Wîkîferheng:demirhan-n

Ji Wîkîferhengê


n/N tîpa hevdehemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke ku cîderka wê diranî ye û awayê belavbûna wê girtî û difinî ye na 1. bersiva neyiniyê, dijbera erêniyê 2. carinan wekî pêşgirekê tê û wateya neyîniyê dide

  • “giliyê mêran yek e,

ya erê ya ‘na’ ” nabe ku (di zagonsaziya leşkerî de) qedexe (wek: nabe ku çekên agirber bêsedem bên teqandin!) nabînk cureyekî kerdenekan e naçar neçar naçarî neçarî nadan nemerd nadir tiştê ku kêm caran tê dîtin; degme nag hêştira mê Nahid gerestêrkek e nakok 1. zid 2. muxalif, dij nakokî 1. tezad 2. muxalefet, dijayetî nal hesinê ku li binê simê ker û hespan dixin -nal kirin 1. nal bi simên sewalan ve mix kirin 2. nal ji binê simê vexistin

  • “hêştir nal dikirin, rovî

çû û got: ‘pe pe” nalan zarîn nalandin/dinalîne/binalîne 1. zarezar pê xistin 2. êşandin û wêlewêl pê xistin nalbend pîşekarê nalkirinê; simtiraş *“nalbendê baş, mîroyan jî nal dike” nalbir firoşkarê alavên avasaziyê nalbirxane firoşgeha alavên avasaziyê nalebar 1. dij 2. berhember nalenal 1. zarezar, zûrezûr 2. wêlewêl, kûzekûz, nûzenûz nalenal kirin 1. zarezar kirin 2. nûzenûz kirin nalik şimikên ku binê wan darîn e nalîk nîvîna stûr a ku li serê tê razan; bincî, binrex nalîn/dinale/binale 1. zarîn, zûrîn 2. axîn, kû258 name zîn, kûrîn, nûzîn name [I] peyama nivîskî ya ku ji yekî re tê şandin; reşbelek -name [II] paşgireke ku di navdêre ve dizeliqe û wateya kaxeza niviskî didê namedor biryara ku piştî civînekê hatiye wergirtin; giştîname namerd nemerd namilke 1. daxuyanî 2. danezan namûs 1. ifet 2. tiştê herî pîroz ê li cem mirovî wek welat, ax, jin, zarok û hwd; rûmet *“namûs avêtine ber kû çikî, wî jî nexwariye” -namûs peymal kirin bi zorê ifet û rûmeta yekî şikandin namzed navzed nan 1. xwarineke sereke ya ku ji hevîrê arê genimî û li ser sêla sincirî an jî di tenûrê de tê birajtin, gelek cureyê wî hene 2. îkram *“av, şûna nên nagire” -nanê tisî bi dêst neketin pir xizan bûn nan dan 1. xwarin dan 2. aş dan nandar 1. mazûvan 2. mêvanperwer *“meriv bi nanekî nandar, bi çoyekî mêrxas nabe” nandank teşt an jî derdanka ku nên dikine navê *“nankor nên dixwe, nandankê jî didirîne” nandayî 1. comerd 2. mêvanperwer *“nandayî, birçî namînin” nanfiroş xwediyê firinê an jî firoşkarê nên nangir erdê bi xêr û ber nangiranî xela nanik cureyekî bîşiyan e nankor 1. xayîn 2. kesê ku qencî û çakiyê zû ji bîr dike; neşêkirandî nankorî 1. xayîntî 2. bêspasî nankorî kirin 1. xayîntî kirin 2. neşêkirandin nano kesê ku tatêla wî her xwarin û vexwarin e nanoziko 1. ne têr ne birçî 2. xebata ku tenê bi kêrî ziktêriyê tê nanpêj 1. kesê ku nên dipêje 2. aşpêj naqos 1. zengil 2. zengilê dêrê yî ku wextê ayîna filehan diyar dike -barûya naqosê birca ku zengilê dêrê tê de tê daliqandin nargîle kokos narinc malbata mêweyên wekî leymûn, porteqal û hwd 259 nav û nûçik narincî rengê porteqalê narincok cureyekî teqemeniyên ku bi dest tê avêtin narîn 1. nazik û tenik 2. nerm narvîn qeder, çarenûs nas heval û hogirên ku ji dûr û nêzîk ve bi hev re têkiliyên wan hene *“mirov, bi nasan digihê xasan” nasandin/dinasîne/binasîne agehî dan, xeberdar kirin nasirge ereboka destan a ku pê barên biçûk dikêşin cihekî nasîn/dinase/binase 1. zanîn 2. hay jê hebûn 3. pê hesîn nas kirin 1. zanîn 2. pê beled bûn 3. aşina bûn *“hesp, siwarê xwe nas dike” nasname kaxeza ku daneyên di heqê yekî/yekê de dide nasyar 1. dost, hogir 2. hevalbend nasyarî 1. dostanî, hogirî 2. hevalbendî naşor parçeyek ji rîsê zirav; nex naşte 1. birçîtî 2. xela -naşteya li ser naşteyê birsa pey birsê naştin/dinêje/binêje 1. çal kirin 2. veşartin 3. mirî kirin gorê nator nobedarê bêx; zêrevan natorî çavdêrî, zêrevanî nav [I] 1. mawe 2. ferqiyet -di vê navê de di vê maweyê de nav [II] hundir *“di nava salekê de du havîn nabin” -di nav xêrê de bî xêra Xwedê li ser te be -di nav xwîna sor de gewixîn birîneke xedar girtin û pir xwîn jê çûn nav [III] agehiya ku tiştek pê tê nasîn û zanîn

  • “navê wê Edlan e, ji mêrê

xwe re nezan e, ji xelqê re kebaniya bîst û heft malan e” -nav hildan 1. bi bîr anîn 2. bi dengekî bilind gazî yekî kirin 3. navê kesê mirî li yekî kirin -nav lê kirin pênasek lê danîn da ku pê bê nasîn -nan nivîsandin ji bo egereke rêvebiriyê navê xwe qeyd kirin -nav tê dan 1. teşwîq kirin 2. niçandin nav [IV] û nûçik 1. pênasên ku nirxê yekî/tiştekî dadixîne 2. leqebên soxkirinê -nav û nûçik lê kirin jê re navên soxkirinê peyde kirin nav [V] û nîşan salix û wesfên kes an jî tiştekî; dilq -nav û nîşan dan 1. zanîn û agahiyên der heqê yekî de eşkere kirin 2. îxbar kirin navbend navber navbendî dûrî an jî dirêjiya di navbera cihan de navber 1. mawe, mesafe 2. ferqiyet *“di navbera şûrkişandin û lêxistinê de pir zeman heye” navberkar 1. navbeynkar, kesê ku du kes an jî du koman bi hev tîne 2. kesê ku nahêle du kes an jî du kom tûşî hev bên navberkarî 1. navbeynkarî, lihevanîna du kes an jî du koman 2. astengkirina aloziya di navbera du kes an jî du koman de navbernav sernava ku di navbeyna du mijarên cihê de tê danîn navbir 1. tixûbê di navberê de 2. bêhinvedana kurt a di nava dema karî de navborî 1. navê ku bihuriye; navhatî 2. agahiya ku xulekek berê çêlî wê hatiye kirin navçav 1. navbera her du çavan 2. enî navçe bajarokê bi ser bajarekî mezin ve navçeng binçeng Navçêmk Mezra Botan navdank 1. navê ku pê hatiye nasîn; kunye 2. paşnavê ku pê hatiye nasîn; leqeb navdar bi nav û deng; meşhûr navdest kesê ji rêzê navdêr (r) navê heyberan navend cihê ku kar û çalakiyên ramyarî, civakî, çandî û hunerî lê tên birêxistin; merkez -navenda nûçeyan merkeza xeberan navendî merkezî naverast ne li çepê ne jî li rastê tam di çatê de naverok muhtewa, têxistî navêş zikêş, hinavêş navgir qertafa ku dikeve navbera du peyvan wek: reşeba, seranser, danûstandin... navgîn 1. amûr, alav 2. alavên raguhastinê ên bejî, avî û hewayî; wasite -navgina siyasî melzemeyê siyasetê -navgînên ragihandinê alavên agehdariya girseyî 260 nav û nîşan 261 nayîn navik doraneke ku di derveyê zikê zarok û hinek têjikan ve ye, di pizdankê de bi riya wê xwarinê werdigirin û piştî bûyînê tê qutkirin, lê dewsa wê wekî kortikekê dimîne navîn tiştê ku di navberê de ye -rojhilata navîn erdnîgariya ku Quds û doraliyên wê nîşan dide navkêlk newq navko navenda malê navlêk 1. şayeseya kirûyekî 2. navdank navmal nava malê; navko navmalî 1. jina ku di kar û barên malê de alîkariyê dide xwediyan 2. kelûpel û pêdivîyên nav malê (yên wekî: nivîn, aman, text û hwd) navmil cihê ku (ji aliyê pişta mirovî ve) dikeve navbera her du milan; serpîl navneteweyî tiştê ku di nava hemû gelan de tê naskirin; navmiletî, beynemilel navnêrî di çêreyê de beşa ku bejn davêje û tov digire navnîşan agahiya ku cih û warê tiştekî nîşan dide navno bi çêyî an jî neçêyî derketina navê kesekî

  • “navê gur, navno derketiye,

roviyî dinya qelandiye” navpişt ji serpîlan hetanî kovika qûnê navok navik *“nav hebe, navok tuneye” navran 1. şeqa kincan 2. navbera her du ranan/ lingan navrêz di nivîsanê de maweya di navbera rêzan de navroj 1. nîvro 2. xwarina danê nîvro, firavîn navsale kesê ku di temenê navîn de ye/40-50 salî ye navser ger û rastahiya li serê bilindahiyekê; serger navsere navsale navteng 1. newq 2. qûşa zînê hespan navşalik navran navxweyî hundirîn navzed berbijar, berendam navzik (ji aliyê hundir ve) cihê ku endamên hundirîn ên wekî hûr, doran û hwd tê de ne nawis 1. binanî 2. mexzena kel û melan naxêr 1. na 2. wisa nabe naxir keriyê dewêr nayîn/dine/bine 1. gayîn 2. tecawuz kirin, hiltirandin

  • “ne bine dînan,

ne jî qûna xwe bide wan” naz cilwe, delalî *“naz, taca jinan e” nazdar cilwedar, delalik nazik 1. kibar, kaw 2. tenik nazik bûn 1. kibar bûn 2. diltenik bûn naziktî 1. zerafet, kawî, kibarî 2. diltenikî naznazok cureyekî gulên ku li ber tavê diçilmisin û di hênikahiyê jî de geş dibin ne qertafa neyîniyê ne ... ne qertafa neyîniyê ya dualî *“ne bi bezê ne bi lezê kes nagihêje mirazê” neasayî 1. awarte 2. dererê 3. derehiş nebaş 1. neçê, nerind 2. qûnek nebaşî 1. nerindî 2. qûndetî

  • “ne dijminê nebaşan

be, dijminê nebaşiyê be” neban 1. sewala ku nahêle berxa wê bimije 2. tor, hîn-nebûyî 3. axozî 4. havî nebanî 1. torî û ecemîtî 2. axozîtî 3. havîtî nebat hêşinahiya ku li ser rûyê erdê ye; xerat nebez azad nebîna kor, nedîtî *“mêr mêr e çi kulek, çi nebîna, çi ker e” nebîrbir koreçemk nebû îftira necar kesê ku daran dadiroje û jê alavên malê çêdike; xerat necirandin/dinecirîne/ binecirîne darotin neçar 1. bêgav 2. bêderman neçarî 1. bêdermanî, bêgumanî 2. belengazî, bêgavî neçê nebaş, neqenc nediyar 1. mechûl, nekifş 2. neaşkera nedîtek/nedîtî 1. laylac 2. çavbirçî *“nedîtiyan dîtin, di xwe de rîtin” nedîtbar razber nefel sêbelg, keta mêrgan nefer kes -jûra yekneferî odeya ji bo kesekî tenê neferma medenî -saziyên civaka neferma mueseseyên civaka medenî (ên serbixwe) nefilandin/dinefilîne/ binefilîne 1. avêtin 2. ji ser hişê xwe avêtin nefî koçberî, qewar, tarawgeh nefî bûn 1. koçber bûn 2. hatin qewirandin 3. çûn 262 naz 263 nehşem tarawgehê nefî kirin 1. koçber kirin 2. qewirandin 3. şandin tarawgehê nefret heznekirina tiştekî -jê nefret kirin ji tiştekî hez nekirin nefs 1. kesayet 2. silektî, çilektî *“ji bo nefsê, kete hebsê” nefsbiçûk 1. dilnizm, mutewazî 2. awirşikestî nefsek silek, çilek neft aviya ku ji binê erdê tê derxistin, jê ardûyên navgînan û alavên curecureyî tên çekirin; zêrê reş -nefta xam nefta ku hê jî nehatiye veqetandin neftî şînê tarî nege îftira negotî 1. dernebirî 2. neaxiftî neguhêzbar tiştê ku ji cihê wî nayê neqilkirin; dorpêçkirî neh 1. hejmara beriya dehan û piştî heştan 2. jimareya 9’an *“neh qencî, tuxtek tirs” nehberk lîstikeke ku bi neh keviran tê lîstin nehek 1. ji neh paran parek 2. neh rojên beriya eyda qurbanê 3. rojiya di van rojan de nehem(-în) di rêza nehan de neheng [I] 1. egîd 2. dêw, ûc neheng [II] cureyekî masiyên girs û biguhan e neheq 1. bêheq 2. ji rastiyê der 3. bêdad *“neheq, lê dikeve tîra Heq” neheqî 1. zilm 2. derî rastiyê 2. bêdadî *“neheqiya vî destî, ji ya vî destî re namîne” neheqî lê kirin 1. mafê wî desteser kirin 2. heqê wî pêpest kirin nehên 1. nepen 2. derzagon nehênî 1. nepenî, nediyarî 2. derzagonî, derî qanûnan nehişî 1. jixweveçûyî 2. benckirî 3. dîn nehişî bûn 1. ji xwe ve çûn 2. tevizîn 3. dîn bûn nehmandin/dinehmîne /binehmîne li pêşberî yekî tiştek xwarin û jê nedan wî nehs 1. kone 2. şûm 3. qeşmer nehs bûn 1. kone bûn 2. şûm bûn 3. qeşmer bûn nehsî 1. konetî 2. şûmtî 3. qeşmerî nehs kirin 1. rû dan 2. şûm hîn kirin nehşem roja ku dê tu carî neyê -îro here û nehşemê were niha here û hêviya xwe ji vî karî yekcar bibire nehwirandin/dinehwirîne/ binehwirîne 1. miremir kirin 2. bildebild kirin nekelî nepijî neker/nekir 1. kesê ku ji xwe re tu karî nake; noker 2. teral *"nekero/nekiro dilkesero, kerewo/ kiriyo xwerewo/xweriyo” nekes bêkesayet neks 1. hilm û nefes 2. parxan -neks çikîn bêhn çikîn nelê 1. netêw, netê, hew 2. lênehatî nema 1. qet, qe 2. ji wir bi şun de, êdî -nema dikare ji vir şun de nikare, hew dikare nemam 1. çiqilên daran ên ku ji bo çandinê hatine amadekirin 2. şivikên darîn ku dê bibine dar; şitil neman 1. helak bûn 2. têk çûn 3. çûn hatenehatê nemaze bi taybetî, xasma nemerd 1. bêbext 2. necamêr nemêr 1. şindokê mêran 2. mêrê ku endamê wî yê zayendî bi karê xwe ranabe; tirxes *“ê ku got û kir mêr e, ê ku got û nekir nemêr e, ê ku negot û kir şêr e” nemir 1. mirovê ku xizmeteke mezin dike, navdar dibe û her çiqas dimire jî navê wî her sax li ser zimanê xelqê dimîne 2. hetahetayê, ebedî 3. bêpayan nemrût kirêt nemrûtî kirêtî nenas 1. nezan, nebeled 2. kes yan tiştê ku mirovî berî niha nedîtiye; mechûl, biyan *“her cihê nenas, payê xwe bide xas xas” nenîk hestiyê nermik ê ku bi serê pêçiyan ve hêşîn dibe û piştî ku dirêj dibe tê birîn nenîkbir alava ku pê nenîk tên qutkirin nenok jina ku zarokan nayine nepak 1. neçê 2. qirêjok nepax tifika hesinkeran nepayîdarî neberdewamî nepen 1. veşartî 2. nehên 3. nexuya nepenî 1. xwedî-raz 2. nehênî *"berf di nepeniyan de, pere ba pintiyan dimîne” nepêt 1. bêsinc û bêtaqet 2. bêçîn û gawestî 264 nehwirandin 265 nermînka nepijî xav, kal nepixandin/dinepixîne/ binepixîne 1. perçifandin 2. pif lê kirin 3. ba dan ber nepixîn/dinepixe/binepixe 1. ba hatin ber 2. perçifîn nepox 1. tiştê ku pif dane ber û perçifiye 2. pêlîstoka zarokan a ku ba dane ber neqandin/dineqîne/bineqîne 1. hilbijartin 2. ji nav re girtin neqeb 1. navbera du tiştan 2. qul, kun neql 1. raguhastin 2. car, teql neqliyat karê raguhastina baran (bejî, deryayî, hewayî) neql kirin derbasî cihekî din kirin; raguhastin neqş 1. raçandin 2. moçik

  • “gotinên pêşiyan,

wek neqşên li ser keviran e” -neqş û nîgar moçik û resm neran dara tizbiyan nerasterê neyeksere nerd cureyekî lîstikên qimarê ye nerde astengên hesinî yên li dora pêlekan û şanişînan nerdigan pêlekan nerît tetbîq nerîtandin/dineritîne/ bineritîne tetbîq kirin nerîtî tetbîqî nerm 1. nehişk, ter 2. nezivir

  • “bitirse ji germa

germ û mirovê nerm” nermahî 1. nehişkî, terîtî 2. nezivirî, xavî nerme tiştê ku bûjenên sext û zivir tê de tune ne nermegoşt goştê bêhestî nermehur hevrazê ku lê kevir û kuçik tunene nermekuxik kuxika asayî ya ku mirov jê aziyê nake nermenerm 1. wexta ku hîn nerm e 2. bi awayekî ku kes nebîne û nebihîze

  • “hêsin dikutin germegerm,

mêran dikutin nermenerm” nermijandin/dinermijîne/ binermijîne bi mizdanê nerm kirin nermijîn/dinermije/binermije (tiştek) bi mizdanê nerm bûn nermik 1. nezivir û bêgirnoz 2. rehet û aramdar -nermika guh goştê nerme yê li guçê jêrîn î guhî nermî 1. nermahî 2. musamehe 3. vehelîn *“bi nermî, mar ji qulê tê der” nermînka hêdîka nerm kirin 1. rehn kirin 2. hişkî jê birin 3. aliyê zivir jê birin *“peyva xweş, keviran nerm dike” nermofis nermok nermok 1. bêkêr 2. bêxêr

  • “ji pêl û pêlekan metirse,

ji nerm û nermokan bitirse” nesax nexweş neseb silale û esl nesîb qismet *“nesîb çi be, ew e” nesrîn gula biyanî nestêle 1. zarok 2. xort 3. kesê girîng neşmî kesê ku pûte bi her karî dide; bihîstyar neşmîtî bihîstyariya hemberî her tiştî neşter kêrika bijîjkiyê ya tenik û pir tûj neşterger bijîjkê ku pisporiya wî derz, şkestek û endamê leqiyayî ye neştergerî karê ku neşterger pê radibe neşterxane di nexweşxaneyan de jûra ku neşterger tê de emeliyatan dike dikin neşûştî gorgorê gorgor; melûn net 1. çune, sifir, (0) 2. betalbûyî, derehesab -net kirin 1. sifir kirin, fît kirin 2. betal hesibandin, ji hesaban derxistin netê 1. hêç 2. netêw netêw 1. nelê, tuneyî 2. betalbûyî netewe 1. gel, milet 2. xelq neteweyî têkildarî neteweyekî; miletî neteweperest kesê ku harê neteweya xwe û hovîtiya dijî neteweyên din rewa dibîne neteweperwer gelperwer netîce 1. akam, encam 2. dawî, aqibet -netîce dan 1. encam dan 2. bi dawî bûn netrik xemla zîvîn a eniya jinan netû 1. yax 2. eware neve keça zarokê mirovî neveçirk neveya neve û neviyî nevisî zarokê ji kesekî/ keseka din (ji bo jinê zarokên hêwiya wê, ji bo mêrî zarokê mêrê jina wî yî berê) nevî kurê zarokê mirovekî nevîçirk neviyê neve û neviyî newa 1. dengên ahengdar 2. dengên mûsîqayî newal cihokên kûr *“av ji çiyan diherike, li newalan belav dibe” newêd 1. hejmara piştî 266 nerm kirin 267 nezêk heştê û nehan 2. jimareya 90’î newêrek tirsonek, ziravqetî newêrîn tirsîn newq di lêş de her du kêlekên bêhestî û vala -newq kiyan/kutan hilkehilk kirin nex şaxên tayekî nexasim nemaze nexifîn/dinexife/binexife 1. bersojkî bûn 2. hinav xera bûn nexş hunera kêşan û çêkirina nîgar û resman li ser kevir, kaxez, pîne û hwd nexşe agehiyên erdnîgarî ên xêzkirî; xerîte nexşesazî pisporiya xêzkirina xerîteyan nexşenîgarî pîşekariya xêzkirina xerîteyan; nexşesazî next 1. neqd 2. qelend nexuya nediyar, nedîtbar nexwe wisa ye nexwende nezanê xwendinê

  • “kesê nexwende,

weke dara bê ber e” nexweş 1. kesê ku rewşa wî ya tenduristî xera bûye, nesax 2. neçê 3. kirêt *“bextê reş, mirovan dike nexweş” nexweş bûn nesax bûn, azî kirin, bi êşekê ketin nexweşî 1. nesaxî 2. nebaşî 3. kirêtî -nexweşiya dirmdar êşa ku ji kesekî bêtendurist belavî dorê dibe nexweşxane saziya tîmarkirina nexweşan ney amûreke mûsîqayî ya pifkirinê ye; bilûr neyeksan newekhev neyjen bilûrjen neyar 1. dijmin 2. reqîb

  • “ji neyaran re, zarê şirîn

û pişta hişk” neyarî 1. dijminî 2. hevrikî neyînî 1. tiştê ku bersiva wê na ye û ne erê ye; menfî 2. ramana ku aliyê nebûna tiştekî diangêje neynik şûşeya ku mînaka mirovî berevajî dike û mirov xwe tê de dibîne; awêne *“xelq, neynika meriyan e” neynûk nenîk *“filan kes neynûk tune xwe pê bixwirîne” nezan 1. cahil 2. nebeled

  • “ar, ji kesê nezan re

bar e” nezanî 1. cahiltî 2. nebeledî nezer 1. çavînî 2. çavlêgerandin

  • “nezer, keviran

jî diteqîne” nezer kirin 1. lê nêrîn 2. bi niyêta xera lê nihêrîn nezêk stewr nezir boraq -nezir kirin boraq bexişandin nezok nezêk nêçîr 1. karê lêgerîn û kuştina giyandarên kovî; seyd, rav 2. ajala ku seydvan li pey dikeve

  • “bi tajiyê xelqê, nêçîr

nabe” nêçîrgeh qada nêçîrê; ravgeh nêçîrvan kesê ku li pey kuştin û girtina ajalên beriyê û firindeyan diçe; seydvan/ravker *“nêçîrvan, nêçîra xwe nas dike” nêçîrvanî seydvanî nêk nîk nêm kêm û îltihab -nêm girtin kêm û îltihab girtin nêr 1. mêr 2. sewalê bi mûzî 3. hêşînahiya qamir a ku nayê xwarin

  • “berxê nêr, li ber du

makan e” nêrek navnêrî nêremê xunsa, jinemêr nêreng cadûbaz, sîhirbaz nêrevan pandî, panêr nêrg 1. hêzdar 2. tund nêrgiz cureyekî kulîlkan e

  • ”bi nêrgizekê bihar nayê”

nêrik qed an jî bistiya ter a giyayên ku tên xwarin nêrit rewişt û tîtal -nêrîta civakî rewişt û tîtalên ku civak ji xwe re datîne û dijberê wan tê şermezarkirin; rayîşa civakê -nêrîta giştî rayîşa ku di nav hemû civakê de tê pejirandin û dijberê wê tê sezakirin -nêrîta ramyarî rewişt û tîtalên ku rêvebiran pejirandine û dijberê wan ji çavê gelê xwe dikeve nêrî hevserê bizinê *“karê sêwî, nabe nêrî” nêrîn [I] mêrtî nêrîn/dinêre/binêre [II] 1. nihêrtin 2. mêze kirin 3. dîtin nêrîz cureyekî xenceran e nêving 1. li gor her kes û tiştî cih û warê ku lê ye 2. rayîşa civakê nêxin mêwij nêz [I] birçî -ji nêz de mirin ji birçînan mirin nêzdemirî kesê ku ji birçînan miriye nêz/nêzîk [II] 1. ne li dûrê 2. berdest nêzîk bûn 1. hatin hindê 2. li kêlekê rawestin nicimîn/dinicime/binicime lingîrî bi rê ve çûn; kulîn niçandin/diniçîne/bi- 268 nezêk 269 nijtin niçîne 1. nav tê dan 2. temas kirin 3. bi dest hişyar kirin niç dengê nepejirandinê niçeniç dengê domdar ê nepejirandinê niçeniç kirin bi peyveke nediyar nerazîtî xuya kirin niçik 1. di raçandinê de çaviyên ku davêjên firêta tevnê 2. nik, nikil niçîn/diniçe/biniçe 1. temas lê bûn 2. kirkirîn nifaq munafiqtî, durutî

  • “nifaq û îtifaq, li ba

hev nabin” nifir tikaya ji bo ku kesek /tiştek tûşî karesatekê bê *“ez bi duayên te çênebûme ku bi nifirên te jî bimirim” nifir kirin bedua li yekî kirin nifrîn nizaya xirabiyê; nifir nifsî qutikê giranbiha yê ku di bin de tê lixwekirin nifş nesil, zuriyet, dûm nifşparêz kesê ku cudahiyê dixe navbera irq, dîn û deveran, xwe ji xelqê berztir û pîroztir dizane nifşnas pisporê nesla rehek û giyaneweran niftik kibrît, pîçke nigran dudil nigranî dudilî niha 1. ne berê ne jî paşê, ev dema ku em tê de ne 2. (r) dema têdeyî nihan 1. nehên, nepen 2. veşartî nihanî 1. (di dema baran û berfê de) cihê ku mirov bikaribe xwe bi de ber; berqef 2. avayî *”ewrê sor ê spêdeyan, gazî dike karwaniyan, xwe bidine nihaniyan” nihêl erdê ku tê de çal, kort û kêrt hene nijad 1. irq, regez 2. zayend 3. netewe nijadkujî qirkirina neteweyekê nijadperest 1. regezperest 2. neteweperest nijde 1. êriş 2. talan 3. cerde nijdevan 1. rêgir û xelqşêlandî 2. talanker 3. cerdevan nijdevanî 1. rêgirî 2. cerdevanî 3. talankerî nijinandin/dinijinîne/ binijinîne bi awayek endazeyî ava kirin; jenandin nijinîn/dinijine/binijine 1. ava bûn 2. hênijîn, pokinîn nijtin/dinije/binije 1. qewirandin 2. bera yekî dan nik hind, rex, kêlek nikil 1. bêfila firindeyan 2. lûtke nikilreş nexweşiyeke firindeyan e nikilreşî firindeya ku bi nikilreşê ketiye nimandin/dinimîne/binimîne 1. nîşan dan 2. sêwirandin 3. hewandin nimêj 1. perestişa misilamanan a rojê penc danan û di hin warên din de 2. dirozge -nimêja nafileyê 1. ne nimêja ferzbûyî, nimêja xêrê 2. di îslamê de nimêja hin danên bixêr -nimêja qezayê nimêja ku di wextê wê yê diyar de nehatiye kirin -nimêj kirin îbadeta misilmanan bi cih anîn -nimêj derbas kirin di wextê wê yê diyar de nimêj nekirin -nimêj qeza kirin 1. nimêja xwe ya derbasbûyî bi cih anîn 2. ber kesekî ku nimêj derbas kirine ve nimêj kirin nimêjkar kesê ku bi berdewamî ji Xwedê re îbadetê dike *“heke nimêjkarek tunebe, pêxasekî bigire û bîne” nimînandin/dinimînîne/ binimînîne temsil kirin nimînende 1. nûner, temsîlkar 2. qasidê saziyekê nimûne 1. mînak 2. ibret niqik derince, pîle niqir kêrtik, girtik niqirandin/diniqirîne/ biniqirîne 1.kêrtik-kêrtikî kirin, girtikgirtikî kirin 2. tê de cerx vekirin niqêm cureyekî kevirên giranbiha ye niqîn/diniqe/biniqe axînî kirin, ofînî kirin niqniqandin/diniqniqîne/ biniqniqîne 1. devjenî kirin 2. belapêşkarî hev bûn niqre sîtila tehtevêlkî niqrosk dema ku xew dikeve çavan û serê mirovî xwar dibe -niqrosk hatin hênijîn û stû di aliyekî de xwar bûn niquçandin/diniquçîne /biniquçîne 1. niçandin 2. quncirandin niqut dilop, çilk niqutandin/diniqutîne/ biniqutîne dilopandin, çilkandin niqutîn/diniqute/biniqute dilopîn, çilkîn nirên dengê miremirê yî dirindeyan nirîn/dinire/binire (dirindeyên mînanî şêr, pi- 270 nik 271 nivîsgeh ling û hwd) miremir kirin nirx 1. biha 2. qedr -nirxên mirovahiyê yên gerdûnî her tiştê ku her kes giramiyê jê re digire nirxandin/dinirxîne/binirxîne 1. bihanameya kel û pelan danîn ser 2. erênî û neyîniya mijarekê destnîşan kirin; dahûrandin 3. ferisandin nişdar bijîşkê şkestekan; cerah nişdarî bijîşkiya şkestekan; cerahî nişêt nîşane, elamet nişirîn/dinişire/binişire 1. bişkuvîn 2. pizirîn nişîn/dinişe/binişe niştin nişîngeh niştingeh nişîv 1. xwar 2. nizm 3. jêr nişmî neşmî niştecih akincî, şênî, dêman niştiman 1. memleket 2. welat *“niştiman bi çekan tê vegirtin û bi çekan tê standin” niştimanperwer hezkiriyê welatê xwe niştin/dinişe/binişe 1. rûniştin 2. bi cih bûn 3. lê danîn *“ji hespê daket, li kerê nişt” niştingeh cihê ku mirov lê îqamet dike nitirandin/dinitirîne/ binitirîne [I] 1. kesek lê dan telandin 2. payandin, dan raçav kirin nitirandin/dinitirîne/ binitirîne [II] bi tiştekî tûj) dar neqişandin û li serê tiştin nivîsandin nitirandin/dinitirîne/ binitirîne [III] 1. xemilandin 2. arastin nivan 1. mêvan, misafir 2. rêwî nivandin/dinivîne/binivîne 1. bi xew re kirin 2. awilandin nivistin/dinive/binive 1. nivîn, pal dan, razan 2. telexewî bûn nivişt kaxeza ku dua lê tên nivîsandin û di cihekî de tê daliqandin; hemayîl, bazbend niviz nizm *“cihê bilind, ji mirovê niviz çêtir e” nivîn [I] cihê ku li ser tê razan nivîn/dinive/binive [II] nivistin nivîs 1. xet, mextût 2. di mijarekê de derbirina nivîskî nivîsandin/dinivîsine/ binivisîne 1. xet kirin 2. bi tîpan xêz kirin nivîsgeh 1. cihê ku kar û bar lê tên gerandin 2. kargeha ku kar û barên nivîsan lê tên gerandin nivîsîn/dinivîse/binivîse nivîsandin nivîskar 1. kesê ku berhemeke nivîskî çêkiriye 2. kesê ku bi tîpan tiştin xez kirine nivîskî kitêbî, ne devkî nivîşk rûnê nû yê mastê kiyandî nivîşkan kesê ku hin endamên wî bi nîvî nîvî dixebitin; nîvco, kêmlebat nixamtin/dinixême/binixême nixumandin nixav kûrik, pifik nixav kirin kûrik tev dan û geş kirin nixumandin/dinixumîne/ binixumîne 1. veşartin 2. çal kirin, bincil kirin 3. serpeçûm kirin nixurî zaroyê yekem ê dê û bavan nixwê tiştê ne şor; bêxwê niwênt fîlm niwêntgeh cihê ku fîlm lê tên pêşandan niyan/dinê/binê 1. gayîn 2. hiltirandin, tûş bûn 3. tewişîn niyar 1. dik 2. lîstikvan 3. karê ku lîstikvan li ser dikê pêk tîne niyarî/niyarvan lîstikvan niyaz daxwaz niyêt 1. mebest 2. daxwaz

  • “niyêta dilan, qeda

sêrî” -niyêt kirin 1. dil hebûn 2. daxwazek di zêhna xwe de gerandin 3. (ji bo îbadetekê) meqsed diyar kirin niza daxwaza ji Xwedê; dua niza kirin ji Xwedê daxwazek kirin; dua kirin nizar 1. cihê ku tav lê nagire; qûze 2. jar nizeniz dengê domdar ê daxwaza tevî girî û naziyan nizeniz kirin (bi nazî û girî) daxwaz kirin nizilandin/dinizilîne/ binizilîne 1. dawerivandin 2. raparzandin nizilîn/dinizile/binizile 1. dawerivîn 2. raparzîn nizilok parzûn nizm nebilind û daketî

  • "av, cihê nizm de dikişe”

nizmahî nebilindî û daketîtî nizm bûn daketin û bilind nebûn niznizok zarokê ku bi girî û naziyan tiştan dixwaze nîçik gilik nîç kirin 1. (heta ku dilopek jê nemîne) vexwarin, noşîn 2. bi ser xwe ve 272 nivîsîn 273 nîv kirin û bi temamî daqurtandin nîgar resim nîgare 1. wêneyê ku bi dest hatiye xêzkirin 2. moçik nîgar kirin 1. xêz kirin 2. şayese kirin 3. sêwirandin nîgarkêş kesê ku nîgareyan dikêşe nîgaş xeyal nîgaşî xeyalî, aşopî nîk 1. tîxe 2. hesinê kevankirî yê serê doxteşiyê 3. derziya kevan a masîgiriyê nîma 1. nîvê heyvê 2. hîva çardeşevî nîn 1. net 2. tune nîr [I] dar an jî hesinê ku didine ser stûyê ga û gamêşan da ku erebeyê an jî cotî bikêşin *“gayê qelb, nîr dişkîne” nîr [II] dem nîsan meha avrêlê *“nîsan e, dew li kîsan e” nîsk cureyekî zêd e û piranî jê şorbe tê çêkirin

  • “nîskê mevêjin dewsa

kizinê, berxê mevêjin berê bizinê, malê nebin cem malbavana jinê” nîske alavake ku ji şûşeyê tê bidestxistin û bi kêrî mezinkirina tiştên pir biçûk tê -nîskeya bijîjkiyê cureyekî nîskeyên ku di zanistên bijîjkiyê de tê bikaranîn -nîskeya çêv di çavan de beşa ku bînahiyê zelal dike nîsko zûxeydok nîskok di fîzyayê de navenda tevgerê nîşan 1. elamet 2. şop 3. xelata serkeftinê *“nîşana mirinê, xwederîtin e” -nîşan dan 1. nimandin 2. pêşandin, rapêşandin

  • “ji tunebûna şêran, rovî

xwe nîşan didin wek guran” nîşane nîşan nîşangeh nikilê ku bi serê çekan ve ye û bi kêrî rastlêxistinê tê; mêşa tifingê nîşanî xelatên bûkê yên ku elameta zewaca şûkirina wê ye nîşanî kirin (da ku şûkirina wê eşkere bibe) xelatek dan bûkê nîşank elametên leşkerî nîşe têbinî, kurterave nîşgeh 1. li balafirgehê qada daketina balafiran 2. qada daketina firokeyan nîtik nîçika quzan nîv 1. ji du parçeyan parçeyek 2. ji du paran parek

  • “rev, nîvê mêraniyê

ye” -bi nîvî bûn bi qasî ji du paran parekê rê hildan -di nîva xwe de qurifîn 1. di navendê de qut bûn 2. di ciwaniya xwe de mirin nîvek ji du paran parek nîvekarî hevpariya bi nîvenîvî nîvenîv bi qasî ji du paran parek nîvî nîvek nîvkad nîvçember -nîvkada parzemînî/erdîn beşa dinyayê ya ku bejahî ye û piraniya wê li nîvkada bakur e -nîvkada deryayî beşa cîhanê ya ku ji sedî heftêyê wê derya ye nîvro danê ku tav di nava esmên de xuya dibe û siha heyberan bi qasî cîsman dibe no 1. tûj 2. xeşîm û bi tund 3. dirinde *“hirçê no, nayê rê” nobe dor nobedar nêrevan nod newêd nodem(-în) di rêza newêdî /nodî de nogin çêleka sêsalî nok cureyekî zêd e û xwarinên curecureyî jê tên çêkirin *“nok heye diran tune ye diran heye nok tune ye?” noker 1. hevpişkê karên neçê 2. xulamokê berjewendiyên xelqê nokik rêjeya hejmarî ya ku di azmûnê de tê hildan nola/nolî 1. mîna/mînî, mînanî 2. weke/wekî noq binavbûn, gutbûn noqandin/dinoqîne/binoqîne binav kirin, di avê de gut kirin noqar navgîna zeryayî ya ku di binê avê de diçe noqav bûn binav bûn, di avê de gut bûn noş 1. afiyet 2. tenduristî -noşî can be afiyet be, loşî can be! noşav hemû cureyên vexwarinê, meşrûbat noşîgiyan pîrozkirina yekî ji ber kinca wî ya nû an jî xebata wî ya baş noşîgiyan kirin (kesek ji ber tiştekî baş ve) pîroz kirin noşîn/dinoşe/binoşe bi xweşî û dilaramî vexwarin

  • “dew tune binoşe,

li çarsî û bazaran rûn difiroşe” notirvan nobedar nozde 1. hejmara beriya bîstî û piştî hejdehan 2. jimareya 19’î 274 nîvek 275 nûzenûz kirin nuhtin/dinuje/binuje 1. îsabet kirin 2. hingaftin 3. sotin numayîş xwepêşandan numayîşgeh qada xwepêşandanê nuqte xal nuqteşanî xalbendî nuqurçandin/dinuqurçîne/ binuqurçîne niquçandin nuwaze pir bedew, pir delal nû teze, ne kevn *“nû hatin, kevn hilatin” nûbar [I] berê nû û teze nûbar [II] cureyekî kevanên ku pê çend tîr bi hev re tên avêtin nûbar [III] doran nû bûn teze bûn nûciwan xortê nûgihiştî nûçe 1. xeber 2. agehiya di heqê bûyerekê de nûçegihan kesê rûdanan digihîne çapemeniyê; salixdayî nûjen hevdem nûjenî hevdemîtî nûma heyvik, hilal nûn pênasa hera asan a heyberên fîzyayî û kîmyayî nûner 1. temsîlkar, nimînende 2. qasidê saziyê nûrandin/dinûrîne/binûrîne 1. qat kirin 2. jenîn, dan ser hev 3. bi keys kirin nûser nivîskar nûz tahmxweş nûza têjika ku nû ji maka xwe bûye nûzenûz kûzekûz, kûrekûr nûzenûz kirin kûzekûz kirin, kûrekûr kirin