Wîkîferheng:demirhan-m

Ji Wîkîferhengê


m/M tîpa şazdehemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke ku cîderka wê lêvkî ye û awayê belavbûna wê girtî û difinî ye ma 1. qey 2. tu dibêjî hema wisan e *“ma ji mirinê wêdetir tiştek heye?” -ma bavê te ji bavê xelqê mezintir e? tu çima qîma xwe bi vî tiştê heyî nayînî û zêdebariyê daxwaz dikî? -ma tu di guhê gê de bûyî? çima heta niha tu li ku bûyî? macera serpêhatî macûn 1. helîse 2. merhem 3. dermanê merhemkî maç [I] di cot de destika ku digirin û pê xeta cot eyer dikin maç [II] gihandina lêvan bi lêv an dêmên yeka din; ramûsan -maça jînê (ji bo bi ser xwe de bê) pifkirina devê kesê bêhnçikiyayî an jî fetisî -maça mirinê qîlçikandina xwînmijan di canê yekî de maçî kirin ramûsan, paç kirin *“destê şêx maçî mekin, ew şêx ne Qutbê Razî ye, tac û teylesana serê wî, gişk xebata destê sar û tazî ye” mad mehde made tiştê ku di gerdûnê de cihekî digire û baristeya wî heye; darin, bûjen madek gamêşa mê maden bûjenên kîmyayî madenî heyberên ji bûjenên kîmyayî mader dayik maderşahî dayiksalarî maf fermana mîrî ya derheqa kirin û nekirina karan de; heq mafdar xwedî-heq -mafên mirovan heqên însanan -mafê çarenûse heqê hilbijartina rêbazekê -mafê rewa heqê meşrû -mafên takekesî heqên şexsî/ferdî 236 mafnas mafnas kesê ku heq û huqûqê dizane mafxur neheqê ku destdirêjiya heqê xelqê dike mafxurî rewşa destdirêjiya heqê xelqê mahir 1. jêhatî 2. pispor mahî hestiyê spî mahlû malû maht di lîstikê de dor -maht kirin lîstik jê birin mahû 1. beraza mê 2. jina bêxîret mak dayik, dê *“li gor makê golik pak e” -maka derewan kaniya viran -makedibistan dibistana heta 6 saliyan -makezagon qanûna esasî ya welatekî makêş alava parzûnandinê ya mezin makîne alavên ku mirovan ji bo hêsankirina jiyanê çêkirine û bi hêza gêreba, gaz, agir, nift, tav û destan dixebitin makûk mekok mal [I] 1. holik 2. xanî 3. xanûman *“dil meke jina bi mêr, diçe malê û dike ji bîr” -mal li mîratan geriyaye xwedî miriye û xelqê jî mîrateya wî xwariye -Mala Xwedê 1. Kebeya Şerîf 2. mizgeft *“Mala Xwedê ava be, qirik bi kevokê qayîl nabe” -malî ava! mala te xana Xwedê! *“kê gotiyê: ‘dizo: malî ava’ ” mal [II] 1. serwet 2. milkiyet 3. sermiyanî 4. rastmal *“dibêje: ‘koro bide malê min!’ ew jî dibêje: ‘neyê mala min!’ ” mal [III] 1. di malperekî de rûpela sereke 2. rûpela aîdî bikarhênerekî malbat ezbat, aîle malbavan malbat *“malbavanê bûkê gavan e, qelenê bûkê giran e” maldar zengîn, sermiyandar

  • “maldar, ji malê

xwe ditirsin” -maldar bûn dewlemend bûn *“mirov deyndar nebe, maldar nabe” male alava seyandina dîwaran a bi gêç, herî û hwd malekêş seyakar malêle lomê ku pê giranî tên leqandin malêz [I] lîstika çavgirtonekê malêz [II] qirêja gilêzkî -malêz girtin qirêja gilêzkî pê ketin malhazirî xwarina ku wê gavê li malê hazir e malik 1. holik 2. beyta helbestê 237 mamiz malikiyet xwedîtî malinc male maliq tiştê ku wekî gerestêrkekê di hewa de bê destek sekinî ye malistin/dimalêze/bimalêze dalêstin maliştin/dimale(dimalêje)/ bimale (bimalêje) 1. paqij kirin 2. gêzî kirin *“bi kevîrê sivik, her kes xwe dimalêje” malkambax malik bi devê kulê de çûyî malker/malkir kesê ku ji bo başkirina rewşa xwe ya aborî dikoşe malketî muflis, babidest malko malkambax malmezin xanedan malmîrat 1. malko, malkambax 2. malketî malname kaxeza ku cure û hejmara bûjenên bazirganiyê lê tên nivîsandin malnişîn karnişîn malofî sewala ku hînî mirovan dibe û êdî bêtirs di nava malê de digere malper cihê ku (ji bo ragihandina zanyarî, nûçe û danûstandinan) di tora ragihandinê ya navneteweyî (înternetê) de qeyd bûye malû darê meht ê ku li ser erdê cotkirî digerînin malxezûran xezûrgelan malxwe 1. xwediyê malê 2. rêvebirê kar û barên malê *“mala bê malxwe kes nizane ku mezin kî ye” malxwetî sexbêrî û rêvebiriya malê *“malxwetî kete destê kurî, rizqê salekê di carekê de birî” malxur 1. malxwe 2. mîratxur

  • “heke hat malxurê

malê ye, heke nehat qeda li salê ye” malzarok di zikê nifşê mê de cihê ku zarok tê de çêdibe; pizdan mam 1. birayê bavê mirovî; ap 2. ji bo mirovên mezin peyveke giramîdanê ye *“mamo ne li mal e, mala mamo bi galegal e” maman pispora ku jina ducanî diwelidîne mambiz karxezal mamik [I] elameta ku di nav rez, zevî û bîstanan diçikilînin da ku giyandar jê bitirsin û ziyanan nekin mamik [II] tiştonek, têderxistinok (wekî: kofiya xezalê, totî newalê-=zîpik) mamir mirîşka yek salî ya ku hêj hêk ne kirine mamiz xezal mamoste 1. seyda, fêrker, muelim 2. di karekî de pispor; ustad *“diya baş, ji hezar mamosteyî çêtir e” mamostetî karê hînkirin û wanedanê man/dimîne/bimîne 1. sekinîn 2. rawestîn mand pêşeroj, dahatû mandel derew, şaş, nerêk mandel kirin 1. gotin an jî kiryareke nerêk pûç kirin 2. înkar kirin mandî westiyayî *“destê mandî li ser zikê têr e“ mandî bûn westîn -mandî nebin (ji bo kesên ku li ser karekî ne) ji we re quwet be! mandî kirin westandin manek hespê ader manend 1. mîna, notla 2. hinkuf mang 1. heyv 2. meh -mang girtin rojiya meha remezanê girtin manga çêlek *“mangaya me mir, dewê me biriya” mangêr alava ku bi ser zeviyên cotkirî dixin û pê kersengan rast dikin mangêr kirin mangêr bi ser zeviyê gerandin maqûl 1. tiştê ku dikeve aqilan 2. torinê êlekê

  • “maqûlê kûçikan, tajî

ye” mar cureyekî sewalên xişok, bêpê û jehrdar e

  • “ecelê marî tê, di nava

riyê de diçe” -marê pêzik 1. marê pir jehrdar 2. xedar û xayîn -mar û mûr lawir û bihuk/ heşerat maravî marê avê marez raxistek margestî kesê ku marî pê vedaye *“margestî, ji werisî jî ditirse” margîse cureyekî sewalên ku li gor erdê ku lê ye reng diguhere û dişibihe gumgumokê margîsk sewaleke ji malbata gumgumo-kan e, çêrmê wê meht û birqonek e maristan cihê ku mar lê pir in; lana maran marîjok sewalên bêling ên ku xwe bi erdê re dikişînin marîs oleder marlûlk kurmikên heriyê marmark cureyekî kurmên doranan e marmasî cureyekî masiyên ku dişibihine maran marmêlk margîse marmij 1. kesê ku jehra marî dimije 2. bêwijdan 3. kedxur mas alava ku pê hespan tîmar dikin 238 mamoste 239 mazûvan mase textikekî biling e û tiştên malê datînin serê masî sewaleke avê ye û cureyên wê pir in *“masî, di behrê de dibe hût” masîgir masîvan masîvan kesê ku bi torê masiyan digire mast şîrê kelandî yê havênkirî

  • “dewê ceribandî,

ji mastê neceribandî çêtir e” mastêrik kovik masûr darikê ku tayekî lê dizîn û ji firêta tevnê re derbas dikin masûl pilte masûlke edaleyên lêş; bazû; kezî maşel dafika masiyan maşelan cureyekî bayên hênik e maşik nîskên kesk maşîn/dimaşe/bimaşe kevn bûn û peritîn maşot kurmê belçikan mat şaşwaz, mehtel mat bûn şaşwaz bûn matem şîn mat kirin şaşwaz kirin mawe dem, muhlet max [I] merşên malê max [II] navbera du darên ku avêtine ser banê xênî max [III] gutle maxane malxerab maxda kirêt maxda bûn kirêt bûn maxolan kesê ku bi nexweşiya maxolaniyê ketiye maxolanî 1. cureyekî nexweşiya derûnî ye 2. xemgîniya kûr û dirêj mawe 1. heyam 2. mesafe mayende tiştê ku mayina wê zêde ye; daîmî mayepûç kesê îflaskirî mayepûçî rewşa îflasê; malwêranî mayî 1. baqiye, serata 2. ji besiyê zêdetir *“pelên mayî, ji yên bihurtî çêtir in” mayîn/dimîne/bimîne 1. sekinîn, rawestîn 2. li holê sekinîn *“ga dimire çêrm dimîne, mêr dimire nav dimîne” mayînde mayende, daîmî may tê kirin 1. mudaxele kirin 2. dest tê kirin -maytêkirina navxweyî destdirêjiya dijî karê xelqê yî hundirîn maytêker 1. tevlêbûyî 2. destêkirî maz beranê pêncsalî mazî/mazû cureyekî daran e mazîçin kesê ku darên mazî diçine mazûvan 1. malxwe 2. mêvandar 3. mazîçin

  • “mazûvanî, ne karê

axa ne” me [I] cînavka /em/ê ya tewandî -me pûş kuta ked û emelê me vala çû me- [II] pêşgira neyîniyê ya ku tê ber lêkerê meaş mehmiz, mehanî mebest 1. niyêt, qesd 2. armanc mecal 1. qudûm 2. hêza şiyanê 3. derfet *“heke ecel hat, mecalê nade” mecaz wateya ku rasterast nehatiye nimandin mecazî watedariya nerasterast mecbûr bêgav mecbûrtî bêgavî mechûl nediyar meclis dîwana rêvebiriyê medeniyet şaristanî medenî şareza medenîtî şarezayî medrese 1. dibistan 2. xwendegeha feqîhan mefa [I] 1. belaş 2. bê dirav û bê heq *“li ku mefa ye li wir bav û bira ye” mefa [II] fayde, behre -mefa jê girtin jê behreyek wergirtin mefadar behregirtî mefer hêvî, omit meferdar hêvîdar, omitwar mefsik 1. kevgir 2. hesik meh 1. mang 2. her 30 rojên salê *“ji mehan û salan, mirov carekî tenê dibe mêvanê xalan” -meha raborî her 30 rojên rabihurtî mehandin/dimehîne/bimehîne 1. tune kirin, ji holê rakirin 2. binevat kirin mehane 1. mehanî 2. weşana 30 rojî carekê mehanî destheqa 30 rojên xebatê meharet pisporî û pîşekarî mehder 1. meydan 2. şefaet 3. hêwan mehes alava ku pê hespan tîmar dikin, mas mehfûr cureyekî kaxetîta bedew e mehfûrî amanên ji kaxetîta bedew mehîn hespa mê mehîr girara dêw mehkeme saziya darizandin û sezadanê; dadgeh

  • “mehkemeyê, ji

kesî re mal nekiriye” mehmiz destheqa mehekî; mehane mehne 1. wate 2. behane

  • “mehneya nedayînê:

‘weris, li gêris e’ ” mehnewî 1. razber 2. giyanî, derûnî mehol mêkut mehr nikah 240 me 241 melisîn -mehr kirin 1. nikah kirin 2. li xwe helal kirin mehrîfet 1. pîşe û pisporî 2. zanîn û feraset

  • “mehrîfeta keran, zirîna

wan e” meht 1. rast 2. tehtevêlkî 3. pehn -meht kirin 1. rast kirin 2. pehn kirin *“her kes dewsa lingê xwe meht dike” mejî mêjî mekat xûgiya çêregehê mekok di raçandinê de derbaskirina tayî ji firêta tevnê mekteb dibistan, xwendegeh

  • “mal, mekteb e”

mektûb name mela 1. mele, îmam 2. alimê diyanetê; seyda

  • “bi ilmê melayî bike, lê

bi emelê meleyî meke” -mela şito melayê sexte yê ku dixwaze bi kum û tizbiya xwe xelqê bixapîne; zirmela, sofiyê sextekar melatî 1. îmamtî 2. alimtiya diyanetê; seydatî melaje goştikê ku di gewriyê de hêşîn dibe melaq 1. riyakar 2. kesê ku ji hinekan re laloşiyê dike melavî 1. biryardarî 2. xîret 3. hewl melavî kirin 1. biryardar bûn 2. xîret kirin 3. hewl dan melbend [I] menteşe, qulabe melbend [II] herêm melbend [III] 1. bingeh 2. komele mele [I] kêzikek e mele [II] mela melegan pir girs, şelegan meleganî mezinahiya bêteşe, şeleganî meleke şiyan, qabiliyet meleme bêndera kutayî melevan sober, avjen melevanî soberî, avjenî melevanî kirin soberî kirin, avjenî kirin melik mîr *“xwediyê sebrê, melikê Misrê” meliktî mîrîtî meliqandin/dimeliqîne /bimeliqîne 1. (bi awayekî destkarî) mêwe stewandin 2. daliqandî hiştin meliqîn/dimeliqe/bimeliqe 1. (mêwe) di çiqilan ve daliqî man û terixîn 2. daliqî man melisandin/dimelisîne /bimelisîne 1. lîs kirin 2. keçêç dan girtin melisîn/dimelise/bimelise 1. lîs kirin 2. keçêç girtin *“kêvroşk çiqasî bimelise, dê gavek zêde lê bikeve” melkeb selika mezin a girover melkemot Ezraîl eleyhiselam, melekê mirinê melkes gêzî, siqayîl melok gurz melû gurzên çandiniyê melûl 1. xemgîn 2. derdoyî memik ber, guhan, hingil memikdank kinca ku çiçikan dikinê; berdank memleket 1. bajar 2. welat men pîv menberahî pîvaneya berahiyê mend 1. kaşbûn, 2. bêqudûmî û bêhêzî -mend paşgireke ku di dawiya navdêrê ve dizeliqe û wateya xwedîtiyê didê mendebûr 1. teral, lexer 2. qirêj mendirêjahî pîvaneya dirêjahiyê mengiranî pîvaneya giraniyê mengî mane, armanca jiyanî menî 1. avika mêran a ku jinê ducanî dike 2. avika ajalên nêr a ku ajalên mê avis dike menkûrahî pîvaneya kûrahiyê menzel jûr menzîl 1. mawe 2. mesafeya kêşa çekê meqam 1. nivîsgeha serekan 2. ziyaretgeha aliman 3. rê û rêbazên vegotina stranan meqes 1. cawbir 2. hebring meqsed 1. mebest 2. niyêt, meram mer 1. bêra rast 2. pêmer meram mebest, armanc meran kulîlka asmînê meraq hesta hînbûnê meraqdar heweskarê hînbûnê merasim dêlindêz merbend hesinê ku li lingekî hespê dixin û bi singekî ve girêdidin merc 1. şert 2. werz 3. rayîş -merc girtin reqabet kirin, ketin pêşbaziyê -merc sepandin şertê xwe dan qebûlkirin -merc û peyman şert û ehd mercname 1. şertname 2. rayîşname merd 1. comerd, destbelaş 2. mêrxas merdan mêkut merdane [I] 1. bi destbelaşî 2. bi mêrxasî merdane [II] loq, bangurdan mered pace 242 melkeb 243 merzel merek kadîn merez kul û nexweşî merfet derfet merg giyan mergonek bangurdan merheba! bi xêr hatî! merhebatî xêrhatinî -merhebatî ji hev birîn têkilî ji hev qut kirin merhele 1. ast 2. rade merhem dermanê helîsekî/ macûnkî merhemet hesta diltenikiyê

  • “merhemeta

ne li cih, merezê tîne” -merhemet kirin lê şewitîn, guneh pê hatin -merhemet ket ber dilan hate însafê merisandin/dimerisîne/ bimerisîne 1. daqurtandin 2. lê xistin 3. bêhêz hiştin meritandin/dimeritîne /bimeritîne 1. herişandin 2. birîndar kirin, spîldaxkî jê derbas kirin meritîn/dimerite/bimerite 1. herişîn 2. birîndar bûn *“destê bin kêvir, bikêşî dê bimerite nekêşî dê biherişe” meriv mirov *“meriv, bi çiravan diçe delavan” merivatî mirovatî *“merivatî bi baran, hesab bi misqalan” merixandin/dimerixîne /bimerixîne mexel kirin merixîn/dimerixe/bimerixe mexel hatin merî mirov *“merî, bi zenga ber diranan têr nabe” merîk bişkoj, qumçe merkane derdanka şûşeyî ya bi devik merkez navend mer kirin 1. pêmer kirin 2. bi bêran rêç kirin mermer cureyekî kevirên avasaziyê ye mermî fîşeng, gule mersef sinî merş/merşik 1. raxistina nava malê 2. bêrkun, ferşik

  • “gava zarok ket meha

şeşan, quna wî dayne ser merşan” mertal 1. alava ku ji derba şûran pê berevanî tê kirin 2. alava ku pê berevanî tê kirin merx [I] cureyekî darên ku zivistanan belçikên wan danaweşin merx [II] newalên rûbaran merz cihokên ku li dora zeviyan tên kolandin (da ku lêkend nekevê) merzel gor *“hemû merzelên kêlsipî ne ziyaret in, hemû kesên şaşiksipî ne serdar in” mesele 1. arîşe, gelş 2. mijar, babet meselok kurteçîrokên watedar û qerfî mesîlk 1. newala bêav 2. rûbarok, newalok mesqel bûjena biriqandinê -mesqel kirin 1. biriqandin 2. çirûsandin mesaxtin/dimesêxe/bimesêxe mezaxtin mesh gerandina destê şil li ser endamê pêçayî mesh kirin destê şil li ser endamê pêçayî gerandin mesîl 1. çemê biçûk 2. newalên sêlavan 3. dibûr

  • “avê vexwe ji kanîesîlan,

ne ji mesîlan” mest 1. serxweş 2. heyirî 3. cureyekî solên bênalçe ye mest bûn 1. serxweş bûn 2. heyirîn mest kirin 1. serxweş kirin 2. heyirandin meş 1. bez 2. rêveçûn

  • “guhên erdê, meşa mûriyê

jî dibihîzin” meşale çira meşfen kevirê mirîşotiyê meşhûr navdar meşk eyarê ku tê de mastî dikilînin û dikên meşkale xurcika çermîn meşkar kesê ku çalakiya meşê pêk tîne meşq pêşamadehî -meşqa cengê ji şerekî re amadehiyên pêşîn -meşq dan hînî karekî kirin meşrû di çarçiveya helaliyê û qanûnan de; rewa met 1. xwişka bavê mirovî 2. ji bo pîrejinan peyveke rêzdariyê ye *“em çûn mala metê, metê jî çû civatê” metbex jûra aşpêjiyê methelok gotinên navdar ên kurt û watedar metirsî fikar, tirs meterîs kozika cengê metran popê filehan mewîj tiriyên hişk-kirî

  • “mewîja hebanan, ne

dixwe ne dide cîranan” mewqî meqam mewranî daxwaza xwarinê ya li ba jinên ducanî -mewranî ketin ber (jina ducanî) dil bijinandin xwarinekê mewzî senger mexel cihê ku sewal lê westa xwe datînin -mexel hatin (sewalên çarpê yên ku goştê wan tê xwarin) veketin, velezîn

  • “bizin bizin e, berê

cihê xwe pêkol dike û paşê mexel tê” -mexel kirin sewal velezandin 244 mesele 245 mezr mexlûq hemû heyberên ku ji aliyê Xwedê ve hatine afirandin mexreb serê êvarê -nimêja mexrebê nimêja tarîbanê mey şerab, eraq meya [I] hêstira mê meya [II] havên, firşik meyan puxte, gewher meyandin/dimeyîne/bimeyîne 1. havên kirin 2. dawerivandin meyav ava sekinî ya ku naherike meydan 1. hol 2. hêwan 3. mezada sewalan *“ji tivingê re nîşan, ji hespê re meydan” -meydan nedîtin firsenda xwestî bi dest nexistin meyger kesê ku di meyxaneyê de meyê digerîne; saqî meyîn/dimeye/bimeye 1. havên girtin 2. dawerivîn meymûn qird *“meymûn, di çavê diya xwe de xezal e” meyrok marlûlk meyter kesê ku hespan hîn dike meyxane 1. firoşgeha eraqê 2. cihê vexwerina eraqê meyxur eyaş, sermest meyizandin/dimeyizîne /bimeyzîne 1. nihêrîn 2. temaşe kirin 3. dîtin mezad sûqa kirîn û firotanê; bazar mezaxtin/dimezixîne/ bimezixîne 1. bertelef kirin, îmha kirin 2. dêrz kirin, xerc kirin mezaxtî mal û milkê serfbûyî; înfaq mezel merzel *“mezelê keran, zikê gur e” -mezelê merivan jê dûr be! Xwedê merivan jê biparêze mezin [I] 1. girs 2. bilind

  • “astenga mezin, li derê

mala mirovî ye” mezin [II] 1. rûspî 2. serok 3. pêşengên gelekî

  • “bi ya mezinan

bike, wan cejnek berî te xwarine” mezinahî 1. girsî 2. bilindahî

  • “aqil ne ji mezinahiyê

ye, ne jî ji biçûkahiyê ye” mezin bûn 1. girs bûn 2. bilind bûn 3. gihiştin, stewîn mezintî mezinahî *“biçûk biçûktî, mezin mezintî” mezlûm kesê ku zilmek li sêrî hatiye kirin mezr 1. dûgel, dewlet 2. welat 3. sazî -Mezra Botan Dûgela Botiyan 2. welatê botiyan, Navçêmk mezran afiran, sazkirin mezrandin/dimezrîne/ bimezrîne 1. afirandin 2. çêkirin mezrandî 1. afirandî 2. çêkirî mezrîb 1. newala ava lêkendê 2. şirotan mê 1. sewala ku avis dibe, dizê an jî hêkan dike 2. navdêra ku wekî mêza hatiye pejirandin *“bila mê be, şîr qismet e” mêbaz kesê ku bi namûsa jinan re dilîze -mê bûn ji nêrtiyê ketin mêhîn 1. mêza 2. tiştê ku mêzatiya wê li pêş e -mê kirin 1. ji mêraniyê xistin 2. xesandin mêj 1. kevin 2. rabihurtî mêjî 1. endamê ku di seriyan de ye û giyanewer bi wî karên xwe bi rê ve dibin 2. hiş, aqil *“mêjiyê sivik, barê giran e” -mêjî şêlî kirin 1. (ji ber temenê dirêj) hiş negerîn û bûyer bi bîr neaîn 2. gêj bûn mêjîkok 1. mêjiyê biçûk 2. parçeyê navendî yê ku kombersê dixebitîne mêjû roj û dema ku bûyer qewimiye mêjûnas kesê ku roj û demên rûdanan nas dike mêkew kewa mê mêkut mîrkut mêl 1. hesta ber bi tiştekî ve 2. xwarbûna ber bi aliyekî ve mêldar 1. berwar 2. heweskar mêlede 1. meşale, şemal 2. çira mêlak kezeb mêr 1. mirovê nêr 2. wêrek

  • “axa jin û mêran, ji

hev e” -mêr ser re heram e lehengê herî qenc e -mêrê kulê ruhistînê stûbir; celad -bi mêr kirin (jin) bi mêrekî re zewicîn, şû kirin mêrandin/dimêrîne/bimêrîne 1. nîşan dan 2. pêşandin mêranî 1. egîdî 2. nêrtî

  • “mêranî, ne karê her

kesî ye” mêrg erdê ku çêreya wê tê çinîn; çêregeh -mêrg û çîman 1. gulzar 2. seyrangeh mêrgdirûn giyaçinîn mêrik mirov mêrkok 1. qelsemêr 2. şindokê mêran mêrkuj 1. qatil 2. kujer 3. kuştox *“destê te, ne 246 mezran 247 mêze destê mêrkujan e” mêrxas xasmêr, egîd, wêrek

  • “mêrxas, mêrxasan

nas dikin” mêrxasî egîdî, wêrekî

  • “mêrxasî deh e, yek jê

zor e û yên din fen in” mêrxwaz jina ku dilê wê bi guhneliyê heye mêş [I] 1. cureyekî heşeratên firinde ye 2. moza hingiv *“hespê piştkul, bîna mêşan ji dûr ve hildike” -mêş lê diterişe ewqas şimşat e ku mirov nikare xwe li serê bigire -mêşan çav derxistiye ewqas belengaz e ku nikare berde mêşan jî mêş [II] arasteka çekan -mêşa tivingê 1. nikilê ku bi serê lûleya wê ve ye 2. çapa lêxistina tivingê mêşereşk mêşa reş a nav malan mêşin mih *“deriyê kozê vebe, berx ber bi mêşinê û kar jî ber bi bizinê direve” mêşkuj alav an jî dermanê ku qira mêşan tîne mêşlok 1. bihuk 2. malbata bihukan mêtin/dimêje/bimêje 1. hilçinandin, veçinandin 2. dalêstin *“berxê jîr, du makan dimije” mêtingeh cihê ku terş û talanê wê tê kirin; zorxane mêtinker kêse ku xêr û bera welatekî bi neheqiyê dixwe; zordar mêtûlke rişk mêvan kesê ku li maleke biyanî bixwe, vexwe û binive; misafir *“gava mêvan tên, rizqê xwe jî bi xwe re tînin” mêvanî mêvandarî, misafirî

  • “here mêvaniya

dijmin jî, lê çekên xwe ji bîr meke” mêvandarî kar, rêz, berhevî û xizmeta ku ji bo mêvanan tê nîşandan; misafirperwerî mêvanperwer kesê ku mêvanan baş mazûvanî dike; misafirperwer mêvanxane cihê hewandina mêvanan; misafirxane mêw dara tiriyê mêwe berên daran; fêkî mêwij 1. tiriyên hişkkirî 2. qax mêxik qurnefîl mêze 1. awir, nêrîn 2. çêj 3. depekî rast ê ku li ser pêpikan qayîmkirî ye, li serê xwarin, nivîsandin û hwd tê kirin; mase mêze kirin meyzandin mêzer pûşiya serê jinan mêzîn alava giranîkêş micêrk 1. murîdê şêxekî 2. miçewr micik di pêkanîna karekî de cidiyeta mirovî micwer rengê hêşîn ê tarî miçandin/dimiçîne/bimiçîne 1. (çav) damilandin 2. (çav) qurçandin miçekçek çîçik, xeml, arastek miçekçekî çîçkirî, xemilandî, arastî miçewr xizmetkarê saziyên dînî miçêj mizêc, îştah miçilge 1. mijar, babet 2. angaşt 3. merc -ketin miçilgeyê ketin mercê miçiqandin/dimiçiqîne /bimiçiqîne 1. (herka tiştê avî) asteng kirin 2. (tiştê avî) ji binî ve ziwa kirin miçiqîn/dimiçiqe/bimiçiqe 1. (herka tiştê avî) biriyan, asteng bûn 2. (tiştê avî) ji binî ve ziwa bûn *“kanî jî bêxwedî bimînê, dê bimiçiqe” miçirandin/dimiçirîne/ bimiçirîne 1. ji merhebetiyê re dest dirêjî yekî kirin 2. damilandin miç kirin (çav) girtin, damilandin miço zarokê biçûk midas sol, pêlav mifa sûd mifadar kêrhatî mifte [I] kilîl mifte [II] herwe, bêdirav miftexur herwexur mih peza mê, hevsera berên *“ne ji fesadan be, gur û mih dê bi hev re biçêrin” mij 1. moran, çem 2. dûyê ku dadikeve der û dorê

  • "sal mij e, kodik tij e"

mijandin/dimijîne/bimijîne dan hilçinandin û vexwarin mijane di makîneyan de baskê ku giraniyê dikêşe; baskêş mijang bijang mijawî rewşa hewayê ya ku mijê her der rapêçaye mijîn/dimije/bimije hilçinandin û vexwarin mijar babet mije tam û bêkêmasî mijok cureyekî çêreya zeliqok e mijûl kesê ku bi karekî re dibile mijûl bûn 1. pê bilîn 2. pê re eleqedar bûn mijûlî eleqedarî 248 mêze kirin 249 miraz mikemik dengdana bizinan mikemik kirin (bizin) deng dan mikur 1. nas 2. aşkera mikur hatin kirina xwe eşkere kirin mil 1. endamê ji destan hetanî pîlan 2. alî -mil dan ber 1. qebûl kirin 2. bi cih anîn -mil kirin rakirin û dan ser navmila xwe milç dengê devşepilandin û maçkirinê -milç çûn destan rahiştin destan û ramûsandin milçemilç 1. ji ber xwarinê û vexwarinê şelpeşelpa dêv 2. ji ber ramûsanê şelpeşelpa lêvan û cihê ramûsandî milçemilç kirin (dev) şepilandin milet gel, xelq *“here nav miletan, bigire jê adetan” milk 1. rastmala ji erd û avahiyan pêkhatî 2. hukimdarî

  • “ji milkan aş,

ji hacetan simtiraş, ji mêran mêrê ku dike hesabê pêş û paş” milkiyet 1. hemû heyiyên kesekî 2. malê ku bi binecihî aîdî kesekî ye milpêç kinca gerdenparêz; kefî min awayê tewandî ê cînavka /ez/ê -min sîr nexwariye ku bêhn ji min bê min kirêtiyek nekiriye ku bê pêşiya min mindal zarok minet 1. sehm 2. tirs û xof *“hestiyê bê minet, çêtir e ji goştê bi minet” -mineta te li kaşê han! fermo çi di dilê te de derbas dibe bîne zimên! minho 1. riwayet 2. salix minminîk perperok, kerkene minminok kesê ku di kiryar û bizavên xwe de hêdî ye miqate 1. serwext 2. baldar miqate bûn 1. lê xwedî derketin 2. parastin miqawe cureyekî kaxeza stûr e miqilk 1. tawe 2. boçesêlîn mir qureyê mirûztirş -xwe mir kirin bi mirûztirşî xwe qure kirin mirar 1. sewala ku negihiştiye ber kêrê 2. miriyên ji sewalên ku goştên wan nayê xwarin miraz xwezî *“dilê bi xezeb, nagihêje tu mirazan” -miraz di çavan de man xweziya dilî bi ser tu armancê ve nebûn mirc kerane mirç milç mirçemirç milçemilç mirçemirç kirin milçemilç kirin mirdar 1. heram 2. qirêj û kirêt mirdal 1. mirdar 2. kesê bêqedr û çepel *“gotin ji mirdalan, sipî ji qerpalan” miremir dengê ku gotin jê nayê fehmkirin miremir kirin 1. (bi awayekî ku tê nayê gihiştin) axaftin 2. ginegin kirin 3. (seg) girê xwe anîn mirêk awêne mirês îhtişam mirin [I] 1. candan 2. fewt 3. riya çûnehatê

  • “rê riya mirinê be jî, tu

her li pêş be” mirin/dimire/bimire [II] 1. çûn ser dilovaniya xwe 2. ji giyaneweriyê veqetîn mirisandin/dimirisîne /bimirisîne 1. perç lê daxistin 2. fors lê şikandin 3. çivî lê sist kirin -guh lê mirisandin pir kutan mirisîn/dimirise/bimirise 1. bêmirês bûn 2. qirik lê miçiqîn û zibilîn mirî 1. candayî 2. bêgiyan

  • “miriyê di gorê de, jê

nayê şermkirin” -mirî kenandin pir qerf û qeşmerî kirin mirîçok kesê sist, xav û lawaz mirîd/murîd tobedarê li ber destê şêx, xwedênas û çakan ê ku li ser riya wan herdem di xilwe û nizayan de ne mirîşk heywaneke bibask a kedîkirî ye *“beza mirîşkê, heta ber kadînê ye” -mirîşka kesî ji xewê ranekirin tu kes ji xwe nexeyidandin -keçêça mirîşkê kurika mirîşkê mirok her tiştê ku dawiya wî mirin e mirov însan *“çiyayê bêgul, wek mirovê bêdil e” mirovahî însanetî mirovatî mirovahî *“mirovatî germegerm, dijminatî nermenerm” mirovdost bihîstyarê erkên însanî mirovperwer însanperwer mirovxur kes û sewalê ku xwarina goştê mirovan rewa dibîne mirûç moçik mirûz 1. sikûm, sîma 2. 250 mirc 251 mişt gêwil mirûztirş 1. rûpirçî 2. bêgêwil *“hevalê xwarinê, her tim mirûztirş e” mis mîs misab alava ku solpêkirinê hêsan dike misas rim miselet qiraskê sêrî -miseletî serê yekî bûn bûn qîra reş û pê ve zeliqîn misêwa 1. daîmî 2. bi berdewamî; hemasa mishef navekî din î Qurana Pîroz e misîn derdana avê ya bilûlik misk bêhneke xweş e û ji qirguliya askê tê derxistin

  • “kûsî, miskê naxwe”

-misk û enber du bêhnên xweşik in miskan kaniya ava madenî ya tahmsarkî misoger 1. bîmekirî 2. pêwist 3. îcbarî 4. kar an jî kiryara ku guman tê de tunebe; teqez misogerî pêwistî misoger bûn (gotin an jî kiryar) guman tê de neman û sed der sed hatin cihê baweriyê misoger kirin piştrast kirin, dabîn kirin mist 1. kulma mirovî ya miçandî 2. kefedest, felqedest -mist dan miz dan mistek gezo mişag [I] xortê çeleng î bikêrhatî mişag [I] kesê ku bi destheqekê dixebite mişar alava birînê; birek mişe [I] heqdest -mişeya kêmtirîn heqdesta hera hindik mişe [II] zêde, gelek -mişe bûn zêde bûn mişefil hendef mişepere riba mişexur kedxur mişext 1. firar 2. penaber 3. revok mişexte tarawgeh mişextî penaberî mişext kirin 1. koçber kirin 2. şandin tarawgehê mişeyî hebûn û lawanî mişk cureyekî ajalên ziyandar e *“mişk çiqasî axê bikole, bi serê xwe de dike” -derê ku mişkan jî mala wî terikandine êdî tût û rût maye û kes pê nasitire mişkane barimte, gerew mişmiş arûng, zerdelî mişmişî rengê arûngê mişt tijî *“ji yê kor re gotine: tu çi dixwazî?; gotiye dinyayeke mişt ronî” -mişt û dagirtî tijî û qûç -mişt kirin heta dêv dagirtin, heta dêv tijî û qûç kirin miştax tiştê di heman rêzê de miştaxe bêndera hişkirina tiriyan -bûn miştaxe li her derê pir zêde bûn miştaxan werza hişk-kirina tirihan miştin/dimişe/bimişe maliştin mişûr 1. zehmet 2. zûrî -mişûr xwarin 1. zehmet kêşan 2. zûrî dîtin mit [I] çiqilên biçûk mit [II] 1. bêpêjn 2. bêdeng 3. kesê ku nabihîze -mit man mehtel man, bêpêjn man mitale kirin (li ser babetekê) ponijîn mit bûn bêtevger di cih de sekinîn -mitbûna zivistanê tevza ku dikeve cendekê hin ajalan û zivistanê di xewê de dimînin mitêl lihêf mitî bêdengî mit kirin xwe ker kirin (dengê xwe nekirin) mitmayî mehtel, bêpêjn mitrib 1. stranbêjê dawetan 2. qereçî *“mitriban gotiye: ‘ji ufara bênderan nebûya, me dê jî cotkarî bikira’” mitribî 1. stranbêjiya dawetan 2. qereçîtî *“hebe erebî ye, tunebe mitribî ye” mix bizmar -mix kirin bizmar kirin mixabin cihê daxê ye ku mixmaz qemçik mixrik hevrik, reqîb miyaw dengê pisîkan miz [I] mişe miz [II] tahmxweş (tahma tirş û şirîn têkilhev) miz dan dest ser gerandin û tev li hev dan mize xwarinên sivik ên meyxuran ên ku digel meyê dixwin mizemiz devgerî mizemiz kirin 1. gotin di devê xwe de birin û anîn 2. rastî veşartin mizgetf 1. camî 2. mescîd *“heke xêr li malê here, ne hewceyî mizgeftê ye” mizgîn xeber û bûyera kêfxweşî û dilgeşiyê mizgîndan agahdarkirina bi xeber û rûdaneke kêfxweşiyê mizûr karmendê gumrikê mî mih *“miya xerîb, li rexê keriyî mexel tê” 252 miştax 253 mîsger mîheng eyer -mîheng dan eyer kirin mîhrîcan 1. cejna havînê 2. bernameya pêşangeh û civînên komelî 3. (di kurdiya kevn de) roja ku mirî ji nû ve candar dibin, roja qiyametê mîhrîgan payîz mîhrîvan bexşende mîl mendirêjahiya cîhanî ya ku pê maweya di navbera du xalên erdnîgarî de tê pîvan mîjo têjika ku çi guhan têkeve ber dimije mîmar endazyar mîmarî endazyarî mîna [I] wekî, notla, fena

  • “bixwe mîna mêran, rabe

mîna şêran” mîna [II] xuya -mîna bûn xuya bûn mînak 1. nimûne 2. wekok -wekî mînak ji bo nimûnetiyê mînandin/dimînîne/bimînîne çend tişt anîn astekê û hemû wekî hev kirin mîntan 1. kiras 2. qutik mîr 1. kesê rêveberiya deverekê dike û li payetextî rûdine; emîr 2. serokê êlekê 3. key *“mîr jî dimire, evdal jî dimire” mîrala 1. serheng 2. fermandarê herêmekê Mîran Bircê Mêzînê mîrate kelepor, mîras mîrav berdestî û pêgirtiyên mîrekî mîrek serek mîrekî pergala rêvebiriyê ya ku di destê mîrekî de ye mîrgeh dever an jî welatê ku rêvebiriya wê mîrnişînî ye mîrî dezgeh, kar, mal, erd û hwd yên ku girêdayî mîrgehê ne mîrkut mêkut, çakutê mezin î darînî *“li deriyê kesî mexe bi tiliyan, bila kes li deriyê te nexe bi mîrkutan” mîrlîwa mîrala mîrnişîn mîrek mîrnişînî 1. emîrtî 2. serokatiya êlekê 3. keyanî mîro mûrî, gêrik *“ecelê mîroyî tê, çeng pê ve hêşîn dibin” mîrza 1. kurê mîr 2. esîlza, torin mîs madenê ku jimareya wî ya atomî 29, giraniya atoma wî 8.95, kurteya wî ya latînî Cu ye û di 1084 dereceyan de jî dihele mîsger pîşekarê alavên mîsîn mîsgerî pîşekariya alavên mîsîn mîsîn alav û amanên ku ji mîsê hatine çêkirin mîstanik cureyekî nexweşiya çêrmî e mîstanikî endamê şeliqî mîstin/dimîze/bimîze mîz kirin *"adarê kêrguh sibehan xwîn dimîze, nîvro xwe davêje ber siya darê” Mîweganan Kelûya Şêrî (21’ê Tîrmehê-20’ê Gelawêjê) mîz aviya ku ji mîzildankê derdikeve *“mîza mişkî, ji êş re kar e” -mîza wan ne zelal e hin xiniziyên wan ên veşartî hene û lewre teletel/tirsetirs digerin mîzdank mîzildank mîzildank di lêş de endamê ku aviyên bêkêr dicivîne hev û bi riya endamê zayendî valayî derve dike mîzkêş lûleya ku mîzê veder dike mîz kirin aviya mîzildankê berdan derve mîzok kesê ku nikare mîza xwe bigire û di bin xwe de berdide; kelemîzokî mîztin/dimîze/bimîze mîz kirin moçe hêstira mê; meya modine çapa lûleya tifingê mohr alavake biçûk a ku nav û navnîşana mirovî an jî cihê karê mirovî tê de kolayî ye û li şûna şanenavan li kaxezan tê xistin û wekî nîşaneya fermîtiyê tê pejirandin

  • “zor dizane û zêr dizane,

devê tivinga bi mohr dizane” mohr kirin 1. nîşaneya fermîtiyê lê dan 2. çespandin 3. karê qedexe betilandin mole bûjena ku pê tê seyandin mon mirûztirş, pirçî mor mohr moran ewrê tîr ê ku dadikeve rûyê erdê û bînayî tê de kêm dibe; mij morî xemla hebhebî ya ku ji şûşeyê hatiye çêkirin, jin di stû, zend û laçikên xwe ve dikin

  • “moriya biqul, di xurcikê

etaran de namîne” -morî winda kirin li tiştekî pir biçûk gerîn mostik derdanka ku tê de av, şîr û hwd didine zarokên viringî moşek cureyekî teqemeniyên giran e movik herewera ku hesti- 254 mîsgerî 255 mûmdank yan bi hev ve dizeliqîne; mefsel, mok mox mêjî moxil cureyekî bêjingên ku hûr lê dike moz [I] cureyekî mêşan e moz [II] golika dusalî mozbeş kermêş, zerqîtik mozik 1. moza biçûk 2. golika dusalî *“heke ga bike û bi tenê bixwe, lê mozikê tolik dê çi bixwe?” moz kirin/dan mozan 1. ji ber mêşan lotik dan 2. engirîn û silikîn mozqirtik mozbeş mozrîk çîkên ku ji êgir difirin mucahid kesê ku di riya Xwedê de derketiye cengê muflan pezkovî muflis malketî, îflaskirî muhacir koçber muhacirî koçberî *”pêncî salî mihacirî, ne bi salekê neyarî” mujikî 1. teral 2. qirêj mukur hatin 1. rik hatin 2. nepejirandin *“dizên bîstanan, mukur tên zivistanan” munasib 1. guncan 2. layîq 3. hevaheng 4. lihevhatî

  • “Xwedê sêrî dibîne,

kumê munasib lê datîne” murîd pêgirtiyê şêxekî

  • “murîdê ku bi sirekê

were û tirekê here, ew tu ne murîd e” musteqbel ayende, pêşeroj, dahatû mustesna tiştê derî mijarekê; awarte mux zanayê zerduştiyan muxalif dijber muxbêd mux muxtar keya mû pirç *“keda helal dibe mû lê naqete, keda heram bibe weris jî diqete” -mû jê şaş nekiriye her du jî di lisfê hev de ne -mûyê xwe bi ciwanan re qusandin li salên temenê xwe nenihêrîn û bi ber bayê xortan ketin mûç guhvîtkirina sewalan -mûç kirin (sewal) guhê xwe vît kirin mûçe meaş, mehanî mûçilk alava ku pirça bêkêr pê tê rûçikandin mûçing mûçilk mûd kîn mûdî 1. ezaker 2. kîndar mûle herî mûm keresteyeke ronîkirinê ya ku ji şima û bezî tê çêkirin û pilteyek di navê de ye; find mûmdank derdana ku mûmê tê de datînin; findank mûmar kurmê doranan mûnandin/dimûnîne/ bimûnîne hûnandin mûnîn/dimûne/bimûne hûnîn mûr bêdengê rûtirş mûrî mûstang, gêrik mûrîstan hêlîna gêrikan mûsîqa newanasî mûsîqanas newanas mûsîqajen pisporê newayan mûşek mêvanê ku bêyî vexwendina xwediyan tê mûtaw bend û werisê mûyîn mûyîn [I] 1. bipirç, bipûrt 2. ji pirç û pûrtê *“bila dil bi dil be, bila kirasê mûyîn li mil be” mûyîn/dimûne/bimûne [II] mûnîn mûz fêkiyeke qalikzer û dûvedirêjkî ya ku li erdên germ şîn dibe mûzî endamê zayendî yê nêrzayan; kîr