Wîkîferheng:demirhan-g

Ji Wîkîferhengê


g/G tîpa nehemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke ku cîderka wê ezmandevî û qirikî ye, awayê belavbûna wê girtî û nerm e ga 1. dewarê nêr 2. mirovê gakî *"ga li mêrgan kok dibe, mela li malên miriyan" gabinêzk êşeke stûyan a ku nahêle serî bileqe -gabinêzk girtin tûşî êşa gabinêzkê hatin gaçêrîn çivîkek e ga dan 1. ga berdan ser, ji bo ku çêlek avis bimîne berga kirin 2. qûnektî kirin an jî bi yeke din dan kirin gadar çêregeha dewêr gadare kêra kalanî gadêr kesê ku gayên cotî diçêrîne gadoş amana acûrî gagolekî çûn li ser çar lepan meşîn gaj giloka tayî gakêl 1. cotyar, cotkar 2. gayê cotî gakovî nêrê askê; gayê çolê gal deng, awaz galegal 1. sohbet 2. hevpeyvîn galegal kirin 1. sohbet kirin 2. ji yekî re behs kirin 3. bi hev re peyivîn galgalîsk gewrî galim 1. meşa ber bi yekî ve 2. devjenî galiske erebeya ku hesp dikêşin galte henek, tirane galtefis selexane, teral galtevan henekbaz galûk çoyê ku ji bendê çêrmîn î şidiyayî dihûnin û pê sewalan diajon galûk kirin bi galûkê ajotin galûm gurzê cengên berê; tombiz gam kam gamêş dewareke kedîkirî ye "mêş û gamêş, xwedî tînin li pêş" gamil sermil gamisk gayê kovî yê ku di qirguliya wî de misk heye G 128 gamirok cureyekî nexweşiyan e û zarokên nûbûyî pê dikevin gan [I] 1. giyan/can 2. jîn gan [II] guhan, çiçik gan [III] gayîn gandêr qûnek gandêrî qûnektî gandîl berên girs ên ajalên dotinê; guhandîl ganek 1. sewala mê a ku heweskara nêrê xwe ye 2. jina mêrxwaz (xirxwaz) gangil cureyekî çêreya ku nepijî tê xwarin gangilok porgustik ganî 1. giyanewer, candar, ruhber 2. jîndar garan 1. keriyê dewêr 2. mexela naxira dewêr

  • "ne gayê min li garanê

ye, ne jî galegala nanê gavên dikim" garing feraqa ku di dema kamkirinê de didine bin gayên gêleyê da ku rêx û mîza wan di ser zêd de nerije garis cureyekî zêd e û wekî gênim tê bikaranîn

  • "çûçik, li ser garisên

feqîran datîne" garîte darekî dirêj û stûr ê ku didine ser avahîyan û darên zirav jî didine ser wî; kêran garnigan çêreyeke şîrdar e û dibe sedama îshalê û hundirçûnê; ûzelik garta navgîneke barkêşiyê ye û dişimite garye çenberî, erebe gasin qada nava gundekî gasingeh qada fireh gav [I] navbera du lingên vekirî -gav avêtin 1. navbera du lingan vekirin û meşîn 2. dest pê kirin -bi ser re gav kirin bi ser re baz dan aliyê din gav [II] 1. dem 2. heyam

  • "gava ku xêr dibare,

gûyê sêwiyan tê" -gava din 1. xulekek berê 2. kêliyeke berî niha gavan kesê ku dewêr diçêrîne

  • "gavan ber bi

mal e, jina gavên şixulkar e" gavber 1. hevrik 2. reqîb gawir 1. kafir 2. bêînsaf gawirî 1. kafirtî 2. bêînsafî gawuk bihukek e gaxend sersala filehan gayîn/digaye(digê)/bigaye( bigê) 1. (sewal) pê re têkiliya zayendî danîn 2. (mirov) nayîn, tecawuz kirin *"ne gaye, ne jî zaye" gayz gaz gaz [I] lûtke gaz [II] dibûr gamirok 129 gel gaz [III] alava mixkêşanê gaz [IV] endazeya ku maweya wê ji sersîngê heta serê tiliyan e (68 cm)

  • "her kes bi gaza xwe

cawê dipîve" -gaz û caw di destê yekî de bûn biryar û ferman di dêst de bûn gaz [V] daringekî curecureyî yê ku di nav bayî de heye gazbir meqesdar, cawbir gazel belgedar ên zer ên ku payîzê diweşin gazgaz vijevij, vizeviz, guregur gazinc/gazind 1. dilman 2. lome 3. gilî û şikayet

  • "dera ku te hêvî jê heye,

te gazind jî jê heye" -gazincên xwe kirin 1. giliyên xwe kirin 2. aciziya xwe nîşan dan

  • "gazincên xwe ji jina

xwe re bike, giliyên xwe li cem diya xwe veke" gazindok şikayetkar gazî 1. bang 2. dengî

  • "gaziya dû siwaran, nagihêje

xwediyê xwe" gazî kirin 1. vexwendin 2. bang lê kirin *"gazîkirin adet e, nehatin dewlet e" gazîname bangname gazîvan 1. bangdayî 2. vexwendî gazîz kurmê hêjîrê gazûz bizûz gebirge dahola mezin gebol xwarineke ku ji ard û savarî tê çêkirin *"devê wan, li gebola wan" geda 1. parsek 2. xizan gedandin/digedîne/bigedîne destê xwe li ber xelqê vekirin; pars kirin gede kurik, lawik gef tehdîd -gef û gur tehdîd û diransîqandin -gefa kuştinê tehdîda bi qetlkirinê -gef lê xwarin tehdîd kirin -gefa me ji hev dibihure em hev dinasin û ev tişt di navbera me de nabin pirsgirêk gefandin/digefîne/bigefîne gef lê xwarin gefok 1. tehdîdkar 2. gurêx geh [I] ji aliyê piştê ve goşt û masûlkeyên ku ji çongê hetanî gêzikan e; teşk geh ... geh [II] carinan û ne di her demê de *"dem bi dor e, geh li jêr e, geh li jor e" gejmirandin/digejmirîne/ bigejmirîne hêran gel birek mirovên ku xwediyên ziman, we130 lat, rewişt û tîtaleke hevpar in; netewe -gelê kurd neteweya kurd gela belg gelac 1. belapêşkar 2. fitnebaz gelacî 1. devjenî 2. fitnebazî gelale [I] goştê zêde ê ku di gewriyê hêşîn dibe; aloq gelale [II] 1. moçik 2. numûne 3. karê sêwirandî, reşnivîs 4. mijar Gelarêzan Birca Dûpişkî gelawêj 1. meha 8’emîn a salnameya zayînî 2. gerestêrka Zuhelê gele 1. kome 2. zumre gelek 1. pir 2. zêde 3. zehf *"gelekan, mede bi hindikan" gelemper civak, komel gelemperî giştî, komelî -kar û barên gelemperî xizmetên giştî gelemşe 1. pirsgirêk 2. îxtilaf 3. mesele 4. arîşe gelendar 1. stûna mezin 2. kêran gelêrî 1. stran, huner, cil û bergên ku di kelepora gelekî de hene 2. têkildarî civakê 3. malê her kesî gelêş cureyekî xweliyê ye gelhe hejmara kesan; nufûs gelhanasî beşa pisporiyê a hejmarnasiya seriyan -gelheya çandinî hejmara rêjeya kar û barên ziraetê -gelheya destbidaran hejmara çekdaran gelifandin/digelifîne/ bigelifîne 1. hûr kirin û wekî ardî hêran 2. pişirandin gelî [I] 1. deşt 2. bihurgeh 3. navbera du çiyan gelî! [II] (r) baneşana ji bo komekê -gelî bawermendan! ey ew kesên ku bawerî anîne! gelnas dilsoj û xebatkarê ji bo berjewendiyên gel û welatê xwe gelo aya, pirsa ecêbmanê gelş 1. arîşe, kêşe 2. îxtilaf 3. cudatiya ramanan

  • "afirê gameşan, bû

warê gelşa mêşan" gelû navenda çemberê gelwaz bendê ku dendikên gêzan, hêjîr û hwd li ser têne raxistin; gewlaz gem hevsarê bi dizgîn û devgem *"ker bi gem û hefsaran, mêr bi soz û biryaran" -gem li dêv xistin ji axaftinê re destûr nedan gela gemar qirêj gemarî bi qilêr gemarî bûn 1. qirêj bûn 2. herimîn gemarî kirin 1. qirêj kirin 2. herimandin *"kaniya ku te av jê vexwar, gemarî meke" gemaro dorpêç, rapêçan gembol segê nêr gemirandin/digemirîne/ bigemirîne 1. rû û rûçikên tiştekî guherandin 2. dirûv guherandin 3. daqurtandin gemirîn/digemire/bigemire 1. li gemariyekê gerîn 2. pişivîn gemî keştî gemor tiştê ku dirûve tehlbûnê lê dikeve; tehlovançkî gemş [I] kulm, gulmist, kefedest gemş [II] werzişa zoranîkirinê gemşandin/digemşîne /bigemşîne zoranî dan kirin, bi navê dan lîstin gemşîn/digemşe/bigemşe zoranî kirin/bi navê lîstin gemşo werzişkarê zoranîkirinê gen cureyekî heşeratên ku ji qijniyan mezintir in genav ava mend û genî; avegenî gencîne xezîne, defîne gend [I] aj, zîl, ajero gend [II] bêhna kirêt

  • "xwarin gend û gû,

şûştin reng û rû" gend [III] pûç gend [IV] sûd û kelk -gend kirin sûd û kelk wergirtin gendel [I] mirovê bêkêr gendel [II] kesê ku pere û dahatiya dezgeh an jî kargeha welêt ji bo xwe didize gendelî di karesatên giştî de diziya malê cemawerî genefis 1. ferasetkor 2. bêkêr 3. dek û dolab genek [I] gûnî *"henek, dibin genek" genek [II] gen gengaz pêkan, mumkin gengeşî 1. nîqaş, gelacî 2. devjenî genijîn/digenije/bigenije efûngî bûn genim zadê ku jê nan û xwarinên sereke tên pehtin *"genim digere û digere, paşê tê di qulika êş de tê xwarê" genimî esmer, qemer genî 1. xerabûyî 2. efûngî, afnikî genî bûn 1. xera bûn 2. efûngî bûn *"av, di golan de genî dibe" genî kirin 1. xera kirin 131 genî kirin 132 2. afnikî kirin *"ne xwar ne jî da hevalan, genî kir avêt newalan" genûs çikûs, timakar gep 1. dêma rû, alûşk 2. parî, qot geprûg gewrî ger [I] 1. geşt, seyran 2. dor -gera rastmalê dolivgeriya sermayeyê -gera yekî dan bera wî dan; qewirandin ger [II] erdê rast ger [III] heke geran mîrkutê hesinî gerandin/digerîne/bigerîne 1. bi rê ve birin 2. zivirandin 3. îdare kirin 4. birin seyranê

  • "gerandin derman e,

rizq li ser piyan e" gerav gerînek gerd 1. xwelî 2. toz û xubar gerden der û dora gewrî û stûqulkê heta sersîngê gerdengaz bejndirêj gerdenî xemla stûyan a ku heta sersîngan dadikeve; şirdan gerdelûle babelîsk gerdenxwar stûxwar gerdiş [I] 1. ger û seyran 2. çerx, zivir, fetl gerdiş [II] amûr gerdûm erebeya gayan gerdûn 1. alem 2. cîhan gerdûnî 1. alemî 2. cîhanî gerelavij strangotina bi dorvegerî geremol 1. sûresat 2. hêwirze 3. tevilhevî gerestêrk stêrka ku di hevsenga tavê de gera xwe didomîne; rojgeran gerew rehîn, barimte

  • "gerew, li garanê ye"

-di gerewa yekî de çûn ji dêla yekî ve xwe dan kuştin gerew dan ji ber yekî ve kefaletek dan gerew kirin rehîn girtin, barimte kirin gerger erdê bikevir gergere gêre gerguhêz (r) lêkerê ku bireserê werdigire; têper gerhan gerîn *"gerhan derman e û rizq li ser piyan e" gerik 1. tovê gul û giyayî yê hûrik ê mînanî tozê 2. toza ku havînan li ser belgên daran dinîşe 3. gera avê ya biçûk gerisandan/digerisîne /bigerisîne 1. pêpest kirin 2. destverû kirin 3. pelçiqandin 4. çewsandin geriyayî gerok *"kalê zemanan, dipirse ji xortê geriyayî" gerîde gerok, geştiyar genûs gerîh behîva negihiştî; behîvterk gerîn/digere/bigere 1. seyahet kirin, geşt kirin, çûn seyranê 2. (kar) bi rê ve çûn *"aş digere bi avê, law dike karê bavê" gerînek kuna di bin avê a ku av bi zivirînê tê re derbasî cihekî din dibe gerînende 1. mudîr 2. berpirsyar gerînge 1. rojgeran 2. pergala ku gera tiştan têkûz dike germ 1. nesar 2. tîndêr 3. keliyayî 4. sincirî

  • "her kes xwe li agirê

germ digire" -germ û sermaya felekê dîtin pêrgî bûyerên tehl û şirîn hatin û tê de pispor bûn germahî tînahî germav 1. kaniya ku ava kel jê diherike 2. serşok germavî kesê ku çûye germavê germ bûn 1. tîndar bûn, sincirîn 2. kelîn *"hesinê sar, bi hilmê germ nabe" germesûk qumaşê erzan; gincir germiçang gerînge germijandin/digermijîne/ bigermijîne germixandin germijank alava gêrebayî ya ku tiştê avî dikelîne germijîn/digermije/ bigermije germixîn germijok germixî germik pîneyekî gerimkirî yê ku datînin ser laşê kesê westiyayî da ku giyanê wî nerm bibe germixandin/digermixîne/ bigermixîne di germê de sekinandin û çêja wê xera kirin germixîn/digermixe/bigermixe di germê de man û çêj lê xera bûn germiyan warê ku zivistanan lê tê êwirîn û sitirîn germî xwarineke ku ji savarî tê çêkirin germjimêr alava ku tîna heyî dipîve; tînjimer germ kirin 1. sincirandin 2. kelandin gername rojnivîska heyamên gera geştiyarekî; geştname gernas 1. egîd, qehreman 2. wêrek gerok pîşekarê geşt û seyranê gers cureyekî çêreyê ye gerûşe karesat/bobelat gerewêrk gerestêrk geş 1. boş 2. jîndar 3. herikbar 133 geş 134 geş bûn 1. jîndar bûn 2. herikbar bûn geşbîn kesê ku xwediyê ramaneke erênî ye geş kirin 1. agir gur kirin 2. dilxweş kirin geşedan pêşveçûn, pêşketin -geşedanên aborî pêşveçûnên di warê îqtisadê de geşe pê dan pêş ve birin geşt [I] ger, seyran -çûna geştê derketin seyrangehekê geşt [II] pars, rewcîgerî -derketina geştê gerîna li pars û pûrsê geştiyar gerok, seyah, seyranî geştname gername, seyran- name gevaztin/digevêze/bigevêze gevizandin gevel porê tevlihevbûyî gevel bûn gijik bûn gevez rengê gulê; sor geveze 1. alava ku pergala xebata wê teqoze bûye 2. devê ku hînî axaftina çepel bûye geveze bûn 1. (alav) pergala xebatê teqoze bûn 2. (dev) hînî axaftina çepel bûn geveze kirin 1. pergala xebata alavekê teqoze kirin 2. ji devçepeliya kesekî re destûr dan gevizandin/digevizîne/ bigevizîne li erdê birin û anîn; vegevizandin gevizîn/digevize/bigevize xwe li erdê birin û anîn; vegevizîn gevizk cihê bi toz û xîz ê ku ker û hesp xwe lê digevizînin; tozgevizk gevzol gevel gewc gêj gewende 1. tulî 2. mitrib gewher 1. cewher, kevirên giranbiha 2. puxte gewixandin/digewixîne /bigewixîne 1. ser jê kirin 2. fetisandin gewixîn/digewixe/bigewixe 1. ser jê bûn 2. fetisîn gewr rengê spî yî tarî gewre [I] 1. mezin 2. gir, girs 3. birêz gewre [II] di hûnanê de çaviyeke rast û yeke çep -gewre çêkirin çeperast hûnan gewrecûnkî gewrotankî gewrik nexweşiyeke çêrmî ye gewrî qirik, xeneq *"gewriya ku biqul e, bê rizq namîne" -gewrî lê miçiqandin 1. tirs lê firandin 2. ajal lê dan firotan û bê spîtayî hiştin geş bûn gerotankî rengê gewr ê çilmisî gewşîn taybetî gewzîn di heyberan de bedewiya gewherî û dîtbarî -gewzîna hunerî di karekî hunerî de pîvana bedewiya gewherî û dîtbarî gez [I] cureyekî daran e gez [II] gest, şidandina diran a bi ser tiştekî de gezandin/digezîne/bigezîne (xwarina tehl û tûj) ziman û gewrî sotin gezek çêreya gezende ya pîjpijî gezende tiştê ku aliyê xwe ê tûj bi tiştekî din vedide gezgezok çêreya kefgezkê gez kirin 1. diran lê şidandin 2. xwarin gezme tîra kevanê gezo cureyekî şirîniya ku dinişe ser belgên daran; selwa gezoke 1. zimandirêj 2. devçepel *"bi ber re diçî gezoke ne, di pişt re diçî pîzoke ne" geztin/digeze/bigeze gez kirin gêç [I] di hin alavên pîvandinê de derziya ku rêjeyê nîşan dide gêç [II] heriya kilsê -gêç kirin bi heriya kilsê seyandin gêj 1. hişaloz 2. bêhişê ku wekî sermestan tevdigere

  • "filan kes mirîşka

gêj e (bêkêr e)" gêj bûn 1. hişaloz bûn 2. hiş ji serî çûn gêjde hişaloz gêjelok lîstikeke zarokan a ku di dora xwe de dizivirin hetanî gêj dibin gêjelokî zarokê ku gêjelok lîstiye û lewre gêj bûye gêjgerînek 1. gerînek 2. tiştê ku pir têvel û têkilhev e gêjgerînk 1. ziviroka bayî; bablîsok 2. tiştê ku pir têvel û têkilhev e gêj kirin 1. hişaloz kirin 2. hiş ji serî firandin gêjo gêjde gêjnok anix gêl [I] gil gêl [II] ehmeq, bodele gêl [III] sewdaserê bêkêr gêlaz mêwyeke e gêle 1. cihêkirina dan û kayê bi gerandina sewalên ku bi hev ve girêdayî ne li ser zadê çinandî; kam 2. pestîl gêlegêl bûyer, qewimîn -tûşî gêlegêlên giran ha- 135 gêlegêl 136 tin ji karesatan bi awayekî serkeftî bihurîn gêle kirin 1. bi kamê genim ji qeselî jibartin 2. çê ji neçêyî veqetandin 3. pêpest kirin 4. li dora hev zivirandin gêlme têkelkirina gelek cureyên xwarinan -gêlmeya gavanî 1. xwarina ku gavan ji xwediyên naxirê belav dike 2. tiştên curecureyî gêran balix, kamil gêran bûn kamil bûn gêranî balixtî, kamilî gêrav çêkirina tiştekî li gorî nimûneyeke heyî gêrav kirin tiştek li gorî mînakeke berdest çêkirin gêr bûn 1. gindirîn, total bûn 2. wergerîn gêre gêle *"gêre, bi golikan nabe" gêreba bayê vegerok ê ku ji herka avê çêdibe; cêreyan gêrik mûstang, morî

  • "dijminê te gêrik be jî,

hesabê wî bike" gêr bûn 1. feşk lê ketin, pêxem lê ketin 2. çewt wergerîn gêr kirin 1. wergerandin 2. gindirandin, total kirin gêro bûn 1. egle bûn 2. bilîn gêro kirin 1. egle kirin 2. bilandin *"biharan xwe şil mekin, payîzan xwe gêro mekin" gêrûse destar gêsû guliyê porî gêşref komik gêwil hizir û viyana mirovî ji bo kirin an jî nekirina karekî gêwildar kesê ku dilê wî bi kirina karekî heye; bigêwil gêwilsar dilsar gêwilsar bûn ji karekî dilsar bûn gêwilsarî dilsarî gêwilsar kirin ji karekî dilsar kirin gêwil şikandin dilsar kirin gêwilşikên kesê/tiştê ku mirovî dilsar dike gêwlê jina ku karî li gorî dilê dike gêwlo mirovê ku her gav û du gav ne li ser temtêlekê ye gêz 1. cureyekî daran e 2. fêkiyên vê darê gêzek her du hestiyên ku di kêlekên kapên însanan de ne û yên ajalan jî di paşiyê de ne gêzer gizêr gêzgêrik gêzî gêle kirin gêzirandin/digêzirîne /bigêzirîne 1. bilandin 2. xapandin gêzî alava maliştinê; siqayîl gêzîvan 1. siqayîlfiroş 2. paqijker gibîse meha ku 29 rojan dikêşe; kebîse gid kîteyeke ji bo gazikirina karikan û bizinan (gidê: mê/gidî: nêr) gidaran berazê nêr gidik (di zimanê zarokan de) karik gidî tew lo lo! gidîş parta giyayê/zadê dirûtî gift soz û gotin -giftî yekî tev gerîn li gorî sozê ku yekî daye hereket kirin gihan(gihîn)/digihe/bigihe 1. lê asê bûn 2. devîdevî lê kirin 3. stewîn, kemilîn gihandin/digihîne/bigihîne 1. lê asê kirin 2. stewandin, kemilandin

  • "hespê çê, zengûyan

nagihîne xwe" gihanek (r) girêka peyv û hevokan gihar tenîsk gihar bûn tenîsk bûn gihayî stewî, berkemal gihiştin/digihêje/bigihêje [I] 1. kemilîn 2. bi dest xistin 3. stewîn gihiştin/digihêje/bigihêje [II] 1. lê asê bûn 2. devîdevî lê kirin 3. hatin asteke diyar 4. kemilîn

  • "ez hêdî diçim bela

digihêje min, zû diçim ez digihêjim belayê" gij şidet, tundî -di gijekê de çûn û hatin di nefesekê de çûn û hatin gijevij dengê ku ji çûn û hatina tiştan tê gij bûn ji êrîşê re amade bûn gijgijîn/digijgije/bigijgije 1. xwe kiz kirin 2. xwe ji êrîşê re amade kirin 3. xwe veperimandin gijik 1. porê vîzvîzî 2. porê gevel -gijika hev kişandin pev çûn û porên hev verûtin gijîn/digije/bigije 1. gijgijîn 2. (sewalê nêr) baz dan ser (a mê) 3. pelişîn hev û li hev xistin gij kirin xwe ji êrîşê re amede kirin gijlok zîpikên hûr gijnîj cureyekî çêreya pîjpîjî ye -gijnîj girtin qirş û qal pê ve aliqîn gijo 1. kesê ji erîşê re amade 2. baneşana ku 137 gijo 138 pê sewalan didin gadan gijogijo kirin 1. bangî gadanê kirin 2. pêşkêş kirin 3. berdan hev gil herî -gil û gemar herî û qirêjî gilahe xenîmet, extirme gilar goştê ku di bin erzenê de dadiliqe gilare bistikê darê; qurm gilav ava gemar gilç singê sertûj ê ku di ji ber hin sedeman erdê de tê çikandin; xilç gilde gilok, gaj gildegild kirin bildebild kirin gildêma cureyekî çêreya ku dendikên wê hişkirî tên xwarin û jê rûn tê bidestxistin gildî pîne û potikên wekî balûleyê li hev pêçayî gildî kirin werpêçan gildîn gemara li der û dorê; zibil, gilêş gildgildo bildbildo gildo 1. kesê ku ji axaftina wî nayê gihiştin; bildo, tato 2. zimanfisek gilê 1. girêdana bend û têlan a bi hev ve; girêk 2. werma ji ber lêketina tiştekî sext gilê bûn 1. bi hev ve bûn 2. tê de kêrtikek çêbûn, werimîn gilê kirin bi hev ve bestin -xwe gilê kirin xwe givaştin hev gilêne spîtka çêv gilêş 1. bermayiyên qirêj û kêrnehatî 2. zibil gilêşdank derdanka zibilê gilêz ava zeliqok a ku li dêv dirije; şorik -gilêz bi dêv ketin 1. dev jev bûn û jê ava zeliqok rijîn 2. pir azwer bûn gilgil [I] heriya hasilkirî ya ku acûrpêj pê kaxetîtan çêdikin gilgil [II] 1. garis 2. danê spî *"mirîşk di xewna xwe de gilgilî dibîne" gilik di endamê zayendî yê mêzayan de riya avikê ya ku digihêje malzarokê û li bin lûleya mîzkêş e; nîçik, çilik, *"qûnekê gotiye: 'aqile min dibire, lê aqilê gilika min nabire' " gilî 1. gotin 2. şikayet, gazind *"gilî hate zaran, dê têkeve nav malan" gilîdar gazindok gilî kirin 1. gazindê xwe jê kirin 2. jê şikayet kirin gilm guliyên darê gilmik guliyên darê yên biçûk gilok tayê ziyî/hilçinandî; gijogijo kirin gaj, gilde gilol girover gilolî giroverî gilor [I] berê dara qajê gilor [II] 1. nemûş 2. fêlbazî -gilor kirin 1. nemûş kirin 2. fêlbazî kirin gilor [III] girover -gilor kirin gindirandin giloxe cûcika ku teze ji hêkê derketiye giloxe bûn (cûcik) ji hêkê derketin û girs bûn gilp gulp gilûmût girover gilûmûtkî giroverkî gilviçandin/digilviçîne /bigilviçîne 1. pirçiqandin 2. pan kirin gilviçîn/digilviçe/bigilviçe [I] dil jê mayîn gilviçîn/digilviçe/bigilviçe [II] 1. di bin lingan de virçiqîn 2. pelixîn gilyaz gêlaz gincir pîne û potikên peritî; zîval gincirgincirî (pîne) qelşqelşî û zîvalzîvalî gincirgincirî bûn (pîne) qelşqelşî û zîvalzîvalî bûn gincirgincirî kirin (pîne) qelşqelşî û zîvalzîvalî kirin gindirandin/digindirîne/ bigindirîne 1. total kirin 2. wergerandin gindirîn/digindire/bigindire 1. total bûn 2. wergerîn gindor 1. cureyekî sewzeyan e; qire 2. girover 3. bankutik ginegin dengê kesê ku ji bêfilê diaxive ginegin kirin ji bêfilê axaftin ginginok kesê ku ji bêfilê diaxive gir [I] 1. kêrt 2. bilindahî gir [II] 1. bermaya ber bêjingê 2. arek gir [III] 1. girs 2. mezin 3. geltegan gir [IV] 1. rik, hêrs 2. bela 3. awat û azwerî 4. întiqam -gir [V] paşgireke navdêrsaz û rengdêrsaz e gir [VI] 1. xwirê gurîbûnê 2. rikhatin *"divê mirov girê xwe bi destên xwe dixwirîne" giramî 1. îhtiram, qedrdanî, rûdanî 2. rêzdarî giramî girtin 1. rêz girtin 2. îhtiram kirin giran 1. nesivik 2. hêdî 3. zexm 4. bibiha 5. cidî *"aqilê giran, mûyî kêr dike" giranbiha 1. qedrmezin 2. biqîmet *"ji azadiyê bêhtir tiştekî giranbiha 139 giranbiha 140 nîn e" giran bûn 1. ji rewşa sivikiyê derketin 2. hêdî hêdî xebitîn giranî 1. nesiviktî 2. hêdîkahî 3. zexmî 4. bibihatî 5. cidîtî *"giranî pîvana zêran e, sivikî bobelata ber deran e" giran kirin 1. ji rewşa sivikiyê derxistin 2. kar ewiqandin girar xwarineke ku ji birinc û savarî tê çêkirin

  • "girar bi xwê, xwê bi

tahm" girav parçeyek bejahiya ku doraliya wê bi avê ve hatiye rapêçandin giravî giramî girbêj bêjinga ku kunên wê fireh in; serad girde girav girdek tîpên mezin ên wekî A,B,C... girdik masûlke girdirûn taye, çerxe giregir 1. payedar 2. rayedar 3. çîna bijarte girêba 1. nexweşiyeke bakî û jandar a ku dikeve masûlke û gehên mirovî 2. kînora ku di rehçikên xwînê de derdikevin girêbend 1. cihê girê ya ku bendik lê hatiye şidandin 2. peyman -girêbenda zewacê peymana nikahê girêbest şala navê; şûtik girêcan bêaramiya giyanî girêçik movik girêdan 1. bi hev ve kirin, bestin 2. gilê kirin

  • "hesp li ser afirê keran

nayê girêdan" girêdayî 1. biservekirî 2. gilêkirî, beste girêhişk hişkegilê girêk cihê ku bi hev ve hatiye bestin; gilê *"girêka ku bi destan vebe, hewceyî diranan nake" -girêk ketin qirikê 1. kelogirî bûn 2. nan di gewriyê de nedehîn girêpêç babelîsk girêz gilêz girfan berîk, cêb girfik 1. felqedestek hevirê ku jê nanek tê çêkirin 2. her du nermegoştên hêtan girgirik 1. ereboka zarokan 2. ereboka destan a ku giraniyên hetanî 100 kîloyî lê bar dikin 3. alaveke maliştinê ya bi qasî destekî ye û pê gildîna hûrik tê paqijkirin girgîn 1. gurêx 2. hêrshatî 3. bêhnteng girhan xwe bi xwe xitimîna qul û qelîştekan girij kesê mirûztirş û giran bûn rûpirçî girijîn/digirije/bigirije 1. (seg) bezîn hev 2. (mirov) gef lê xwarin girik 1. şêlî, nezelal 2. kêrtê ku pir ne bilind e girisîn/digirise/bigirise mezin bûn giriyandin/digirîne/bigirîne 1. bi girî ve kirin 2. behicandin *"dostê ku te bigirîne baş e, ne yê ku te bikenîne" girî 1. rijandina hêstiran 2. nûzenûz *"bi girî, ji gorê ranabin mirî" -girî pere nekirin xemgîniyê têra vegerandina tiştê çûyî nekirin girîdeng 1. lorîn 2. dengê giriyê 3. zêmar girîn/digirî/bigirî 1. hêstir rijandin 2. bi ser de keser kişandin û lewre rondik barandin

  • "çûn dewsa miriyan,

her kes li miriyê xwe giriya" girîng tiştê ku hebûna wî pêwist û watedar e girîngî pêwistî û watedarî girîngî dan 1. bi her du destan girtin 2. pêwist hesibandin 3. qedr dan girkan çiyayê ku lûtkeya wî heriyeke agirîn direşîne derve -girkanê hilçûyî çiyayê ku lûtkeya wî ya agirîn zindî ye û her gav xeternak e -girkanê mirî çiyayê ku lûtkeya wî ya agirîn teqiyaye û êdî ne xeternak e girj tivancî girj bûn tivancî bûn -girjbûna masûlkeyan tivancîbûna pazûyan girmijîn/digirmije/bigirmije (ewr û esman) deng vedan *"ewrê reş digirmije" girmik 1. kulm, lep 2. zêdehiya serê dûvê pêz a ku bi qasî kulmekî ye girnawkî bûn 1. dema gonxwarina pisîkê hatin 2. çav li qûndetiyê kirin girnijandin/digirnijîne/ bigirnijîne 1. kenandin 2. duqat kirin girnijîn/digirnije/bigirnije 1. kenîn 2. duqat bûn girnoz girtikgirtikî, kêrtik- kêrkitî girole navgîna barkêşiyê giroşk dervank, tepedor girov 1. berate, nîşane, elamet 2. belgeya ku rastiya rewşekê an jî tawana bersûcekî derdixe holê girove belge -giroveya ajovaniyê belgeya erebe-ajotinê 141 girove 142 -giroveya bazirganiyê destûrnameya ticaretê girover gilomûtkî, çenberkî, xeleqkî girs 1. gir 2. mezin girse civateke pirjimar; kom girseyî têkildarî civateke pirjimar; komasî girsik hirmiya çolê girş stûn girte zabitname girtek 1. parçeyek kaxeza ku firoşkar wekî giroveyekê dide kiriyarî, tê de biha, nav û cureyê bûjenan tê nivîsandin 2. giroveya ku dezgeh an jî saziya têkildar di dema wergirtina diyariyan de dide xêrxwazan; meqbûz girtenivîs kesê ku zabitnameyê digire girtin/digire/bigire 1. hildan 2. wergirtin 3. bi dest xistin 4. zeft kirin

  • "her kes, xwe li ronahiyê

digire" -girtina berê rojê rewşa ku heyv an cismekî asûmanî yê din têkeve navbera dinya û rojê, roj ji dinyayê xuya nebe û dinya tarî bibe -girtina berê heyvê rewşa ku dinya têkeve navbera heyv û rojê, heyv rojê nebîne û di tariyê de bimîne -girtin ser xwe pejirandin girtî 1. mehkûm 2. bengî 3. dîl 4. venekirî *“destê dayî, ser ê girtî re ye” girtîgeh 1. hepisxane 2. bendîxane girtole kesê bi dest û pê girûz girnoz girûz kirin 1. meht kirin 2. darotin 3. şimşat kirin gişk/gişt 1. hemû, her kes/her tişt 2. bi temamî

  • “dîn pir in, gişt ne li

cem hev in“ giştgiyan beden, laş giştî gelemper, tevahî -serokê giştî rêvebirê gelemper giştîname namedor, belavok gitî cîhan givande 1. cihê bilind; kendal 2. hêl givandin/digivîne/bigivîne havên kirin, meyandin givar kesê ku xwîna mirovî lê dikele givêrandin/digivêrîne/ bigivêrîne dehandin givêrîn/digivêre/bigivêre dehîn, (tiştê xwarî) helîn givir pisîka kovî givî şîrê havênkirî girover givîşk [I] tivanc -givîşkî bûn tivanc û qolinc di lêş de peyde bûn givîşk [II] bizava ku mirov ji egera xewê an jî westanê xwe radikêşe -givîşk dan palûşkên xewê pê ketin givrik mirovê hêzdar û xurt givrik bûn gihiştin û mezin bûn giya 1. çêre, hêşinahî 2. çêreya çinandî ya ku wekî alif tê bikaranîn

  • "nokê, giya rabû li ser

kokê" giyan 1. can 2. ruh, gan -Giyanê Pîroz cenabê Cibraîl eleyhiselam -giyanê xwe dan 1. bi ser heqiya xwe de çûn; mirin 2. cangorî bûn giyanewer 1. zindî, jîndar 2. candar giyanewernas pisporê ruhberan giyanewernasî zanistên têkildarî jiyana giyandaran giyanî zindîtî, ruhanî giyaxur 1. sewalên ku diçêrin 2. kesên ku -weke rêman- goştî naxwin giz 1. hizir 2. viyan gizdar balkêş gizêr cureyekî hêşînahiyê ye û hem bi terî hem jî pijandî tê xwarin gizgizîk giloka biçûk gizgizîn/digizgize/bigizgize 1. tevizîn 2. ricifîn, lerizîn gizilgo giloka ku ta û bendê wê li hev aliyaye gizing elind gizîr xizmetkar, berdestî gizre ardê ku gir hatiye hêran gizvanok gustik gizû rûne xerabûyî gîhev îkramiye -gîheva cejnê bexşîşa eydê gîr [I] 1. tund 2. asê 3. girtî 4. rawestayî gîr [II] qebiz gîrav ava ku bi bûjeneke din ve têkel bûye (wek: av û xwê) gîr bûn 1. qebiz bûn 2. rawestan 3. asê bûn gîre qebizbûyî gîrhe peqpeqokên ku ser ava kelyayî dikevin; kef gîro vemayî, paşdemayî gîro bûn 1. taloq bûn 2. egle bûn gîro kirin 1. taloq kirin 2. egle kirin gîsik karikê dusalî *"gîsika gurî diçe serê kaniyê û ji eslê avê vedixwe" gîsin di cot de nikilê tûj ê ku erdê vediqelêşe *"cotê bê gîsin, nikil zû lê 143 gîsin 144 dişkê" gît 1. rojên zivistanê yên pir sar 2. karesat gîtik hestiyê çîpê gîx xêza ku di şeklê bazinekî de hatiye kêşan gîzan hesinê tûj ê ku pê tiraş dibin gîzre dar a ku ne hişk e ne jî ter e go gog gobaz gogbaz goc 1. kesê di dest û piyên xwe de seqet e 2. kesê ku dest û piyên xwe bi awayekî kêrhatî bi kar nayine û kêmlebat e gocî 1. seqetiya dest û piyan 2. kêmlebatiya dest û piyan goçavik berçavk goçel gopal goçke tîş û qertîş gog hola lîstinê *"gog çiqas gilover be jî, dê li cihekî rast bisekine" -gog hatin ber çoyî ketin ber firsendê gogbaz kesê ku bi holê dilîze gogelîsk lîstîna hola pê gogerîn kêzikeke ku ji gil û gemarê gogên biçûk çêdike gojîmestî kirin (têjika nûzayî) hînî mêtinê kirin, seredan kirin gol 1. lîç 2. her ava ku nakişe *"av di golê de bimîne, dê genî bibe" gole sewalê ku li pêş keriyî diçe golik têjika çêlekê *"golik tuneye ku bimije, xwesû tuneye ku bikuje" -golika bipirç kirin zikê yekî kuleke bêderman kirin dil û hinavê wî golikvan kesê ku golikan diçêrîne *"dema ku heye, mêvan î; wexta tune, golikvan î" golim kulêmek gom êwirgeha sergirtî ya ku bi şevê pez tê de mexel tê *"goma mirovî, ji qesra xelqê çêtir e" gon berhildan û pelxwarin

  • "bizin dizîka gon

dixwe, lê eşkere dizê" gonce qurmê dar û giyayê hişkbûyî goncal kortal, çal gongil [I] cureyekî goniyan e *"gongil çiqas hol be, dê li cihekî rast bisekine" gongil [II] 1. qat bi qat 2. gustikên porî gonî gûnî *"goni, tu carî di bin berfê de namîne" gopal 1. ço 2. şiva ku destika wê heye 3. şiva serkevan *"darê bi strî, nabe gopal" gopîtik lûtke, zîrwe gît gor 1. qebr, mezel, meqbere 2. kortal *"kes, nakeve gora kesî" goran mêrg û çîman gorangeh mêrga ku bi kêrî bêhnvedan û seyranan tê seyrangeh goranî 1. kilam, stran 2. zaravayeke kurdî ye gore lixwekirina piyan gorevan 1. kesê ku goreyan çêdike 2. kesê ku qebrên miriyan dikole goristan cihê ku qebr lê tên kolan û mîrî lê tên çalkirin *"mirov diçe serdana goristanê, da ku gora wî jî tê de hebe" gorî 1. qurban 2. fedakar -ez gorî ez qurban, ez xulam gorîçe kêlika gorê gorn 1. mala ku havînê tê bikaranîn; sermiyan 2. hevşiyê sewalan gornebaş pîşekarê diziya goristanan gosan cureyekî mêşan e û dişibihe mêşhingivan gosartme 1. rezîl 2. elewat 3. rêşkenî goşe 1. guçê ku qiraça wî 45 derince ye 2. çim 3. fetl, zivir goşebend qiraca ku endazeya wê 45 derece ye goşepîv alava ku pê qeysa guçan tê pîvan goşkar solbend goşt tebeqeya ku li ser hestiyan hêşîn dibe

  • "ber goştê çûyî nakeve,

ber ser û piyan dikeve" -goştê nerme goştê bêhestî -goştê hêrayî goştê hûr hûrkirî -goştê heram 1. qelewbûna bêteşe 2. goştê ser mûziya mêran a beriya sinetkirinê goştfiroş pîşekarê firotina goştî; qesab goştî goştê hişkirî goştpere cenîn goştxur sewalên ku debara jiyana wan tenê goşt e û nikarin biçêrin gotar 1. meqaleya wêjeyî 2. nutuq gotebêj 1. hevpeyvîn 2. nîqaş gotegot 1. qîl û qal 2. deng û behs 3. qirtevirt

  • "bi gotegot, mirov naçe

cot" gotin [I] 1. soz 2. biryar 3. peyman *"mêr ew e ku bibe xwediyê gotina xwe" gotin/dibêje/bibêje [II] 1. axaftin, peyivîn, xeber dan 2. salix dan 3. şehitandin

  • "gotin: 'bavê

145 gotin 146 te siwaran kuşt an peyaran'; got: 'wekî kuştin, ha siwaran, ha peyaran' " gotindar 1. axivger 2. xeberdayî 3. salixdayî gov 1. gol 2. gom govan kesê ku bûyer bi çavê xwe dîtiye; şahid, guwah, gove -govanê dîtî û bînayî şahidê ku bi çavê serê xwe buyerek şopandiye govanî şahidtî, guwahî govan-name girove û nivîsarên li ser bûyeran gove govan govetî govanî govend dîlan, zemawend

  • "govend, bê deng nabe"

-govend gerandin dîlan girtin govendger sergovendî, kesê ku dîlanê digerîne goyende 1. kesê ku vedibêje 2. salixdayî *"goyende têr xwar, dê dest bi salixan bike" goyger pîşekarê goglîstinê; gogbaz goyinger nobedar, pandî goyîn [I] rêza nobetê, dora payînê goyîn [II] balindeyeke ji malbata pepûkan e guçl 1. komeke fêkiyên bi çiqilekî ve 2. gûşî *"bav rezek da lawî, lawî guçlek tirî neda bavê" guh endamê bihîstinê

  • "hêştir çiqasî ji hev dûr

herin jî, guhê wan tim li ser hev e" -guh birin 1. hetikandin 2. veçirçirandin -guh dan 1. jê bihîstin 2. bala xwe dayîn -li ber guh ketin 1. pê hesîn 2. haj pê hebûn -guh lê dêrandin 1. (guh) bel kirin 2. payîn guhar xemla ku jin bi guhên xwe ve dadiliqînin

  • "Xwedê, guharan dide

yên biguh" guhan endamê şîrî yê sewalan -guhanê xwe kirin nêzîkî zayînê şîr ketin guhanan guhbel 1. guhrep 2. sîxur, casûs -guh bel kirin ji xerabiyê re bihîstin guhçik nermegoştê guhî yê ku guharê davêjinê guhdar kesê ku dibihîze guhdarî têgihiştina salixan

  • "guhdariya derewan

xweş e, lê bawerkirina wan ne xweş e" -lê guhdarî kirin 1. jê bihîstin 2. gotin jê seh kirin 3. bal xwe danê

  • "berê guhdarî bike,

paşê xeber de" guhdêr 1. hişyar 2. balgotindar 147 gulebûk dar 3. bisemt guhdirêj ker, çarsim axa

  • "ji bo ziyandayîna xwediyê

xwe, guhdirêj, mirinê jî dide ber çavên xwe" guhertin/diguherîne/ biguherîne 1. guhêztin 2. şûna yekî yeke din danîn guher 1. warê ku pez lê mexel tê 2. meydana komkirina sewalan *"bizina belek, şivanê kulek, êvarê bi hev re tên guhera teng" -li guherê man 1. li qadê bêxwedî man 2. bi kêrî tiştekî nehatin guherbar tiştê ku dirûvê xwe diguhêzîne nifşeke din guherîn [I] 1. guhêzîn 2. qelibîn guherîn(guhertin)/diguhere/ biguhere [II] 1. teşeyeke nû girtin 2. dirûvekî din girtin guherînkar sedemkarê qelibînê guherto awayekî cihê ê heman dirûvî, dirûvekî ciyawaz ê heman tiştî guhêrgeh dezgeh an jî firoşgeha guherîna diravan; seraf guhêzbar tiştê ku neql û sewqiyata wê zû û hêsan tê kirin guhêztin/diguhêze/biguhêze 1. guhertin 2. wergerandin 3. neql kirin 4. ferehte kirin *"gayê reş, çêrmê xwe naguhêze" guhgiran kesê ku baş nabihîze guhmertal guhmezin guhnedar 1. serhişkê bêxem 2. bêxemê sersar guhnelî di giyandaran de daxwaza têkiliya zayendî guhrep guhbel gul 1. cureyekî kulîlkan e 2. navê kulîlkekê ye

  • "biçûkê salê, gula malê"

gulan meha pêncemîn a salnameya zayînî ye

  • "gulan e, dew li cem

hemûyan e" gulav ava gulê ya ku ji bo bêhndana wê tê bikaranîn gulçîsk gurçik guldank derdanka ku gulan tê de datînin guldeste berhevoka kar û xebatên wêjeyî gule fîşeng gulebaran kirin 1. fîşeng lê reşandin 2. agir ser piştê pê xistin gulebûk cureyekî kulîlkan e 148 gulegenim simbil gulendam bejnzirav gulik 1. şirik 2. porik 3. kulîlk gulimîn/digulime/bigulime 1. elametên jîndariyê nîşan dayîn 2. hilimîn gulî 1. çiqilê darê 2. porê hûnandî *"gulî dirêj e, hiş qirêj e" gulîfk bisk gulîvandik telaşê tayî gulîzerînî jina ku porê wê yî çûr gûlîkî hatiye vegirtin *"gurî dimire, dibe gulîzerînî" gulkelem cureyekî sewzeyan e û pijandî tê xwarin gulp 1. bilq 2. ji nişkê ve 3. qurteke vexwarinê gulpik 1. gupik 2. hemû seriyên ku dişibihin serê derzîreqê gulşen gulzar gulte 1. stûn 2. bêra kelekvanan 3. darê ku serê wî wekî tîpa T’yê ye, topal didine bin milên xwe û pê bi rê ve diçin -gulte kirin (da ku xwe ber giraniyê ragire) stûn danîn bin garîteyî gulzar baxçeyê gulan guman [I] 1. ewlehî 2. hêvî *"gumana xwe, ji Xwedê mebire" guman [II] şik, şubhe gum qurteke vexwarinê gumanbar bûn di bin şikê de bûn guman kirin tê de ketin şikê gumgumok cureyekî sewalên bejî ye û dişibihe margîseyê gumlat 1. cîsim 2. tiştê hişk gumrik 1. bihura peretî 2. saziya ku hawirde û hinardeyên welêt dişopîne û mîhengê didê gumş 1. parî 2. hop gun hêlik *"heke gunên meta min hebûna, min dê jê re bigota: apo" gunc lûleya avê a binerdî guncan 1. munasib 2. pêkan 3. lêhatî gund cih û warê ku ji çend malan pêk tê (ji taxê mezintir û bajarokî biçûktir e) *"melayê nexwendî, digere li nav gundî" gundî şênî û dêmanên ku di wargehên kêmjimar de dijîn *"gundî li hev nexin, romî têr naxwin" gundwar derebajar, cihê ku ne bajar e gundwarî derebajarî guneh sûc, tawan -guneh daweşandin 1. gulebûk tewbe bazar kirin 2. gunehê xwe kirin -guneh pê hatin 1. dil pê şewitîn 2. dil ber derneketin, heyf pê hatin gunehkar tawanbar gunekî kesê ku bi hêlikreşê ketiye guneng belengaz gungilî 1. gustikgustikî 2. badayî 3. gurbiz gupik 1. panî 2. lûtke gur [I] cureyekî heywanên dirinde ye û dişibihe kûçikan *"çêlikên guran, ji mirovî re nabin bira" -gurê manco gurê efsûnî yê çîrokan gur [II] 1. zindî, jîndar 2. herikbar -gur bûn 1. holepît jê rabûn 2. zêde bûn -gur kirin 1. alafa êgir pirtir kirin 2. zêde kirin gurandin/digure/bigure 1. post kirin, çerm jê vexistin 2. qutqutî kirin, pir lê xistin gurc şidiyayî gurc bûn şidîn gurc kirin şidandin gurçik du endamên ku di pişta mirovan de ne

  • "mirov dilî nede, gurçikê

naxwe” guregur 1. dengê bayê xurt 2. dengê erebeyan

  • "bayê gurgurî, weke jina

virvirî" gurêx 1. dir, gurxenêq 2. segê ji gurên kedîkirî gurg navenda tevnê ya ku raçandinê digerîne gurî [I] keçel, serût *"gurî dimirin, porsor dibin" gurî [II] 1. cureyekî nexweşiya çêrm a ku endamê gurî her dixwire û qalik dide 2. kesê ku bi vê nexweşiyê ketiye *"kesî qala guriyî nedikir, rabû di devê kaniyê de gû kir" -gurî bûn bi nexweşiya xwiranê ketin gurîkî 1. weke guriyan 2. bi çepelî gur kirin 1. alaf pê dan 2. agir geş kirin gurkî 1. weke guran 2. bi êrîşeke hovane *"bixwe gurkî, rabe mêrkî" gurmij hucûm, êrîş gurmijîn/digurmije/bigurmije hucûm kirin, êriş birin ser gurmist kulm, mist gurz 1. baqeke mezin a giyayê dirûtî û xuromkirî 2. çekeke cengî ya ku dişibihe şiveke serçomax a mezin lêbelê hesinî û pîjpîjî ye -gurz kirin 1. (giya) weke baqeke mezin bi keys kirin 2. (bar) par bi par bi- 149 gurz 150 lind kirin gustik di por de rewşa qatqatîbûnê gustîl xemla ku dikine tiliyan guşpan guzvan gut bûn 1. (di av û heriyê de) çikilîn 2. (bi kûrî û hûrî di ramanê de) hênijîn guv (di zimanê zarokan de) 1. erebe 2. makîne guva guva hêdî hêdî guvaştek alava ku mêweyan diguvişîne û jê ava wan derdixe guvaştin/diguvişîne/biguvişîne 1. pihêt girêdan 2. vepincirandin 3. şidandin guveguv dengê erebe û makîneyan guwah dîtiyê buyerê yan jî bihîstiyê gotarê; govan guwahî karê ku dîtiyê buyerê yan jî bihîstiyê gotarê dike;govanî guzar geşt û seyran guzargeh bihur guzik gûşiyê berên dara qajê guzim 1. pihêt 2. muhkem û şidiyayî guzvan alaveke kincdirûyan e; guşpan gû gemara însên *"gû jî, ji gênim e" gûdele 1. kesê elewat û bêkêr 2. kesê qilêr gûgerîn cureyekî kêzikên ku ji gemarê gogan çêdike û digerîne gû kirin gemar kirin, rîtin gûlik cureyekî çêreyê ye û pijandî tê xwarin gûmez serbanê girover ê ku nîvçemberkî ye; qube gûmik ji aliyê hundir ve serê tiliyan gûn 1. reng 2. boyax gûnî çêreyeke bistrî ya û dikine ardefa êgir; gonî gûse dasî gûsî 1. xurnûk 2. cureyekî giyayê bistrî ye gûstêr kevirê esmanî gûstêrk cureyekî bihukan e û şevê pê dikevin gûşî çiqilekî tijî yê tiriyan; enqûd gûz gêz *"bextê mêran gûza pûç e û pireya şikestî ye" gûzan hesinê tûj ê ku pê pirça çêrmî tê kurkirin gûzek cot hestiyên ku di her kêlekên piyên mirovan de ne; gêzik