qamîş/qamûş leven qamk tiliya mezin qamkinik 1. bejnkinik 2. xirdik qang paqijkirina bi hilm û gilmê qang kirin bi hilm û gilmê paqij kirin qanik [I] kefkanî qanik [II] cureyekî çêreyê ye û jê benîşt tê bidestxistin qanî razî qanî bûn razî bûn qanî kirin razî kirin qantir sewala ku ji têkiliya di navbera hesp û keran de çêdibe; hêstir

  • “qantir nazê, xwê şîn

nabe” qanûn zagon qanûnî zagonî qap 1. gotina ji qewarê xwe mezintir 2. axaftina gir û qelew -qap berdan ji xwe mezin axaftin qapût kinceke stûr a zivistanî ye; sako, qemsele qaq [I] vizvizîk -qaqa ser cemedê aqilsivik, selemtî qaq [II] 1. hêk 2. (di zimanê zarokan de) tiştê şikestokî -qaqa reş hêka reş a ku nîşaneya karesata herî mezin e 313 qawêr -li qaqa reş asê kirin tûşî felakete pir mezin anîn

  • “li ser me bû roja

reş, em asê kirin qaqa reş” qaq [III] qeşa -qaq girtin qeşa girtin qaqê 1. hêk 2. (di zimanê zarokan de) tiştê şikestokî

  • “biçûkayî dibêje

hêk, mezin dibe û dibêje: ‘qaqê’ ” qaqil cureyekî çêreyê ye qaqlîbaz cureyekî çivîkên zeryayî e qaqreş kundirê qemer qarandin/diqarîne/biqarîne 1. qîjandin 2. zêrandin qarç [I] cureyekî daran e qarç [II] hestiyê qorikê qarçik hêt *“berû da bizinê, dest avête qarçike” qarçikî kesê ku hestiyê qorika wî şileke bûye; xawûşe qareqar qajeqaj qareqar kirin qajeqaj kirin qarên qîjên qarik kesê bêçare qarix di nav bîstanekî de kerdiyên sewzeyan qarîn/diqare/biqare 1. qîjîn, qîrîn 2. bang kirin

  • “mirîşk biqare, hêkê

dike” qarînî qarên qarot bistikê giyayî qartik bizmarê darînî qarûşe siqayîla çilpiyan qas 1. miqdar 2. heyam -vê qasê vê gavê qasid peyamber, berdevk -qasidê qolfelekê melkemot, ruhstîn qasik 1. feraqên ku tê de xwarin tê pijandin 2. derdan *“qasikan malêse, bi alastinê zik têr nabe” qaş kevirên giranbiha yên ku di gustîl, gerdenî û tiştên din de tên çikandin -qaşa çavî şûna ku çav tê de ye qaşil 1. qalik 2. hûrik û mûrikên bermayî *“kara necaran, qaşilên daran” qaşo xwedîgiravî qat 1. tetqal 2. her parçeyekê du tiştên ku li ser hev in; taq, ta qat bûn 1. duta bûn 2. tewîn qat kirin 1. duta kirin 2. tewandin 3. keys kirin qatqatî 1. her parçeyekê pir tiştên ku li ser hev in; taqtaqî, tatayî 2. keyskirî qatqatî kirin ber bi jor li ser hev keys kirin qawêr gergere 314 qawit qawit cirî, erzaq qawûş 1. kember, qûş 2. bûjenên ku ji zaxkirina niftê çêdibin qax mêweyên hişk-kirî yên ku dendikên wan jê hatine avêtin qax kirin (mêweyên ku dendikên wan hatine avêtin) ber tavê hişk kirin qayde rêbaz qayil razî qayil bûn razî bûn qayîm muhkem û şidiyayî qayîm bûn şidîn û xurt bûn qayîm kirin şidandin û xurt kirin qaz cureyekî sewalên bibask a malê ye *“qaz bi qazan re baz bi bazan re û mirîşka kor bi dîkê kulek re” qazim bendê ji hiriya hêştiran qazî hakimê dadwer

  • “heke qazî nebe, kumê

xwe ji xwe re bike qazî” qe/qet 1. tu/çu, hîç 2. ma, ma qey *“qe berkêş, bi mêvanan geş?” -qe na qet nebe, hîç nebe -qet nebe hîç nebe qeb binavêlîstin, zorankirin qebale kirîn û firotina bi giştî qebalek dolaba ku di qefa dîwêr de tê çêkirin qebare qeware qebeqeb dengê domdar ê xwendina kewan qebeqeb kirin (kew) bi awayekî domdar xwendin qebrax 1. deyûs 2. jinfiroş qebraxî 1. deyûsî 2. jinfiroşî qebûl bûn 1. pejirîn 2. peyitîn 3. çespîn qebûl kirin 1. pejirandin 2. peyitandin 3. çespandin qebz rewşa bêtenduristiyê ya ku doran gemara hundirî navêjin derve qebz bûn gemar di doranan de hişk bûn û derneketin derve qed bejn qeda bela, felaket, karesat qedandin/diqedîne/biqedîne kuta kirin qedeh 1. piyan 2. îskan

  • “qedeheke jehrê vexwe,

lê qurteke qehrê vemexwe” qedemgeh destşok, daşir qedexe 1. fermana nekirinê 2. heram qedexe kirin 1. fermana nekirinê dan 2. herimandin 3. heram hesibandin qedîm tiştên berê û kevn qedîn/diqede/biqede 1. xelas bûn, kuta bûn, red bûn 2. biriyan qedr 1. giramî, rêzdarî 2. nirx, biha *“qedrê mêvanan, qedrê Xwedê” qed û qamet bejn û bal qef 1. cihê vala yê wekî sîwanekî di ber kevir û newalan de 2. cihê talde û qûze 3. hawirdor, çember qefaltin/diqefêle/biqefêle 1. girtin 2. bi dest xistin 3. zirze kirin qefare kilîleke mezin a darînî ye qefare kirin bi qefareyê kilîl kirin qefçil kirêt qefes 1. sersîng 2. paçika dorgirtî û tenik a ku tiştê li hundir ji derve ve tê dîtin qefilandin/diqefilîne/ biqefilîne li ber sermayê qerisandin qefilîn/diqefile/biqefile ji ber sermayê qerisîn qefle 1. ref 2. kerî qefş 1. baqek giya 2. por qehirandin/diqehirîne/ biqehirîne 1. rik anîn, hêrs anîn 2. behicandin 3. ji kerban teqandin qehirîn/diqehire/biqehire 1. rik hatin, hêrs hatin 2. behicîn 3. ji kerban teqîn qehitîn/diqehite/biqehite xela û tunetî lê peyde bûn qehr 1. zulm û pêkutî 2. xem û keser *“mirov ji ber qehran, xwe davê behran” -ji qehran tetirxanî bûn ji kerban mirin qehreman mêrxas, egîd qehremanî mêrxasî, egîdî qehwe rehekeke ku dendikên wê tên hêran, di avê de tê kelandin û ev av digel şêkir di pinganan de tê vexwarin qehweyî di rengê qehweyê de; qemerê tarî qel elok qela cureyekî maden ê ku wekî hêsin tê bikaranîn qela kirin alav an jî aman bi qelayê rûpûşkirin qelafet temtêla lixwekirina yekî; ser û sîçê qelandin/diqelîne/biqelîne 1. qijirandin 2. ji nav birin 3. qetliyam kirin

  • “an em bixemi-lînin,

an biqelînin” -binçirk qelandin bi reh û rîçalan ve hilqetandin û şewitandin qelareşk cureyekî reşêlekan e 315 qelareşk 316 qelaştin qelaştin/diqelêşe/biqelêşe 1. dirandin 2. qul kirin qelax 1. qûçê kermeyên jenandî 2. sarcîn qelb [I] dil qelb [II] qulebî, teqlîd, sexte *“gayê qelb, barê giran hilnade” qelem amûra nivîsandinê; pênûs qelembir/qelemtiraş amûra tûjkirina serê pênûsên darînî qelemdank aman an jî tûrikê ku pênûsan dikinê; pênûsdank qelemon dîkê elokan qelemzirêç cureyekî pênûsên darînî ye û bûjena zirîçdar a di nava wê de dinivîse qelend şert û heqên jinê ên ku ji bo zewacê dide pêşiya kesê xwestî *“keça mîran, bi qelendê gavanan nayê” qelend birîn şert û heqên jina ku hatiye xwestin diyar kirin qelender jîr û jêhatî qelenderî jîrtî û jêhatîtî qeleş minexet û xayîn qeleşî minexetî û xayîntî qelew 1. stûr 2. kok qelew bûn 1. stûr bûn 2. kok bûn *“beq çiqas kok dibe, qûn ewqas lê qelew dibe” qelew kirin 1. stûr kirin 2. kok kirin qelibîn/dielibe/biqelibe 1. dan ber xwe û çûn 2. noqî tev bûn 3. wergerîn -tê qelibîn 1. lê asê bûn 2. noqî tev bûn qeliqandin/diqeliqîne/ biqeliqîne 1. gêjomêjo kirin 2. nav tê dan 3. tehrîk kirin qeliqîn/diqeliqe/biqeliqe 1. şaşopaşo bûn 2. niçîn qelişandin/diqelişîne/ biqelişîne 1. derizandin 2. dirandin 3. kirin çend biran qelişîn/diqelişe/biqelişe 1. derizîn 2. dirîn 3. bûn çend biran qelizandin/diqelizîne/ biqelizîne xwe vedizîn, fizirîn qelizîn/diqelize/biqelize 1. lê telandin, pêdizkî bi rê ve çûn 2. li benda firsendekê man qelî goştê qelandî *“ji serê qijikan, qelî çênabe” qelîn/diqele/biqele 1. bi tîna germê req bûn 2. li ser agirî pijîn 3. ji ber bêaviyê çilmisîn 4. ji navê çûn, binevat bûn qelîsêl goştê di sêlê de qelandî; sêleqelî qelîştek 1. derz 2. cerx 3. qul qelqeloşk nanê ku li ser sêlê qelyaye û dema xwarinê kirekir jê tê qels 1. zeîf 2. lawaz 3. jor 4. hejar 5. yax qelsemêr 1. mêrê ku tenê bi navê xwe mêr e 2. nemerdê ku di lisfê mêrxasan de xuya dike 3. şindokê mêran *“bila mêr bi destê mêran bêne kuştin, ne bi destê qelsemêran” qelsî zeîftî, lawazî, jarîtî qelş 1. derz 2. cerx 3. qul qelûn darcixare qemalax di rojên berfî de nêçîra kewan a bê çek qemandin/diqemîne/biqemîne qemirandin qematik pêçeka zarokê qemb cewiyên zeliqî qemç boçik, dûv, dêl qemçik cureyekî baskê ku ji çerm û têla zirav dihûnin da ku pê ajalan bibezînin; şelaq qemer rengê qehweyî yê girtî qemerdîn pestîlê arûngan qemirandin/diqemirîne /biqemirîne 1. (bi tîna germê) reng lê tarî kirin 2. kizirandin qemirîn/diqemire/biqemire 1. (bi tîna germê) reng lê tarî bûn 2. kizirîn qemsî paşbêj qemtik destmala hevrêşîmî ya biçûk qemûşk qalikên birînê qenc 1. baş 2. rind 3. delal qencî 1. başî 2. rindahî 3. delalî *“qencî, qenciyê nas dike” qend şekir qendav ava kelandî û xalî ya ku şekir berdane tev qendîl çira qenter amûra ku barên giran dikêşe qentere stûna wekî lûleyeke dirêj qepûşk şeytanok qer rengê reş ê birqonek qeram [I] taqet, mecal -ji qeramê ketin ji qudûm ketin qeram [II] dervank qeramûşk quncirok qerandin/diqerîne/biqerîne 1. veterisandin 2. vepesirandin 3. jan jê birandin qerar biryar *“dinya soz û qerar e, ne behs û bazar e” qerar dan biryar dan qerase 1. telhîn û dirêj, tot û dirêj 2. malêle qeraş aşvan *“derdê qe- 317 qeraş 318 qerax rêş, av her ser êş” qerax 1. kêlek 2. kêleka çem û zeryayê qerd qerz qereçî 1. cingene 2. qelaçêker

  • “keçika qereçî

nabe xatûn” qeresî gêlas qerem leven, qamîş qerf 1. henek 2. tinaze, tirane qerfî mizahî qerfok henekbaz qerimandin/diqerimîne /biqerimîne 1. westandin û ji qudûm xistin 2. tevizandin qerimîn/diqerime/biqerime 1. westîn û ji qudûm ketin 2. tevizîn qerisandin/diqerisîne/ biqerisîne 1. tepisandin 2. cemidandin qerisîn/diqerise/biqerise 1. tepisîn 2. cemidîn qerîn/diqere/biqere dev jê berdan qerîngan korîgan qermiçandin/diqermiçîne/ biqermiçîne bi ser hev de quvaştin qermiçîn/diqermiçe/biqermiçe 1. xaromaro bûn 2. xiltomilto bûn qermîçok 1. xilimxaro 2. xiltomilto qernebît kelem qeroş evîna hunerê qerome darekî devçeqel î ku bi kêrî çemandina destikê gopalan tê qerpal 1. pîne û potik 2. zîvalzîvalî 3. bi ser hev de rizîn qerqaş çîlspî qerqef avdank, badîn qerqeşûn 1. pola 2. tiştê pir hişk qerqîlk qaxê xerûzeyan qerqûde 1. skêlet 2. kelax qerqere qerqûde qersîl cehê ter qersûn dîzika devfireh qert 1. giyayê qamir 2. mirov û sewalê pîr qert bûn 1. (giya) qamir bûn 2. (mirov û sewal) pîr bûn qertaf [I] (r) îlaweyên ku wateyeke nû didin peyvan qertaf [II] hingivê herî nû yê mêşa hingivî qerwaş berdestiya jin; cêrî qerz tiştên ku heta maweyeke diyarkirî hatiye hildan; deyn qerzdar deyndar qesab 1. goştfiroş 2. kesê ku serê sewalên ku goştê wan tê xwarin jê dike, digure û kelepîçe dike 3. kujerê bêrehm qesd 1. arman 2. niyêt qesel bistê giyayê çinandî yê ku li erdê maye; qirşik qesem sond qesik bûjeneke ku dişibihe tevna tevnepîrkê û hin kurmikên bihukan asteke jiyanê di nav de dimînin qesîl şanişîna li pêşiya malê qesîs 1. xesîs 2. çiriz 3. bexîl qesp [I] xurme *“diyarî qesp in, şûndiyarî hesp in” qesp [II] biçêxeke ji zêrî qespik firindeyek e qesr koçk û sera qesrawî wekî koçk û serayan qest [I] meqsed, mebest -bi qesta yekî/tiştekî bi mebesta yekî/tiştekî qest [II] derew -ji qestan qestîka qestbane qestîka qestîka bi derewînî qeşa cemed -qeşa girtin cemidîn qeşadank amana ku cemedê dikinê qeşartin/diqeşêre/biqeşêre qaşil spî kirin, qalik jê xistin qeşeng 1. bedew 2. rind qeşmer 1. olintî, selemtî 2. bêkesayet *“gur pîr dibe, dibe qeşmerê roviyî” qet [I] qe qet [II] werisê kinik; qetik -qet û bend şirît û kindir qetab pêvek qetandin/diqetîne/biqetîne 1. qut kirin 2. qurçimandin 3. quraftin 4. dirandin qetik werisê kinik ê ku pê bar û piştî tên girêdan qetîn/diqete/biqete 1. qut bûn 2. peritîn 3. qurçimîn 4. qurifîn 5. dirîn

  • “av di cihê gelş de diqete”

qetl kuştina bi neheqî

  • “qetla mêran, li erdê

namîne” qetl kirin bi neheqî kuştin qetmer tetqal qetran 1. qîr 2. rengê reş qetran kirin qîr kirin qetûf selika tiriyan qevd [I] baq, destî qevd [II] destika kêr, şûr û hwd qevdik dûvçik qewad qebrax, deyûs qewal serokê êzdiyan qewan alava ku newayan tomar dike qeware 1. qalib 2. teşe, dirûv 3. qeys 4. birîna kûr qewarok erdê kifşkirî qewartin/diqewêre/bi- 319 qewartin 320 qewaztin qewêre qewirandin qewaztin/diqewêze/biqewêze 1. bi ser re gav kirin 2. bi ser re bazdan qewimîn/diqewime/biqewime 1. bûn 2. pêk hatin 3. rûdan qewirandin/diqewirîne /biqewirîne 1. cehimandin, deherandin 2. dehfandin, veder kirin qewitî 1. tembîh 2. şîret 3. hêvotin qewitî lê kirin 1. tembîh kirin 2. şîret kirin 3. hêvotin qewîn 1. qayîm 2. şidiyayî 3. muhkem qewl 1. gotin 2. peyv 3. salix *“qewlê Nebî, sê caran e” -bi qewlê mezinan bi gotina pêşiyan qewm milet, gel *“qewma kewê, kurmê hev e” qewnik kundirê avê qey 1. tu dibejî hema wisa ye 2. dibe ku wisa be jî qeyar bûjena zeliqandina amanên ji kaxetîtê qeyd amûra girêdana piyên hêsîr û girtiyan qeydik [I] bazinê ku davêjin stû an jî piyan û pê girêdidin qeydik [II] 1. movika ku destan bi milan ve girêdide 2. movika ku piyan bi lingan ve girêdide qeyd kirin 1. zincîr kirin 2. tomar kirin 3. nivîsîn qeyran 1. buhran 2. alozî -qeyrana aborî 1. lawaziya îqtisadî 2. kêmdebarî qeyre 1. kesê navsere 2. maldemayî; nezewicî -qeyre bûn di mal de man û şû nekirin qeyrejin/qeyremêr jin û mêrên ku heta temenê navsaletiyê şû nekirine qeys pîvan qeysik darikên ku kêmlebat didin bin milên xwe da ku pê bimeşin qeysî arûng qeytan cureyekî qumaşê birqonek î kêmber e û pê dora pirtiyan tê neqişandin qez hevrîşim qeza 1. biryara Xwedê ya di heqê yekî de 2. bobelat 3. xeletiyeke ji ber xemsariyê *“roj diçe, qeza naçe” qezaz 1. hevrîşimfiroş 2. kincdirû qezî kirin axaftin qêxane hêkerûn qêrqaş bi berahî qible li her dera cîhanê îstiqameta Kebeyê -qibleya xwe şaş kirin xurifîn û ji rastiyê averê bûn qiblename rûgehnas qiç/qiçik [I] 1. hindik 2. biçûk qiç [II] ling qiçî cureyekî çereya ku nepijî tê xwarin qiçrût lingtazî qidîk/qidqidîk rewşa ku ji ber temasa destekî biyanî li hin cihên hesas dikeve û kenê mirovî tê qidûm [I] awa, tehr, celeb qidûm [II] taqet, hêz -qidûm şikestin 1. bêhêz man 2. ser û sîçe xera bûn qijik 1. cureyekî firindeyan e 2. reben *“ji serê qijikê, qelî çê nabe” qijilandin/diqijilîne/biqijilîne qijirandin qijilîn/diqijile/biqijile qijirîn qijirandin/diqijirîne/biqijirîne 1. di rûn de sor kirin 2. tîna germê zêde kirin 3. pir derew kirin qijirîn/diqirile/biqirile 1. di rûn de sor pijîn 2. tîna germê zêde bûn 3. şer giran bûn qijnik qirnî qilalî panêr û notirvan qilalî kirin payîn û notirvanî kirin qilamcik çivîkek e qilç 1. di lîstikê de serkeftin 2. xwar 3. cihoka avê -qilç kirin 1. di lîstikê de jê birin 2. xwar kirin -qilç qut kirin xwar birîn qilêr qirej, nepaqij qilêwî feraq qilik kilîla darînî ya deriyan qilinc kirin (ji ber serma an jî nexweşiyê) xwe guvaştin hev qilî bûn xidikîn qilîç tiliya herî biçûk a dest û piyên mirovan qiloç stroyên heywanan

  • “gayê ku qiloçê xwe li

dîwaran bixe, rojekî dê qiloçê wî bişkê” qilozan qulopanî qilpik îskînîkirina ji ber têrbûnê qilqilik cureyekî kilîlên darînî ye qilqilîç qilîç qilûmik goc, qop, kop qimar 1. lîstina ser tiştan 2. merca bi berdêl qimarbaz kesê ku qimar dilîze *“kesî negotiye: ‘ev mala dizan û qimarbazan e” qimil cureyekî kêzikan e qinare debaxane, mezbehe qinc bi dirêjahî qincok xêza bi dirêjahî; hêlîlar qinik cihê ku mirîşk, qaz û werdek lê tên êwiran- 321 qinik 322 qinût din, pin/pinik qinût çikûs, bexîl qinyat/qinaet 1. bawerî 2. qîmpêanîn *“ji axê pirtir tuneye, mar bi qinaet jê dixwe” qir 1. mirin 2. kuştin qiraç çapa navbera du xêzên ku hev dibirin qirak qijika reş qirar qerar *“hesp bi hefsaran, mêr bi qiraran” qirask 1. ziyandar 2. bela bêpere ya ku bi pêsîra xelqê ve digire 3. letemeya rûyan 4. kesê ku miseletî serê xelqê dibe

  • “xwedî kir bi destê xwe,

kir qiraskê serê xwe” qir bûn 1. mirin û tune bûn 2. binçirk lê qelîn qirç dengê şikestina dar, lek, hestî û tiştên req qirçandin/diqirçîne/biqirçîne dengê qirçîniyê pê xistin qirçeqirç dengê domdar ê sotina daran, teqîna guleyan an jî hûrbûn û şkestinê qirçên 1. dengê ku ji ber egera rakêşan an jî vekirina movikên laşî tê 2. dengê şikestinê qirçînî qirçên -qîrçînî pê ketin şîrqînî pê ketin û şikestin an jî ji hev derketin qird cureyekî heywanan e û ji bilî peyivîne hemû bizavên mirovan dubare dike qirdik 1. sersar 2. rêşkenî 3. jina ku navê wê bi nebaşiyê derketiye qireqir dengê mirîşka berhêk qireqir kirin (mirîşk) berî hêk-kirinê qîjeqîj kirin qirêj 1. qilêr, nepajij 2. lewitî qirej bûn 1. qilêr bûn 2. lewitîn qirêj kirin 1. qilêr kirin 2. lewitandin qirêjok kesê ku ji gemar û gemariyê aciz nabe qirên şer û pevçûn qirik qewrî, stûqulk -qirika dirêjî kêrê kirin ji mirinê netirsîn -qirik ziwa bûn 1. pir tî bûn 2. gewrî qirqiçîn 3. ji tirsan qutifîn qirnî geneyên hûrik; qijnî Qirjal Bircê Duvpişkî qir kirin 1. kuştin û tune kirin 2. kuta kirin 3. kok lê qelandin qirneqos qirneqot qirneqot texterewan qirp dengê şikestinê; xirt -qirp bûn şikestin -qirp kirin şikandin -qirp şikestin ji nişkê ve xirt şikestin qirpik qilpik -qirpik jê hatin ji ber têrbûnê iskînî pê ketin qirqiçandin/diqirqiçîne /biqirqiçîne 1. dev û ziman lê ziwa kirin 2. tî kirin qirqiçîn/diqirqiçe/biqirqiçe 1. dev û ziman lê ziwa bûn 2. tî bûn qirş têlên giyayê ziravik -qirş û qal gildîn û arekê binê giyayî qirşik qirşên hûrik qirt 1. parçe, piç 2. bertîl 3. hîlebaz -qirt xwarin bertîl xwarin qirtik qalikên ku bi ser birînan ve çêdibin -qirtikên porî pirtikên ku ji çermê seran dadiweşe nav porî -qirtik dan qalik dan qirtî hîlebazî, qulebazî -qirtî li serê yekî kirin qulebazî li serê yekî kirin qise kirin 1. behs kirin 2. qal kirin *“bav ji bajêr tê, law jê re qise dike” qisim 1. beş 2. par 3. bir qisimqere kirin 1. parparî kirin 2. belawela kirin qismet nesîb *“kes nikare qismetê kesî bixwe” qitî ecûr qiyame hevraz qiyamet jîndarbûna piştî mirinê *“ez he me û qiyamet im” -roja qiyametê (ji bo hemû mexlûqetan) roja jîndarbûna piştî mirinê qîç [I] çavê korevîçkî -qîç bûn çavkortik bûn -qîç kirin çavê xwe nêzîkî girtinê kirin qîç [II] 1. bilind 2. bel 3. derkeftî -qîç bûn 1. bilind bûn 2. bel bûn 3. diyar bûn -qîç kirin xuya kirin qîçik zerê vekirî; rengê kayê qîçilokî 1. zerotankî 2. kesê ku ji ber nexweşiyekê rûyê wî zer bûye qîjandin/diqîjîne/biqîjîne 1. qîrandin, awazeke bilin jê derxistin 2. zêrandin 3. giriyandin qîjîn/diqîje/biqîje 1. bi awazeke bilind bang dan; qîrîn 2. zûrîn 3. girîn qîl di tûşa dawiya lêvan de du diranên jorîn û duyên jêrîn ên ku tûjtirên diranan e -qîlê xwe di yekî de çikandin kesek kirin ber lepê xwe û pê karîn qîm 1. têrî 2. razîtî -qîma xwe pê anîn 1. jê çavtêr bûn 2. jê razî bûn 323 qîm 324 qîmet -qîm kirin têrê kirin qîmet 1. qedr 2. biha 3. giramî qîq [I] 1. çik 2. ziq 3. şek -qîq rabû şipê 1. çik rabû ser piyan 2. rabû şekan 3. li ser piyan ziq bû û sekinî qîq [II] 1. mok û hestî; kelax 2. lawaz 3. kesê bejndirêj qîq bûn bûn mok û hestî; bûn kelax qîqeqîq dengê dîkan qîr [I] bûjeneke ji niftê ya ku dirijînin ser xîçên riyan da ku ji hev belav nebin -qîr û qetran reş û tarî -qîr û sîr bela û şetele -qîr kirin xîç û xîştorê rê bi qetranê tepisandin hev qîr [II] qîj *“hevalê qîrê, nikilbigû ye” qîrandin/diqîrîne/biqîrîne qîjandin qîrîn/diqîre/biqîre qîjîn qît 1. çiqil 2. bel û ber çavan; qîç qîtik 1. çiqilk 2. gilê qîz keç *“qîzê bixwaze bi dilê kalan, hespê bikire bi dilê xortan” qîzap keça apî qîzmet keça metê qîzxal keça xalî qîztî 1. keçinî 2. keça birayê bûkê qoç [I] 1. qiloç 2. careke lêxistina ajalên biqiloç; tel -dan ber qoçan bi qiloçan dehf dan qoç [II] kemîna ku ji bo nêçîra ajalên kovî tê danîn; dafika dirindeyan qol [I] 1. dûvkinik, boçkinik 2. huçikqol qol [II] 1. car, teql 2. bir -vî qolî vê carê qolinc 1. kulang 2. êşa ku dikeve kulangan -qolincê yekî şikandin (da ku êşa sermilan bê birîn) kesek di kulangan de guvaştin qopçe cureyekî bişkojkên dubeşî ye û beşa biserî bi beşa biqul ve dizeliqe qopik binikên baçikan qoqiz 1. qirtik 2. girtik qor [I] kalê hophopo/hizhizî; keftor qor [II] 1. şîştir, rêz, dor 2. ref qorç qoç *“qorç, ji beran re ne bar in” qorede heywanê jar; yax qoreqor oreor qorên orên qorik hêt, qarçik qorî çaydank qorzî gihaneka du xêzên ku rastî hev tên; çivange, 325 qulîzên goşe *“kevrê giran, kevirê qorziyê ye” qose darcixare, qelûn qoş (giyanewer) derxistina tiştê hundir qoş dan xwe 1. (sewala ku dizê) zor dan têjikê da ku derkeve 2. (jina ku diwelide) zor dan zarokê da ku derkeve 3. (gîre) zor dan gemarê da ku derkeve qot [I] 1. hop, balûle 2. parî *“gur, bi du qotan namire” qot [II] gupika çiyê; lûtke qotik [I] nexweşiyeke xedar e; xeneqûtik *“qehr û qotika dinyayê naqede” qotik [II] 1. kêrt, gir 2. serî qotik [III] binika baçikê qotik [IV] 1. derd, kul 2. gotina tûj *“xerab ji kul û qotikan, baş jî ji dost û yaran xalî nabin” qotik [V] 1. şeşar 2. kevnegêzî qotik [VI] kurmekî doranan e qotik [VII] goc qube avahiyê ku li ser banê mizgeftan di şêweyê nîvê hêkekî de tê çêkirin Quds bajarê pêxemberan ê li Filistînê *“mirov bi pirsê, diçe Qudsê” qul 1. kun 2. derz 3. qelş 4. cerx 5. tîş *“qul fireh bibe, pîne nagire” qulac maweya ji sermilekî hetanî sertiliyên milê din qulbik lenger, xepar qul bûn 1. kun tê de çêbûn 2. derizîn 3. qelişîn 4. cerx pê ketin 5. tîştîşî bûn qule ker û hespê ku rengê wan belekiyeke ji reş û zer pêk tê qulebaz kesê ku karên têvel dike û hîleyan tîne serê xelqê qulebazî fêlbazî, sextekarî qulefîskî rûniştin li ser simûçkan rûniştin qulibandin/diqulibîne/ biqulibîne 1. wergerandin 2. vegerandin 3. çilmisandin qulibîn/diqulibe/biqulibe 1. wergerîn 2. vegerîn 3. çilmisîn quling balindeyeke lingdirêj e *“çi tê serê qulingê, ji qajîna qulingê ye” qulik kunên biçûk *“gûmişk, di qulikên dîwaran de pir in” qulîzên 1. gazî û hewariya komelî ya di demên ku bûyereke bi tirs an jî 326 qul kirin nexweş rû dide; hêwirze 2. di rewşên awarte de dengê dûdika hişyariyê qul kirin 1. kun tê de çêkirin 2. derizandin 3. qelişandin 4. cerx pê xistin 5. tîştîşî kirin *“baranê erd şil kir, zîpike erd qul kir” qulopanî destdanîna erdê û qewaztina çep an jî rast; teqle qulopanî kirin dest danîn erdê û bi ser an jî bin xwe re qewaztin qulopilo sixtopixto quloz 1. bilind 2. hevraz

  • “gotin: ‘dîno heştirme

çi ye?’; got: ‘serberjêra qûn-quloz’ ” qulozan qulopanî quloz bûn 1. bilind bûn 2. hevraz bûn *“nifirên ku quloz bûne ezmanan, bi şun de vedigerin xwedanan” quloz kirin 1. bilind kirin 2. hevraz kirin qulp 1. destikê girtinê yî çemberkî; çembil 2. kuna bişkojkan *“belaya xelqê ji dûrê tê, ya me ji ber qulpa tûrî tê” -qulpa çavan kortika çavan -qulpa derziyê kunika ku şûna bendtêrekirinê ye -qulp pê ve kirin bi îftirayekê soxî kirin qulqule rizde qulqulî 1. tîştîşî 2. kunkunî qumaş pîneyê ku jê kinc û hwd tên çêkirin; pirtî -ma qumaşê alê ye? çira ewqas bibiha ye? Qunbere stêrkeke ku di nîveka havînê de dertê û pir bi şemal e; Qurix qunc kunc -quncê jorîn di civatan de cihê payebilind quncal qulac quncik kuncik quncirandin/diquncirîne/ biquncirîne bi tiliya beranekê û şehadetê berk guvaştin quncirûk careke quncirandinê quraf tirs û xof quraftin/diqurêfe/biqurêfe [I] 1. badan 2. tewandin 3. guvaştin 4. tirî çinîn quraftin/diqurêfe/biqurêfe [II] 1. bêhavil man 2. ji ber tirs û dehşetê bêqidûm bûn 3. jan kêşan Quran pirtûka pîroz a ola îslamê qurban 1. sewala ku ji bo Xwedê hatiye serjêkirin 2. cangorî *“ker nabe qurban, bihayê kerê dibe qurban” -qurbana vî kurî, teşt firot legan kirî zarokê bêxêr, tiştê giranbiha di riya tiştê erzan de dimezêxe -qurban dan 1. (ji bo Xwedê sewaleke ku bi kêrî qurbanan tê) ser jê kirin 2. gorî kirin -qurban kirin gorî kirin qurcûm giyayê ku ber ajalan dimîne û ji bo şewateyê tê bikaranîn qure pozbilind -qure bûn pozbilind bûn -(xwe) qure kirin xwe kizeve kirin qureder nifrîneke di wateya “jehrê bixwe!” an jî “hiş be!” de ye qurequr dengê beq û zikê vala qurequr kirin beqê û zikê vala deng derxistin qurf qamîşê ku terîterî tê çinîn; levenê zirav qurfik selik qurifandin/diqurifîne/ biqurifîne (tiştê hişk) bi tewandinê qut kirin qurifîn/diqurife/biqurife (tiştê hişk) bi tewînê qut bûn Qurix Qunbere qurm 1. zikê darê yî qelew 2. gewdeyê darê

  • “agirê gur, di qurman

de ye” qurmiçandin/diqurmiçîne/ biqurmiçîne guvaştin û pelixandin hev qurmiçîn/diqurmiçe/ biqurmiçe ji ber guvaştinê civîn û pelixîn hev qurnaz kone qurnazî konetî qurom bûn bêpêjn û bêtevger bûn; lev piçikîn -(xwe) qurom kirin bêpejn û bêtevger bûn; xwe gilê kirin qurqurbeg 1. seg 2. kûçik (mêr) 2. lotê (jin) *“ji heft salan salek, aîdî qurqurbegê ye” -kurê qurqurbegê kûçikê kurê kûçikan; segbav qurt gum, fir qurtandin/diqurtîne/biqurtîne 1. di gewriyê de berjêr kirin 2. fir kirin qurtik berkurk qurût 1. di lîstikê de jêbirin; fît 2. peyveke ku ji sewalan re tê gotin ku avê vexwin qurût bûn 1. di lîstikê de jê çûn; fît bûn 2. (sewal) hucûmî avê kirin qurût kirin 1. di lîstikê de jê birin; fît kirin 2. (mirov) sewal bi fîtefîtê vexwendin avê qusan pîrotan 327 qusan 328 qusandin qusandin/diqusîne/biqusîne [I] 1. kurtisandin 2. birîn qusandin/diqusîne/biqusîne [II] xwîn an jî şîr wekî kersengan kirin qusîn/diquse/biquse 1. xwîn an jî şîr kersengkersengî bûn 2. kurtisîn qut 1. birî 2. qetiyayî qutb 1. serok 2. ji hemûyan mezintir 3. cemser qut bûn 1. qetîn 2. jê bûn qutifandin/diqutifîne/ biqutifîne bi tirs û xofê bêtevger hiştin qutifî kesê ku ji ber tirs û dehşetê nikare xwe tev bide qutifîn/diqutife/biqutife ji ber tirs û dehşetê di cih de rawestîn û neleqîn qutik cureyekî kincan ê bimil e; mîntan qutim qurmê darê qut kirin 1. birîn 2. qetandin 3. jê kirin *“darê, di bin xwe ve qut meke” quwet hêz, şiyan quz endamê mêzatiyê; şilepor (mirov), za (ajal) quzfiroş qewad, qebrax qû cureyekî teyran e qûç 1. tiştên li ser hev jenandî; gutle 2. komeke keviran 3. tijî û dagirtî

  • “mala zêran pûç e, mala

mêran qûç e” qûç bûn 1. bi ser hev de kom bûn 2. tijî bûn qûç kirin 1. li ser hev jenîn; bi keys kirin 2. tijî kirin qûn 1. qul 2. kun 3. tilora ku gemara hundir davêje derve *“qûn, bi qûnkaşkê ji kîrî xelas nabe” -qûn pan kirin 1. qelew bûn 2. niyêta rabûnê nekirin -qûnê bi min re neyê, bîna genî ji te tê quretiya bi malbatê qebûl nekirin qûndare pêlavên çêrmîn ên ku nalçeyên wan darînî ne qûnde/qûnek 1. mêrê ku qûna xwe dide gadan; lûtî 2. jina ku mêran berdide ser xwe; qehbik, fahişe qûndetî/qûnektî 1. lûtîtî 2. fahişetî, qehbiktî *”dizî bi nanekî, qûndetî bi ramûsanekî” qûnek qûnde qûnfireh 1. qûnfireh 2. bêxîret qûngiran qelewê teral qûntar bintar qûş bendê ku zînê hespê li binzikê girêdide *“heke nanê şil ket zikê meriyan, qûş xwe ranagirin” -qûş li yekî teng kirin xeneq lê şidandin qûşxane beroşa bêçembil qût 1. xwarin 2. xurek 3. alifê mirîşkan -qût xwarin û ji qûnê bûn faydeya bênamûsiyê dîtin qûze cihê ku tav jê nagire; talde