Wîkîferheng:demirhan-l

Ji Wîkîferhengê


l/L tîpa pazdehemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke ku cîderka wê diranî ye û awayê belavbûna wê herikî û rexkî ye la 1. alî, hêl 2. kêlek labikandin/dilabikîne /bilabikîne 1. tev li hev kirin 2. lewitandin labikîn/dilabike/bilabike 1. lewitîn 2. tev li hev bûn lac law, kur lacik lawik, kurik laçik pûşiya serê jinan

  • “li bejnê nêrî, bi zêran

kirî, laçik rakir kerika gurî ye” -laçika jinan dan serê xwe ji mêraniyê ketin û bênamûsî qebûl kirin laçin cureyekî solan e ladan/ladide/lade ji rê derketin laf gotin lafazan kesê ku dizane gotina wî digihê kîderê laflafok çêreya badayî lahorî cureyekî şûrên Hindistanê ye lajwerd bûjena ku bi şêweyên curecureyî ji madenan hatiye bidestxistin lak 1. kûtê kûçikan 2. hoçik 3. bekereya ku davêjin ser kombersê lakîn derdana ku ji bo xwarin û vexwarina kûçikan tê veqetandin; savêr lal 1. bêzar û bêziman 2. tat *“azadî hat dinê, zimanê lal hat vekirinê” lal bûn 1. tat bûn 2. aniqîn lalengî cureyekî porteqalan e û qalikê wan zûtir jê dibe lalijîn/dilalije/bilalije lalote bûn, ziman negerîn lalik 1. tatik 2. sinî *“lalika şikestî, çêtir e ji a xwestî” laloşî aloşî, melaqî laloşî kirin aloşî kirin, melaqî kirin lalote 1. aniqî 2. zimangiran L 226 lam lam erzên lame valahiya di navbeyna hestiyê hinarikê û erzenê de; gep lan hêlîna kovî û dirindeyan

  • “hirç lana xwe ji bîr

nake, çivîk jî hêlîna xwe” landik hêlekan, hêleçan lanet qewirandina bi nifiran lanetî kesê ku bi nifiran hatiye qewirandin lanet kirin 1. jê re beddua kirin 2. ji hafê avêtin lap 1. tam 2. pir -lap kûr gelekî kûr laper rûyekî kaxezê lapûşk 1. pençe 2. kulab laq goştê jar lar [I] 1. bê dê 2. êwirgehe ga û gamêşan; tewle lar [I] xwar lar bûn xwar bûn lareş cureyekî nexweşiyan e lar kirin xwar kirin lasar 1. baldar 2. înadkar lasayî qulebî, sexte lasayî kirin teqlîd kirin, sextekarî kirin laser sêlav, lehî, lêkend lask saq, bist laş beden, term *“laş laşê mêşê, deng dengê gamêşê” laşe 1. kelax 2. goştê mirdar *"laşe li ku derê, qijik li wê derê” laşgiran 1. canazar, xwerenedîtî 2. pêgiran lat 1. zinarên meht; teht 2. parçe 3. coya mezin -lat ajotin 1. sohbet kirin, galegal kirin 2. bi axaftinê dem bihurandin latik 1. kevirê biçûk 2. kerdî lava 1. dua 2. tika, rica lavakar 1. duakar 2. kesê ku tika û ricayê dike -lavakarê nefsa te me ji nefsa te re dua dikim lava kirin tika kirin, rica kirin lavayî lava lavij 1. newayên dînî; beyt 2. stran law kur *"bav çi seg be, dê law jî ew seg be” lawan jiyana di nav têkberên bedew de lawaz 1. hejar 2. zeîf lawazî 1. hejarî 2. zeîftî lawik kurik lawir rawir lawlaw laflaf lay/layen 1. tûş/dûş 2. alî 3. teref, ta layengîr 1. terefgir 2. tagir 3. alîgir layîq 1. munasib 2. bikêrhatî layîq bûn 1. munasib bûn 2. bi kêr hatin laylac 1. çavçil û silek 227 lem 2. tezepêkhatî laylacî 1. silektî 2. tezedîtîtî lazim 1. pêwist 2. bikêrhatî lazim bûn 1. pêwist bûn 2. bi kêr hatin lazimî hewcetî, pêdivî lazût cureyekî zadê ku jê rûn tê bidestxistin û wekî gênim jî tê bikaranîn; garis lebat 1. tevger 2. bizav, hereket *"sibat lebat, kewanî li nava malê ma mat" lebatî (r) hevoka ku kirarê wê karî bi xwe dike lebikandin/dilebikîne /bilebikîne 1. kirin zorê, li qaqa reş asê kirin 2. feşilandin lebikîn/dilebike/bilebike 1. ketin zorê, li qaqa reş asê bûn 2. feşilîn lebitandin/dilebitîne/ bilebitîne 1. bezandin 2. leqandin, livandin lebitîn/dilebite/bilebite 1. livîn 2. leqîn 3. bezîn

  • “barê kerê çiqas giran

be, guhên wê dilebitin” lebûdî livajen lec 1. devjenî 2. nîqaş leflefok çêreya badayî legan tasa tehtevêlkî ya mezin legleg cureyekî balindeyên kovî û lingdirêj a ku bi biharê tên erdên germ, xwarina wan beq, mişk û mar e leheng 1. egîd 2. qehreman lehik pêvek, îlawe lehikandin/dilehikîne/ bilehikîne pê ve kirin, lê îlawe kirin lehikîn/dilehike/bilehike pê ve zeliqîn lehî sêlav, laser, lêkend

  • "ava lehiyan, da ser geliyan”

lehîm bûjena ku hêsin bi hev ve dizeliqîne lehîm kirin hesin bi hev ve kirin lehn lan, hêlîna hirçê lek bûjenên ku ji eslê neftê çêbûyî lekan sola berfê lekaş sola bênalçe û paşîvekirî lekitandin/dilekitîne/ bilekitîne likijandin lekitîn/dilekite/bilekite likijîn lele qeyda ku davêjin stûyên tawanbarên bixeter û hêsîran lele kirin qeyd avêtin stûyî lem [I] bistikên petêxan ên li ser rûyê erdê *“dinya dem e, gavinan petêx e gavinan lem e” lem [II] lehiyên rûbêr lem [III] lep lemç milç lemçelemç milçemilç lemçelemç kirin milçemilç kirin lemelem lemper bi lemper lemelem kirin gotin di devê xwe birin û anîn; mizemiz kirin lemisîn/dilemise/bilemise 1. bizdîn 2. (çerm) vekişîn 3. qutifîn lem kirin serê tiştekî zot kirin/tûj birîn lemlate 1. lûs 2. girse lemper [I] sinî, berkeşok lemper [II] 1. lehiyên zeryayê 2. çelq û herka ava boş lenc xwar û badayî lencîn/dilence/bilence bi lexerî û giranî meşîn leng pêgoc, kulek, lingor lenger [I] hesinê keştiyan ê ku pê erdê lengergehê ve tê girêdan -lenger berdan (keştîvan) gihiştin qeraxê û rawestan lenger [II] siniya fireh lenger [III] firokeya fezayî lengergeh li qeraxa deryayekê rawestgeha ku keştî lê diêwirin lep 1. penc 2. dest *“her şêrek, bi lepê xwe ye” leplep dengê domdar ê ku ji ketina bêemad tê -lelepa dêv derketina peyvan bi awayekî beletewş -lepelepa mêweyan ketina bêemad a mêweyên terixî lepelep kirin bê emad ketin erdê û raweşîn lepik lixwekirina destan lep kirin penc kirin leq 1. hej 2. ziq leqandin/dileqîne/bileqîne 1. livandin 2. lebitandin 3. hejandin 4. ziqinandin *“mirov nakeve govendê, heke ketê jî divê xwe bileqîne” leqayî bûn rastî hatin, pergî hatin leqîn/dileqe/bileqe 1. livîn 2. lebitîn leqleqok tiştê ku di cihê xwe de dileqe û natebite lerizandin/dilerizîne/ bilerizîne 1. hejandin, leqandin 2. ricifandin lerizîn/dilerize/bilerize 1. hejîn 2. ricifîn *“an bike û melerize, an jî meke û melerize” lerz 1. hej, leq 2. ricaf lerzek 1. hezek, cihe bi herî û gil 2. ricaf 228 lem 229 lezgîn lerzeta cureyekî nexweşiyan e lerzok 1. hejok 2. leqleqok leş cendek -leş kelaştin rewşa cendekekî teselî kirin leşkelêşî di bijîşkiyê de pisporiya temtêla cendekan leşker 1. esker 2. şervan 3. pêşmerge *“leşkerê Romê ye, nan li ser çongê ye” leşkergeh artêşgeh leşkerî 1. eskerî 2. şervanî 3. pêşmergetî let parçe letandin/diletîne/biletîne 1. heytandin 2. jê re ‘hiş be’ gotin 3. deng lê birîn û nizm kirin let bûn parçe bûn leteme 1. eyba mezin 2. teşqeleya herwe 3. belaya bêpere -letemeya rûyê dê û bavan şerm û soxiya ku ji kirinên zarokan rastî dê û bavan tê let kirin parçe kirin letok aştbûyî û biaqil leva qisim, par, beş leva kirin par ve kirin leven qamûş, qamir lev piçikîn li hev alîn, wekî gocan bûn lewaş 1. nazik 2. diltenik lewçe 1. devçepel 2. bêrûmet lewhe çarçive lewitandin/dilewitîne/ bilewitîne 1. labikandin 2. qirêj kirin lewitî 1. berbad 2. qirêj

  • “lewitî dora xwe jî dilewitîne,

şehitî bîsa xwe jî dişehitîne” lewitîn/dilewite/bilewite 1. labikîn 2. qirêj bûn lewleb toterîka ku pê bendê satilê dadiliqînin nava bîrê lewma 1. lewre, loma 2. ji ber vê egerê lexer teral, xêr(-r) lexer teralî, xêr(-r-)îtî leylan serab, revrevk leymûn cureyekî mêweyên tirş e lez [I] hereket lez [II] biecele *“digerî li dewleta lez, xwedî ke rez û pez” -bi lez û bez bi ecele û rev *“bûk anî bi lez û bezo, li ser de rez û pezo, şivika malê hê jî ezo” lezandin/dilezîne/bilezîne 1. ecele kirin 2. bezandin, revandin lezet çêj, tahm lez girtin 1. zû kirin 2. bi ecele tev gerîn lezgîn kesê ku karê xwe 230 lezgînî bi zûyî dike lezgînî bizûyî, biecele lê [I] berevajî hevoka navborî; lêbelê, belam lê [II] baneşana ji bo mêzayan/ jinan lê anîn 1. peyde kirin, pêk anîn 2. wergerandin lê banîn 1. pê de ketin 2. kumişîn ser 3. pê beled bûn lê belê feqet, lê, belam lêbezîn lêdan lêbok melaq, aloş lêbokî melaqî, aloşî lê borîn 1. jê bihurîn 2. efû kirin, bexişandin lêç 1. dererêtî 2. xulpî lêçan kesê ku ji rastiyê veqetiyaye lêçûn xerc û mesref -lêçûnên malbatê xerc û mesrefên malê -lêçûnên leşkerî xerc û mesrefên leşkeriyê lê dan 1. lê bezîn 2. lê xistin 3. rencandin, zecirandin lêder kesê ku li amûreke mûsîqayî dide lê gemar dan 1. dorpêç kirin 2. gemaro kirin lê gerîn 1. lê kolîn 2. pey ketin 3. mutale kirin lê guncîn 1. bi kêr hatin 2. munasib bûn lê hatin 1. bi kêr hatin 2. layîq bûn 3. jê sûdwer bûn *“lê hat bazirgan e, lê nehat xwediyê warê wêran e” lê hûr bûn 1. ponijîn 2. li ser pokinîn lêk anîn 1. li hev anîn 2. du xeydok li hev anîn lêkdan [I] pevçûn lêkdan [II] bihevdana du hejmaran -xişteya lêkdanê alava ku rênîşandêra pevdana jimareyan e lêkend sêlav, lehî lêker (r) karê ku di hevokê de tê kirin lê ketin 1. lê asê bûn 2. tê gerîn 3. îsabet kirin lê kirin 1. kinc lê kirin 2. dîwar jênîn 3. nav lê danîn 4. hêrandin *“aşekî bihêle ku tu arvanê xwe lê bikî” lê kolîn 1. lê gerîn 2. mutale kirin 3. lê hûr bûn lêk ve kirin senifandin lêlav berfa bibaran; şilope lêm xweliya narîn a ku piştî lêkendê li qeraxên çeman dimîne lêmişt 1. lehî 2. qirş û qeselê ku bi lehiyê re tê lê nihêrîn 1. mêze kirin 2. dîtin lê niştin siwar bûn lênûsk defter lêp hîle, dek, fend û fût lê pêçan 1. lê alîn 2. lê 231 li bendê man alandin lê pirsîn [I] 1. pirsiyar kirin 2. jê pirsîn lê pirsîn [II] 1. hal û wext pirsîn, kêfxweşî dan 2. raya wî wergirtin, pê şêwirîn lêpok rezîl û riswa lêqewimî kesê ku tûşî bûyerekê hatiye; mexdûr, mezlûm lê rabûn bi êş an jî nexweşiyekê ketin lê re hatin 1. hîn bûn û bernedan 2. elimîn û ji xwe re kirin serinc lê siwar bûn 1. lê niştin 2. derketin ser, bazdan ser 3. gayîn lê sor bûn 1. lê hûr bûn 2. îsrar kirin lê sor kirin 1. teşwîq kirin 2. nav tê dan 3. niçandin 4. fîtandin lêv 1. goştê li dora dêv 2. kêlek *“gotina ku bikeve nava du lêvan, dikeve nava du gundan” -lêva xwe gez kirin pir ecêb man, heyirîn -lêv daxistin mirûzê xwe tirş kirin lêvelêv hetanî dêv tijî lêvlêvî cureyekî nokan e û qelandî tê xwarin lêvdûdik kesê lêvstûr lêvşotirk kesê ku lêva wî a jêrîn zêde dirêj e lê vegerandin 1. radest kirin 2. bersivandin 3. lê asê bûn lê xebitîn 1. pê re mijûl bûn 2. (da ku bê qedandin) hewl dan lê xêr ve anîn şikir kirin lê xistin 1. lê dan 2. kutan

  • “ker ji lêxistinê re,

hesp ji bezê re” lêzim eqreba, xizim li (r) daçekek e cih û warekî dinimîne -li cem li ba, li hinda *“li cem bêaran, her bihar e” -li dar e a niha tê pêkanîn -li gel di gel, ji bilî vê -li gel vê yekê beramberî vê yekê -li gor 1. li hember 2. li cem *“li gorî makê, golik pak e” -li paş li pişt *“bigire û here, li paş xwe menêre” -li pey bi dûv *“ba pê ket, kûçik li pey ket” -li pêş 1. li ber, ne li paş 2. li hember, li dij

  • “dost li pêş mirovî dipeyive,

dijmin li paş mirovî” lib heb -lib û lib yek bi yek, heb û heb li bendê man/sekinîn li hêviyê û di raçaviyê de man/sekinîn *“her kes li benda dora xwe disekine” li ba bûn 1. berbiba bûn 2. hejîn 3. daweşîn *“kaya kevn, li ba nabe” li ba kirin 1. dan ber bayî 2. hejandin 3. daweşandin li ber gerîn lavayî lê kirin, tika jê kirin li ber xwe ketin 1. mehcûb bûn 2. şerm kirin li dar xistin 1. saz kirin 2. çêkirin libê! kerem ke!/fermo! li hev civîn 1. kom bûn 2. hatin ser hev li hev hatin 1. peyman danîn 2. sulh kirin li hev kirin îtifaq kirin li hev rast hatin pergî hev hatin/leqayî hev hatin li hev rûniştin 1. danişîn 2. mutale kirin lihevxistin 1. tevdan 2. bezînhev li hêviyê mayîn/sekinîn 1. li bendê man/sekinîn 2. raçav kirin, çav li rê bûn lihêf nivîna ji hirî û pemboyî ya ku dema razanê davêjin ser xwe lijne 1. koma lêkolîneran 2. desteye rêvebiran likijandin/dilikijîne/bilikijîne 1. çêrandin 2. elimandin 3. karên kirêt lê dan kirin likijîn/dilikije/bilikije 1. çêrîn 2. (li ser sergoyan) gerîn likij hestîkoj limbîs xortima fîlê ya ku bi kêrî berhevkirina çêreyê û vexwarina avê tê ling endamê ku ji binê pê dest pê dike hetanî serê kulêmekan tê *“barê serê bêaqil, ling dikişînin” lingçepel lingberevajî *“ aqilê sivik lingçepel e” liq 1. şax 2. malbend 3. di artêşê de koma ku ji çar heng û hin yekîneyên pêwist pêk tê lisf 1. ser û sîçe 2. xuyabûna bi temtêla kesekî din de; dilq liva hiriya berxan livajen kesê ku ji hiriya berxan kulavan çêdike livandin/dilivîne/bilivîne 1. leqandin 2. bezandin 3. hejandin livîn/dilive/bilive 1. leqîn 2. hejîn 3. hereket kirin *"ba neyê, pel nalivin” livlivok hejhejok lixab gem lixab kirin gem kirin lixêz zernîq, zemq liyan werzişa tîlê 232 li ba bûn 233 lop lîhaz hesinekî dirêj û sertûj ê ku ji bo rakirina keviran tê bikaranîn (aliyekî dixin bin kevirê asê û hêza xwe didine ser aliyê din hetanî ku ew bê wergerandin); lom, qerase lîl 1. heriya ku ji xweliya nazik çêdibe 2. pijik lîlandin/dilîlîne/bilîlîne bi tilîliyan bang kirin lîlik [I] reşika çêv lîlik [II] cureyekî darên çolê ye lîloz beybûn lîme tîke lîme kirin tîke kirin lîmelîmeyî kirin parçeparçeyî kirin lîmon leymûn lînc pêkutî lînc kirin avêtin bin lingan û perçiqandin lîrandin/dilîrîne/bilîrîne bi tilîliyan qîjîn lîre gilêyên sor ên ku ji ber pêvedana bihukan di çermê mirovî de çêdibin lîs 1. mels 2. hêlin 3. lan

  • “lîs karê mirîşkan, bîs

karê mêran e” lîsîn/dilîse/bilîse 1. melisîn 2. nişîn lîstik 1. bazî 2. cergebez 3. govend *“kesê ku têkeve lîstikê, dê milan jî hilde” lîstin/dilîze/bilîze 1. bazî kirin 2. reqisîn *“bi zikê birçî nayê lîstin” lîstî 1. bazîker 2. reqas

  • “bi xwe lîstî, bi xwe de

mîstî” lîstok 1. pêlîstok 2. tîtik û vîtikên zarokan lîtav 1. herîrêtik 2. hezge lîtik xilîtk lîwa alaya leşkerî lîwan 1. gem 2. îskan lo! baneşana ji bo nêrzayan/ mêran lod 1. kom, tomar 2. gutle, lûs lod kirin 1. kom kirin 2. bi ser hev de anîn 3. keys kirin, dan ser hev lok hêştira barkêşanê ya hêrik/mûkurt *"barê bûkan, barê lokan” loke pembo lom 1. mizreq, rim 2. hesinekî rimkî yê ku pê kevirên giran ji erdê derdixin lome 1. sitamî 2. gazinc

  • “lome, an li dû ne an li

rû ne” -lomeya pîvazê li sîrê genî kirin gotin ji ehlê wê re venekirin lome kirin 1. gazind kirin 2. şermezar kirin lop 1. kincên stûr 2. parî, qot lopik kutilkên ku hin xwarinên din jî dikine navê loq 1. şel, tîke 2. merdane, gurdan loqandin/diloqîne/biloqîne 1. bezandin 2. (hesp) loqloqo kirin loqîn/diloqe/biloqe 1. bezîn 2. loqloqo bûn loqloqo bezeke hespan a ku siwaran aciz dike lorandin/dilorîne/bilorîne 1. zêmar ristin 2. bi şewat stran lorik hêlekana zarokên viringî *"bûk di sorikê de, dergûş di lorikê de” lorî newaya nivandina zarokan lostik cihê bi av û herî loş nanê lewaş lotê jina qunek lotik 1. hindirik, çirtikavêtin 2. vîz -lotik avêtin 1. hindirik dan 2. xwe hilavêtin 3. hîz dan 4. vîz dan *“diya zavê lotik davê, diya bûkê kûkekûk e” lotikxane cihê xwehilavêtin û cergebezê; reqsxane lotke navgîneke raguhastinê a biçûk e û li ser avan diçe lotkevan 1. ajokarê lotkeyê 2. masîvanê bi lotkeyê lotim îkramiye lowî cureyekî sewzeyan e û pijandî tê xwarin -lowiyên ter lowiyên ku nehatine hişk-kirin lûç 1. herş 2. spîkirî lûç bûn 1. herişîn 2. spî bûn lûç kirin 1. herişandin 2. qeşartin lûdo newaya şivanan a ku pê keriyên xwe diajon lûl fetrûm -lûl kirin fetrûm kirin lûlaq geh, teşk lûle 1. quletîn 2. xortim, borî 3. di çekan de boriya fîşengê lûleper kulîlkek e lûleyî di endazeya boriyan de lûlekî wekî boriyan lûlik boriya amanan a ku tê re tiştê avî dirijînin lûr lîl, pijik lûs [I] lîs lûs [II] parta biçûk lûs [III] şimşat lûslûsî partpartî lûslûsî kirin partên biçûk jenîn lûsik 1. keçêç 2. parta biçûk, qûçek giya lûtke nikilê herî jorîn ê bilindahiyekê; zîrwe lûtî mêrê qûnek lûtîtî qûnektiya mêran